“Tevgera azadiyê di civakê de hestên jiyana azad da avakirin” 

yazan Zeynep ERDEM

Foto3Jinek ku di nav jiyana sirgûnê de tê dinyayê, zaroktiyeke di sirgûnê de dijî û di nav şert û mercên zor û zehmet yên sirgûnê de fêrî têkoşînê dibe. Zeynep, di temeneke pirr ciwan de bi şert û mercên zehmet yê jiyanî, rewşa Kurdan û êrîşên dagirkerên axa welatê xwe re rû bi rû dibe. Lê di temenê xwe yê ciwan de têdigehe ku pêvîstî bi têkoşîn û birêxistin kirina gel heye, ji bo vê jî pirr zû dikeve nav kar û barên rêxistin kirin, agahdar kirina gel û têkoşîneke bê rawest ku ji her demê zêdetir civaka wê pêdivî pê heye. Niha jî werin em jiyan û serpêhatiya Zeynep Murad bi hev re guhdarî bikin.

Hûn dikarin xwe bidin nasîn?

 Navê min Zeynep Murad, ez di sala 1968’an de li paytexta Iraq Bexdayê hatim dinyayê. Em çar xwişk û çar bira ne. Min dibistana seretayî û heyanî zanîngehê li Bexdayê xwend. Di sala 1990’an de ez zewicîm û dayika sê zarokên keçim.  Ji Bexdayê hatina Kurdistanê di jiyana min de pêvajoyeke nû bû. Li herêma ku em lê diman, tevgereke şoreşger hebû, liv û tevgerek di nava gel de hebû, vê yekê jî gelek bala min dikêşand û di  demeke kurt de min jî xwe di nava van mirovan de dît. Min ew kes nas nedikirin û nedizanî ka kêne, lê ew kes li hember desthilatdariya Sedam Husên têdikoşiyan, vê yekê jî têrê kir ku ez bikevim nava wan. Sala 1991’ê di despêka meha Adarê de bêyî ku em bizanibin Raperîn heye, ez û hevaleke xwe me di nava gel de dest bi kar û xebatekê kir. Piştre me bihîst ku li bajarê Ranya serhildanê destpê kiriye, me jî li herêma xwe jin kom kirin, cilên Kurdî li xwe kirin, al û pankartên xwe amade kirin ku li ser wan me nivisî bû, ‘Bimre desthilatdarî’, ‘Bijî Kurdistan’ û bi van pankartan me dest bi meşê kir. Di meşê de tenê jin hebûn. Ciwanan dema ku dîtin em dimeşin, hatin ji bo me biparêzin û li der dora me kom bûn. Li aliyê din jî saziyên ewlekariyê yên girêdayî hikûmeta navendî hin kes desteser kirin, şer û pevçûn derket, ciwanan ew sazî bi dest xistin, bi vê çalakiyê hemû gelê li herêmê tevlî serhildanê bû. Di nava çend rojan de Hewlêr jî rizgar bû.

Piştî van serhildanan, artêşa Iraqê ji bejayî û hewayî de Kurdistan bombebaran kir. Gel neçar ma cih û warên xwe biterikîne. Ez jî bi malbata xwe re çûm Rojhelatê Kurdistanê bajarê Mahabat ê. Piştî demekê Sadam Husên bang li gel kir ku vegerin Kurdistanê, lê navê min di lîsteya kesên ku serhildan organîze kirine de bû, ji ber wê ez venegeryam û ji Mahabat ê çûm Tehran ê. Demekê li vir mam, piştî hêzên Iraqê ji Kurdistanê derketin em jî vegeriyan Kurdistanê. 2003’yan piştî rûxandina  desthilatdariya Sedam Husên ez vegeriyam Bexda yê. Li Bexdayê jî me ji bo Kurdên Feylî navendek ava kir û xebatên birêxistinkirina civakê da meşandin. Di heman demê de me kovereke heftane jî derdixist. Ev karê ku me dikir li Bexdayê bi mudaxileya hin hêzên Kurd ku îro jî destkeftiyên Kurdan pêşkêşî dijminê Kurdan dike re rastê astengiyan hat. Min li herêmê heyanî demekê karê rojnamevaniyê kir, ji xwe rewşa Bexdayê ya ewlekariyê gelek xirab bû, ez jî ji ber muxalifbûna li hember desthilatdariyê di nava civakê de dihatim naskirin, ji bo vê ewlekariya min û malbata min di bin xetereyê de bû. Ji ber wê jî em neçar man di sala 2006’an de  werin Ewrûpa, welatê Sêwêd ê.

Li vir hûn bi çi kar û xebatê re mijûl in?

Di nava van sirgûnan de têşta herê girîng ji bo min ew bû ku min tu caran weke jinekê dev ji tekoşînê berneda, ez hertim ketim nava hewldanekê ku bikaribim li ser lingên xwe bisekinim û hêza ku bi xwe re didim avakirin, hem bi civaka di navde dijîm re parve bikim, hem jî bi jinan re parve bikim.

Foto6Li Siwêdê min mamostetiya zimanê Kurdî  û di radyoya Swêd de jî min di beşa Erebî de kar dikir. Niha jî ez karê xwe yê rojnamevantiyê didomînim û di Newroz tv. de kar dikim. Li Swêd ê jî xelkê Feylî yên ku sirgûn bûne hene. Li vir jî em weke civak hatin cem hev û me hewl da ku xwe birêxistin bikin. Hin xebatên me yên taybet ji bo Feyliyan pêş ket, lê ew xebat jî rastî mudaxileya hin hêzên siyasî yên  Başûrê Kurdistanê hat û ji hev belav bû.

Hûn dikarin hinekê behsa civaka Feylî bikin, nifûsa wan bi gelemperî çiqase, çanda wan çawaye û bi giranî li kijan herêman dijîn? 

Civaka Feylî civakeke ku pirr girtî maye û hem di nava Kurdistanê de hem jî li derve zêde nayê naskirin. Tevlî ku di her şert û mercî de bi Kurdîtiya xwe ve û bi neteweya xwe, çanda xwe ve girêdayî mane jî hertim bi qirkirin, zext û zordariyê re rû bi rû mane. Ji aliyekî ve desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê li ser wan zilm daye meşandin, ji aliyê din ve li Kurdistanê taybetmendiyên wan yên civakî û çandî berçav nehatine girtin û hertim ji aliyê hêzên siyasî ve hatine tune kirin. Nasnameya civaka Feylî  ji wan hatiye girtin, gelek kes ji vê civakê hatine sirgûn kirin û cîhê ku lê sirgûn bûne li wir heliyane. Di despêka sedsala 20’an de ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve ji Bexdayê sirgûnê Îran ê tên kirin. Zexta herî dijwar jî ji aliyê rejîma Baas ve di sala 1980’an de dest pê kir û heyanî sala 2003’yan berdewam kir. Di encamê de nêzî 600 hezar Kurdên Feylî koçberî Îran ê hatin kirin. Mal û milkên wan ji aliyê rejîmê de hate desteser kirin, nasnameyên wan jê hatin girtin, zêdetirî deh hezar ciwan jî hatin girtin û heya roja îro jî çarenûsa wan ne diyare. Her wiha di vê pêvajoyê de gelek keçên ciwan jî hatin girtin, hin ji wan hatin firotin, hin ji wan jî rastê destdirêjiyê hatin. Di navbera salên 1970 û 1980’î de nifûsa Feyliyan nêzîkî Milyonekê bû.

Gelo di nav civaka Feylî de jin roleke çawa dilize?

Kurdên Feylî  di nava civaka Iraqê de di warê pêşxistina şaristaniyê de roleke giring lîstine. Herwiha girîngiyeke mezin didin perwerdeya zarokên xwe û bi taybet jî zarokên keç. Ji ber wê jî jinên gelekî bi nav û deng di nava vê civakê de derketine. Minak di salên 1950’yan de jineke bi navê Zekiye Îsmaîl Heqî ku yekemîn jina dozger a li Iraqê bû. Disa hejmarek keçên ku li Bexdayê zanîngeh dixwendin û yek ji wan jina Kurd a têkoşer Leyla Qasim e ku tekoşina wê li her çar beşên Kurdistanê deng veda. Ew bi xwe jineke ji civaka Feylî ye û berxwedaneke mezin li hember rejîma Baas pêşxistiye. Li ser wê teslîmiyet hatiye ferzkirin, lê wê paşde gav neavêtiye û mîraseke mezin ya berxwedanê ji jinên Kurd re hiştiye.

Hem di parastina rewa de ku di şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de di asta navnetewî de hate naskirin; herwiha jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pergala xwe dane avakirin û di avakirina Neteweya Demokratîk rol dilîzin, ev yek bandoreke çawan li we dike?Foto8

Vê têkoşîna jinên Kurd û bi taybet rola ku di şoreşa Rojava de dilîze, bi giştî bandoreke mezin li ser civaka Feylî kiriye. Ez jî weke jineke Kurd û Feylî vê pêvajoyê bi heyecan dişopînim û bandoreke mezin li ser min jî daye çêkirin. Bi taybet li her cihên ku ez lê sirgûn bûm, xeyala min ew bû ku civaka ez têde bikaribe xwe birêxistin bike, biparêze û bi taybet jin bikaribin bibin xwedî îrade. Ez mêze dikim ku xeyalên min iro jinên Kurd li çiyayên Kurdistanê û di şoreşa Rojava de pêk tînin.

Em civakekên ku di komkujiyên mezin re derbas bûne, di demeke ku hêviyên me yên jiyan û azadiyê têk çûbûn, şoreşa di pêşengiya Tevgera Azadiyê ya li Kurdistanê û bi taybet li Rojava pêş ketiye ev hêviyên me yên jiyan û azadiyê careke din şîn kirin. Bi taybet civaka Kurd hem li hember dijminê wehş, dijminekî weke DAIŞ’ê şer dike hem jî xwe li ser bingeha Neteweya Demokratîk ava dike. Ev model di eynî wextê de modeleke bi hev re jiyana gelan jî bi xwe re tîne. Ji ber ku ji hev perçekirin û qutkirina gelan feraseta Netew Dewletê ye. Bi bîr û baweriya Rêberê Gelê Kurd birêz Ebdullah Ocalan modeleke nû ji bo civaka Kurd û bi pêşengtiya Kurdan li Rojhelata Navîn pêş dikeve. Ev jî dikare bi giştî pirsgirêkên li herêm û cihanê çareser bike.

Herî dawî hûn dixwazin tiştekî bêjin?

Êşên me gelek zêde bûn û her demê em li çareseriya van êş û pirsgirêkan digeriyan. Lê bi taybet van salên dawî min dît ku li herçar perçên Kurdistanê, Kurd di komkujî û zilmeke mezin re derbas dibin. Taybetmendiyên herêmî dibe ku cûda bin, lê weke gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd hestên me yek in. Li Bakur ê Kurdistan Besê û Zarîfeyan li hember rejîma dagirker ya Tirk li berxwe dane û ji bo nekevin destê dijminê dagirker xwe ji latan de avêtine xwar. Ew perçebûna ku dijmin bi sînoran li çar beşên Kurdistanê daye avakirin di mejiyê me de radibe, êdî em Leyla Qasim, Besê, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemholî û Zeynep Celaliyan di heman tabloya berxwedanê de dibînin. Ji ber wê jî yê ku wenda kir ne Kurd in. Belkî em weke gelê Kurd bi gelek êş û zehmetiyan re rû bi rû mane, lê îro di Rojhelata Navîn de Kurdan roleke pêşeng ya avakirina pergaleke demokratîk dane ser milê xwe. Ev jî bi giştî hêviya jiyana nû diafirîne.