Çiya yê Cudî

- Site varsayılanı
804 views

Vegotina mîtolojiya de tê gotin ku xwedî nemire, mirov jî bi mirine. Sedemê ku mirov bi mirine jî, jiyana wê û hebûna wê bi mirinê re pêktê. Ji ber ku xwedayan û mîtolojiyan jî mirov bi xwe afirandine ji bo wê jî, vegotina mirovan yê di vê mîtolojiyê de bi giştî tiştên ku di fikre, xeyal dike û tiştên ku dixwaze di hişê xwe de amadedike. Mirovahî ji bo ku jiyan bike û hêza jiyanê bêxe destê xwe de pêdiviyê tiştekî wisa dîtiye. Çîroka afirandina mirovahiyê bi vê awayî pêş ketiye. Destana afirandina mirovahiyê de Kurdistan bûye cîhê afirandina mirovahiyê. Çiya yê Cudî jî weke ku di çîroka wê de jî heye di serdema sedlan 20’an de çiroka afirandinê re parêzgertî kiriye. Bi vê awayî jî em derbasê çîroka afirandinê ya Tufana Nuh bibin.

Di wê demê de gelek xweda û xwudawend hene. Ji van xweda û xwudawenda hin kes tên gel hev û biryara tevahî zîndiyên di cîhanê de jiyan dikin ji holê rakin û tune bikin didin. Enkî ji vê rewşê rehetsiz di be, ji ber ku ji mirovahiyê pir hes dike, ji bo wê tevahî zîndiyan re biryarê ku xwedê di derheqê zindiyan de girtine di bêje. Cardin mirovê ku navê wê Nuh’e jêre bi bêje; “tovê tevahî zindiyên ku jiyan dike kom bike, keştiyek çêbike û bêxe navde.” Ev di heman demê de, çîroka rizgariya mirovahiyê yê ku ji destê deshilatdariya xwedê ya ne.

Cudî cîhê ku mirovan rizgar kiriye parastiye û jiyan dayê

Nuh (Ut-Napîştîm) bi pêşniyara Enkî keştî amadekiriye û di heman demê de zêrên xwe, zîvên xwe, tiştên xwe yê ku ji bo wê pir mezine, kiriye keştî de, ji her zindiyan cotekî û tovên nebatên ku ji bo wan wê kêr were wan jî li keştiyê bar dikin û piştre jî malbata xwe li keştiyê dikin. Agahiyê xwedayan ji vê amadekartiyên Nuh nînin ji bo wê jî ew jî amadekartiyên tufanê dikin.

Piştê wê tufana mezin keştiya Nuh li ser avê di mîne. Ev di hêle ku xwedayên xirabiyê dinava matmayînek de bi mînin. Tevahî zindî ji derveyê yên di keştî de hemû dinava wê avê de fetisîne û tûne bûne. Li hember vê wehşetê Xudawanda Îştar dinava tirsekî mezin de dimîne. Dema Îştar wê wehşetê di bîne pîşman di be lê pîşmantiya wê feyde nake. Ew tufan şeş şêv û şeş roj berdewam dike. Li gor efsanê, keştiya Nuh piştê tufanê li serê çiyayê Cudî ketiye ser erdê. Piştê ku tufan di sekine, roja din Nuh kevokek rê dike lê kevok cardin di zivire, roja din hecîreşke rê dike ew jî tê. Roja sêye mîn jî qijike rê dike lê qijik paşte nayê. Dema paşte nayê pir kêfxweş dibe û keştî dide sekinandin û li ser lutkeyê ku keştî sekiniye qurbanek dide. Îro di milê pir kesan de tê gotin ku ew cîhê ku keştî li ser sekiniye çiyayê Cudî ye. Di destana afirandinê de Cudî cîhê ku mirovan rizgar kiriye, parastiye, jiyan dayê û cîh dayê tê dîtin.

Ev destana afirandina mirovahiyê di olên yek xwedayî de jî tê ecibandin. Her çiqasî tufana Nuh kêmek hatibe guhertin jî lê di Ahîta kevin de jî û Kurana Kerîm de wek wê ne be jî lê bi awayekî wek wê behs dike. Di bêje; “keştî piştê tufanê çil roj şûnde melevanî dike û şeş roj li ser ruyê avê di mîne. Dema av vedikişe ji xwedê xîtap tê û di bêje; “ey erd ava xwe daqurtîne û asîman jî ava xwe bi sekinîne.” Di wê kêliyê de baran disekine û tevahî av jî dawerivîn dinava axê de. Keştî jî nêzî erdê di be, tevahî çiya ji bo ku keştî dayne ser wê dinava hevde li hember hev dikevin nava pêşbirkê de.

cudi daglariÇiyayê Cudî di milê xwezayî de pir bi berheme

Sefîneya ku li serê Cudî ye heya niha jî di milê pir nivîskar û mirovên ilimdar de mijarê lêkolînê ne. Dema etîolojîk jî tê lêkolînkirin wateyê peyvên Nuh û Cudî di zimanê Kurdî de tê wateya cîhê kî nû dîtin. ( Nuh: ango nû, Cu: cîh, Dî: Dît) Ev her sê peyv di bingehên wê yê etîmolojîk de pir kevne. Di heman demê de tê texmîn kirin ku ev B.Z. 10.000 zimanê çandinî ya Neolotîk e. Tê zanîn ku zimanê Aryen jî di van hereman de pêşketiye.

Dema mirov di çe li serê lutkeyên Cudî ango li ser Sefînê ew dem milê wê yê Başur de Silopî, deşta Silopî, çemê Xabur û kêlaka wê jî Zaxo bi dehan gund xwiya dike. Di milê wê yê Rojava jî navenda Cîzra Botan û ava Dîcle û gundên ku li ser hatine ava kirin, milê wê yê Bakur jî bajarê Şirnex, gund û navçeyên girêdayî wê xwiya dike. Milê wê yê Rojhilat jî çemê Hêzil, Sîneht, Mîrfeşîş û herema Heftanîn dirêj dibe. Rêya ku ji Bakurê Şirnexê derbas di be, Rojava de Cizîr, milê Rojhilat jî Sêgirkê, Beytûşebap û ber bi Qilebanê ve diçe. Dema mirov ji navenda Şirnexê berbi Cudî ve rê dikeve, gundê Nerex û berbi ocaxê re jî ve rû bi rû tê. Dema ji Nerexê û ocaxên re jî derbas dibin mirov diçe deşta Benavya û gundê wê, ji wê deştê dema ber bi Rojava ve mirov diçe, ber bi Cudî ve tê çûyîn. Dema rê û rê were çûyîn wê demê mirovê bigihje ber bi qontarên Cudî û digihîje gundên di qontarên wê de Alît û Cîfa. Geliyê ku gundê Cîfan tê de cîh digre gelîyek pir kure û avên pir xweş, di derdorê wê de jî rezên tirî, guz, hinar, bîh, hirmî û darên sêvan hene. Ev jî dide diyar kirin ku çiyayê Cudî di vê xetê de di milê xwezayî de pir bi berheme. Ev berhem û xweşik bûyîn ji Cîfanê, di milê Rojhilat de Gîlîndor, Sîpîndarok û Gundik Remo, ji Rojava jî Akît, Seravê û gundên Avkamasiyan dirêj di be.

Dema mirov ji Cîfanê tevger dike û di hilkişe çiya kêmekî milê rastê ve diçe dikeve deşta Gaza Karçikan. Geliyê ku di milê çepê de û rê nade geliyê Hirçan mirov nikare biçe Cudî. Beriya ku mirov bigihije Gaza Karçikan rêyekî pîj û bi fitlonekî dide xwe û wê rêye de dihilkişe û deriyê Çirçira de di çe ser çiyayê Cudî.

Gabar Cudî silav dike

Cardin eger mirov li ser serê Cudî li Gabarê meyzedike mirov di bêje qey bi ew daristanên xwe yê kesk û mezin re Cudî silav dike. Di heman demê de gava mirov ji Gabarê ber bi milê Rojhilat ve meyze dike mezin bûn, heybet bûyîn û serwer bûyîna Cudî bi efsaneya xwe re ber çavê mirov zindî di be. Bi taybet jî di kêliyên dema roj hiltê û di çe ava, lûtkeyên Cudî bi sorikî boyax dike. Dema mirov wê kêliyê di bîne di bêje qey Cudî xwe bi agir pîroz dike û li ser lûtekeyê wê agir pê dikeve.

Kêra weke kemerek dirêj dibe û Cudî, Gabar hev dide girêdan û sîlsîla wê jî weke pişta kêre bi boxaza Kasrok û çemê Rîsor Cudî û Gabar ji hev qut dike. Dema yek ser mirov di milê Rojhilatê Cudî de di meşe, di milê gundê Şax yê rastê de derbasê Kayser-î Rom di be û milê wê de jî di gihije Kelha Kayserî. Ji virjî berbi newalek ve mirov dimeşe di gihije, Kaniya Qîza Mîr, ji wir jî di gihije şikefta Mîr. Di binya sirtên li ser şikefta Mîr ango pozê Ataturk tê derbas kirin û mirov xwe ber bi jêr de berdi de di gihije Girê Hirmo.

Du qontarê Cudî yê milê Başur de bi dehan gund hene. Çemê Hêzil di milê Rojhilat de di herike û çemê Xabur jî pêre di be yek. Her çiqasî Zaxo û Silopî ji hev qut bike jî lê dema mirov li ser serê Cudî meyze dike her du bajar hevbend xwiya dikin. Di xeta Başur de û di herema Silopî de ango di milê deştê de dema mirov meyze dike ji Cizîrê heya Mîrgêşîşê dirêj dibe û lûtkeya wê carna bi duman, carna jî sorîk û bi heybeta xwe re bilind bûyîn û tirsa ku mirov nikare bi gihîjê di mirovan de neqîş dike. Lê her ku mirov nêz dibe êdî Cudî mirovan dikşe hûndirê xwe û hestê ku ez zû bigihijim di mirovan de pêş dixe. Ji milê Başurde li gundê Silopî yê binavê Bespîn ê ku hem ji Mislimana hem jî Xiristiyana ava dibe tê derbas kirin, mirov dikeve hûndirê tenga Bespin piştê wê jî di gihijê tepeyê bi navê Herbol. Dema mirov vê şivêriyê bi şopîne wê girê Çolya û gundê Aynak derbas bike û bigihije lûtkeya wê. Piştê riyek dirêj û ewqasî westandin di gihije Deriyê Berana û li vir jî hemleyek dawî hilkişandin destpêdike û piştê meşekê kin şûn de di gihije cîhê Sefîna Cudî.

CUDI DAGI 2Xweşikbûna kaniya Bilurvana

Xeta milê Başur jî gundê sala 1994’an de hatiye şewitandin û piraniya xwe ji Asurî ne gundê Hesenan re derbas dibe û ji deşta Hesenan bi meş demekê şûnde mirov di hilkişe jor. Ev şiverê di gihije deriyê Kemalokan. Ji vê deriyê jî dema mirov xwe kêmekî bide milê Rojhilat û wê şiveriyê berdewam bike, di dawiya meşekê dirêj de mirovê bi gihije kaniya ku di quntarên Cudî de di herike. Navê vê kaniyê jî kaniya Bilurvana ye. Ji sirtê Bilurvan jî mirov digihije deriyê Kera û ji vir jî di gihije lûtkeya Cudî.

Girê Zerinkêr, di milê Başur ê Cudî de lûtkeya herê bilinde. Zerinkêr, cîhekê tazî, pîj û bi qontarên xwere, pir rageş û bi heybete.

Ji Zerinkêr ber bi jêr ve gelî bi gelî mirov  bi meşe wê bi gihije Mile Şikeftokan. Şikeftên dîrokî yê li vir deriyê wan pir tenge lê dema mirov dikeve hûndirê wê de ewqasî firehe ku cîhê 250-300 kesan tê de heye. Li gor gotina di berê de ev şikeftane weke cîhên parastinê dihatin bikaranîn.

Ji milê Şikeftokan yê Rojava de raste rast mirov rê bikeve wê bi gihije Çelê Jahr. Çelê Jahr weke kelha xwiya dike û sirtê wê yê ku ji Başur ve berbi Bakur ve diçe ji ber daristanên wê pir asiye ji bo wê jî ji bo gerîlatî cîhekê pir xweşe. Şiverêyen pîj yen ku ji deriyê Çilmêran derdikeve di gihije lûtkeya Cudî yê di milê Rojhilat de. Li ser lûtke jî meşa ku bi çend seatan ber bi milê Rojava ve were kirin wê piştê wê bigihije Sefîneya Cudî.

Ji ber wê jî di dîroka tekoşîna me de cîhê Cûdî yê dîrokî pir rehet tê dîtin. Li vir ya herê giring rast rêxistin kirina wê ye. Ji bo wê jî di destpêka şerê gerîla heya roja me ya îro Cudî bûye herema gerîla.

Cudî di milê dîroka xwe de bûye xwedî yê malê

Erdnîqariya Cudî cîhekê mezin digre. Çawa ku mirov dikare di her cîhê de bikeve Cudî, di heman demê de jî di hûndirê çiya de jî di her newalê de, her girê wê de mirov dikare xwe bi cîh bike û ji bo tevger kirinê jî û xwe veşartinê jî mirov dikare pir rehet bikar bîne. Cardin Cudî weke herem jî di sêgoşeya Tirkiye, Suriye û Iraq ê de di mîne. Di vê wateyê de herema Cudî di milê jeo-stratejîk de cîhekê giring digre.

Cudî weke herem jî ji bo çareser kirina pirsgirêkên gel bi çavkaniyên xwe yên jiyanî ên bin erd û ser erd jî xwedî cîhekê ye. Bi taybet jî di milê wê yê Bakur de bi ocaxên xwe yên rejî re, tûtin û pembûyên di deşta Silopî de di çînin jî di nava dewlemend bûyîna wê de cîh digre. Di her çar milên wê de kaniyên di herike hene, baxçeyên wê yên ku her cûrên fêkî dinav de şîn dibin ji bo aboriya gelê wê derê jiyan dikin.

Cudî di milê dîrokî de jî ji bo gelek şaristaniyan û gelan bûye xwedî yê malê. Dema mirov cîhên ava bûne baş lêkolîn bike wê bi şopên gelên li wir jiyan kirine, çanda wan û şaristaniya wan re rast were. Heya niha jî di heremê de Asurî, Keldanî, Ermenî her çiqasî weke ku bûne Kurd xwiya bikin jî lê çanda mozaîk bûna vê heremê dide diyar kirin. Rewşa heremê ya jeo-stratejîk jî dide diyar kirin di dîrokê de bûye xeta derbas bûna gelek artêşan, li vir şer kirine û şopên xwe jî hêlane. Berbi dawiya sedsala 20.de ji derveyê gundê Asuriyan yên binavê Hesenan û Besbin gelên deverê tevahî ji Kurdin. Gelên di heremê de di milê avahiya civakî de, dîrokî de, çandî de û aborî de bi awayekî cûda cûda xwe dide xwiya kirin. Ji ber ku Botan navende ji bo wê jî Kurdîtî, kevneşopî û  tore di asta herê jor de tê jiyan kirin.

Ji demê “dewleta Kurdan Merwanî” heya niha Cizîr rê li hember pêşketinên giring vekiriye û di dîroka Kurdan de jî cîhekî xwe yê giring heye.