Welateki min ew didilê xwe de çand lê wî ez nexwestim

- Newaya Jin
540 views

Reyhane Cabbarî bi kuştina xebatkarê berê yê istixbarata Îranê Murteza Abdullahî Zarbendî hat sûcdarkirin kû hewil da bû ji bo parastina xwe pêşî li êrişa wî bigire u Zarbendî hat kuştin, Cabbarî li 24 meha Cotmehê hat dardakirin.

Ji bo ku Cabbarî ji darvekirinê rizgar bibe alternatîfa ku ji aliyê malbata Murteza Abdullahî Zarbandî ve bê êfûkirin jî hebû. Tevî qanûna jê re tê gotin qisas, dihat xwestin Cabbarî îdîaya xwe ya ji aliyê Zarbenddî ve rasta destdirêjiyê hatî paşde bide û bi vî awayî îtîbara Zarbandî pak bike. Lê digel biryara darvekirinê jî Cabbarî ev dazwazî qebûl nekir û ji malbata Zarbandî efû nexwest. piştî Cabbarî hat dardarkirin nameyek ji bo dayika xwe li pey xwe hêşt.

Ev jî nameya Reyhane Cabbarî ye ji bo Dayika xwe..

Xweşewistim Şuile

Ez ji te fêr bûm kû mirov, ji bo ezmûn girtinê tê dinê û divê fêr bibe , ez hîn bûm kû mirov divê hin caran şer bike. Tê bîra min kû te ji min re digot: Şofêrê wesayitêkê nerazîbûn nîşan daye, li hember mêrêkî kû li min daye, lê ew mêrê hov,  li ser û çavê wî xistîye, pişt re bi tesîra vê lêdanê jî mirîye. Te ji min re got, ji bo ku nirxên xwe biparêze, divê mirov têkoşînê bide, eger  berdêla wê jî mirin be.REYHANEH JABBARI 2

Dema çûm xweningeh ji te fêr bûm kû xwedî exlaqêke bilind bim û bi rûyê xêrnexwazî re bisekinim, tê bîra te çi qasî te zorê da min ji bo lihevkirinê, ezmûnên te şaş bûn, dema karesat qewimî pirensîpa min nehat hawara min, dema min xistin pêşya dadgeh ez bibûm jineke qatil, sûcdarêk kû ti rehmêk nîşan nade, heta dilopeke hîsir ji çavên min nehat xiwar, ez li ber kesêk negerîyam, ez negirîyam ji ber kû bawerîya min be qanûna hebû.

Lê min bi kuştinek hatim sûcdar kirin, tû dibînî ? min heya niha morikêkî nekuştîye, min kêzikan bi simbêlê wê digirt û dûr min wan diavêt, lê di şev û rojêkî de ez bûm qatil bi rengêke cûda min weke ajelan didîtin, dozger rastîyan nedît kû wê demê neynika min tûj û dirêj bûn.

Ez pir geşbîn bûm kû ji dozgeran hêvîya qanunan bûm, dozger hiç goh neda destên min a nazik, nedan kû ev na şibe destê jineke sporvan, welatêkî min hezkirinê têde çand ti hezkirinêke wî min bo min nebû, kes jî alîkarîya min nekir,  dema ez di bin lêpirsînê de bûm li min xistin û gotinên giran ji min re gotin, dema hemû xweşikbûnên bedena min ji destê min çûn, porê min tiraş kirin û 11 rojan li odeyeke tenê  a lêpirsînê de hatim girtin.

Delama min Şuile

Negirî,  dema tû van tiştan bibihîze, li roja min a yekemîn de li qereqola polîs, çaveşêkî bi temen ji ber neynûkên min,  ez êşandim, ew demê fêr bûm kû xweşikbûnên mîna rû , fikir û hêvî , çav û nêrîn, deng,  yek ji taybetmendîya vê demê nîn e.

Dayîka Min Şuile

Felsefeya min hat guhartin, tû jî ne berpirsyarî, peyvên min naqedin, ji bo vê jî min daye destê yekî din,  ji bo kû piştî dardakirina min,  tu bê  tû amade be, pir nivîs min ji te re hiştine, ev mîrasa mine ji bo te ye.

Lê berî ez bimirim, dixwazim ji te daxwazîyeke bikim, divê bi hemû derfetên xwe , hewil bide ku tu pêkbînî, ev tekane tiştekî kû di vê cihanê de, ji te û ji vê welêtî dixwazim.  Dizanim dem dixwaze ji bo amadekirinê, lê min ji bo wê jî wesiyeta  xwe ji bo te eşkere kir  berî kû ez bimirim. Negirî û baş min guhdarî bike, dixwazim tu biçe salona dadgehê û  heza min diyar bike, ji ber kû ez nikarim vê heza xwe di nava zindanê de bidim xuya kirin. Rêvebirîya zindanê, rê bi derbazbûnê wê nade, carêkî din min wê biwestî , eger li ber vê tiştê bigere ezê hêrs nebim, ji ber kû çend caran min  ji te xwestîye ber kesêk negere, ji bo rizgarkirina min ji dardakirinê.Reyhane Cabbarî 2

Dayika min-î xweşewist, Eziza Min Şuile, hêjatir ji jîyanê min,

Naxwazim bin ax bibim, naxwazim dil û çavên min bikevin bin axê, ber wan bigerê kû dil, girçik , çav û hestiyên min ji bo her kesêkî kû pêdivî wan hebin werê pêşkeşkirin, naxwazim kesêkî navê min bizanibe, an kulîlkan bînê ser gora min, naxwazim kesêkî jî ji min dûayan bike, ji dil, ez ji te re dibêjim naxwazim min bixin gorek kû serdanê min bikin û bigirîn û êş bikişênin. Naxwazim ji bo min reş li xwekin, rojên giran yên derbasbûne ji bîr bike.

Cîhanêji me hez nekir, çarenûsê jî dev ji me berneda, ez niha bi singeka fireh ber bi  mirinê  ve diçim, li ber deriyê xwedê pêsîra dozgeran digirim, wan bi sûc re rû bi rû dikim, lêpirsîn li wan dikim kû li min xistin û ez tacîzkirim, li pêşîya xwedê ezê pizişk û herwiha Qasim Şebanî sûcdar bikim , ji ber kû hemûyan mafê min bin pê kirin û zûlm li hemberê min kirin.

Ey xwedî dilê herî baş xweşewistî min Şûile

Di dawî de ezê wan bi sûcên wan rû bi rû bikim.

Ez li wir te himbêz dikim

Ez ji te hez dikem

Reyhane

01.04.2014

Ji bo wergera nameyê em ji Necibe Qeredaxi’re spas dikin