Jinên dibin siya cîhana raman de

- Lîlyan ÇIYA
650 views


Dibe ku we navê Marie Le Jars de Gournay nebihîstibe. Ew jî yek ji wan jinên bîrewer e ku di dema serweriya zilam de ketiye p
lana paş. Emê di vê nivîsê de qala çend jinên xwedî raman yên di cîhana felsefeyê de bikin. Dema em li cîhana zanistî temaşe bikin, kêm be jî emê rastê jinên zanyar yên wek fîzîkzana navdar Marie Curie bên.
Arîstotales, Platon, Descartes… Dema em dibêjin feylesof, navên ku cara ewil tên bîra me jî ev nav in.  Sedema vê yekê jî ne eve ku hizirandin wek huner û jêhatîbûna zilam e. Sedema v

Untitled-1ê belgeyên ji aliyê jin we hatine amadekirin, wek yên ji aliyê zilam we hatine amadekirin ne hatine parastin û îhtimam pê nehatiye kirin. Ev yeka han jî bûye sedema ramanên ku jin diparêzin têk biçin. Li Ewrûpa di dema nêçîra pîrhevokan de jin wek pîrhevok tên dîtin û tên şewitandin; dema em li ser sedemên wê radiwestin em dibînin ka çawa bi vê yekê xwestine jinê bêxin plana duyemîn û hêza wê têk dibin. Ji bo vê weke ku emê di vê nivîsê de jî bibînin, jin bûn ligor zilaman hîn zortire û tê wateya hîn zêdetir dibin şert û mercên zehmet de têkoşîn pêşxistin ê. 

Theano a ji Krotonê (B.Z 600)

Jina ku wek yekemîn feylesofa serdema antîk tê zanîn, Theanoya ji Krotonê ye. Tê texmîn kirin ku B.Z di navbera salên

600-550’an de jiyan kiriye. Ew hevjîna Pythagoras (Pisagor), xwendekar û her wiha yekemîn şopînera wî bû. Theano bi Matematîk, geom

etrî û felsefeyê re mijûl bûye. Piştî mirina hevserê xwe dibistana Pytagoras birêve biriye û ders daye xwendekarên keç.       

İskenderiyeli Hypatia (M.S 350 - 415)

Theano jî wek Pytagoras ên din da ye zanîn ku mal bi hejmaran ava dibe. Girîngî daye matematîk û muzîk ê, her wiha doktirînên reenkarnasyonê dibarêze.

İskenderiyeli Hypatia (M.S 350 – 415)

Yek ji jina bîrewer a herê bi nav û deng ya serdema antîk Hypatîa ya ji Îskenderiye yê ye. Feylezof, zanista Astronomîk û Matematîkzan e.

Serdema Navîn: Hîldegard a ji Bîngen ê (1098 – 1179)

Bingenli Hildegard (1098 - 1179)Hîldegard a ji Bîngen ê, di sala 1098’an di nav malbatek torîn de tê dinya yê, 30 salên xwe di hucreyek jin de derbas dike. Pişt re jî sonda ji bo rahîbetiyê dixwe. Li herêma Rheinland a Elmanya yê ji keşîşxaneyên zilaman cûdatir, bi awayek xweser keşîşxaneya xwe avadike. Hîldegard yek ji pêşenga fikra Mîstîtîzm e û ligor wê Xweda-mirov û kozmos hemû yek e. Ev yek jî di pirtûka xwe a bi navê “Scvias” de nivîsiye. Derveyê vê berhema xwe, li ser exlaq jî di berhema xwe a bi navê “Liber Vintae Meritorum” nêrînên xwe aniye ziman. Dîsan di berhema xwe a bi navê “Liber Divinorum Operum” de behsa têkiliya di navbera mirov-kozmos dike.

artikel268Marguerite Porete (1255 – 1320)

Yek ji jina wê serdemê jî jina bi navê Marguerite Porete ku li Fransa yê jiyan dikir. Yek ji nûnera rêbaza Mîstîsîzmê bû. Di berhema xwe a bi navê “Fesîhbûn Awineya Rih e”, daye zanîn ku divê rih bi temamî azad be û ev nêrîn parastiye. Her wiha daye zanîn ku lazime bi dêr û çîna rahîban re hemû têkilî bên qut kirin û bi xweda re têkiliyek ferdî bê danîn. Ji ber ramanên xwe bi sûçdariya rê derketina ji dîn, tê girtin û tê şewitandin.

Christine dChristine de Pizan (Pisan) (1364 - 1430)e Pizan (Pisan) (1364 – 1430)

Di wê demê de yek ji jina feylesof jî Christine de Pizan a bi eslê xwe ji Îtalya-Fransa yê ye. Pizan di temenê xwe yê ciwan de bî maye û ji gelek giregirên bajar e wek nivîsvan xizmetê dike. Gelek nivîs û helbest nivîsîne. Bi giştî 30 pirtûk nivîsîne. Berhemê wê yên bi navê “The Book of the City of Ladies” û “The Treasure of the City of Ladies” xebatên wê yên herî girîng in.

Tullia d’Aragona (1510 - 1556)

Tullia d’Aragona (1510 – 1556)

Feylesofa Îtalî Tullia d’ Aragona ku perwerdeyeke baş dîtiye, di berhema xwe a bi nav û deng, “Diyalog in li ser

 Bêdawîtiya Evîn ê”bi nêzikahiyek Platonî li ser evînê nêrînên xwe tîne ziman. Bi tewambariyên wek pîrhebok û fahîşe re rû bi rû dimîne.      

Olympe Olympe de Gouges (1748-1793)de Gouges (1748-1793)

Yek ji jina xwedî raman a serdema ronîbûnê Olympe de Gouges bû. Ew yek ji wan kesane ku li ser mafê jinan cara ewil raman pêş dixîne. Li ser saziya dêr û zewacê gelek ramanên bi rexne pêşdixîne û dinivîsîne. Romanên ku pirsgirêkên civakî tîne ziman dinivîsîne. Di berhema xwe a bi navê “Danezana mafê hemwelatiyên jin û jinan” wekheviya jin-zilam diparêze. Ji ber ramanên xwe destpêkê tê girtin, dûv re jî bi giyotînê tê dardekirin.

Margaret Cavendish:

Yek ji jina feylesof jî Margaret Cavendish e. Cavendish di navbera salên 1623-1673 li Îngilîstanê dijî û ji malbatMargaret Lucas Cavendisheke esîl e. Lêbelê perwerdeyeke baş nedîtiye. Di vê demê de bûyerên siyasî yên rû didin (darvekirina Qiral) rê li sirgûna Margaret a li Parîsê vedike. Li vir bi Mareşal W. Cavendish re dizewice û bi demê re li ser felsefeyê perwerde dibîne. Cavendish ku di sala 1660’an de dîsan vedigere Îngilîstanê û beştarî civîna yek ji akademiya herê kevin a nav û deng “ Royal Society of London” dibe. Her wiha ewilîn jine ku beştarî civîna wê derê dibe.        

Ligor Cavendish ê tişta ku em jê re madde dibêjin sabît nîne, berovajî ruhbere. Madde, zeka û hiş aîdê xwezayê ye. Madde di nav xwe de guherînê çêdike, insan jî aîdê xwezayê ye û li ser madde hêza vê a danekirinê tune ye. Madde û insan hevgirtina yek parçeyê pêk tînin. Insan dibin qey di nav hebûnan de ew herê biaqil in, di derbarê xwezaya zîndiyên din de tu agahiyên wan tune ne.     

Mary AsteMary Astell (1666 - 1731)ll (1666 – 1731)

Yek ji feylesofa serdema ronîbûn –serdema modern Mary Astell e. Mary ji apê xwe yê ku bi dîn re mijûl dibû perwerdeya matematîk û felsefeyê dibîne. Xwe di wan qadan de pêş dixîne û pişt re li Londra yê bi cî dibe. Di şêweyê hizirandinên wê de bandora fikra Descartes û Locke tê hîs kirin. Di ramanên xwe de cî dide mafê jin û balê dikşîne ser girîngiya perwerdehiya jin û tevlîbûna jin a di her qadên civakî de. 

Marquise Emilie du Chatelet:

Emilie_Chatelet_portrait_by_LatourMarquise Emilie du Chatelet, di navbera salên 1706-1749’an de li Fransayê dijî û di temenê biçûk de perwerdeya bi Latînî, Îngilîsî, Îspanî, fîzîk û dîrok ê dibîne. Xwe di wan beşande pêş dixîne. Herçend di temenê ciwan de dizewice jî ev rewş wê bisînor nake, di mijara zanistî de hîn zêde dixebite û bi taybetî li ser matematîk û fîzîkê perwerde dibîne. Bi nivîskarê navdar yê Fransî Voltaire re li ser mijara cûda bûna dêr û dewletê demeke dirêj lêkolînan çêdike.       

Yek ji nivîsa herê girîng a Emilie du Chatelet, “lêkolîna li ser bextewarî yê” ye. Ligor vê pêvîste mirov xwe ji azweriyan rizgar bike. Azwerî jiyana mirovan bi zehmet dike, ji bo vê lazime mirov jê bireve. Raman tenê bi mentiq re nabe bê dorpêç kirin, pêvîste îrade û azweriya kes jî bikaribe ramanên wî/ wê bandor bike. Dema kes xwe azad û bê kêmasî bi nav dike, lazime biryarên xwe jî bi îradeya xwe bistîne û vê yekê jî biparêze. Kes encax bi vî rengî dikare bigihêje bextewariyê.

JohanJohanna_charlotte_unzerna Charlotte Unzer:

Johanna Charlotte Unzer, di navbera salên 1725-1782’an de li Elmanya dijî û yek jî bîrewera wê demê ye. Unzer ji malbateke esîl tê û cara ewil bi xebatên xwe yên helbestan re derdikeve pêş. Pişt re bi felsefeyê re elaqeder dibe. Di vê qadê de yekemîn xebata wê a bi navê “Ji bo jinan xetên bingehîn yên felsefeyê” ye. Ligor wê fikra felsefîk, bi ceribandin û fêmkirina felsefeyê a ji aliyê her kesê/î de destpê dike. Unzer dem bi dem ji ber tengasiyên malbatî ger neçar mabe ku navber bide xebatên xwe jî lê xebatên xwe yên li ser felsefeyê domandiye.   

Rahel Varnhagen:

Rahel_VarnhagenVarnhagen, di navbera salên 1771-1833’an de li Elmanya jiyan kiriye. Varnhagen ku ji malbatek birêz a Yahûdî ye, bi qebûlkirina bavê wê li Berlîn ê dest bi perwerdeya xwe dike. Bi taybetî di mijarên zimanê biyanî, wêje û felsefeyê de xwe pêş dixîne. Piştî hatina Napolyon a li Berlînê bi şûn de şert û merc tên guherîn, ji ber nêzikahiyên wê demê a li dijî Yahûdiyan, rojên gelek bi zehmet dijî. Bi awayek başkêş Xiristiyantiya Katolîk dipejirîne û dizewice.    

Ligor Varnhagen her tişt girêdayî ramane, li şûna mijaran a bingehîn ramane. Ramanên azad di hemû hêmanên civakî de pêvîste xweser bê pêşxistin. Felsefe ver xuya ye karê mirovên wêrek e. Di mijara ligera heqîqetê de ne pêvîste ku mirov bitirse. Varnhagen, ramanên xwe yên di mijara felsefeyê de bi aforîzma û nameyan tîne ziman. Di van nivîsên xwe de dide diyar kirin ku insan hebûneke ku nayê fêmkirin e.

Çavkanî: Dünyalılar