Yekîtî wê bi têkoşîna jinê bihêz bibe

- Lîlyan ÇIYA
687 views

Hevseroka KNK’ê (Kongreya Netewî a Kurdistanê) Zeyneb Murad, li ser mijarên cihê û bi taybetî jî li ser girîngiya di pêvajoyeke wiha de lidarxistina komcivîna KNK’ê, beştarbûn û girîngiya rola jinê a di pêşxistina xebatên Kongreya Netewî de, bersiv da pirsên me:

Komcivîna awarte a KNK’ê di pêvajoyekê de ku gelê Kurd di bin êrîş û tehdîdek cidî deye, pêk hat. Bi taybetî di demek wiha de ku li dijî Rojavayê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê mijara gotinê ye, lidarxistina komcivînê xwedî girîngiyek çawaye?

19. Civata Giştî ya KNK’ê di demeke hestiyar de hat lidaxistin. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe, nasname û statûya xwe a siyasî têkoşîneke bêhempa dimeşîne û ev têkoşîna wan di qada cîhanî de jî bûye yek ji rojevên sereke. Ev têkoşîn di demeke kin de veguherî wijdanek hevpar a mirovahiyê. Bi taybetî jî têkoşîna azadiyê ku li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya jina Kurd de pêş dikeve û berxwedana li hemberî dagirkeriya dewlata faşîst a Tirk edî sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbaz kiriye. Li her çar aliyên cihanê kes û gelên xwedî bawerî û nasnemeyên cûda, bi taybetî jî jinên cîhanê li ser pêyane û ji bo parastina nirxên mirovahiyê, parastina nasnameya jina azad, dilê wan bi dilê jinên Kurd re lêdide. Ji ber ku ew baş dizanin şoreşa Rojava, li ser xeta jiyana azad a pêngavên ji bo şoreşa jinê dihat avêtin, hat pêşxistin.

Di 9’ê Cotmehê de dewleta faşîst a Tirk li dijî gelê me û hemû pêkhateyên li Rojava, Bakur û  Rojhelatê Suriyê şerekî stratejîk û plankirî da destpêkirin; ev şer hîn jî didome. Her kes baş dizane ku dewleta Tirk di şexsê Rojavayê Kurdistanê de dixaze hemû deskeftiyên gelê Kurd ji holê rake. Jixwe vê rewşê jî girîngiyek taybet da komcivîna me, gelek partî û aliyên siyasî, nûnerên saziyên civakî, kesayetên serbixwe hay li vê rastî û girîngiya pêvajoyê bûn, di vê mijarê de agahdar bûn. Lewma her kes bi kelecaneke mezin tevlî komcivînê bû û peyama xwe da, helwest raber kir; ev helwest û peyam hem ji bo gelê me, hem jî ji bo raya giştî ya cîhanê pirr girîng bû. Her wekî ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ji hemû raya giştî û cîhanê re ragihand ku ew ê xwedî li berxwedana Rojava derbikevin, ew ê tu caran tawîz nedin û rê nedin dagirkeriyê.

Di komcivîna 19. a KNK’ê de li ser kîjan mijaran hat sekinîn, di mijara polîtîkayên qirkirin û guhertina demografiya Kurdistanê ku îro êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst vê yekê radixe berçav an, nîqaş di çi astê de hatin meşandin?

19. Civata Giştî ya KNK’ê di nav şert û mercên dijwar de hat lidarxistin, bi taynetî di demekê de ku dewleta faşîst a Tirk êrîşê Rojavayê Kurdistan ê, Bakur-Rojhilatê Sûriyê dikir. Ji ber vê sedemê jî rewşa Rojavayê Kurdistan ê, rojeva sereke ya komcivîna KNK’ê bû. Bi teybetî jî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, tawanên şer ên dij mirovahiyê yên dewleta faşîst a Tirk û çeteyên wî bûne rojeveke sereke a komcivîna me.

Helwesta hêzên cîhanî û rola wan a di vî şerî de, dîsan rola hêzên herêmî û helwesta raya giştî ya navnetewî bi awayek taybet hat dest girtin û nirxandin. Dîsan polîtîksyên dewleta Tirk a guhertina demografiya û paqijkirina herêmê ji Kurdan, hat dest girtin.    Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk, xwedî derketina hemû alî, rêxistin û hêzên Kurdistanî a ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê re weke pêngaveke mezin ya yekîtiya netewî hat nirxandin û hat silav kirin.

Gelo di komcivînê de hemû nûnerên Partiyên Kurd amade bûn û mirov dikare behsa helwestek hevbeş a netewî ya Kurd bike, bi taybetî jî di mijara Rojava de helwestek çawa derket pêş?

Berê hertiştekê dikarim vê yekê bibêjim ku hemû beşdarên komcivîna giştî, şerê dagirkeriyê ya dewleta faşîst a Tirk wek êrîşeke her alî a li ser hemû nirx û destkeftikyên Kurd û Kurdistanê nirxandin. Ev yek jî tespîtek girîng û helwesteke di cih debû.

Partî û rêxistinên siyasî, rêxistinên civakî yên beşdarî komcivînê bibûn, hemû nakokiyên heyî ên di navbera Kurdan de dane aliyekê û helwesteke neteweyî nîşan dan û hat gotin ku parastina Rojava wek misoger kirina pêşeroja tevahiya Kurdistanê ye. Xurtkirina pêwendiya di navbera partî û rêxistinên Kurdistanî, hewldanên KNK’ê yên ji bo hêzên Kurd hat nirxandin, piştevaniya ji vê xebatê hat diyarkirin û berdewamiya wan xebatan hate xwestin. Ji bo ku piştgiriya navnetweyî ya li hember êrîş û dagirkeriyê bê xurtkirin û parastina pergala rêveberiya demokratîk li Rojava, Bakur û Rojhelatê Sûriye bê kirin, her kesekê amadekariya xwe a ji bo tevlîbûna ji kar û xebatan re anî ziman.

Bêguman pêvajoya ku Kurd têde derbas dibin, ji gotinê zêdetir, pêngav divê, pêngavek ku di pratîkê de yek ser bê pêkanîn. Gelo di vê mijarê de nîqaş û guftûgoyên bi çi rengî hatin meşandin? 

Gelê Kurd ji rastiya vê pêvajoyê agahdar e, bi taybetî lihevkirinên heya niha hatine kirin ku dagirkirina Rojavayê Kurdistanê dike armanc û ji bo qirkirina Kurdan her rê û rêbaz tê bikaranîn. Di heman demê de bi şerê dagirkirin û qirkirina Kurdan re dixwazin Rojhelata Navîn bixin nav rewşeke tarî û şer belavê hemû herêmê bikin. Lewma jî ji helwestê zêdetir, pêngavên pratîk hewce dikin.

Di destpêkê de jî yekîtiya di navbera Kurdan de weke girîngiyek jiyanî girtina dest; ji ber ku her kes dizane pêwîstiya yekîtiya netewî êdî ji bo parastina gel û welat tişteke wisane ku ne pêkane mirov dest jê berde. Ji ber vê, biryar hat girtin ku di demeke kurt de konferanseke berfireh a yekîtiya neteweyî pêk bê û stratejiyek hevbeş a Kurdan derkeve holê. KNK’ê di komcivîna xwe a 19. de ragihand ku ew ji bo lidarxistina konferansa netewî erk û pêywira bangewaziya ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî hil dide ser milê xwe.

Tevlîbûna jinan a ji komcivînê di çi astê debû, gelo mirov dikare behsa bandor û helwesta jinan a li dijî pêvajoyê bike ku bikare zorê li partiyên heyî jî bike daku pêngavên şênber bavêjin?

Tevlîbûna jinan a ji komcivînê di asteke baş de bû. Ji her çar aliyên Kurdistan ê, ji Rusya, Kanada û Emerîqayê jin tevlî komcivînê bûn. Di asta guftûgoyan de jî jinan nêrînên girîng anîn ziman.

Di dîroka berxwedana gelê Kurd de jinan roleke girîng di parastina hebûn, ax û nasnameya Kurd de lîstiye û xwedî rolek diyarker bûye. Ev ruhê berxwedêr yê jina Kurd herî baş jî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xûyanî bû. Çawa ku beriya 5 salan, di pêşengtiya jinan de li Rojava faşîzm û êrîşên qirkirinê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn destpêkirin, hat şikandin, îro jî jina Kurd bi heman ruh û berxwedanê karî faşîzma AKP-MHP’ê û Erdogan têk bibe. Ev ruh e ku roj bi roj ber bi serkeftinê ve dibe.    

Di nirxandinên jinan de hat detnîşankirin ku hêzên dagirker her tim tundî, zayendperestî û destavêtinê weke çekê bikar tînin. Bi armanca girtin û kuştina pêşenga şoreşa jinê Hevrîn Xelef, şikence kirina termê wê, dîsa piştî qetilkirina şervana YPJ’ê Amara Rênas êrîşên bi zîhniyeta zayendperest a li dijî bedena wê, revandina sivîlan û şervanên YPJ’ê, gefên destavêtin û serjêkirinê jî di heman demê de nîşan dide ku ev şerê ku dewleta faşîst a Tirk li dijî Rojava daye destpê kirin, şerê li dijî hêza birêxistinkirî û vîna jina azad e. Lewma tevahiya jinan ev êrîş wek êrîşa li ser xwe dîtin û li dora şoreşa jinê bûn yek deng. Ji ber ku Rojava cihê şoreşa jine ye; nirx û destkeftiyên şoreşa jinên Rojava di heman demê de nirx û destkeftiyên hemû jinên Kurd e. Ji bo wê jî parastina nirxên ku bi destê jinê hatine lêkirin erk û berpirsyariya me hemû jinan e.

Di mijara kombûna Kongreya Netewî a Kurd de jin wê xwedî helwestek çawa bin, di mijara şopandin û înîsiyatîf girtina dest xwe de gelo biryar an jî helwestek zelal a jinan heye? Jin dikare rolek çawa di vê mijarê de bilîze?

Têkoşîna jinan a li dijî dagirkeriyê di asta herî jor deye. Berxwedana jinan a li Rojavayê Kurdistanê ji bo me jinan hêz û moral e. Di heman demê de ji bo hemû cihanê jî mînaka serkeftinê ye. Di êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jin hedef hatin girtin. Jixwe yek ji armanca van êrîşan jî serkeftina di jiyana bi hevre a gelan bû ku xwe dispart feraseta jiyana navend jin. Em jin jî lazime bi feraseta her êrîşek a li dijî jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyê, êrîşek li dijî me jinên Kurd û cîhanê ye nêz bibin, xwe ligor wê birêxistin bikin.

Helbet jinên cîhanê jî di vê ferqê dene ku îro mil bi milê jinên Kurd di qadên têkoşînê de û li hemberî êrîşên dewleta faşîst a Tirk helwest raber dikin. Em dikarin bibêjin ku dengê azadixwazên cihanê û bi taybetî jî dengê jinan li dora berxwedana Rojava bûye yek. Ji bo me berxwedana rûmetê a li Rojavayê Kurdistanê banga herî bihêz a yekîtiya netewî ye. Bi taybetî jî ji bo me jinan ku em serkeftina xwe di serkeftin û azadiya Rojavayê Kudistanê de dibînin û ev yek jî berpirsyariyeke mezin dixe ser milê me tevahiya jinên Kurd. Jinên Kurd di vê baweriyê dene ku bikaribin bi hevre jiyanek azad misoger bikin û ev hêz û potansiyela wan jî heye ku bikaribin ji pêvajoyeke wiha girîng re pêşengtiyê bikin.   

Pêşketinên heyî, destkeftî û berxwedana jinan a li hemû qadan tecrûbeyek baş bû û mirov dikare li ser vî hîmî têbikoşe. Jixwe heya niha du konferansên netewî ên jinan çêbûn, pêwîste jin bi awayek çalak xwe ji bo pêkanîna konferansa sêyemîn a netewî ya jinan amade bikin. Ji bo wê jî rol û mîsyon dikeve ser milê her sazî û rêxistinên jinan. A girîng ew e ku em bikaribin ji derfet û tecrûbeyên ku derketine pêş, baş sûd verbigirin. Encax bi vî rengî em ê bikaribin destkeftiyên heyî zêdetir biparêzin û mezin bikin, rê li êrîşên heyî bigrin. Em baş dizanin ku ger jin bixwazin dikarin nakokiyên di navbera alî û partiyên siyasî bibohirin, ji bo yekîtiya netewî xebatên hevbeş bimeşînin ku bandora xwe li siyaseta netewî jî bike. Têkoşîna me hevbeş e, parastina destkeftiyên netewî û parastina têkoşîna jinê jî ji bo me hevbeş e.