Vegera ji heqîqeta jina azad

- Beritan NİSEBİN
532 views

Amsterdam, navê din ê Enkî ku kesê nebihîstibe nîne. Ne wisa? Helbet ne ji ber welateke ku li ser  okyanûsê hatiye avakirin, yan jî tenê ji ber ku paytexta Holandayê ye. Yan jî ji ber van cokên romantîk ên li ser sînga xwe dihewîne û diherike ye? Gelo ji ber ku navenda mîtîngehiyê ye, wisa ye? Yan jî dibe ku ji ber taybetmendiya xwe a xwedî jêhatîbûna pêşxistina bazarên koletiyê ye? Yan jî bi ‘kincên azadiyê’ ku li her kesekê kirin, di şexsê jinê de ku civak û nirxên me avakir, her kes kole kirin û di bazarên kapîtalîzmê de hatin pêşkêş kirin bû a hewceye bê dîtin?   

‘Xwebûn’

Dema ku em roja îroyîn dinêrin û şahidî ji tund û tujiya di şexsê jinê de ku her roj û di her qadeke civakê de bê sînor didome, dikin; ji xwe bersiva pirsa dawî dikare bi têra xwe dilê kapîtalîzm ê, Amsterdamê pênase bike.  Ev Amsterdam ewçend merde ku tenê bi Holandayê re bi sînor nema, her devereke cîhanê, hema bêje wek tevna pîrê pergala xwe a baviksalar-nêr li her derekê avakir û tu caran dest ji hewldana xwe a teslîm girtina nirxên mirovahiyê berneda. 

Helbet ji dîrokê heya roja me ya îro jinê kincên ku di bin navê azadiyê, di her demekê de xwestine lê bikin, ne pejirandiye, qefesa koletiyê red kiriye û ev yek jî  bersivek baş a jinan ya li dijî pergala takekesî a xwenezan ya Amsterdamê bûye. 

Di pirtûkên dîrokî ên ku bi zîhniyeta nêr hatine dest girtin, şopên jinên ku xwedî nasnameya ‘Xwebûn’ê ne dîtin zehmet e, yan hatiye dest girtin lê, kêm û ne aliyên jinê ên têkoşer, serhildêr, berovajî dîrok li ser bingehê tune hesibandina jinê hatiye nivîsîn. Gelo tenê hibra ku ji pênûseke nêr diherike rastiyan dinivîse? Bê guman na!   

Şopên berxwedanek nenivîsî

Jinan jî wek her berxwedaniyekê di dîroka cîhanê de şopên mayînde hiştine. Ji ber ku navê din ê jinê berxwedan e. Dibe ku rola ku lîstine hatibe weşartin û hewl hatibe dayîn ku wê li paş de bigirin, lêbelê me jina ku cîhanê diguherîne, ji her berxwedanekê rih digire û nûbûnê keşf dike, di heman demê de diafirîne, dît. Me dîrokek ji berxwedana jinê barkirî dît û jiya. Jin dîroka ku ji aliyê zîhniyeta nêr hatî nivîsîn, bi têkoşîn û jiyana alternatîf a ku li dora axa dayîkê honandî, perçe kir, di pirtûkên dîrokê de rûpelek na, belku xwedî wê hunerê ne ku li her rûpelekê pirtûkekê bi cih bikin. Ew dîroka xwe bi xwe û bi hişmendiya dayîk-jin digirin dest û dinivîsin.   

Dema ku em li dîroka jinên Holanda ku warê kapîtalîzmê ye, binêrin, em ê rastê gelek jinên ku di dema xwe de li dijî Enkiyan, li beramberî her cûre mêtîngehî, faşîzm, zayendperestî û newekheviyê têkoşane û berxwe dane, bên.  

Welatê Ewrûpayê Holanda, yek ji wan cihane ku ji bo cara ewil pêla femînîzmê di sala 1870’an û heya salên 1920’an serdema azadiya jinê lê hatiye jiyan kirin. Helbet berê wê jî berxwedan û têkoşînek hatiye meşandin. Lê di mijara birêxistinbûnê û wek jin gava yekem a ber bi zanebûnê di sala 1871’an de, bi organîzasyonên femînîst û di sala 1894’an de li dora ‘Komela Îstihdamê a Jinê’ xwe birêxistin kir. Van jinan giyana xwe ji bo azadiya jinê bexşandin. Di dirêjahiya têkoşîna pêla ewil a femînîzmê de armanc bi dest xistina mafê dengdanê ê jinê, derfetên perwerde û pejirandina wan ji aliyê saziyên perwerdehiyê û li ser cih girtina di karên bi mûçe de bû. 

Têkoşîna li dijî zîhniyeta nêr 

Di heman demê de ji bo guhertina rola jina kevneşop a di mal de jî xebat û têkoşîn meşandin, ew nêrandina di derbarê jinê de jî bi têkoşînê dan guhertin. Bi pêşketina têkoşîna jinê re mafê deng danê, pejirandina jinê ji bo perwerdeya zanîngehê, di nav siyasetê de cih girtina wê û gelek mafên din ku heya roja me ya îro hatine bidest xistin in.        

Helbet em baş dizanin ji bo ku em zîhniyeta Enkî a wek dîwaran roj bi roj li pêşiya jinê tê bilind kirin, pergalên nêr ên wek qeleyan hey tên bilind kirin, bê hilweşandin, hîn hewceyî bi têkoşînek bê rawest û bi hêz heye. Nebe ku em bi vî demokrasî û azadiya sexte ya Amsterdamê bên xapandin, em ‘cilên wî ên azadiyê’ xwe nekin û ji bo vegera ji rastiyê em bera xwe bidin paradîgmaya navend jin a demokratîk û  Ekolojîk.  

Wexta ku em çavekê li rûpelên dîroka jinên Holanda digerîn in, em rastê jinên pêşeng ên wek Kena, Aletta Jacobs, Anna Maria Van Schurman, Süze Groeneweg, Hannie Schaft û gelek jinên din tên. Hin ji wan ji bo ku axa xwe li dijî dagirkeriyê biparêzin, yekîneyên parastinê avakirine, hin ji wan jî li dijî zayendperestî û mafê wekhev cihê xwe di nav şoreşa hişmendiyê de girtin û mafê perwerdehiyê bi dest xistin, helbet hin ji wan jinan jî ji bo cih girtina jinê a di qada siyasetê de xebat da meşandin û gelek ji wan jî li beramberî faşîzma Hîtler serî rakirin. Ger em bi kinahî be jî jiyana van jinan bigirin dest:   

Kenau Simonsdochter Hasselaer (1526-1588 / 1589) : Di dema dagirkeriya Îspanyayê de ku sala xwe a heştan tije dikir, ew bi berxwedana xwe a di parastina Haarlem ê de dihat nasîn, wê keştî çêdikirin û bazirgana daran bû. Ew yekîneyek parastinê a ji 300 jinan avadike û bi xwe jî pêşengtiya vê yekîneyê dike. Bi gelek şêweyên cihê yên wek ava kelî û şewitandina ka, dijmin ji dîwarên bajêr dûr digirin. Ji bo welatê xwe, li bajarê Haarlem ê, li dijî artêşa Îspanyayê şer dike.     

Anna Maria Van Schurman (1607-1678) : Ew yekemîn jine ku ji bo zanîngeha Utrecht ê tê pejirandin. Ji ber ku wê demê nedihîştin jin bikevin zanîngeh ê, ew neçar dimîne ku li pişt perdeyekê rûnê û guh bide dersê, bi vî rengî wê xwendekarên zilam ew nedîtiba. Ji wêje, bijîşkî û teolojî jî di nav de, bi her zanistekê re ji nêz de eleqedar dibe.  

Wan sekneke berxwedêr raber kir

Aletta Jacobs (1854-1929) : Ew yek ji wan jinane ku yekem car zanîngehê diqedîne û di beşa bijîjkî de mezûn dibe, di heman demê de yek ji nûnera pêla yekem a femînîzmê li Holandayê ye. Aletta ku hem bijîjk û hem jî femînîst bû, ji bo mafê jinê yê deng û perwerdeyê balê dikşîne ser têkoşîna ku  bê dayîn û ji bo vê yekê jî têkoşîn dide meşandin. Di sala 1917’an de mafê pasîf ê hilbijartinê tê nasîn, di sala 1919’an de jî mafê hilbijartin û beştarbûna jinê a çalak ya di vê qadê de tê nasîn. 

Jannetje Johanna Hannie-Schaft (1920-1945) : Ew jinek komunîst û berxwedêr a Holendî ye ku di dema şerê cîhanê ya duyem de li dijî faşîzmê berxwe dide. Di gelek çalakiyan de cih digire û pêşengtî ji gelek çalakiyan re dike. Ew wek şerwanek berxwedêr, bi nasnav Hannie dihat nasîn. Di sala 1945’an de, piştî ku ji aliyê Naziyan tê nasîn, tê bi çav kirin û di 17’ê Nîsana 1945’an, berê rizgariyê bi hejde rojan, dema ku hîn Hannie Schaft24 salî ye, wê dibin girên qûmê ku di navbera Haarlem û Bloemendaal ê ye û li wêderê tê kuştin. Piştî şer, li girên qûmê rastî gorên komî hatin ku bi hezaran şerwanên berxwedêr lê hatibûn kuştin. Di wan goran de cenazeyê 371 zilam û tenê cenazeyê jinekê hebû ku ew jî ya ‘keça por sor’ bû.         

Opnamedatum: 2013-04-26

Susanna (Süze) Groeneweg (1875-1940) : Ew yekemîn jine ku di encama têkoşîna pêla yekem a femînîzmê de wek parlementer tê hilbijartin û dikeve parlementoyê. Ew di karên perwerde û di heman demê de bi awayek çalak beştarî xebatên femînîst dibe. Di xebata li dijî alkolê de çalak e û antî-mîlîtarîst bû.   

Ev têkoşîna jinê dide diyar kirin ku wê berxwedana jinê û sekna wê a azadîxwaz bibe mizgîniya bihara gel an. Û wê ev têkoşîn mirovahiyê carekedin bi nirxên wî re bigihîne hev, jiyan û cîhanek demokratîk, ekolojîk û li ser esasê azadiya jinê ava  bike, li cihê ku pergala kapîtalîzmê lê pêşket Amsterdam ê, têkoşîna ji wan jinan ku wek mîrateyek dewlemend mayî devr bigire û faşîzma zilam têk bibe.