Yek ji hêma bingehîn a gelen ziman e

- Avesta AYDIN
602 views

Milanyum ku di teolojiya Xiristiyanan de û li gorî hin civaknasên wê pergalê wek destpêka hezar salan tê pênasekirin, bi hejmarên Romayê, mirovahiyê ji Îsa dide destpêkirin. Li gorî vê teoriyê,  wê Îsa ji ezmanan dakeve xwarê û cihanê bi rêve bibe, êşan, neheqiyan ji holê rabike, aştî û wekheviyê ava bike, di heman demê de wek vegera bihuşta li ser erdê tê bi navkirin. Bihuşta ku însanan ew pêl bi pêl vegerandin dojehê, pêşiyê ji bo desthilatdariya xwe xweda afirandin, ew derxistin jor û li ser navê wî her biryar dan û cîhan vegerandin xirbeyêkê, li xelaskarê xwe digere di van kêliyan de… 

Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocelan jî dibêje, di dema civaka bê çîn de, ji xwe bihuşta li ser erdê hebû. Bi destpêka çînê, ew bihuşt xerab bû û bi parêznameyên xwe, têkoşîna wê dide. Herwiha dibêje, li ser bingeha antî emperyalist û antî mêtîngerî, ol li gorî dîroka gelan wek têkoşînekê divê pêş bikeve. Mebesta min ne ew e ku ol û baweriyên çandî rexne-niqaş bikim û we vegerînim destpêkê. 

Gerek li pey zimanê dil

Dixwazim di van rojên greva birçîbûnê ku ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocelan, ji bo xelaskirina gelê Kurd û ji bo parastina ziman, çand, erdnîgarî û axa gele Kurd, ji bo siberoja zarên Kurd, lehengên Kurdan li ber xwe didin de, erkên dikevin ser milê zimanzan, rewşenbîr, mamoste û sazî û dezgehên pêwendîdar bînim zimên.  Li ber çirayên qelp ên, kolanên Ewrûpayê rohnî dikin, dixwazim derûniya zarên li Ewrûpayê bi taybetî Elmanyayê bînim zimên. Carinan jî di nava ger û geşta dîrokê de, li şopa zarên ji erdnîgariya xwe hatine leqandin, bigerim. Gera xwe ji wîjdana xwe ya zimanê ji dil a peyv nikarin pênase bikin dest pê bikim. Ji bo vê jî careke din çarînên Baba Tahîrê Uryan ê helbestên xwe rût û tazî nivîsîne divê;

 “…Îlahî biçim cem kê biçim cem kê

Ez ku bê dest û pê me biçim cem kê

Hemû min biqewrînin têm cem te

Ku ji te biqewirim biçim cem kê” 

Hin zarên penaber ên li Ewrûpayê tam li gorî vê çarînê ne. Dapîr û bapîrên wan, dê û bavê wan hatine koçberkirin û wek nifşa sêyemîn, çaremîn di nava destpêka mîlanyûmeke nû ya Ewrûpayê de dijîn. Li Ewrûpaya ku civakê dike qurbanê takekes, ezeziyeke bêsînor ava dike, hewl dide di bin navê entegrasyonê de, bişaftina xwe bigîhîne encamê. Zarên Kurd ên di dibistanên Tirk, Ereb û Farisan de xwendine bi komkujiyên çand û ziman re rû bi rû mane dapîr û bapîr, dê û bavê vî nifşî ne. Nifşa ku ji qirkirina fizîkî reviya û hat Ewrûpayê, wek xelaskar Tevgera Azadiyê dibîne û em jî nebin bersiv, wê bi encameke xeternak a Rêberê Gelê Kurd Ebdullah OCELAN jî balê dikişînê re rû bir û rû bimîne: “Piştî ku tasa tijî av şikiya, insan nikare behsa avê bike. Eger were behs kirin jî, ew av êdî ne ji bo xwediya/ê tasê, ji bo erdên din an jî xwediyên tasên din herikî ye û bûye hêmaneke jiyanê”

Oto-asîmîlasyon 

“Wek dizê di nava malê de” zaran ji malbat û civakê didize kapîtalîzm. Dema mijar dibe zarên Kurd, ev dizî du qat zêdetir dibe. Bêguman, polîtîkayên dewletên Ewrûpî yên li dijî Kurdan, tên zanîn. Lê li vir ez dixwazim behsa xwebişavtin ango oto-asîmîlasyonê bikim ku rewşeke gelekî kambax e. Heke em dest lê wernedin, zarên nifsa piştî me, wê ber bi xakên din ve biherikin. Lewma, polîtîkaya zimanê Kurdî divê di kêliyê de were afirandin bêyî ku em dereng bimînin. Li vir rola herî mezin dikeve ser milê dê û bav û malbatê. Ji ber ku dibistana destpêkê dê û malbat e. Nabe ku di mal de, em bi zarên xwe re bi Tirkî biaxivin, di dibistanê de zimanê biyanî fêr bibin û pişt re bibêjin bila sazî û dezgehên kurdan jî Kurdî fêrî wan bikin. Ev, bar ji ser xwe avêtin e. Dê-bav, malbat, sazî, dezgeh û civak, divê erka dikeve ser milê xwe pêk bînin da ku siberojên xwe wenda nekin. 

Yek ji hîmê bingehîn ê gelan, ziman e. Kurd ku heta niha ji çendî çend qirkirinan derbas bûn, saya jinên şerker ên çand û zimanê xwe parastin, ji tinebûnê filitîn. Lê niha ev jinên Kurd –bi taybetî Bakûr- li Ewrûpayê di mijara ziman de lawaz bûne.

Bi têkoşîna kurdan zimanê wan ji mirinê filitî. Di vê mijarê de, rola çanda xwedawendî ya têkiliya xwe ji axê qut nekirî, lorînên dayikan, dengbêjî, çand, çapemenî, wêjeya Kurdî nayê ji bîr kirin. Lê divê were zanîn ku ew zimanê ji mirinê filitî, li Ewrûpayê ji qudûm ketiye., Kurdên li Ewrûpayê ku dema agir di ser Kurdistanê de dibare û dile wan disotîne, her roj li kolanan e, bi zarên xwe re eleqeder nabin. Wan dişînin dibistanê, lê waneyên wan naşopînin, mafê wan ên der barê mafê waneyên zimanê Kurdî de naşopînin û naparêzin. Ya rast ew e ku zaran çêdikin lê berpirsiyariya wan nagirin ser xwe. Di rojeva gelek sazî û dezgehên li Ewrûpayê de ziman tine ye ji xwe. Di komcivînan de, raporên sazî û dezgehan, bi Tirkî tên pêşkêşkirin. Dema rexne bikî, li şûna Kurdî binivîsin, ji te re dişînin û dibêjin wergerîne Kurdî. Piraniya sazî û dezgehên me karê zimanê dayikê wek karê xwe nabînin, ji xwe komîn û meclîsên ku divê komisyona çand, ziman û perwerdeyê tê de hebin, qet hilnabijêrin. Dema tu çand, ziman û perwerdeyê ji nav meclis û komînekê derxînin wê çi bimîne? Ew jî wek karê xwe nabînin. Ev gav bi gav ber bi jor ve diçe û dibe ferasetekê. Ji zimanê kurdî re di gotinê de erê, di pratîkê de na ye, navê vê polîtîkayê…

Her tişt li ser çavkaniya xwe watedar e

Lewma mamosteyên Kurd, rewşenbîr û nivîskarên bi kurdî dinivîsin rexne dikin. Lê hin ji wan jî tenê rexne dikin û destê xwe nakin bin kevir û dibêjin bila tevger ava bike û em li ser polîtîkayê bikin û heta bibêje êrîşî tevgera azadiyê dikin. Ew ne mijara me ye. Yek jî rewşenbîr û nivîskar, zimanzanên di mijara ziman de me rexne dikin, lê li derve tevgerê diparêzin hene, em bi hurmet nêrînên wan digirin û jê sûdê werdigirin. Bi kurtasî, heke, malbat, sazî û dezgeh, meclîs û komîn û tevger bibin yek û lobî û dîplomasiya vê baş were avakirin, tiştê ku nebe nîne. Bi ked û sebir hertişt pêkan e… 

Divê sosyolojiya şagirt û xwendekarên Kurd ên li Ewrûpayê ji nû ve were analîzkirin. Di salên 90’î de, ji ber komkujiya dewleta Tirk gelek kes wek paneber hatin Ewrûpayê. Ji xwe yên rêya çiya hilbijartin bûn gerîla û têkoşîna xwe wisa meşandin. Yên li Bakûr man, hin ji wan hatin kuştin, hin ji wan têkoşiyan û hatin girtin, hin ji wan ji tirsan bêdeng bûn û ji çerxa bişaftinê xelas nebûn. Dewletê du rê li ber wan hişti bû. Sosyolojiya wê demê cûda bû û bi nêrîna min baş jî hatibû analîzkirin. Divê sosyolojiya vê demê ji nû ve were analîzkirin. Çima? Niha gelek Kurd ji Rojava û Başûrê Kurdistanê tên Ewrûpayê. Bêguman di encama vî şerê kambax de, li vir in. Lê ji aliyê din ve difikirim, dema şer çê bû, dikaribûn herin kantonên din ku di destê hêzên parastina gel de ne. Wê demê karê me zehmettir dibe. Ji ber ku ne piranî jî be, lê beşek ji wan ji entegrasyona wek asîmîlasyon tê bi navkirin re bêhtir vekirî ne. Lewma, analîzkirineke sosyolojîk a bingeha parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocelan ava dike, divê.  

Ji aliyê din ve, Kurdên me yên ji Rojava û Şengalê hatine, hê dev ji Kurdî bernedane. Tenê divê hişmendî û bîrdoziya Kurd û Kurdistanê careke din bi wan re were avakirin. 

Heke em careke din vegerin ser zarên Kurdên di salên 90î û şûn de bûne penaber…

Berî salekê ji bo dîroka zimanê Kurdî bidim li zaningehekê bûm. Min ji dîrokê dest pê kir û gotara xwe pêşkêş kir. Xwendekaran bi rûmet guhdarî kirin, lê min dît ku piraniya wan Kurdî fêm nakin. Pişt re min dev ji dîrokê berda û bi wan re di der barê jiyana wan de axivim. Min dît ku sosyolojiya nifşa li vir ji dayik bûye û mezin bûye divê ji nû ve were analîzkirin. Mînak, zarên li Ewrûpayê ji dayik bûne, “Ergatîv”ê bi kar naynin. Li şûna bibêjin “Min xwar”, dibêjin “Ez xwarim”. Nabêjin min çêkir, dibêjin ez çêkirim û hwd… Lê bila be… Di Kurdî de israr xweş e…

Ciwan ji xwe biyanî dibin

Li Kurdistanê dibistanên şevînî hebûn, li Ewrûpayê li gel dibistanan, dîsko şûna wan digir e. Şevên Çepkê hene. Kêm jî be, ciwanên ji çand û zimanê xwe dûr ketî li ber dîlana Çepkê ya Hip-hop  heta sibê dilîzin û wisa deşarj dibin. Dema ciwan hatin komeleyên me û aktîvîteyên li gorî xwe nebînin, li gorî xwe aktîvîteya ava dikin. Mesela çima em nikaribin, mehê rojekê wan dawet bikin komeleyên xwe, bila govendê bigirin. Stranên Kurdî, fîlmên Kurdî guhdarî û temaşe bikin. Divê em ji bîr nekin ku Huseyin Çelebi, Engin Sincer, Hozan Mizgîn, Hozan Serhed û hevalbendên wan ciwan wisa perwerde kirin. Divê em wan li gorî sosyolojiya wan binirxînin û ango ne li gorî rastiya dogmayên xwe wan binirxînin, li gorî rastiya wan analîzan bikin û rêyên çareseriyê ava bikin, wan ji biyanîtî û ji xwe dûr ketinê xelas bikin û careke din wan vegerînin nava civaka wan. 

Ciwanên li Ewrûpayê ji dayik bûne yên vê sedsalê, teknolojiyê jî baş bi kar tînin. Êdî dema peyamekê bi Kurdî ji wan re dişînî tavilê bersivê didin. Bersiva xwe bi Elmanî dinivîsînin û didin bernameya wergerê û werdigerînin Kurdî û ji te re dişînin. Lê tahma Kurdî jê nayê û zimanê teknîkî ye. Lewma divê malbat bi Kurdî biaxive û dewrî hêlînan bike. Ew jî dewrî dibistana seretayî bikin.  Lê divê sazî û dezgehên me bi hev re bixebitin û bi ser bikevin. Bibêjin karê me, nebêjin karê min û ji xwe nedin destpêkirin. Ji ber ku kêm an jî zêde keda her Kurdî tê de heye. 

Pergala perwerdehiyê ya li Rojava, mînakek e. Dema merhele bi merhele, şagirt û xwendekarên li Ewrûpayê amade bibin, dikarin herin dibistan û zaningehên li Rojava bibînin, teoriye bi pratîkê re bikin yek. Mînakan di cih de binirxînin. Wê demê wê sosyolojiya xwe li gorî pîvanên çavkaniyê binirxînin. 

Vê carê min  behsa çîroka 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê nekir. Ji xwe înternet di bin destê we de ye. Herwiha min nexwest tenê behsa dagirkeriya dijminê Kurdan, wêrankirina dîrok, çand û zimanê Kurdî û gelê me bikim. Temam dijmin e. Li hemberî dijmin têkoşîneke bêhempa jî heye. Analîzkirin û rêya çareseriyê jî girîng e. Lê me çi anî serê hev, serê xwe û çand û zimanê Kurdî…

Ziman girîng e, lê carinan peyv hertiştî naynin zimên. Zimanê peyvan girîng e, zimanê ji dil girîngtir e. Pêşiyê em dilê xwe vebikin, peyvan bi cil û berg bikin. Carinan jî em peyvan rût û tazî bikin, bila di qesema zivistanê de qeşa bigirin da ku dilê me wan germ bikin. Carinan, em bi zarên Mesîhî re herin cejnên wan, şekiran bidin zarên Bisilman, bi zarên Elewî re têkevin cengê û tevî zarên Êzdî kurdewariya xwe bihisin. Heke em dev ji zimanê mezinan berdin û zimanê zaran hîs bikin û bi zimanê wan biaxivin, ji wan bipirsin bê ka ew çi dixwazin û li gorî wan tevbigerin, mîsoger em ê bi ser bikevin. Wê demê çarîna Baba Tahîr wê vegere“ Têm cem te, têm cem we/ Ez ku êdî bi dest û pê me dîsa têm cem we/ Kesek min neqewrîne jî têm cem we/ Ku hûn min biqewrînin jî têm cem we”