Xweparastin feraset û ruhê azadiyê ye

- Site varsayılanı
596 views

Hebûn an jî nebûn, di navbera zindî bi xwe û cîhana derve de pêjn û agahiya destpêkê ya hîs ye. Ajoya xweparastinê bi vê hîsê dimeşe. Kelemên gulê, leza xezalan, derziya mozê û jehra mar, her çend hin ji van tirsnak hin jî romantîk bin jî, her zindî li gorî rewşa xwe ya xweser, parastina xwe bi mejiyekî hîsî dike. Lewma xweparastin, rewşa bingehîn a karakterê wê hebûneyê ye. Xezal bi wê bedewiyaOZ SAVUNMA 2 xwe ya efsûnker her kesî ber bi xwe ve dikişîne, lê belê em dizanin ku bi leza xwe ya muezem re kes nikare xwe bigihînê. Zehmetiya xwegihandina bedewiya wê, xweparastina wê ye. Aşkera ye xweparastin, mejiyê hîsî û karakterê bingehîn e.

Mirov hebûneyeke dikare bifikire û hêza xwe ya mejî pêşketî ye. Ji zindiyên din cudatir, ne weke kerî, bi awayekî civakî xwe birêxistin dike. Ev organîzebûn ji ber vê qebîliyeta xwe ye. Bûyerên xwezayî yên tund û pêwîstiya parastina li hemberî êrîşên zindiyên li derveyî xwe, bûye sedem ku mirov bi awayekî civakî jiyana xwe bi rêxistin bike. Yan jî hiş û feraseta mirov, bi avakirina organîzasyonên mezin re derfeta parastinê pêşkêş dike. Xweparastina xwe dispêre hiş û mejî, hunereke mirovî ye. Hemû xebatên civakî yên weke li hev kom bûn, organîzekirina beşên kar, şîrovekirina tirsê, destnîşankirina pîvanan, pêşvebirina bawerî û zanistê, ji bo pêşvebirina xweparastinê ne. Hişmendiya mirov a ‘civakîbûn çiqasî bi pêş bikeve, wê xweparastina xwe jî ewqasî bi xurtî bi pêş bikeve’ tecrûbeya herî serketî ya mirovan e. Ji ber vê yekê, kombûna civakî li dijî gefa derve rêbaza xweparastinê ye. Di heman demê de pêwîstiya avakirina mekanîzmayên parastina nava civakê jî, bi serê xwe pêvajoyeke ji nû ve avakirinê ye. Sazîbûyînên tabû û totem, modelên parastinê yên herî baş hatine tesewirkirin e.

Sîstema parastinê ya jinê

Tabû vegotina hebûneya destlêdana wê hatiye qedexekirin e. Ji aliyê olî ve bawerî pê tê heye, ku eger bi destlêdanê re zerar lê were kirin, wê ruhê wê hebûneyê li ser bingeha kujeriyê bibe cezaker. Baweriya destpêkê ya olî anîmîzm û manatî, li ser vê bingehê di nava jiyana civakî de bi cih bûye. Tabûyên destpêkê li dora jinê û weke xweparastina jinê hatine destnîşankirin. Tabû bi giranî qanûnên civakî yên ji bo rêkûpêkkirin û girêdana bi pîvanan a jiyana zayendî ne. Ji bo di dema regl û ducaniyê de beden ji êrîşên zayendî were parastin û ewlekariya beden bê kirin, vegotinên herî bi bandor ên tabû ji aliyê jinê ve hatine afirandin. Di demên lohûsa û regl de cihê jinê li mêr tê qedexekirin û pê dide bawerkirin ku eger di vê demê de mêr dest bide jinê, yan jî jinê bibîne, wê ew mêr di cih de bimire. Olên pir xwedayî piştre ev rewş berevajî kiriye û weke demên gemarîbûna jinê, lanetbûna jinê şîrove kirine. Û parçekirina yekemîn mekanîzmaya parastinê ya jinê, kiriye yek ji şîroveyên olî yên bingehîn. Tabûya duyemîn a herî xurt dîsa ji aliyê jinê ve, ji bo parastina zarokên xwe ji mirovxwariyê, weke sîstema parastinê hatiye afirandin. Ji dema ji dayikbûna zarok û heta dawiya dema mêjandinê jin derbasî cihê xwe dibe û pêşiya stargeha xwe bi agir diparêze. Ewlekariya jin-zarok-stargehê cihên xweparastinê ne.

Amûra destpêkê ya parastinê: Agir

Totem jî, bi hilbijartina yek ji bûyerên herî girîng ên xwezayî yan jî nirxên xwedîkirinê ya civakê re, bawerkirin û pîrozmendîkirina parastina wate yan jî ruhê civakê ye. Bi vê rêbaza pîrozmendîkirinê re bikaranîna çavkaniyên hilberînê yên civakê tên dîsîplînekirin û parastin. Ya herî girîng jî bi baweOZ SAVUNMAriya, ‘civak ji heman ruhê totem tê’ re civakê li dora yekîtiyeke hevpar radigire. Bi vî rengî li hemberî êrîşên li derveyî civakê, pozîsyona parastinê tê xurtkirin. Bi rîtuelên pîrozmendîkirinê re hurmet hem ji civakê, hem ji xwe hem jî ji çavkaniyên hilberînê re tê dayîn. Li hin cihan ev yek simbilekî genim e, li hin cihan çêlekek, çemek, bizinek, agir, çiya û hwd. e. Agir û çiya totemên Kurdan e û weke cih û amûra parastin-yekîtiyê di nava civakîbûna Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Agir di nava hemû civakan de hema bêjin, amûra destpêkê ya parastinê ye.

Di xweparastinê de feraset û mejî

Di dema neolîtîkê de yekîtiya li dora kult-çanda jinê hat afirandin, ji bo hebûna civakê di asta jiyanî de girîng e û parastina xwe bi jinê re, bawerî û forma bingehîn a nêrînê ye. Bi belavbûna jiyana rûniştvaniyê û têkiliyên navbera civakan re, tevgerên exlaqî felsefeyê weke pêwîstiyekê derketin holê.

Zerduştî bi pênaseyên başî û nebaşî, ronahî û tarîtiyê re ya ji bo civakê rast û şaş vedibêje û bi vê yekê re hêza parastina exlaqî ya civakê li hemberî şaşîtiyê bi rêxistin dike. Bawerî û fîgûrên exlaqî di nava têkiliyên civakî yên tevlîhev de modelên parastinê yên kêrhatî û li dijî şaşîtî, tarîtî û nebaşiyê parastina zîhnî ya civakê ye. Ji ber ku mirov hebûneyeke gelekî jîr e û dizane ku xweparastin bi tenê bi amûrên teknîkî pêk nayê. Haya xwe jê heye ku bi xurtkirina exlaq, felsefe, huner, bawerî, polîtîka û şêweyên hilberînê re dikare hebûna xwe zexim bike. Jîrbûyîn û mejî ji ber vê yekê weke amûrên herî xurt ên parastinê derketine ser dika dîrokê. Xwedawendbûyîn şewqa hiş û mejiyê awarte yê hebûn û parastina mirovbûyînê ye. Mirovahiyê hînê şîrovek ji vê naverokê nekariye derxîne holê. Her wiha ji felsefeya Zerdûşt asteke bilindtir derneketiye holê ku şîroveya exlaqî ji aliyê gerdûnî û xwecihî ve ewçend bi pêş xistiye. Asta şaristaniyê û kûraniya çandî ya civakên xwe dispêrin van nirxên exlaqî û baweriyê, xweparastina li hemberî şaristaniya dewletparêziyê heta roja îro anîne. Xweragirtina rêxistinbûyîna civakî ya bi çanda Xwedawendiyê derket holê li gorî pîvanên exlaqî, bi rêveçûna polîtîka rojane re afirandina hilberînê û şîrovekirina van nirxên jiyanê ji aliyê felsefeya exlaqê di asta gerdûnî de, ku Zerdûştî şîroveya vê ya herî tekûzî ye, nîşan dide ku xweparastin bi jiyana demokratîk ku yekîtiya wekhev a cihêrengiyan e, pêk tê.

Bi pêşketina dewletê re xweparastin hilweşiya ye

Bi derketina holê ya desthilatdariya li dora mêr re û bi pêşketina amûra dewletê re, ku rewşa herî pêşketî ya vê desthilatdariyê ye, li qada xweparastinê ya civak-ferd pêvajoya hilweşînê destpê kiriye. Ji ber ku hemû pîvTURKEY-ISTANBUL-DEMONSTRATION- 1ST MAYanên civaka exlaqî û polîtîk, ji bo bi bandorkirina civakê û nirxandina daneheviyên hilberînê li ser zemîna demokratîk, ava bûne. Pîvanên exlaqî yên muezem hatine afirandin ku pêşî li desthilatdariya kes an jî koman a li ser daneheviyê digirin. Hilweşandina vê astengiya li pêşiya pêşketina desthilatdariya mêr a serdest, bûye dijberiya destpêkê. Hem ji bo avakirina desthilatdariyê hem jî ji bo organîzekirina şer bi amûra dewletê, beriya her tiştî pêwîstî bi belavkirina têgihiştina xweparastinê ya li ser bingeha parastina civakîbûna kes û civakê, heye. Ji ber vê yekê, ji rêbaza zorê wêdetir bi îdeolojiyê re mêrîtî û desthilatdariya serdest hatiye avakirin û paralelî wê, rêxistinbûyîna dewletê hatiye sazkirin. Îdeolojiya desthilatdariyê hemû argumanên xwe li ser belavkirina xweparastina jin û civakê daye rûniştandin. Bêyî belavkirina azadî û civakîbûnê, ne desthilatdariya mêr ne jî dewleta wê pêkane. Bi vê armancê re di destpêkê de xwestiye jinê li zemîna îdeolojîk qels bike û bêparastin bihêle. Şiyara ‘Di destpêkê de li jinan bidin’ ne şiyareke sedsala dawî ye, dibe ku dahênana destpêkê ya desthilatdariyê ye. Lanetkirin û bêqîmet hiştina nasnameya zayendî ya jinê çiqasî li zemîna îdeolojîk hat meşandin, jin ewqasî rastî windahiyên hişmendiya nasnameya xwe hat û mehkûmî rastiya kesayeteke pelçiqî ya bêparastin bû. Desthilatdarî û dewletê li ser vê bingehê jin û gel bi tenê weke hest û xizmetkarên xwedê yên li ser rûyê erdê ji aliyê îdeolojîk ve pênase kirine. Li hemberî vê yekê mêr jî weke çîna serdest, hêza eşqê û vîna xwedê ya li ser rûyê erdê pênase kiriye.

Hişmendiya azadiyê û xweparastin

Dîroka jinê ya bi berxwedan û parastina hebûna xwe bi pêş ve diçe, ne tenê çarenûsa jinan, bandorê li guhertina dîroka cîhanê jî dike. Di 300 salên dawî de tevgera jinê li qada gerdûnî di warê felsefe, wêje, siyaset, zanistî û ekonomiyê de li dijî sîstema bi serdestiya mêr bûye xwedî rêxistinbûyîn û berxwedaneke bênavber. Mêtîngeha herî kevin a cîhanê bi serhildana xwe re cîhanê dihejîne.

Rêxistinbûyîna nasnameya herî pêşketî ya dîroka azadiya jinê, ev 40 salên dawî ne li diyarê Kurdistanê pêk tê. Warê çiyê û artêşbûyîna jinên Kurd, tekane mînaka xweparastina jinê ya dîrokê ye. Xweparastina çekdarî yıa xwe, azadî û welatê xwe, xweparastina herî kompleks a dîroka jinê vedibêje. Bûyîna xwedî pozîsyona xweparastina rêxistinî ya li dijî serdestan û li hemberî mêrên civaka xwe, yek ji pêngavên şoreşgerî yên jinê ye. Bi partîbûyîna jinê re îdeolojiya azadiyê ya jinê ava bûye û bi hişmendiya ‘heta ku qutbûna ji mêtîngeriya zîhnî ya mêr pêk neyê, bi ti rêbaz û amûran azadî nikare were parastin’ tevgeriya ye. Hatiye îspatkirin ku eger zanebûna azadiyê li ser bingeha îdeolojîk pêk were, wê desthilatdarîparêziya mêr ji holê bê rakirin. Hişmendî çavkaniyên herî berfireh ên xweparastinê diafirînin’. Bi sîstema hevserokatiyê ya tevgera jinê, ku li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk me li qada civakî afirand, modela rêxistinbûyîna xweser a li her qadê, sazîbûyînên civakî, aborî, perwerde û çandî re, jinan pêvajoya ji nû ve avakirina civakê dane destpêkirin.

Dildariya jiyana azad di tevahiya herikîna dîrokê de bûye hêza bingehîn a xweparastinê. Xweparastin lewma ji bûyereke teknîkî wêdetir, hişmendî û ruhê azadiyê yê hebûnê, rêbaza çalakiyê ya mezin a polîtîk e. Li ser vê bingehê, eger em dem û warê tê de dijîn fêm bikin, hîs bikin û bijîn, wê feraseta me ya xweparastinê xurttir bibe û em ê xwe hîn bêhtir bi bandor bikin. Rêgeha pêşketinê û ruhê bingehîn ê pêvajoya rizgariya demokratîk, wê ev be.