Yek beden bi milyonan vîn

- Zeynep ERDEM
661 views

Careke din em bi demsala ku Sibata sar di nav xwe de dihewîne re rû bi rû ne. Sibat meheke gelek cemidî ye. Lê, ji bo gelê Kurd ev serma, sir û seqema sibatê zêdetire. Di vê mehê de ev dîwarên sar kete navbera wan, hêvî, azadî, pêşeroj û hebûna wan… Sibata sar Rêberê wan ji wan dur xist, xiste nava çar dîwaran..!

5Di serî de jin, ji heft heyanî heftê salî gelê Kurd û dostên wan Sibata sar bi pêtin agir yê ji bedenê wan geş dibû, veguherandin havîneke germ. Her neferek bû topeke ji agir û amade bû cîhana Rêber Apo têde dîlgirtî veguhezîne dojehê.

Lê, dijminên Gelê Kurd û mirovahiyê, nizanîbûn ku dîroka bêbext wê di heman riyê de neherike. Wê çarenûsa Bedirxan Beg, Simkoyê Şikakî, Şêx Seît, Seît Riza û Qazî Mihemedan di roja me ya îro de dubare nebe. Dadgeha ku ji bo darizandina Rêber Apo hatibû avakirin, bu qada darizandina şaristaniya Modernîteya Kapîtalîs. Destur nehat dayin ku çerxa dîrokê li gor desthilatdaran bigere. Xwediyê dîroka mirovahiyê rê neda ku serdest weke şanoyekê lîstoka hiqûqê li ser axlaq, çand û kevneşopiya mirovahiyê ferz bikin.

Dîwarên ku ketin navbera rêber Apo û gelê Kurd de, li pêşiya meşa azadiyê nikarîbû biba asteng. Careke din efsaneya Prometeus dihate dubarekirin. Ne dîwarên zindan ê, ne jî dûrbûyîn û tarîtiyê nikarîbû tîrêjên rojê asteng bike. Carekê meşa bi heybet a berbi dîroka mirovahiyê ji Îmraliyê dest pê kiribû. Bi milyonan vîn, ruh di yek bedenê de xwe gihandibû hev. Bedeneke wisa bû ku dikarîbû di nava xwe de bi milyonan bihewîne.

Derewên ku pergala desthilatdar li ser nîrx û keda gelan dabû avakirin, bi şîroveya dîroka Şaristaniya Demokratîk giha rastiya xwe. Bi hezaran sal ketibû navbera civak û azadiya civak ê. Di vê navberê de desthilatdarên ku xwîna civakê dimijîn, weke kûvarik derketibûn ser rûyê erdê.

Jinên ku jiyan û nirxên bingehîn yên civakê û mirovahiyê dabûn avakirin, bibûn koleyên herî bi êş yên serdem ê. Hebûna wê di serdema dayiktiyê de pîroz bû, xêr û bereketa civakê bû. Sedema barîna baran, hatina biharê, zêdebûna zad, têrbûna komên mirovan bû. Li kuderê ba, li wir jiyan zindî dibû. Koletiya jinê ji aliyê desthilatdariya zilam ve bû serdema ji destana azadiya hemû civak ê. Ji têlên porê wê heyanî nenûkên lingên wê, derkete bazarê û hate firotin. Her wîha vê desthilatdariya bê sînor li ser xwezayê jî xwe ferz kir. Di roja îroyîn de, di bin pergala desthilatdariyê de jiyan veguheriye nalîneke kur.

Pêvajoya xwe ji nû de avakirina Rêber Ocalan, bi xwe re ji nû de avakirina jiyanê da destpêkirin. Lêpirsîn di derheqê hêzên ku nîrxên şaristaniya Mezopotamyayê dizîbûn û îro  bi bikaranîna wan nîrxan cîhanê bi rêve dibin, hatibû destpêkirin. Di serdemeke ku gelên Rojhelata Navîn weke ji nexweşiyekê birevin ji dîroka xwe, ji ser axa xwe direviyan, li herêmê dirok li ser lingê wê rast hate danîn, cîhê ku mirovahiyê lê dest bi jiyanê kiriye, weke xelatekê careke din diyarî xwediyê wê hate kirin.

Pêvajoya dadgehkirina desthilatdariyê bi xwe re pergaleke nû, lê, li ser bingehê destkeftiyên serdema mirovahiya azad daye avakirin. Lêpirsîna desthilatdariyê tovên jiyaneke nû li herêmê daye avakirin. Di nava çar dîwaran de jiyaneke tije wate û azad ji bo me weke xelat hatiye dayin. Bîr û ramanên li zindana tarî de hatin afirandin, li herêmê îro jiyaneke ronî bi xwere aniye. Xwediyê mirovahiya azad careke din xwe gihandine hêza erka xwe pêkanînê.  Îro tarîtiya bi ser Rojhelata Navîn de hatiye, bi van ramanên azad veduguhere asoyeke ron. Ev ronahî bi xwe re serdema  gelan, jinan, olan û baweriyan, yanî jiyana azad daye avakirin.

Vîna bi milyonan di yek bedenê de, di yek dilî de diavêje. Ew dil deryaye! Diherike, tu kes û hêz nikare pêşiya vê herikînê bigre. Êdî bi pergala Xweseriya Demokratîk, Neteweya Demokratîk û bi hevre jiyana gelan zindî bûye. Ketiye meriyetê, bûye çareseriya gengeşiya ku deshilatdariyê daye avakirin.

Komploya di şexsê Rêber Ocalan de li ser jinan, gelan û mirovahiyê pêk hat, vala derketiye. Pergala desthilatdar ji bo her perçeyek axa herêmê parve bike, di nava şerekî mezindeye; xeta Rêber Ocalan, îradeya azad ya gelan derxistiye holê. Hêza ku vê xetê pêşdixe û diparêze jinên Kurd, gelê Kurd e. Dîrok êdî nikare gelê Kurd ji nedîtî bê. Ji ber ku bi têkoşîneke bê hempa ev gel li herêmê dîrokê ji nû ve dinivîsîne. Di vê serdema nû de cîh ji koletî, desthilatdarî û destwerdana nîrxên galan re tuneye. Azadî û bihevre jiyana gelan li ser nexşeya ardnigariya Rojhelata Navîn tê nivisîn.

Rêber Ocalan ev serdem da destpêkirin. Dîwarên zindanê veguherand rûpelên geşta nava dîrok ê. Tovên veşartî derxist û pêşkêşî me kir. Xwe ji nava çar dîwaran de gihand me. Lê, îro em nikarin xwe bighînin Wî! Di bin mercên tecrîteke girankirî de 18 sal derbas kirin û kete sala 19. an. Erka herî mezin a li banda me, ew e ku ev sal bibe sala hilweşandina  pergala Îmraliyê û bi Rêber Ocalan re mercên azad jiyankirinê were avakirin.