Vîna jinê di azadiya civakî de diyarker e

- Lîlyan ÇIYA
520 views

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR)’ê Ciwana Sine, di derbarê rewş, têkoşîn û dîroka jinên rojhelatê Kurdistan ê, rewşa ku piştî xwepêşandanên gel li Îranê rû dan, dîsan alozî û xwerakêşana dewletên Emerîqa û Îranê de nêrînên xwe anî ziman û nirxandinên girîng kir:

Li Îran û Rojhelatê Kurdistanê dijîtiya rejîmê a li hember jinê, polîtîkayên zext, çewisandin û çav tirsandinê di salên dawî de zêde bûne. Bi taybetî dema ku em dîrokê binêrin em ê bibînin ku di dem û rewşên cihê de ev zext her bi şêveyên cihê domkiriye. Hûn dikarin hinekê qala rewşa jinê a di dem û rewşên cihê ên li Îranê bikin, nemaze têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên rejîmê?

Ji bo ku em rewşa jinan binirxînin hewce pê heye ku em çavekê li dîrokê bigerînin û rastiyên dîrokî ku hatine jîn derxînin holê. Ger wisa be wê rastî hîn şênbertir diyar bibe. Di tu demên dîrokî de; ew çi di dema Şah Pehlewî de û çi jî di dema Komara Îslamî a Îranê de be, ji bo rewşa jinê guherîn çênebûn, berovajî hertim jin bi şêweyên cur be cur hatin çewisandin û bûn qurbaniyên polîtîkayên dewlet ê.

 

Şah Pehlewî bi nêrandina oryantalîs û daxwazên modernbûnê hewl dida jin û civakê birêve bibe. Ji bo wê jî projeya rakirina “hîcab” (keşfê hîcab) pêşxist û pir jin ji ber nepejirandina vê projeyê hatin kuştin. Armaca ji vê projeyê jixwe bi rêya jinê birêve birina civakê bû û dizanîn encax bi vî rengî tiştên dixwazin dikarin bidin rûnişkandin. Bêguman jinan di serkeftina Komara Îslamî de roleke bibandor lîstin, her wiha di serkeftina Komara Îslamî de xwedî rolek grîng bûn, lê hat dîtin ku yên di destpêkê de hatin feda kirin jî jin bûn. Zagonên yekem dîsan li ser jinan hatin ceribandin û di roja yekem ya rejîma Îslamî de projeya “hîcab” a bi darê zorê hat ferz kirin; jixwe ferman jî raste rast ji aliyê serokê olî Xomeynî ve hat dayîn. Di vî zagonê de dihat destnîşan kirin ku jin nikarin bê xwepêçan derbikevin derve û ger yên bê hîcab derbikevin jî wê bihatina darizangin. Ger li dijî van biryaran nerazîbûnên jinan pêşketibin jî, lê ev wek zextekê her tim li ser jinan hat ferz kirin. Jixwe ev zagon wê wek darê zordariyê hertim li hemberî jinê bihata bikaranîn.

Bi demê re ev rewş her ku çû girantir bû, bi awayekê ku di bin navê hokmê Îslamê de wê her cûre qanûn ji bo jinan bihatina derxistin. Bi vî rengî di nav demê de reng û dengê jinê yê di nav civakê de hat tunekirin, êdî jin ne tenê di qada civakî de, her wiha di medya, siyaset, aborî, perwerde û hwd. de jî hat dûrxistin. Di sê salên dawî de gelek caran jinan nerazîbûnên xwe ên li dijî van polîtîkayan anîn ziman û bûn xwedî helwest.

Ger em çavdêrêyek giştî li rewşa jinê a li Îran û rojhelatê Kurdistanê bikin, gelo mirov dikare bibêje ku li gor salên borî dengê dijber ê jinê bilindtir dibe?

Jinan karî têkoşîna gelan wek faktorek diyarker nîşan bide. Bêguman ew dikarin bi awayek şênber balê bikşînin ser rola jin û ciwanan û bidin diyar kirin ku ew li Îranê dînamîkên sereke ên civakê ne. Nemaze dema ku em li dîroka 40 salan a Komara Îslamî ya Îranê binêrin em ê bibînin ku jinan di hemû pêvajo û gavên ku civakê li hemberî polîtîkayên qirker ên rejîmê avêtine, cih girtiye û bûne xwedî têkoşînek berbiçav. Bi taybetî jî di van du salên dawî de êdî gelên Îranî gihiştin vê encamê ku bi siyaseta heyî a rejîmê ne gengaze civak azad û demokratîk bibe. Nexasim yên ku herê zêde banga nerazîbûnan dikirin jî jin bûn.

Bêguman potansiyela dijber ya li Îranê grîng e, her yek bi awayekê li hemberî polîtîkayên pergala dewletê disekinin û daxwazên xwe didin diyar kirin. Lê belê ji ber belav bûna vê potansiyela heyî gelek caran gavên dem kurt tên avêtin ku ev yek ji bo şêwazê têkoşîna jinê jî derbas dibe.   

Jinên Rojhilatê Kurdistanê di demên cihê de pêşengtî ji serhildanan re kiriye, li hember desthilatdaran li berxwe daye; di dîrokê de mînakên berxwedaniya jinê pir in: Gelo mirov dikare bibêje ev çanda rihê berxwedêr a li ser vê axê dîsa bi heqîqeta xwe radibe?

Dîroka têkoşîna jinan hertim hatiye înkar kirin. Yek ji wan jî dîroka winda a jinên Kurd e. Lê jinê dîsan jî kariye bi kewneşopiya berxwedêriya xwe bihese û nehêle ev dîrok bê winda kirin, hertim bi awayekê mohra xwe li pêvajo û dîrokekê xistiye. Dîroka jinên têkoşer ên rojhelatê Kurdistanê jî bi vî rengî berdewam kiriye û heya roja me ya îro hatiye. Di her serdemekê de jinên Kurd bi rola xwe rabûne, di hemû serhildanên li rojhelatê Kurdistanê de pêşengtî kirine. Ji Komara Mehabadê bigre heya têkoşîna jinan a tevgerên çekdarî ya Komele û Demokrat; jixwe bi têkoşîna PKK’ê re dîrokek nû ji bo jinan hat destpêkirin û jin ji nû de vejiya. Ji Îlam, Xorasan, Şaho bigre heya Dalaho, Mehabad û Sine, çîroka berxwedaniya bi hezaran jinên gerîla îro di guhan de olan dide. Ev ruhê berxwedêr îro her ku diçe mezin û bi wate dibe.

Yekem rêxistina jinan di dema Komara Mehabadê de tê avakirin. Ev serkeftinek dîrokî bû ji bo jinên Kurd û zindî hiştina vê dîrok ê, xwedî derketina wê jî erka me hemû jinên Kurd e. Jixwe têkoşîna jinan a ku bi awayek berbiçav û rexmê zor û zextên rejîmê jî didome, di encama têkoşîn û berxwedaniya jinên Kurd de pêşdikeve, roj bi roj mezin dibe. Jin pergala heyî napejirînin û teslîm nabin.

Dema em pêvajoya salekê binêrin, em ê bibînin ku rexmê zext, polîtîkayên dij jinê,  bilindbûna pêla rastgir, zayendperest û mîlîtarîst, têkoşîna jinê jî li her devereke cîhanê û bi beştarbûna bi hezaran jinan mohra xwe li pêvajoyekê da. Hûn beştarbûna zêde ya jinan a ji xwepêşandanên dawî li Îran û rojhelatê Kurdistanê çawa dinirxînin?

 Di  sedsala 21’an de tund û tujiya li ser jinê di astekî gerdûnî debû, helbet têkoşîna jinê a li hemberî van êrîşan jî gihişt asteke gerdûnî û jinan dan diyarkirin ku jin li ku derê bin bila bibin ew ê têkoşîna wan hewbeş be. Pêla çalakiyên jinan ya sala bûrî a binavê (ME TOO) li hemû cîhanê belav bû. Îsal jî bi nerazîbûna jinên Şîlî hemû jinên cîhanê bi yek dengî gotin (LAZ THİS İS).

Bêguman dengê têkoşîna jinên Kurd ku ev 40 sal in bê navber didome, bi şoreşa Rojava û şerê li Koban ê, Efrîn û Serêkaniyê giha asteke din, bû deng û rengê têkoşîn û berxwedana hemû jinên cîhan ê. Ev yek jî dide diyar kirin ku jin çiqas ji hev dûr bin jî, lê ruh, têkoşîn û daxwazên wan yek in. Helbet ev têkoşîna hevbeş a jinan li Îranê jî hat dîtin û di serhildanên dawî ên li Îranê de bi sedan jin tenê ji bo ku daxwaza azadiyê kiribûn hatin kuştin. Jinên Îranî dibînin ku encax bi yekgirtin û yek dengiya jinê dikarin bigihijin armanca xwe. Ji bo wê jî bê ku dudilî bijîn beştarî serhildanan bûn, pêşengtî kirin û xwestin daxwaza maf û azadiya xwe ji Komara Îslamî a Îranê bikin. Rejîma ku bi pêşengtî û daxwaza jinan serket, encax bi yek girtina jinan jî dikare binbikeve.

Helbet rewşa jinên Kurd hîn girantir e, ji ber ku ew hem wek jin û hem jî wek Kurd tên çewisandin. Ew di bin zextên giran dene û ev rewş erka wan girantir dike. Têkoşîna jinên Kurd wê bikare bibe rê û rêbaza herî baş a berxwedaniya jinên Îranî a li dijî pergala heyî.

Jinên Kurd ên rojhelatê Kurdistanê bi taybetî piştî sala 1999’an û şûnde xeta têkoşîna xwe di bin fikir û ramanên Rêber Apo de pêşxistin û bi dengeke bilind daxwazên xwe ên azadiyê dan diyarkirin. Jixwe berxwedana Şîrîn Elemhûlî a li girtîgeha Evîn, doz û daxwaza berxwedanê diyarê hemû jinên rojhelat kir ku îro bi berxwedaniya Zeyneb Celaliyan berdewam dike.

Hûn rewşa li herêmê, bitaybetî piştî geşedan û xwerakêşana rejîma Îran û Emerîqayê ku bi kuştina Qasim Silêmanî re derbasî pêvajoyek din bû çawa dinirxînin, gelo wê dema bê ev yek rê li rewşeke bi çi rengî vebike û bandorek çawa li herêmê bike?

Kaosa li herêmê îro gihaye astekê ku êdî şerê di navbera qutban de derbasî asteke din a hiyerarşiya hêzan bûye. Bêguman Îran li herêmê hertim di hewldana vê yekê deye ku xwe wek hêza yekem nîşan bide. Bi polîtîkayên xwe ên şerên li derveyê sînor, bi modela şerê ku îro li herêmê belav dike re dixwaze hêzên xwe li herêmê bi cih bike. Ev yek jî ji aliyê Emerîqayê ve nayê pejirandin û ji bona wê zextên xwe ên li hemberî dewleta Îranê zêde dikin, dixwazin bi Îranê gav paş de bidin avêtin. Helbet armanca Emerîqayê guhertina rejîma Îranê nîne, berovajî Îranekê dixwazin ku bikarin teslîm bigrin û li gorî ku ew dixwazin bikar bînin, an jî Îranê entegreyê pergala xwe bikin. Îran jî vê yekê napejirîne û ji bona dirêj kirina temenê xwe her hewldanekê dike.

A ku her kes li bendê bû, ev bû ku kuştina Qasim Silêmanî guhertinek pir cidî di navbera Îran û Emerîqayê de bide çêkirin. Lê nêzikatiyek ji derveyê bendewariyên heyî hat raber kirin û rewş tenê bi gefên Îranê re bi sînor ma. Li vir xala diyar û zelal ev e ku Tramp ji bona hilbijartinên Serokkomariyê pêwîst dît ku di nasnameya karî û xebata xwe de gavên berbiçav bavêje û vê yekê jî nîşanê tevahiya cîhanê bide. Helbet ji bo wî girîng bû ku vê wek serkeftinê bi kar bîne; yek ji wan jî kuştina Ebûbekir el-Bexdadî û ya din jî kuştina Qasim Silêmanî bû.

Bêguman kuştina Qasim Silêmanî ji bo rejîma Îranê darbeyek giran bû. Lê belê rewşa Îranê a civakî, siyasî û aborî ne di vê rewşê deye ku bikare refleksên pir giran raber bike. Jixwe bi gelemperî gefên rayedarên Îranê bi gotinan bisînor bû. Di vê demê de parçebûna di navbera dewlet û hikûmeta Îranê de jî bixwe dikare faktorek sereke be.

Hemû hewldanên rejîma Îran ê, rêbaza ku îro bikar tîne ev e ku temenê xwe dirêj bike. Lê ev yek jî nikare dem dirêj bibe rê û rêbaza çareseriya pirsgirêkên Îranê ku li welat û derveyê welat tê jiyan kirin. Jixwe rewşa civakî a li Îranê jî ji bona tu aloziyên din neamadeye.

Rola Îranê ya li herêm ê, bi taybetî jî li Iraqê û têkiliyên dîrokî ên di navbera xeta Necef û Qomê de mirov çawa dikare bigire dest, di dema pêş de ev xwerakêşana hêzên desthilatdar wê bandorek çawa li jin û gelan bike?

Hewldana Îranê a ji bo avakirina hîlala Şiî a li herêmê ne nûye. Ev planek demdirêj e. Ji bo pêkanîna vê planê jî Iraq herêmek herî stratejîk e. Ji ber vê, Îran Iraqê wek cihek stratejîk a ji bo pêkanîna planên xwe bikar tîne. Helbet serhildana dawî û berxwedana gel a li Iraqê dikare rewşê biguherîne û vê planê bandor bike.

Rejîma Îranê dema ku van gavan tavêje jî rewşa di hundirê welat û hesasiyetên gel li ber çavan nagire. Encamên bi xwe re bîne naxwaze bixe hesabê û li gor berjewendiyên rejîmê tevdigerin. Armanc û daxwaza wan a ji vê yekê jî wek me di serî de jî ragihand dirêjkirina temenê rejîmê ye. Ji ber wê jî, ji bo wan ne girîng e ka çend hezar mirov wê jiyana xwe ji dest bidin.

Ji bo wê jî şer û aloziyên heyî wê bandorek neyînê di serî de li jinan û gelan bike. Û zextên hûndir ên li ser jin, ciwan û gelan hîn zêdetir bibe. Yanî binketina her polîtîkayek derve a rejîma Îranê wê wek zext, çewisandin û tundiya aborî li gel û jinan bizivire.

Em ji bîr nebin ku dîroka Îran ê, dîroka Xosrewî ye û rejîma meleyan jî her ji vê kevneşopiyê tê û ji her hêlê de ji wê rejîmê bandor bûye, di rêya wan de dimeşin.

Nexasim piştî bûyer û xwepêşandanên ku li seranserê Îranê belavbû, li bajarên Kurdan zexteke mezin hat destpêkirin, gelek kes hatin girtin. Bi qasî rewşa siyasî, rewşa civakî û aborî jî zexteke cidî di serî de li jin û civaka Kurd dike. Hewceye ev polîtîkayên taybet ên rejîmê yên li dijî civaka Kurd çawan bên xwendin?

Îran yek ji wan rejîmane ku di bikaranîna şerê taybet de pispore. Ev bi salane, bi hemû rê û rêbaz, taktîkên pir zirav li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê birêve dibe. Bi şerê pisîkolojîk û birçî hiştinê dixwaze civakê ji taqet bêxe, dîl bigre. Jixwe bûyerên bi êş ên ku rojane li sînorên welat rû didin û binçav kirin rastiya heyî hîn baştir radixe ber çav an.

Di serhildanên dawî de, rexmê ku pêlên serhilsanê li navenda Îran û bajarên mezin ên wek Tehranê hat destpêkirin jî, lê dema ku em li hejmara kesên hatine qetilkirin binêrin em ê bibînin ku piranî kes li bajarên rojhelat û bajarên ku neteweyên cûda lê dijiyan (Ereb, Beluç û Azerî) rastê komkujiyê hatin.

Gelên Îranî di van 42 salan de pir baş dîtin ku rejîma navendî (Welayetê Feqî) tu cih û cudahiyên netewî, mezhebî, çandî û zimanî napejirîne, di her firsendê de dest li çewisandin û zextên li hemberî van cûdahiyan daye. Bi zîhniyeta faşîzma îslamî di serî de li hemberî jin, neteweyan her cûre zextê bikar tînîn.

Îran yek ji wan welatane ku herê zêde cudahiyan di nav xwe de dihewîne û mozaîka netewe û çandên cihê ye, ev yek jî ji bo jiyanî kirina modela neteweya demokratîk firsendeke herî baş pêşkêş dike. Mixabin pergalên heyî yên dewletê van cudahî û pir rengiyan ji bo xwe wek xeterî dibînin û di yek rengî, yek dengî û yek cureyî bûnê de israr dikin. Rejîm, homojen kirina civakan bikartîne û li ser vî esasî her cure polîtîkayên tune kirinê bikar tîne. 

Rexmê beştarbûna zêde a jinan ji çalakiyan re, gelo mirov dikare behsa pirsgirêkek cidî a xwe birêxistin kirina jinan bike? Gelo ev pirsgirêk dikare li pêşiya daxwazin wan ên bingehîn bibe asteng? 

Li Îranê potansiyelek cidî a jin û ciwanan heye, ev yek pir berbiçav tê xûyan. Lê belê mijara ku dibe sedem ev potansiyela em qalê dikin baş neyê bikaranîn ew e ku xwe baş birêxistin nakin, her kes dikare ligor berjewendiyên xwe vê potansiyela wan ji bo daxwazên xwe bikar bîne. Rewşa wan ji vê yekê re vekiriye. Her wekî ku me di serhildanên demên dawî de jî dît, kurê Şah (seltenet teleb) hewl dida serhildana gel weke ku wan birêxistin kiriye nîşan bide.  Dîsan di demên derbazbûyî de gelek rêxistinên jinên lîberal hewl didan têkoşîna jinên Îranê ku di pêvajoyên cihê de pêş diket, weke ku wan birêxistin kiribe, nîşan bidin.

Bêguman di serhildanên dawî de ku gel ji bo balê bikşîne ser bihabûna nirxê benzînê daketin qadan, bi awayek pir zelal dirûşmên xwe qêriyan û daxwazên xwe anîn ziman. Ev serhildan bi daxwaz û vîna gel pêk hat. Daxwaza wan ne bera reformîst, ne jî bera kevneperest bû, daxwaza wan xeta sêyem, anku vîna gelan bixwe bû.

Bi wesileya 8’ê Adarê banga we ji bo jinên Îranî çiye, gelo roja raperîna jinan 8’ê Adarê dikare bibe rê û rêç ji bo têkoşînek hîn bihêz û rêxistinkirî a jinên Îranî? 

Wek Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistanê (KJAR) em dibêjin, çawa ku 42 sal berê di 8’ê Adarê de jinên Îranî ji bona serî rakirina li dijî xwepêçana bi darê zorê rabûn û bi hezaran kesê bi yek dengî daxwaza xwe anîn ziman û bi yek ruhî tevgeriyan, îro jî dikarin bi heman ruh û hêzê li dora têkoşîna xwe a azadiyê bicivin. Bi hêza ku ji têkoşîna jinên cîhanê digrin, bibin deng û vîna jiyana azad. Bi hêza xwe ya cewherî ji rejîma zilamsalar û zayendparêz ya Îranê re bibêjin na!

Jin dikarin carekedin dîrokê binivîsin, lê vê carê dîrokek ji azadiyê dikarin binivîsin. Rêber Apo dibêje, “Dîroka koletiya jinê nehatiye nivîsandin, dîroka azadiya jinê jî li benda nivîsînê ye.” Wê demê em ê hemû jin bibin yek û bi bilindkirina asta têkoşîna xwe, bixwe dîroka xwe ya azadiyê binivîsin.