AVAŞÎN

- Site varsayılanı
957 views

Li ser Avaşîn pir tişt hatine gotin. Bedewiya wê, paqijbûna wê, demxeya xwe li avên din xistiye. Li ser helbest, stran hatin nivîsandin. Lê, dîsa jî kes nekarî bedewiya wê bi temamî binivsîne. Avaşîn, yanê Ava-Şîn. Çavnkaniyên Avaşîn, ji derveyê ava Bazê, hemû avên wê yên din bê kirêj in. Di Avaşîn de gelek cûreyên masiyan hene. Bejna van masiyan ji bîst santîmetre heya yek metrê ye.

Meşa gerîla ya her ku diçe mezin dibe, valatiya dadigre, bi hestên kûr ên îsyana wan ji derdê milyonan re dibe derman, ên ku rûyê jiyanek nû derdixin ser rûyê rojê, ji Avaşîn re kêliyên bi sîhir dixuliqîne.

Wexta we berf li nava hev xist, wê demê hûnê şewqa şîn a ronahiyê bibînin. Şînahiya Avaşîn jî bi vî rengî paqij, zelal û bedewe. Avaşîn di hundirê vê şînahiyê de, rengê kesk jî digre nava xwe. Ji vê ye jê re dibêjin Avaşîn. Wexta mirov heya demekê bê navber li Avaşîn dinêre, ji ber beriqandina wê ya dijwar mirov wisa hîs dike ku kor dibe.

Di cîhana nakokiyan a ku paşverûtî û bilindbûn di nava hev de jiyan kirine, Avaşîn bêdengî pejirandiye. Dil, mejî û rûhê mirovan bi pêlên xwe ve dişo, ji hemû gemariyê tê paqij kirin û vedigerîne zelal bûna wê ya eslî. Bi bangawaziya vegera li cewherê xwe, di xwebûna xwe de diherike. Li hemberî mirovên belengaz ên di dîlgirtiya xerabiyên xwe de israr dikin, dikeve nava îsyanekê. Avaşîn, ji quntarên Çarçêla yên çavkaniya jînê ye, yan jî ji landika herî kevin a şaristaniyê berbi bêdawîbûnê ve diherike. Çem û kanî jibo ku tevlê bibin, berbi meşa azadiyê ve dibezin. Di esas de Avaşîn, ji berf û ava çar çiyan ava dibe. Ev çiya bi rêzê Cîlo, Çarçêla, Garê û Simile.

Unknown

Çavkaniyên Avaşîn bi xetên stûr ji vana pêk tên;

Wek çavkanî Cîlo;

Dema mirov ji aliyê Bakûrê Garê yê Cîlo lê dinêre, lûtkeya Cîlo ji Başûr heya Deriyê Aslan, li pişt Deriyê Aslan Zomên Jîrkî, li aliyê wê yê Bakûr jî li pişt gewriya tê derbas kirin, wexta mirov xwe berbi jêr ve ber dide qereqol û gundê Şitaza, wexta berbi jor hildikşin Zomê Cafer, Noqta Birîndara û li ser lûtkeya herî jor jî sandiq heye. Dola ava Perîxan a ji helîna berfê pêk tê, xwe ji sedan kaniyan xwedî dike û heya noqteya ku dibe Avaşîn mezin dibe.

Ev qada ku ava Perîxan lê derbas dibe, bi giştî ji gundên Kurd, Ermenî, Sûryanî û Keldanî pêk tê. Li vê qadê Dêra Matê ya hîn jî xwe li ser linga girtiye û qenalên wê yên avê yên ku ji dûrahiya kîlometreyan de wek eserên dîrokî xûya dikin. Dîsa her du aliyên wê avê ji darên goz, findiqên biyanî, kîrazên biyanî, tirî, sêv, hêjîr û hinaran hatiye girtin. Wek çavkanî, Ava Medî ya ku ji kaniyên dolan diherike û ji berfa ji çiyayê Simbil dihele pêktê û weke yek ji çavkaniyên herî girîng yê Avaşîn tê zanîn. Berî ku bighêje Bazê, Ava Medî li bin gundê Zerê bi ava Perîxan re dibe yek û rêya xwe wek Perîxan berdewam dike. Piştî wê jî li sêgoşeya Bazê, ava Balzê jî tevlê dibe û wek Perîxanê rêya xwe dom dike.

Wek çavkanî Garê;

Ji aliyê din yê sêgoşeya Bazê, ava Alantus a ku xwe ber dide, tevlê vê yekbûnê dibe. Ava wê mezin bûye. Lê, hîn jî nebûye Avaşîn. Ev kombûn heya bi ava Veregon a ji dola Doskî diherike dibe yek, wek Perîxanê diherike.

Wek çavkanî Çarçêla, Cîlo;

Ji lûtkeyên Çarçêla, ava Deriyê Bîndî û Deriyê Manu  -ev av ji qeşayên Çarçêla tê- avên ji qeşayên Cîlo yên berê xwe dide Morê dihele, li gundê Veregon dighin hev, li vê derê navê ava Veregon digre, heya sêgoşeya Oremar jî vê navê radike. Vaye, êdî li sêgoşeya Oremar navê Avaşîn derdikeve.

Sînorên Avaşîn ji Sînova destpê dike û piştî dola Doskî Oremar nav digre. Gundê Başûr û herêma Oremarê ji Avaşîn re dibêjin Rubarê. Berê ku bighêje Basya, dest bi fireh bûnê dike. Gundiyên li wê derê ji van cihên fireh bûye re navê Ava Tan didinê. Tirk jî dibêjin, Zapa biçûk.

Şînahiya wê ya bi hemû sadebûna xwe ve ji nava çiyan diherike, bi kefên sipî, saf ên sûlavên biçûk ve ji zemînên rast nazik nazik diherike. Avaşîn bi baranên bihar û payîzê re gelek coş dibe. Gelek giyanên nû digre nava pêlên xwe.

Wexta li Avaşîn tê nêrîn, xeyalên jiyanek azad û nû zindî dibe. Ji bo jiyana wekhev, azad û xwezayî ya hatî winda kirin ji nûve jiyan bigre û rojên tarîtiya dîroka ji cewher qut kiriye bên dîtin, divê Avaşîn were hîs kirin û nas kirin.

Avaşîn ji quntarên çar çiya hatiye pêçandin. Di Rojhilatê wê de Çarçêla, Landikê, Kartal, Mam Reşo, Barzan û Şîrîn; Di Rojavayê wê de Cîlo, Helkîz, Cembelî yê quntarê Garê ye, Renabêvan a wek zozanên Avaşîn tê zanîn, xwe li pişt çiyayên Kuro Jaro berdide, bi ava Zapê re dibe yek û herikîna xwe bi meşa xwe ya bê dawî bi navên cuda berdewam dike.

AVASIN 3Dîtina Avaşîn, gihiştina wê ne hêsaniye. Xwe di dolên wisa teng de veşartiye ku, heya tu di latên wê de hilnekşî û rêwîtiya xwe di şîverêyên wê de derbas nekî, ne mimkune tu nepenî û xweşikbûna wê bibînî. Li ber avê, şîverêyên dirêj-zirav hene, lê ji ber sedemê latan wexta tê xwestin dûbare xwe berdin kêleka avê, mirov neçar dimîne ku hilkişe girekî. Wexta we vê çend caran dubare kir, wê ji hundirê we were ku hûn ji Avaşîn re bibêjin, ‘‘Te çima ev mesken hilbijartiye?…” Sedema wê jî, di çîrok, dîrokî, bedewî, reng û  cewherê wê de veşartiye.

Wexta hûn ji jor ve li dola Avaşîn binêrin, hûnê tehtên dîk û rûyê wê qurmiçî yên kalek rûspî bi bîrtîne bibînin. Wê demê mirov wisa hîs dike ku, xudayên xedar heya bêdawiyê Avaşîn di nava van tehtan de êsîr kiriye.

Avaşîn, bîranînên paşerojê bi xwe re diherikîne. Keçûn Şîtunîs di nava vê avê de cil dişon, zarok di hundirê wê de avjeniyê dikin, keriyên pez ji kêlekê ve av vedixun. Li bilindahiyan jî çûkên ku bi Avaşîn re hêdî hêdî baskên xwe dadixin û dubare dest bi firînê dikin, ji bo ku hesreta axê ya ji avê re derbas bibe, bi avê re hêdî hêdî diherike û pêşde diçe. Hûn nikarin herikîna Avaşîn bisekinînin. Ma hûnê çawa bidin seknandin vê herikînê û her ku diçe giyanên nû tevlî nava xwe dike?…

Xweza bi hemû bereketa xwe ve ya her kesî/ê ye. Vaye Avaşîn jî, bêyî ku ferq têxe navbera mirovan, hemêza xwe ji her kesê re vekiriye. Yên ji vê xeyîdîne çêbûne, lêdane, kevir kirine. Lê ew, ji xerabiyê re xerab bersiv nedaye. Bi zanistiya ku ew çavkaniya herî kevin a cîhanê ye, bersiva herî baş ya bide, ji bîr kirin bûye, efû kirin bûye, helbet bêyî ku radestî ti kesî/ê bibe. Wê ji cewherê xwe hes bikira, wê yek kêliyê jî ne westiya ba û tengav ne baya. Wexta ku jiyanên nû yên ku giyan dide dixuliqîne, bi serkeftinên ku qezenç kiriye gelek kêfxweş dibe. Vaye wê Avaşîn bi van hestan di zemînê xwe de, bi yekbûna xwe ya Basya re bibe Basya, Basya jî wê bibe Avaşîn.

Avaşîn bi dengek hêdî wê li Kevirê Sêwiyan, yanê herikîna xwe li pişt çiyayên Sêwî berdewam bike. Yekbûna wê ya bi Basya re, di navbera livîna baskên perperîk û çîvçiva çûka re wê vegere efsaneyekê. Avaşîn, wê bi şadehiyek mezin ve, her roj wek çavkaniya Avaşînek nû rêya xwe berdewam bike.

Van xakên ku cara yekê jiyan lê bejin daye, wê her bihost we berbi şopên wê demê de bibe. Jiyan wê ji nûve di çavên we de zindî bibe. Dîroka ku ti tiştî pêş çav nake, li van xakan a gemar bedew kiriye, a binkeftî vegerandiye serketinê û ya hatî jêbirin jiyanî kiriye. Avaşîn coşa vê ya mezin di hundirê xwe de digre û berbi diyarên cûda ve diherike. Bi esas girtina pêşxistina xuliqkariyê, bi zindî kirinê re diherike Avaşîn. Bêyî ku ti tişt bên paş çav kirin, ev xak hûrgiliyên herî biçûk dighîne encamên mezin. Bi yekpare kirina dîrokê re wê yê kevin nû bike, binkeftinê bighîne serkeftin, wê ya gemar xweşik bike û wê coşa hezar salî bide jiyan kirin.

Van xakên ku bi hezar û yek qirêj û zingarî ve hatiye gemar kirin, bi destê neslekî nû yê azad re ji nûve vejîn dibe. Ev xak dûbare bi destê zarokên xwe ve, dengê xwe gihandiye hemû cîhanê…