Zext, çewisandin û girtin!

- Evin ZİLAN
713 views

Yek ji mijara ku di vê mehê de ket rojev ê, rojev germ kiribû, mijara nerazîbûn û gireva birçîbûnê a mamosteyan bû. Jinan jî beştarbûneke bi hêz a ji van çalakiyên ku belavê tevahiya Îranê bibû kirin û nerazîbûna xwe bi avayek zelal dan diyar kirin. Helbet li bajarên Kurdistanê jî beştarbûneke çalak hebû. Gelek xwendekaran bi armanca piştgiriya bi mamosteyên xwe re, beştarbûna xwe a ji van çalakiyan dan çêkirin û daxwaza pêşketina pergalekî hîn bi tendirust û rast ya perwerdehiyê kirin, nerazîbûna xwe a di vê mijarê de bi awayek zelal dan diyar kirin.

Qedexe û çewisandin

Rexmê zextên dewletê jî di vê mehê de ji bo cara duyemîn çalakiya rûniştinê ji aliyê mamosteyan we hat lidarxistin. Bi taybetî li eyaletên wek Urmiye, Kamyaran, Seqiz, Bokan, Mehabad, Qorwe, Dîwander, Sine, Hemedan, Îlam, Yezd, Şîraz û Xûzistanê çalakî pêş ketin. Ev çalakiya rûniştinê ji bo nerazîbûna li dijî heq destê kêm yê mamosteyan, girtina mamosteyan, siyaseta taybet kirina pergala perwerdehiyê û bê kariyê hat lidarxistin.     

Yek ji mijara din ku nû ketiye rojev ê, astengiyên li pêşiya çiyageran e. Êdî destûr nadin ku çiyager biçin çiyayan û ev yek jî astengiyeke cidî a li pêşiya jinane ku li herêma Xorasan ji xwe bê destûra mêr an jî bav jin nikarin biçin. Ev yek jî wek siyaseta qedexe kirina ajotina duçerxê dimîne ku di demên borî de li Merîwanê ji bo jinan hatibû qedexe kirin. Niha jî bi şêwazên cihê û siyaseteke din ev nêzikatî xwe dûbare dike.     

Li dijî cûdahiyan têkoşîn

Bi her şêwazî hewl didin ku her qadeke civakî ji bo jinan qedexe bikin, sînoran deynin daku jin nikaribin bi tu awayî li ser rewş an jî aloziyên ku niha li Îranê rû didin, xwedî gotin bin. Ji xwe dem dirêj mijara ka jin bikevin stadyûma sporê an na, ket rojevê, dovre hejmarek diyarker jin ketin stadyûmê û vê yekê di jinan de kelecanek da çêkirin. Ji bo jinan ev mijarek girîng bû û jinan demdirêj li dijî van qedexeyan têkoşîn kir, armanca ji van nerazîbûnên jinan rakirina her cûre cûdahiyan bû.   

Li Îranê tiştek bi navê girtiyên siyasî nayê nas kirin, lêbelê bi taybet di vê pêvajoya dawî de bi sedemên siyasî û ji bo ku di nav civakê de tirs bê avakirin, kes nikare bi dengê bilind dijberiya xwe bide diyar kirin, gelek jin hatin girtin. Sedema desteser kirina van jinan jî beştarbûna wan a çalak ji medyaya civakî, rexne girtin li pergala desthilatdar, dîsan kesên rojnamevan yên li ser esasê nebûna hîcabê hatine sûçbar kirin: Dibe ji we re pirr ecêb bê, lê heta ji ber ku keçek reqisiye û di medyaya civakî de belav kiriye, hatiye girtin. Bi girtinê re jî sînordar namîne, wisa li wê kesê kirine ku derkeve pêşberê kamera û li xwe mikur bê ku şaşî kiriye. Di demên dawî de di vê mijarê de zor li gelek jinên ciwan kirin, ji xwe di medyaya derve de hat dayîn û pirr deng da. Bi vî rengî dixwazin ji hêla pîsîkolojîk de zextê li ciwanan bikin.

Li hemberî zextan têkoşîn bilind dibe

  

Helbet li hemberî siyaseta çewisandinê û zextên rejîma Îran ê, îro jin ji her demekê zêdetir dengê xwe bilind dikin, têdikoşin û xwe bi hêz dikin. Mînaka herê ber bi çav a vê rastiyê jî beştarbûna jinan a çalak ji çalakiyên ji bo azadiya girtiyên siyasî ye. Jin bi dirûşma “Girgiyan birçî nehêlin”, “Hewceye girtiyên siyasî zû werin berdan”, “Giyan û tenduristiya girtiyan di xeteriyê deye”, ji her demekê zêdetir û bi dengê bilind diqêrin. Ev yek jî asta têkoşîna jinê ya li Îranê radixe ber çavan û ev yek jî dide diyar kirin ku jinê qeyd û bendên tirsê ji mêjdeye ku qetandiye. Jin bi vê yekê ne tenê dengê xwe bilind dikin, di heman demê de parastina jinên siyasî yên li girtîgehan û gelê xwe dikin.

Nerazîbûna jinan a li hemberî bê mafî û bê edaletiya li girtîgehan, tenduristî û zextên li ser girtiyên siyasî, dîsan hişmendiya zayendperes a mêr ku li her qadekê xwe dide nîşandayîn e. Ev hişmendiya zayendperest herê zêde jî li ser biryar û zagonan xwedî bandor e. Mînaka herê dawî jî dardekirina jina ciwan a 27 salî, Şerare Îlyasî ye ku bi tawana “kuştina kesekê” sûçbar hat dîtin. Ev biryar bi zanebûn hat girtin. Dîsa dardekirina jina Kurd a bi navê Zeyneb Skawend a li girtîgeha Urmiyê de bû. Zeyneb di 15 saliya xwe de tê zewicandin û di 17 saliya xwe de ji ber “kuştina kesekê” tê girtin, hema bêje di 7 salan de bi kaosa dardekirinê, di nav şert û merceke wiha giran de dijî. Rexmê nerazîbûna bi dehan kesayetên rewşenbîr, parêzerên mafê mirov û hwd. dîsan jî Zeyneb Skawend nehat berdan. Her çend hewldanên girîng yên li dijî dardekirin, zagonên dij jin û zarokan hatibe raber kirin jî lê ev hewldan bê encam man.   

Armanc fetisandina ramanên azad e

Têkoşîna “jinên qada şoreş” ê a li Îranê girîng bû, ev beşek ji xebata jinan bû ku hewl didan bi vê yekê dawî li zext û çewisandinê bînin. Li gor wê; bi dirûşmên, “ne ji bo zagonên îslamî”, “ne ji bo hicaba bi darê zorê” û “ne ji bo çewisandina jinan” nerazîbûnên xwe raber kirin û xebatên xwe yên di vê mijarê de didomînin. Rexmê nerazîbûna jinan a di vê mijarê de jî rojane gelek jin ji ber cil û bergên xwe rastê lêdan û heqareta polîsan tên. Dîsan di van demên dawî de dan diyar kirin; di zanîngehan de ku jin û zilam bi hev rene, bi tu awayî nabe ku cilên ne li gor wê derê ne, li xwe bikin. Bi taybetî nabe ku jin xwe bixemlînin, cilên bi reng xwe bikin ku “bala zilam bikşîne” û dîsan cilên kên nabe xwe bikin, zilam jî nabe kirasê mil kên li xwe bikin. Ya balkêş ew e ku jinên ciwan ku li malên xwendekaran dimînin û hemû jin in, dîsan jî nikarin cil û bergên rehet li xwe bikin. Ev jî di encama zagonek nû de hatiye destnîşan kirin. Li vir mijar ne cil û berg in, armanc fetisandina fikir û ramanên azad ên jina ye.

Ji aliyê hêzên derve de zextên siyasî li rejîma Îranê tê kirin, ev yek jî wer diyare ku rejîmê zêde tengav û difetisîne ku ji bo xwe ji van zextan rizgar bike, bi her awayî êrîşî civakê dike. Armanca van zext û çewisandinên rejîma Îranê ew e ku nehêle civak an jî kes ber bi lêgerîneke azad ve biçe û nikaribe di nav dorhêleke siyasî û şoreşgerî de cih bigire, yan jî pergalek wiha di Îranê de pêş bixîne.

Civak bê hêvî tê hîştin

Li Îranê rastiyek wisa hatiye rûnişkandin ku hema bêje tevahiya gel û civak di nav bê hêvîtiyê de hatiye fetisandin. Lê, gel û civak dest ji lêgerîn û heqîqetê barnade, li hemberî pergala li Îranê her tim di nav lêgerê de bûye ka çi bike, yan jî çawa guhertinê bide avakirin. Di be ku çewisandin, dardekirin û girtin li Îranê pirr zêde bin, lêbelê gelên Îranî û bi taybetî jî jinên bi xêret ên Îranî tu caran dest ji têkoşîna xwe bernadin.   

Tevahiya mijarên heyî dide diyar kirin ku dewleta komara îslamî a Îranê ji hêz û potansiyela  jinê pirr ditirse. Ji ber ku pirr baş dizanin ger pêşengtiya jinê nebe, ne pêkane ku çalakî û nerazîbûna gelên Îranî bi ser bikeve. Bi vî rengî dixwazin ji aliyekê li ser civakê tirsa wan hebe, dîsan kotrola welat di dest xwe de bigrin, ji aliyê din de jî bi zextên li ser jinê, jinê kontrol bikin daku jin kengê bixwazin nekaribin rabin û li hemberî hişmendiya mêr serî rakin. Ew ji serî rakirin û şoreşa jinê ditirsin. Ji ber ku ew baş dizanin dengê jinê yê berz, dengê herê bilind yê ji bo pêk anîna şoreşê ye ku berjewendî û desthilatdariya wan dixe xeteriyê.

Lê, li vir a girîng ew e ku bikaribin vî dengê xwe yê dijber û tevahiya nerazîbûnên xwe birêxistin bikin, ji ber ku encax birêxistinbûyîn dikare wan li ser pêyan bigre. Ger dixwazin li rexmê zext û çewisandinên heyî encam ji vê dijberiya xwe bigirin, hewceye xwe birêxistin bikin. Ger îro pergala heyî a kevneperest û zilamsalar a Îranê dikare li her deverekê û di her qadekê de jinan bixe bin zext û çewisandinê, ev ji ber bê rêxistinbûna jinê ye. Lewma pêwîste bê ku em cûdahiyên olî, netewî, çandî û zimanî pêş bixin, lazime em yekgirtî û birêxistinkirî bin. Bi rêxistinbûna me jinan dikare hemû gelên Îranî li dora rêxistinbûneke demokratîk bicivîne; bê guman erdnîgariya Îranê ji bo guncav kirina pergalek demokratîk a herê baş e. Ji bo rêxistinbûneke demokratîk a pirr reng û pirr çand, gelên Îranî dikarin bi rola pêşengtiyê rabin û bibin dengê civaka herê demokratîk a li Rojhelata Navîn. Ji xwe yegane tişta ku dikare rejîma Îranê ji qeyrana heyî a siyasî, civakî û aborî derbixîne, ev rastiye.