Jiyan û Serpêhatiya Mamoste Êma Kêjno

- Site varsayılanı
561 views

Mamoste Êma Kêjno ji Kurdên Ermenîstanê ye û di sala 1850’an de li bajarê Serhedê koçê vir kirine. Her çend salên dirêj di gundekê de ku qet Kurd nîn bûn dijiyan, lê tu caran zimanê xwe ji bîr nakin û dewlemendiya çanda xwe a kevnare bi gelê ermenî didin nasîn. Emê jî wek rojnamya Newaya Jin jiyan û nêrînên Êma yên di derbarê Kurd in Ermenîstanê û jiyana wan bi we re parwe bikin.

“Bav û kalên min ji Serhedê Koç kirine”

Êma Kêjno da zanîn ku wan ji bajarê Bakurê Kurdistanê Serhedê koçê vir kiriye û wiha got: “Navê min Êma kêjno ji Kurdên Ermenîstanê û ji eşîra selmo me. Kal û bavê me ji Serhedê navçeya Qersê koçê Ermenîstanê kirine. Ji ber kalê min ez hîn gelek biçûk bûm û ji mêj we ye çûye rehma xwedê, ez baş nizanim ka em ji kîjan gundê Qersê bûn e. Ligor ji me re hatiye rave EMA KEJNOkirin di Sala 1850’an bav û kale me ji Qersê koçê Ermenîstanê dikin û li vir bi cî dibin. Destpêkê li herêma Telînê gundê Bayîsê û dûv re bavê min di 1964’an de li Bayîsê hatine herima Şîrakê, rayûna ertîkê gundê Arînyatsê ku berê jê re digotin sungurlû. Bavê min sala 1939’an de heta 1948’an de di nav artêşa sovyetê de du salan leşkeriyê dike. Ji xwe wê demê şerê Almanya û sovyetê a 1941’an destpê kiriye. Bavê min heya sala 1945’an nêzî neh deh salan di nav şer de maye û venegeriya ye. Piştî ku bavê min dizivire, dizewice û danzdeh zarokên wî çêdibin. Em çar xwîşk û heşt bira ne. Bavê min piştî ku dizewice û di sala 1964’an de tê Arînyatsê û ez li vir hatime dinya yê.”
Kêjno balkêşand ser rewşa gelê Kurd a vê demê û wiha pêde çû: “Sedemê hatina me a vir jî ji ber ku di wan deman de pirçîbûn, bê karî û zehmetî pirr bûne û malbata min nekariye debara xwe bike. Yek ji sedema hatina malbata min a vir jî malbata min dixwest ku em li vir bixwînin. Ji ber ku di wê demande perwerdeya kurdî dihat dîtin û bi zimanê ermenî perwerde nîn bû, ji vê çendê jî kes nedikarî here zanîngeh ê. Min heya refa dehan li vir xwend û dûv re li Erîvanê min beşa matematîkê qedand. Piştî ku min zanîngeh qedand bi şûn de, şeş salan li gundê Horumê xebitîm û 1996’an hatim vir û heya niha li vir mamostetiyê dikim. Her wiha min derveyê beşa matematîkê, beşa derûnnasiyê jî bidawî kir. Ji 2012’an pêve jî ez weke berpirsa giştî a dibistana Arînyatsê kar û xebatên xwe didim meşandin”.

“Pêvîste em zana û bihêz bin”

Êma Kêjno, her wiha balê dikşîne ser jiyana vir jî û wiha dibêje: “Di vî gundî de em wek malbateke Kurd tenê dijîn û gund bi giştî ermenî ne. Berê li vir Kurdên me yên êzîdî hebûne, lê bi demê re koçê cihên din kirine û kes li vir nemaye. Navbera me û gelê Ermenî pirr baş e. Mirov lazime berê her tiştî xwe bi xwe qedir û qîmeta xwe bizani be. Bikaribe xwe biparêze û mafê xwe baş bizanibe, ji ber ku ev yeka han pirr girîng e. Gelek caran ev pirs ji min hatiye kirin ka em çawan li vir bi tenê jiyan dikin. A girîng mirov li ku derê be bila bibe û biçe ku bila biçe, pêvîste berê her tiştî bizanibe çawan jiyan bike. Pêvîse em di mêjiyê xwe de bihêz bin û bizanibin çi dikin; dema kes rast tevbigere, di navbera gelan de tu caran pirsgirêk û nakokî dernakevin.”
Kêjno wiha didomîne: “Li Ermenîstanê rewşa jinan mirov nikare bêje ku pirr başe, ji ber ku jin nikarin daxwaza mafê xwe bikin û ji bo vê têkoşîneke xurt bidin meşandin. Jin di nav malbat, civat û civakê de bêdeng dimînin û çi di nav malbatê de, çi jî di nav civakê de tu mafê wan tune ye. Bi kinahî mirov dikare bibêje ku jin li vir rojane bi gelek zor û zehmetiyan re rûbirû dibin. Bi taybet jî ev rewş ji bo jinên derfetê wan yê perwerdehiyê nîne û di mal de dimîn in, hîn bi zehmet dibe. Pêvîste jin di hêla hizir û raman de pirr xurt bin ku bikarin di nav malbat, dibistan û civakê de rola xwe bilîzin. Li Ermenîstanê zagonên parastina jinê hene; lê jin wan mafên xwe nizanin û dema bi rewşeke tundiyê re rûbirû dimînin jî li pey mafê xwe yê zagonî de naçin û ji bo vê hewildanên wan çênabin. Tevgerên parastina maf û hiqûqê a jin jî kêm dimîne û ligor tê xwestin nikare bibe bersiv.”

“Rola malbat a di zewaca temenê biçûk de”

Kêjno di berdewama axaftinên xwe de bal dikşîne ser rola malbat a di perwerdehiya zarokan de û wiha pêde diçe: “Di dema sovyetê de gelek keçên Kurd yên xandewan hebûn û asta pêşketin û zanyariyê hîn baştir bû. Lê piştî hilveşîna sovyetê, mirov dikare bibêje ku ev rewş bi giştî hat guhertin. Û hema bêje gelek jin di temenê gelek biçûk de hatin zewicandin. Ev rewş di roja me ya îro de jî tê jîn û gelek keç di temenê 13 û 14’an de dizewicin. Di vê mijarê de helbet malbat berpirsyar in û mirov dikare bibêje ku rola dayîk û bav li pêş e. Ji xwe asta xwandinê pirr zêde ketî ye. Malbat nizane ka ev rewş li ser fîzyolojî û derûniya zarokan bandorek çiqas xirab dide awakirin. Di civaka vir de li hev mêze kirinek heye; mînak, yek dikare bi rehetî bibêje filan kes keça xwe da mêr, ez jî keça xwe bidim mêr. Ji bo vê birastî jî jiyana jinan gelek zehmete. Malbat bila hinek zor û zehmetiyê bikşînin, lê bila zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin û bidin xwendin. Ji ber ku pêşeroja gelê me û civaka me bi zarokên xwende û zana ku bikarin ji civaka xwe re pêşengtiyê bikin, heye. Mirov dikare bi çanda xwe, gelê xwe li cîhanê bide nasîn, ne bi zewac ê.”

“PKK navê ji nû ve vejiyan gelê Kurd e”

Kêjno, li ser nasîna tevgera azadîxwaz a gelê Kurd PKK’ ê jî radiweste û wiha dibêje: “Min tevgera azadîxwaz a PKK’ê di sala 1991’an de nas kir. Berê nasîna tevgerê gelê Kurd, me şerm dikir ku bêjin em Kurd in. Lê bi nasîna tevgera PKK’ê û xwendina pirtûk an min Kurd bûna xwe nas kir, min zanî ka ez kê me û ji ku hatime. Wek jinekê ez pirr serbilind im ku îro civaka xwe û mafê xwe diparêzim. Hebûna PKK’ê û hevalan heyecaneke cûda dida min, min li gel wan hîs dikir ku ez nav gelê xwe me. Bi taybet dema kurmancî dihat axaftin pirr keyxweş dibûm. Wê gavê min xwe li welatê xwe hîs dikir û dikarim bibêjim ku hebûna wan hevalan ku hin ji wan gihiştin asta şehadetê, bandorek mezin li ser min da avakirin. Min hertim ji xwe re digot ku heya wê kêliyê jî min wek jin nedizanî ez kême û bi nasîna wan re her tişt ji bo min yek car guherî. Hebûna wan têkoşeran kelecaneke mezin dixist nav dilê min. Ew insanên jîr û zana bûn, gelek caran pirsên wisan dikirin û mijar pirr bi awayek hustane zelal dikirin ku ez matmayî dimam. Wê gavê min ji xwe re digot ku ka ez çiqas di paş de û kêm mame.”
Mamoste Êma Kêjno bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Lazime gelê me yek be û Kurdê misilman û êzîdî ji her demê zêdetir yekbûna xwe pêk bînin. Em yek netewe ne û negengaze em ji hev cûda bibin.”