Xerakirina xwezayê ruhê mirovan pûç dike

- Ruşen RENGîN
540 views

Ez bi hesreta dîtina te me ey welat can welat, ey welat welat û ez ê herme Kurdistanê ey welat can welat, ey welat welat…

Ji bo Kurdistanê gelek stran hatine gotin, taybet jî Kurdên li xeribiyê bi stranan hewl dane hesret û beriya xwe ya ji bo welatê xwe kêm bikin. Di wan de behsa xweşbûn û xweşikahiya yekane ya xwezaya Kurdistanê, av, xak û çiyayên wê dikin. Kurdistanê weke hebûneke narîn nîşan didin, hebûneke hewceye bê parastin di dil û mêjiyan de.

Kurdistana di dilê me de, di hiş û mêjiyê me de ewçend giranbûha û pîroz e, ji her demê zêdetir di xeteriyê de ye. Avên wê têne lewitandin, daristanên wê têne şewitandin, bermahiyên wê yên dîrokî têne hilweşandin. Her roj derbarê êrîşên li hember xweza û dîroka Kurdistanê nûçe hene; li Nisêbînê Ava Spî di xeteriyê de ye, çavkaniyên avê yên li quntarên çiyayê Cûdî têne lewitandin, li Dersîm, Amed, Agirî, Botan û Mêrdînê daristan têne şewitandin, cihê dîrokî Heskîf tê hilweşandin, li ser çemê Munzurê yê li Dersîme, li ser çemê Kolikê yê li Semsûrê sentralên ceyrana hîdro têne çêkirin û wê bêne çêkirin… Tev têne çêkirin, têne kirin. Ne ji milên xêrxwazan ve, ji hêla hêzeke li derveyî civakên Kurdistanê ev têne kirin.

Dema mijar Kurd û Kurdistan e, mirov nikare tenê mijarekê bigre dest. Me behsa xweza û dîroka Kurdistanê kir, wî wextî hewceye em dîroka nêz jî bibîr bixin û ji wir jî derbasî qada civakî bibin. Dîroka nêz a Kurdan berxwedan e û li aliyê din êrîşên dijwar û topyekun hene. Li gel xwezayê, bicihbûna civakan a di wê xwezayê de, şêweyê avahiyên wan jî ji bo hebûna wan û parastina hebûna wan gelekî girîng e. Ev jî milê çandî yê xwezaya welatê wan e. Cîranên pirsa hev dikin, alîkariya hev dikin û dihêlin ku hişê hevpar ava bibe, bibe beşeke dîroka civaka wan û ev civakbûyîn xwe dispêrê heta çanda şêweyê lêkirina xanî û avahiyan. Ji vir jî em derbasî mijara hilweşandina van bajaran û çêkirina avahiyên bilind û teng ên li şûna wan dibin. Di van avahiyên bilind û teng de malbatên mezin ên Kurdan hepis dikin, ferqa wan a ji zindanan dibe ku navê wan be, ji wan re nabêjin girtîgeh, ji wan re dibêjin TOKÎ. Bi van avahiyan cihên ku ji mirovan re hertim nas bûn, têne xerakirin, ev avahî dikevine navbera cirantî, danûstandina bi salan a di navbera mirovan de.

Xweza tê xerakirin, bermahiyên dîrokî ji holê têne rakirin, avahiyên çanda civakî têne hilweşandin, hertişta civakên li Kurdistanê nas dikin, hiş û aqlê wan ê hevpar ên dîroka wan pêk tînin rastî êrîşan tên. Desthilatdariya li Tirkiyê gelek hewldanan dide, ji bo civakên li Kurdistanê bê dîrok û bê kok bihêle. Zext û êrîşên heta niha li ser Kurdan têr nekir bikaribe vêya pêk bîne û niha jî resmê welatê di hişê wan de maye dixwaze xira bike. Dewleta Tirk dixwaze bi vî awayî girêdan û hezkirina Kurdan a bi welat jî ji destê wan bigre.

Êrîşên li hember xwezaya Kurdistanê, bermahiyên wê yên dîrokî, zext û êrîşên li ser jin, ciwan, zarok û tevahiya civaka Kurd, diziya çand û hunera Kurdî, neqebûlkirina zimanê Kurdî, ji hev qutkirin û dûrxistina cîran û xizman, ev hemû bihevre girêdayî ne, her yek ji wan û hê gelek êrîşên din ên weke li hember Rojava û Başurê Kurdistanê bihevre êrîşa topyekun pêk tînin, her yek ji wan beşeke polîtîkaya qirkirina Kurdan e.

Em dîsa vegerin ser mijara xwezayê û êrîşên desthilatdariya Tirkiyê ya li hember xwezaya sînorên dewleta wê jî derbas dike. Desthilatdariya li Tirkiyê vê tenê li Kurdistanê pêk tîne? Na! Bi vê polîtîkya ku bi salan e taybet li Kurdistanê dimeşîne, di salan dawî de desthilatdariyê herwiha gelek ziyan da tevahiya Tirkiyê jî. Civakên qet naxwazin modernîteya kapîtalîst bipejirînin, dixwazin jiyana xwe ya li gorî çand û kevneşopiyên xwe ya bi xwezayê re di zik hev de ye dewam bikim, ji ber polîtîkayên dijxwazayî şêweyê jiyana wan jî di bin xeteriyeke mezin de ye. Bi êrîşên li hember xwezayê li tevahiya cîhanê desthilatdarî êrîşî kûrahiya ruhê mirov û civakan dikin. Em jin di mijarên xwezayê de hewceye bêhtir hişyar bin, çawa êrîşên li hember bedena me eşkence, tacîz an jî tecawiz e, êrîşên li hêmber xaka em jê bûne, me xwedî dike jî hewceye em weke eşkence, tacîz û tecawiza mêran a li hember beden û ruhê xwe bibînin.