‘Sûcdarên bê navnîşan’

- Necîbe QEREDAXî
616 views

Di nava 2 salên dawî de şer, pevçûn, komkujî, koçberbûn, revandin û tecawiz, firotina jinên Êzidî li bazarên Tele’fer , Reqqa û Mûsilê û êrîşên li hemberî Kobanê, rojeva sereke ya Kurdan û cîhanê bûn. Bi qasî vê demê ti carî felaketeke ewçend bênavber bi serê Kurdan de nehatiye û ewqas xwîn nerjiyaye. Lê qurbaniyên herî mezin ên van bûyeran, mîna her carê û mîna her şerî îsa jin û zarok in. Di her şerê li welatekî cîhanê yê sedsala 20’an de, li gel aliyê sûcê şer dike, li hemberî wan yên bersivê didin û parastina rewa dikin jî hene.

Heman bûyer û sûcên li jorê hatine destnîşankirin, di şerê li Kosova, Rwanda, Srî Lanka û hwd. de qewimîne. Di dema hesabxwestinê de jî bi hewldanên rêxsitin û xizmên mexdûran sûcdar birine pêşberî dadgehên navneteweyî û neteweyî, hesab ji wan hatiye pirsîn û hin ji wan jî hatine cezakirin. Eger berjewendiyên hêzên cuda di dadgehê de tinebe, hingî navnîşanek ji bo cezakirina sûcdarên van komkujiyan û kiryaran derdikeve holê.

Lê belê komkujiya li Şengalê û bûyerên piştî wê qewimîn, êrîşên li hemberî Rojava bi taybetî jî li dijî Kobanê, bêtir dişibin hewldanek hem ji bo komkujiyê û armancên dagirkirinê û hin hêzên navneteweyî pêk bînin, hem jî dişibe hewldana veşartina navnîşana sûcên şer. Komên çekdar ên bêesil û hov ji hemû cihanê hatine komkirin. Hem komkujî û kiryarên xwe di bin navên cuda de dikin, hem jî statu yan jî navnîşaneke wan nîne ku mirov wan derxînin pêşberî Dadgehê yan jî mirov cih û belge li ser sucên wan kom bikin û lêkolîn bike ti navnîşanek nabîne. Em bi tenê bi encamên van hovîtiyên çeteyên bêesil re rû bi rû dimînin.

Mirovahî, bi taybetî jin, di kesayetiya jinê de jî civak heta niha bi şîdet û kiryarên dewletê re rû bi rû dima û dimîne. Lê ev jî têrê nekir, vê carê di bin navê olê de hovîtiyeke bi vî rengî tê kirin. Niha Rojhilata Navîn bûye gola xwînê û gel û jinên kurd tê de digewzînin. Lê cîhan lê temaşe dike. Ewqasî sûcên şer tên kirin, lê dema mijar dibe Kurd, deng ji wan dernakeve. Dema dengê xwe jî dikin li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Li hemberî van hemû sûcdar û hovên bê navnîşan de, ku di bin navê olê de gel û jinan qir dikin, yên xwe Misilman dibînin bêdeng in. Ne tenê bêdeng in, alîkariyê jî didin çeteyên sûcdar û hovên DAIŞ’ê. Ev kiryara dewletê ku temenê wê 5 hezar sal e û di tevahiya dîrokê de bê navber li hemberî jinê şer îlan kiriye, her çend navê van şeran nebûye jî, lê navnîşaneke xwe hebûye; ew jî dewlet e. Lê vê carê weke ku ew bi xwe jî dibêjin, “Hem dewlet, hem jî Îslamî” ye. Her çend bi navê olê van komkujiyan dikin jî, diyare ku senteza dewletê û ya olê vê carê bi hev re, lê bê navnîşan li ser kar e. Dewletek, xwedî sînorekî, berpirsyar û aktorên xwe ye. Lê DAIŞ tevî ku her şêweyên kiryarên hovane dike jî bê navnîşan e û bê esil e. Mîna xeyaletên di çîrovan de, em tenê encamên kiryarên wan ên hovane dibînin. Lê ew çi ne û ji kû derê hatine û diçin kû derê em nabînin. Yên tên kuştin jî, xizmên wan ji şerma nikarin xwedî li wan derkevin.

Eger peyv di cih de be, Rojhilata Navîn vedişêre û hemû qirêjiyên dîrokê diavêje. Lê yên dibin qurban careke din jin in. Armanca van êrîşan raste rast projeyên jiyana azad, bi hev re bûn û xweşbîniya gelan û olan e. Ne kêm in yên bi peyvên pir bi heqaret û bê rêzî nêzî olên cuda dibin. Ji ber ku çeteyên hov DAIŞ herî zêde ji jinan ditirsin, yekser jinan dikin armanca êrîşên xwe.

Lê em weke jinên Kurd û herêmê çi dikin? Ez pirs û qala jinên nava refên YPJ, YJA-Star û jinên li nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê nakim. Ew yekser dizanin çi dikin, lewma li wir in. Ez pirs û qala jinên din ên mîna jinên Perlemantarên Herêma Kurdistanê, Rêxistinên Jinên Başûrê welêt dikim. Gelo çima heta niha dengekî xurt nîne, dengê heyî pir parçe û bê encam e. Hewldanên heî li cihekî nayên komkirin ku werin nirxandin. Eger karekî xûrt bihata kirin bi sedan jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de nediman. Dem hatiye û pir dereng e jî ku ya li Şengalê ji bo her kesî bibe motîva têkoşîneke hevpar û êdî ji jiyana rûtîn ya rojaneyî derbaz bikin.