Vîna gelan hêza herê bi hêz a  li dijî dagirgeran e

- Berjin TEKOŞER
592 views

1-MANSETSîley Xefar berdefka partiya Hembestigî a Efqanistanê ye ku wek partiyek muxalif tê nasîn. Emê hewl bidin di vê hevpeyvînê de li ser şert û mercên ku jin li Efqanistanê di nav de dijîn, rewşa siyasî a li wir, zor û zehmetiyên ku wek jin di nav kar û xebatên siyasî de rojane pêre rû bi rû dibin, bigirin dest û binirxînin. Niha jî emê hewl bidin nêrînên birêz Xefar yên di derbarê van mijaran de bi we xwendevanên hêja re parve bikin.

Hûn wek aktîvîsteke jin bi salan in ji bo maf û azadiya jinan têdikoşin, gelo hûn dikarin hinekê behsa rewşa jinên Efqanîstanê û xebatên we yên di vê mijarê de bikin?  

Berê ku ez dest bi axaftina xwe bikim, ez silav û heskirinên xwe yên bêdawî ji tevahiya gelê Kurd, gelê qehreman û têkoşîner re birê dikim.

Ez di nav malbatek ronakbîr û têkoşer de hatim dinya yê. Bavê min yek ji têkoşerên berxwedana li dijî dagirkirina Efqanistanê bû. Dayîka min jî her tim piştevana bavê min bû û di her kêliyek jiyana wî de li gel bû. Ji ber ku ez di nav malbatek bi vî rengî de mezin bûm, min hîn di temenê 13-14. an de dest bi kar û barê civakî, bi taybetî jî xebatên di nav jin û zarok an de kir. Di wan deman de em li Efqanistanê wek koçber dijiyan. Ji ber vê jî piraniya xwe ez di nav kar û barê birêve birina wargeha penaberan de bûm. Bi daxwaza xwe min zarok, zarokên keç û jin perwerde dikirin û ders dida wan. Dema jin rastê pirsgirêkekê bihatana, min hewl dida çareser bikim û ji wan re bibim arîkar. Helbet ne tenê pirsgirêkên jinan, di heman demê de ji bo min pirsgirêkên zarokan jî girîng bûn ku çareser bikim. Piştî demekê şûnde min dest bi xebatên li ser mafê jinan kir. Bitaybetî xebatên min li ser pêşîgirtina tund û tûjiya li ser jinê her ku diçû zêdetir dibû. Mînak me malên ewlehiyê ji bo jinan avakiribûn ku dema jin rastî tund û tûjiyê dibin li wir bên bi cih kirin.

1-Selay GhaffarBê guman agahdar kirin û perwerde kirina jinan di van mijaran de jî ji bo min gelek girîng bû. Min her tim xwe wek çalakvanek siyasî didît, lê bi taybetî di sala 2004´an de dema partiya Hembestigî hat damezirandin, bi awayek resmî min dest bi karê siyasî di nav vê tevgerê de kir.

Hûn dikarin hinek behsa malên ewlehiyê yên ku we ji bo jinan avakirbûn bikin û gelo ev mal di nav Efqanistanê an jî Pakistanê de hatibûn avakirin?

Me malên jinan li Efqanistanê avakirin. Ev malên jinan hem di dema Taliban de û hem jî piştî 2001´an şûnde jî hatin avakirin. Lê, ev xebatên me di dema Taliban de bi awayek veşartî dihat meşandin. Di dema ku hîn Taliban li ser kar bû, me di sala 1999´an de rêxistinek jinan a bi navê HAKA avakir. HAKA tê wateya saziya parastinê a ji bo jin û zarokên Efqanistan ê.

Li ser kîjan pêdiviyên civakî û siyasî yên li Efqanistanê we partiya Hembestigî avakir û hûn dikarin hinek behsa rola jin a di nav siyasetê de bikin?

Partiya hembestigî di sala 2004´an de ji aliyê komek ronakbîrên azadîxwaz û demokrat we hat damezirandin. Gelemperiya kesên di nav damezirandina tevgerê de cih girtin, xwedî paşerojek tije têkoşîn bûn. Her wiha tecrûbe û ezmûna wan kesan a di şerê li hemberê sosyal emperyalîzma Rus de jî hebû.

Di sala 2001´an de Efqanistan bi awayek resmî hat dagirkirin. 40. sal in ku gelê Efqanistan di nav gola xwînê de hildipetî û dihat şewitandin. Di tevahiya vê pêvajoyê de, demokrat, sosyalîst, çepgir û tevgerên azadîxwazên Efqanistanê hatibûn çewisandin. Û em fikirîn ku piştî ewqas tiştên hatine jîn, hewcedarî bi tevgerek bi hêz li Efqanistanê heye ku xebatek esasî li dijî emperyalîzma Emerîqayê, tevgerên kevneperest, olperest yên li Efqanistanê ku hin ji wan ji aliyê Pakistan û hin ji wan jî ji aliyê Îranê we dihatin birêve birin, heye. Armanca me a esasî jî avakirina Efqanistanek azad, demokrat û xweser bû.

Wek gelê Efqanistanê hûn ji sala 1979´an de di nav şerek dijwar de têdikoşin, hûn dikarin hinekê ji me re qala rewşa li wê derê bikin?

Rewşa jeopolîtîk a li Efqanistanê a heyî rê li rewşek wiha vedike. Ji ber vê jî jê re dibêjin dilê Asya, ji wê derê dikare bi rehetî mirov hem xwe bigihînin Asya, As3-Selay Ghaffarya ya navîn, hem jî tevahiya Rojhelata Navîn. Ji ber vê jî ji 40. salan zêdetire zext û êrîşên Emerîqayê yên li ser Efqanistanê didomin; li ser vê herêmê hesab û plan tên kirin. Berê salên 1979´an, hîn dema desthilatdariya Davud Xan de, Emerîqayê li ser herêmê serweriya xwe da çêkirin û planên desteser kirina dewlemendiyên ser erd û bin erd yên li herêmê, pêş xistin. Ji xwe dovre bi destê Emerîqayê Taliban anîn Efqanistanê û kirin bela serê gelê herêm ê. Ev yek jî bû sedem ku Taliban wek yek ji desthilatên herê bi wehş a li cîhanê ku li dijî azadiya civak, dijberê jinê  û hebûna wê ye, xwe li tevahiya herêmê belav bike. Di bin navê ku Efqanistanê di bin desthilatdariya Sovyetê de rizgar bike, hat û Neteweyên Yekbûyî jî ev yek pejirand in.

Efqanistan li herêmê yek ji welatên herê dewlemend bû. Ji hêla komir de ku heya niha ev dewlemendiya bin erd de nehatiye bikaranîn, pirr dewlemend e. Kevirên bi qîmet, dîsan ji hêla çavkaniyên av de jî dewlemend e. Ev hemû dewlemendiya li welatê me bû sedem ku Emerîqa îro planên berfireh yên aboriyê pêş bixîne. Ger sibe rojê de şerek nû a cîhanî rû bide, wê Efqanistan bibe navenda van şer an. Hemû komên têrorîst yên li herêmê ji aliyê hêzên emperyalîst we ji bo ku planên xwe yên li ser herêmê pêk bînin, hatine avakirin. Ji bo ku siyaseta xwe a kolonyalîst li ser Efqanistanê û bi rêya Efqanistanê jî li ser tevahiya herêmê  birêve bibin. Ji xwe em dibînin ev komên çete îro li Iraq, Lîbya, Ukranya û Suriyê jî hatine avakirin û bûne bela serê gel an. Hêzên emperyalîst bi rêya van komên çete, îro cîhanê û bitaybetê jî herêmê di nav xwe de parwe dikin.

Hûn dikarin hinek behsa hêz û partiyên din yên li Efqanistanê bikin û cûdahiya di navbera wan hêzan de çiye?

AFGHANISTAN-POLITICS-DEMOEm tu cûdahiyekê di navbera Mesûd, partiya Gulbedîn, Seyaf, Qanûnî û tevahiya kesên ku di nav hêzên heft alî û heşt alî tên birêve birin de nabînin. Li cihê ku desthilatdariya wan serwer bû, li ser gelê Efqanistanê îxanet dihat kirin û gel dihat qetil kirin. Di demekê de ku Fransa li ser Şah Ehmed Mesûd hesap dikir de, di derbarê wî de propagandeya ku qehremaneke neteweyî ye, dihat pêş xistin de, ew serokê partiya cemiyeta îslamî a li Efqanistanê bû ku bi qetlîamên salên 1990´î yên li Ewşar a Kabolê dihatin nasîn. Ewşar herêmek Efqanistanê ye ku wan tenê di rojekê de bi hezaran kes lê qetîl kirin. Li herêma Ewşarê gelek gorên komî hene; îro jî hîn li ser gel qetlîam û zextê wan didomin. Ew mirovek bi vî rengî bû, lê hêzên emperyal dixwestin bi awayek cûda bidin nîşandayîn.

Li gor rapora Humen Rayîsvac endamê mafê mirovan; Eta Mihemed Nûr ku hîn di dema Şah Ehmed Mesûd de jî hebû û serokê îcrayê a cemiyeta îslamî bû, niha jî parêzgerê herêma Mezar e, gelek qetlîamên komî pêkanîn. Ji bo ku dengê hemû komên dijber bibire, gelek komên çene jî perwerde kirin. Ez dikarim bêjim ku tu ferq di navbera wan kom an jî kesên çete de nîne.

Dema ku hûn rewşa heyî a Efqanistan di nav deye, her wiha dema hûn rewşa berê dinêrin, guherînên çawan çêbûne û çi ferq di navbera van her du pêvajoyan de heye? 

Afghanistan Mob Killing of WomanEm wek neslê ciwan, di nav şer de hatin dinyayê û mezin bûn. Tişta ku em ji mezinên xwe û têkoşerên berê dibihîsin, ev e ku Efqanistan hertim qadeke têkoşînê bûye. Her wiha hertim li dijî dagirgerî û serweriyê têkoşaye. Çi di dema împratoriya Îngîlîz de ku bav û kalên me sê caran ew têk birine. Her wiha sosyal emperyalîzma Rusyayê jî nekarî li rexmê hemû derfetên di dest xwe de li hember berxwedana gelê me bisekine. Di wan deman de ku tevgerên ciwan û jinan pirr çalak bûn; di roja îro de ev tevger gelek lewaz bûne û yek ji siyaseta herê ber bi çav a hêzên emperyalîst, kapîtalîst ev e ku her cihê ku diçê, destpêkê êrîşên xwe dibe ser tevgerên sosyalîs, demokrat, azadîxwaz, jin û ciwan an. Van êrîşan jî çi raste rast û çi veşartî bike, bi destê koleyên xwe yên hundir de pêk tîne. Ger bav û kalên me bi salan çek li ser milan têkoşiyan e û bi awayên herê dirindene hatibin çewisandin jî em yek tiştî baş fêr bûne, ev jî ev e ku rêya wan bidomînin û têbikoşin. Heya ku em Efqanistanek azad û demokrat ava bikin, emê hertim xwedî li çek û têkoşîna wan derbikevin.

Hûn têkoşîna gelê Kurd û bitaybetî jî a jinên Kurd çavan dibînin û dinirxînin? 

Dîrok û têkoşîna Kurd an ji çil salan wir ve ye em dişopînin. Em baş dizanin ku wan di her serdemekê de gelek windahî dane, ji bo azadî û serxwebûna xwe berxwedan e. Ev têkoşîn hêviyê dide hemû AFGANISTANgelên bindest yên li herêm û cihan ê. Ji me re jî vê hêviyê dide ku ger gel bi vînek qewîm li berxwe bidin, tu hêz nikarin hebûn û têkoşîna wan têk bibin. Bitaybetî ev dersek mezin e ji bo gelê Efqanistanê ku hertim dibêjin, ´em bê Emerîqayê nikarin tiştekê bikin´. Ji bo ku mirov ji koletî û serweriyê rizgar bibe, berê hertiştekê lazime li hemberê hêzên desthilatdar û emperyal bisekine. Ev erka meye ku em piştgiriya xwe a ji tevahiya tevgerên azadîxwaz bidin nîşan dayîn, bi hev re têbikoşin û cîhanek nû ji hemû gelên herêmê re ava bikin. Ev piştgirî ji bo me gelê Efqanê pirr girîng e, ji ber ku têkoşîna gelê Kurd her tim ji hêla raya giştî re yan kêm yan jî şaş hatiye dayîn. Tucaran nehatiye xwestin têkoşîna Kurd an rast bê dayîn. Me ji xwe re erk didît ku gelê me têkoşîna Kurd an bi awayek herê rast binase û xebatên wan ji xwe re bike bingehê têkoşîn ê.

Herê dawî jî ez pirr kin dixwazim li ser Efqanên ku Îranê şandibûn Suriyê û dabûn şer kirin, rawestim. Piraniya Efqanên ku ji hêla Îranê we hatibûn şandin, penaberên ku li Îranê dijiyan bûn. Rejîma Îranê xizanî û bêçaretiya penaberên Efqan bikar anî û di bin navê ku vê miaş bidin malbatên wan, wan bikin hemwelatiyên Îranê, ew şandin Suriyê. Heta gelek ji van kesan jî bi darê zorê hatin şandin. Her wekî ku di şerê Îran-Iraqê de jî bikaranîbûn, xwestin dîsan gelê Efqan ji bo berjevendiyên xwe bikar bînin.