‘Ocalan bû sembola aştiya hemû gelan’

- Mülkiye Birtane
607 views

MANETDi roja me ya îroyîn de pergala modernîteya kapîtalîst di nav kaoseke kûr de ye. Herêmên ku herî zêde ev kaos lê bandorê dike erdnîgariya Rojhilata Navîn, Anatolya û Mezopotamyayê ye. Ev pergal gelan û deskeftiyên wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hemû dewlemendiyên vê axê yek bi yek ji aliyê dagirkeran ve tên talankirin. Pergala ku bikaribe li hemberî vê talanê derbikeve jî tevgera azadiya gelê kurd û mîmarê wê Serokê gelê Kurd Birêz Ocalan in. Ji ber ku pergala azadiyê bûye tirsa dagirker û desthilatdaran, bi her awayî rastî êrîşên wan tê.
Wekî ku tê zanîn di sala 1999’an de bi hemû hêza xwe ya qirêj van hêzên emperyalîst xwestin ku tevgera azadiya gelê Kurd bê Rêber bihêlin. Li ser vê esasê Birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl girtin û radestî dewleta Tirk kirin. Bi vê helwestê tevgeriyan ku heke ev têkoşîn bê Rêber bimîne, dê wek serhildanên Kurdan ên berê bê serî bimîne, belav bibe û têk biçe. Lê tişta ku hesab nekiribûn sekna Birêz Ocalan a ji bo aştî û jiyana azad bû. Hemû pilanên dagirkeran bi pirojeyên gerdûnî hatin pûçkirin û Birêz Ocalan bû sembola aştiya ne tenê ji bo Kurdan, ya ji bo hemû gelên bindest, ên Rojhilata Navîn. Hêviyên gelan li ser vê axa pîroz careke din şîn bûn…

‘Ocelan wek qendîlekê der û dora xwe ronî dike’

Wê gavê lazim e ku di serî de gelê Kurd û gelên bindest ên vê erdnîgariyê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û ji bo azadiya wî di nav tevgerê de bin. Heta niha ji bo sererastkirina şert û mercên jiyana wî ya li girtîgehê gelek çalakî pêk hatin. Ev hemû xwedî wate ne. Lê, ji bo ku bigihîje encameke erênî hewcedarî bi rêbazên ku wî azad bikin hene. Êdî daxwaziya azadiya wî divê ji aliyê hemû gelan ve bê kirin. Wekî ku Metropolîtê Suryanan ê li Midyadê jî di peyameke xwe de anîbû ziman: “Ocalan wek qendîlekê (çira) ji bo azadiya gelan bi fikr û ramanên şoreşgerî der û dora xwe ronî dike, lê bi xwe jî dişewite û dihele. Divê gelên Rojhilata Navîn jî xwediyê vê paradîgmaya sedsalê ya ku xelasiya gelan esas digire û nirxên berxwedanê fêrî gelan dike, xwe bikin mertal, azadiya wî bixwazin û nehêlin ku ew di zindanê de bimîne û nehele.”

‘Hêvîkirina aştiyê ji dewleta Tirk hêviyeke vala ye’

Azadiya Birêz Ocalan tê wateya azadiya hemû gelan û înşakirina aştiyeke mayînde ya Rojhilata Navîn. Paradigmaya ku wî pêşkêşî cihanê kiriye paradigmaya xelasiya gelan a ji paradîgmaya desthilatdar a Modernîteya Kapîtalîst a ku dibe sedema şer û pevçûnan e. Aştî peyveke ku wisa her kes bi lêv bike û paşê jî dev jê berde nîn e. Divê bibiryar li ser bê rawestandin ku bigihîje armanca xwe. Ev yek jî dê tenê bi destên gelan û aştîxwazan pêk were. Hêvîkirina aştiyê ji Dewleta Tirk û dewletên dagirker hêviyeke vala ye û tu caran  ev dewlet nikarin aştiyê bînin Rojhilata Navîn. Aştî kareke giran e, lê heke ji dil nêzîkatiyek hebe, wê gavê ew qas jî hêsantir e. Ji bo wê jî li heviya dewletê hîştin, çareseriyê dereng dihêle.
Em dizanin ku dewlet her gav dixwaze desthilatdariya xwe li ser axa ku lê dijî bidomîne. Heke desthilatdarî û aştî bi hev re bibûna, divê îro li Rojhilata Navîn ev şer û pevçûn çênebûna. Li seranserê Kurdistanê ji ber ku desthilatdarî dixwaze xwe xurtir bi bandor bike, her roj êrîşê gel dike, qetlîaman pêk tîne û gelan tune dihesibîne. Li hember wê jî hêza aştîxwaz ber xwe dide û dibêje:  “Em pêkanîn û sazkirina aştiyê li benda dewletê nahêlin, em ê bi xwe biafirînin. Afirandina aştiyê hêsan nîn e û ji bo wê jî divê şerekî dijwar bê kirin. Di vê pêvajoyê de mimkun e ku gelek bedelên giran jî bên dayîn.”

“Jina azad jiyan û civaka azad e”

-Di nav hêzên aştîxwazan de, hêza herî çalak a jinan e. Gava ku jin dakevin qadan û li hemû qadên jiyanê bikaribin birêxistinî tev bigerin, aştî û azadî jî dê pêre derkevin holê. Gava ku aştî û azadî derkevin holê, hem bingeha jiyana azad tê afirandin, hem jî pêkanîna paradigmaya Birêz Ocalan  di nav civakê de bi cih dibe. Îro jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê pêşengiya jinên Rojhilata Navîn û cihanê dikin. Bi her awayî serkeftina xwe ya “jina azad jiyan û civaka azad e” îspat kirine û divê di warê çalakiyên ji bo azadiya Birêz Ocalan jî pêşengiyê bikin. Kampanyaya ku bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ve hatiye destpêkirin jî hêjayê gotinê ye û divê hemû jin xwedî lê derkevin…Ev xwedî lê derketin ji bo bi destxistina maf û azadiyên ku bi hezaran salane ji destên jinan hatine girtin û aştiya navxweyî ya vê erdnîgariyê ye. Tişta jêneger ew e ku ji nû ve bi destên jinan afirandina van mafan dîsa bi destên wan neyên parastin û xurtkirin, di demeke kurt de dê yek bi yek bi destên desthilatdaran bên tunekirin. Ji bo wê jî wek hemû qadan mafê  parastina rewa ya jinan derdikeve pêş. Pergalên ku maf û azadiya jinan dernexin pêş, nikarin aştî, azadî, wekhevî, serkeftin an jî aramiyê di nav civakên xwe de bi cih bikin. Jin jî divê wek civakên aştîxwaz tu tiştekê ji dewletê nexwazin, ew bi xwe ji bo hemû mafên xwe di hemû qadan de têbikoşin. Ev têkoşîn jî bê navber sazîbûneke azad dixwaze.
Sazkirina aştiyeke mayînde di heman demê de sazkirina rêveberiyên cewherî ye û ev jî yek ji pirojeyên herî mezin ên Birêz Ocalan e.

‘Rêveberiyên xweser bi civaka exlaqî û polîtîk pêkan e’

Rêveberiyên cewherî alternatîfa rêveberiya netew dewletê ya ku tek parêziyê li ser gel û civakan ferz dike ye. Êdî ev feraseta dewletê ya kilasîk, neteweperest û şerxwaz hêdî hêdî ji aliyê gelan ve vediguhere neteweya demokratîk. Ev pergal û feraseta jiyana azad li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû gelan bû nimûne. Hemû gel, netewe û bawerî bi hebûn û nasnameyên xwe dijîn.  Pergala ku hatiye afirandin ji bo Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn a demokrasî + dewletê ye û wekheviya gelan û kesên azad esas digire. Hişmendiya rêveberiyên cewherî bi civakeke exlaqî û polîtîk dikare xurt bibe. Ev jî di qadên siyasî, civakî, hiqûqî, aborî, ekolojî, dîplomasî, çandî û xweparastinê de derdikeve pêş.
Em dikarin bibêjin ku afirandina demokrasiyê bi xwe re aştiyê jî tîne. Aştiya navxweyî jî tê wateya demokrasiyê. Hemû çand û nasname bi rengên xwe careke din li Rojhilata Navîn derdikevin pêşberî cihanê. Ev pergala azadiyê ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê ye. Heke Tirkiye di nav xwe de vê pergala demokratîk bikaribe bi kar bîne, dikare hemû bajarên xwe bi rêxistin bike û di nav aramiyê de bijî. Ji ber ku ev pergal tenê ji bo herêmekê nayê xwestin, tevahiya Tirkiyeyê dê bi vê pergalê li herêman jiyana demokratîk pêk bînin. Divê rayedarên Tirk jî dev ji helwestên xwe yên tekparêziyê berdin û daxwaziyên gelan ber çavan bigirin. Ev ê jî rê li pêşiya hemû nakokiyan bigire.  Gava ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe, dê pergala pir çandî, pir rengî û ya demokrasiyê bi cih bibe û bandora navendî kêm, a herêmî zêde bibe…  Bi gotineke din jî em dikarin bibêjin, ev pergal  “kêm dewlet, zêde civakbûn”, an jî “kêm qedexe, zêde azadbûn e.”

‘Pergala demokratîk û çareseriyên mayînde’

Civaka ku bi her awayî ji rastiya xwe ONDERLIK VE KADINLAR 3hatiye bi dûrxistin, hemû fikr û ramanên wê jê hatine girtin û nikare tu tiştekê bike, dikare bi pergala xweser a demokratîk hemû nirxên xwe yên ku jê hatine girtin vegerîne nav civakê. Civak wê demê dibe civaka gel û baweriyan a xwecihî. Gava ku rêxistinbûna civakê bi meclîs û komînan pêk were, demokrasiya xwecihî ya rasterast bi destên civaka herêmî dikeve meriyetê. Rêveberiya navendî ya ku hemû rayedar û xebatkarên xwe ji navendê dişîne herêman û dibe sedema nakokiyên civakî, dê bi vê pergala gelan rêveberên xwe bi xwe hilbijêre. Hemû biryarên ji bo kar û xebatan dê ji meclîsan bên girtin û şopandina wan jî dê gel bi xwe pêk bîne. Pirsgirêkên civaka Kurd a Tirkiye û Rojhilata Navîn, ên ku di vê sedsalê de her ku diçe mezin dibin, tenê bi vê rêveberiya demokratîk dikarin çareser bibin.

‘Ev pêvajo bi rêveberiyên cewherî tacîdar dibe’

Bi kurtasî rêveberiyên cewherî û neteweya demokratîk hev û din temam dikin. Em dikarin bibêjin ku yek beden e, ya din jî rihê wê ye. Bi sazîbûna demokratîk û mêjiyeke tendurist her welatiyek bi çand û rengê xwe dikare xwe bîne ziman. Ev yek dê kesayetên azad biafirîne û civak jî dê ji van kesayetan xurtir û demokratîktir bibin.
Hişmendiya ku civakê de derkeve holê ya jiyana azad e û lazim e ku di her qadê de ev şîrove û nirxandinên li jor di jiyanê de pêk bên. Yek ji stûnên xweseriya demokratîk kêm bimîne û gel xwedî lê dernekeve, serkeftina wê mimkun nîn e. Lê hemû cîhan jî pê dizane ku tevgera azadiya gelê Kurd heta îro çi gav  avêtiye, di hemûyan de bi serkeftinê derketiye. Ev pêvajo jî ya ku bi rêveberiyên cewherî tacîdar dibe ye…