Yekane rê yekitî ye

- Newaya Jin
1.6K views

Endama konseya rêveber a KNK’ê Şehla Hefîd, endama KNK’ê Runak Ehmed û Medya Efrîn, Delegasyona ji Rusyayê Liyana Sumoyan û Bêgerd M. Kurdistanî li ser girîngiya yekitiya netewî, qonaxa ku gelê Kurd tê de derbaz dibin û mijarên di rojevê de, nêrînên xwe bi rojnameya me re parve kirin: 

Şehla HEFÎD/ Endama Konseya Rêveberiya KNK’ê: Wek gelê Kurd pêdiviya me bi yekitiya netewî heye. Bi taybetî jî îro ku li çarperçeyên Kurdistan şert û merc guherîne, yekitiya netewî ji bo me pirsgirêka man û nemanê ye. Dijminê Kurd li dijî gelê me bûye yek. Dema mijar dibe Kurd tevahiya nakokiyên di navbera xwe de didin alî û li ser dijminahiya Kurd lihev dikin. Sedema şikestina Kurdan di her pêvajoyek dîrokî de, ji ber nebûna yekitiya di navbera hêzên Kurd de bûye. Ji ber vê çendê yekbûna me girîng e. Ji bo vê jî hewceye hemû partî û rêxistin, berjewendiyên siyasî û malbatî deynin aliyekê, ligor berjexwendiyên netewî tevbigerin. Ger hêzên parastinê nebin yek jî lazime li bera dijber jî nesekinin û pêwîst bike alikariya hev bikin. Erka ku dikeve ser vîna siyasî, aştiya hundirîn pêkanîn û asteng kirina nakokiyên heyî bê ku bigihijin asta tundiyê.

Jinên Kurd di tevahiya dîrokê de di ferqa erk û berpirsyariyên xwe bûye. Di salên dawî de sekna Kurdan a belav, bandor li rola jinê a di nav civakê de kiriye. Di nav civakê de bûyerên tundiyê zêde bûne. Lê jinên Kurd bi şoreşa Rojava re carekedin bal kêşane ser rola dîrokî a jinê û hay li hebûna xwe a di nav şoreşê de bûne. Li Rojava ku ji bo jinên Kurd û cîhanê pergalek nû hatiye avakirin, jin ji bo parastina axa xwe, di serî de parastina rewa, di nav tevahiya mekanîzmayên înşaya civakî de tevlîbûnek çalak dane çêkirin. Helbet li perçeyên din ên Kurdistanê jî jinan têkoşîn meşandiye û mohra xwe li berxwedanên girîng daye. Ji vir şûnde jî ji bo pêkanîna yekitiya netewî hewceye bi rol û erka xwe rabe.    

Runak EHMED / Endama KNK: Yekitiya netewî mijarek girîng e. Di serî de jin tevahiya gelê Kurd ji bo ku ev yek pêk bê lazime tevlîbûnek çalak bide çêkirin. Berê her tiştekê jî pêdiviya me bi kongreyek netewî a ku hemû partî, alî û kesayetên Kurdistanî bîne gel hev, heye.

Kongreya Netewî a Kurdistan ê-KNK, li dijî seknên perçekirî û êrîşên dijmin lazime rola parastina civakî bilîze. Ji bo vê, girînge ku KNK wek sazî xwe bi hêz bike û tevahiya kes û beşên civakê bigihîne hev. Berovajî vê yekê ji êrîşên dijmin rizgar bûn wê zehmet be. Ji ber ku her tim em dibin êrîşê dene, yekbûna me û bi taybetî di qada siyasî de xwe parastin şert e. Di mijara yekitiya netewî de berpirsyartiya dikeve ser jinê mezintir e. Çawa ku em axa Kurdistanê jin û mêr bi hev re, bi têkoşînek hevpar diparêzin, bi heman nêzikatiyê jî lazime em siyaset bikin.        

‘Hevgirtina li dora yek armanc ê’

Bêgerd M. KURDISTANÎ: Kurdistan berê vê bi sedsalan di encama peymana Sycos-Picot hat perçekirin. Hewceye hemû partiyên siyasî ên çar perçeyê Kurdistanê di bin banê KNK’ê de bên cem hev, di bin vê yekitiyê de têbikoşin. Di demekê de ku çar perçeyên Kurdistanê di nav zor û zehmetiyan de derbaz dibe, yekitî ji pêdiviyekê wêdatir, pêwîstiyeke ku ne pêkane dest jê bê berdan. Dijminê Kurd, weke ku ev yek jî nebesbe, vê carê jî dixwazin me di her perçeyekê de cûda cûda perçe dikin. Ji bo vê çendê, pêwîste ji ferasetên teng ên partiyê dûr bisekinin, netewî bifikirin û em li dora yek armancê bicivin. Ger em yekbûna xwe çêbikin, em dikarin li dijî dagirkerên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhelatê Kurdistanê bi hêz bin, em çiqa bi hêz bin, ewqas jî dikarin berxwedanê mezin û belav bikin. 

Li her perçeyek Kurdistanê dijmin planên qirkirinê çêdike. Koçberî û dardekirin belav dibe. Dijmin kuştinê bes nabîne, dadikeve nav her şaneyek civakê, bi rêya medyayê manîpule dike û hemû nirxên Kurd ên çandî tune dike. Civaka Kurd lazime di vê mijarê de hişyar be, xwedî li axa xwe derkeve. Hewceye jin jî ji her demê zêdetir mudaxilê pirsgirêkan bibin, bi avayek çalak beştariya xwe a siyasetê bidin çêkirin. Jinan di dîrokên cihê de beştariya xwe a berxwedan û têkoşînê çêkiriye, axa xwe parastiye, ji bo vê şer kiriye, lê belê di pêvajoya diyar kirina qedera xwe de, her tim li derve mane. Niha dem dema guhertina vê yekê ye. Şoreşa ku di pêşengtiya jinê de li Rojava îro şînber dibe, di rojeva tevahiya cîhanê deye. Ev yek jî girîngiya rol û tevlîbûna jinê radixe ber çav an.               

Kurdistana azad encax bi ferdê azad pêkan e

Liyana SUMOYAN: (RUSYA DELEGASYONU) 

Lazime em di ferqa girîngiya yekitiya netewî de bin. Hewreye em ferzkirinên kevneperest bidin alî, bibin yek. Kes destê xwe dirêjî me nake, em encax bi yekitiyê dikarin ser bikevin û pirsgirêkên heyî bibûhirin. Gerek em vê yekê ji bo zarok û civaka xwe bikin. Zarok û civaka me bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ne, asteng kirina vêna jî erka meye. Ziman, çand, nasname û dîroka me tê tune kirin, tê jibîr kirin. Seknên perçeyî rê li tiştên wiha vedike. Em bibin yek daku bikaribin pirsgirêkan çareser bikin û rê nedin tiştên bi vî rengî. Dijmin ji vî aliyê Kurd ê nayê yekitiyê feyde digire û bikartîne. Dijmin ji ber van aliyên me ên lewaz ev çend êrîşên hovane pêk tîne. Ger em yekitiya xwe çêbikin, em dikarin rê li van êrîşan bigrin. 

Xwedî li ziman, çanda xwe derketin, parastina van nirxan û ji civakê re pêşengtî kirin, erka sereka a jinê ye. Kurdistana azad encax bi ferdê azad ê li hemberî nirxên xwe hişyar dikare pêk bê. Perwerdeya van ferdan, gihandina wan û ji wan re pêşengtî kirin, herê zêde jî erka jinê ye. Ji ber ku ewlekara li ser lingan mayîn û pêkhatina hebûna netewekê jin in. Banga min ji hemû partî û dezgehên Kurdistanî ye; em bibin yek, em bi yekitiyê bi hêz bin û ser bikevin. Wek gel em hebûna xwe bidest bixin, bibin yek deng ku bikaribin erka xwe a dîrokî ku li Rojhelata Navîn dikeve ser milê me, pêk bînin. Em encax bi avakirina yekitiyê dikarin ji gel û civakên li Rojhelata Navîn re pêşengtiyê bikin.  

‘Aştiya hundirîn wê bi jinê pêk bê’ 

Medya EFRÎN / Endama KNK’ ê: Wek KNK bi caran me bal kêşand ser girîngiya yekitiya netewî a Kurd, lê di vê mijarê de astengiyên cidî hene. Hin partiyên Kurd di mijara nehatin yekitiya netewî de bi israr in. Yek ji sedema bingehîn a vê yekê jî têkiliyên li ser asasê berjewendiyên di navbera van partî û dewletên dagirker deye. Em wek KNK hewl didin ku xwe bigihînin hemû partî û saziyên Kurd. Kurd bi êrîş û qirkirinê re rû bi rû ne û di pêvajoyek wiha de, bi vîna hevbeş, li ser heman tiştên hevbeş têkoşîn pêşxistin, girîng e. Kes nabêje Kurdên vê partiyê an jî Kurdên vê perçeyê, êrîş topyekûn in, her çar parçeyê Kurdistanê bandor dike. Mînak Efrîn hat dagirkirin, li başûrê Kurdistanê jî zext giha asteke cidî, li bakur jî operasyonên qirkirina siyasî û êrîş bê navber didomin. Li Rojhelat dardekirin û zext dom dike. Em wek KNK vê pêvajoya bi tehlûke dibîn û bangî hemû partî û derdoran dikin ku hişyar bin. Ji xwe yekane rêya vê jî yekitî ye.          

Pêwîste berjewendî û nêzikatiyên teng ên partî deynin alî û li dora vê yekitiyê bicivin. Ger me yekitiya xwe avakir, em ê wê demê bikaribin xwe bi hêz biparêzin. Êrîş encax bi yekitî û parastina hevbeş dikare vala bê derxistin. Dema ku yekitî pêk bê, êrîşên li dijî Kurdistanê jî dê kim bibin û têkoşîn bi hêz bibe. Jinên ku di nav partiyan de cih digirin jî lazime li gor vê berpirsyariyê nêz bibin. Em li Kurdistanê her tim bûn dengê aştî û yekitiyê, ji vir şûnde jî hewceye em di vê mijarê de xwedî hewldan bin. Civaka Kurd bi hewldanên jinê dikare aştiya xwe a hundirîn bi dest bixe. Ev hewldan û yekitiya me, wê hemû partî û dezgehên din bikşîne yekitiyê, ev mijar wê wan bixe nav tengasiyê. Ji dîrokê heya roja me ya îro, jinên Kurd her tim li dijî şer û pevçûnên eşîrên Kurd sekinîne, di mijara pêkhatina aştiyê de karîne gotina dawî bibêjin. Jin gerek guh nedin nêzikatiyên teng ên partiyan, daxwaza mafên xwe bikin û di mijara yekitiyê de bi israr tevbigerin.