Sara xelekek ji pêla berxwedanê bû

- Mizgin AMED
1.8K views


Di roja 9 Çileya 2013’an de, li navenda Parîs ê, 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez di orta rojê de tên hedef girtin û qetilkirin, di 6 Çileya 2016’an de jî pêşengên pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û rêheval Fatma Uyar hatin qetilkirin, bi wesileya salvegera qetilkirina van jinên pêşeng û şoreşger, ez dewleta T.C ku ev komkujî plansazî kir, pêk anî û hevkarên wî şermezar dikim. Li ser bingehê girêdana bi wan re, em soza bilind kirina têkoşîna azadiya jinê didin.    

Biryardarîya rêheval Sara a di têkoşînê de, sekna ku tu caran bes nake, azweriya wê a jiyanê û girêdana wê, heskirina wê a hevaltiyê, sekna azad û xwe bawer re bi rastiyên têkoşînê bawer dikir û bû xelekek ji pêla berxwedana jina ku di dîrokê de serî netewand. Ew evîndara azadî û aştiyê bû. Rêheval Rojbîn dengê bilindbûna qêrîna têkoşîna gelê xwe bû. Heval Ronahî dengê ruhê azad ê ciwanan bû. Sêvê, Pakîze û rêheval Fatma wijdana gelê Kurd yên berxwedêr bûn.    

Faşîzma AKP-Erdogan

Ev bûyera ku wek komkujiya Parîsê ket dîrokê bê guman ne tenê wek bûyerekê bû ku di bîra gelê Kurd de tu caran neyê ji bîr kirin, di heman demê de bûyerek bû ku tevahiya cîhanê matmayî hişt, wijdana gelan xist bin lêpirsînê. Bi qetilkirina pêşengên Tevgera Jina Kurd, ji holê rakirina wan, xwestin bigihin armancên xwe. Lê berovajî vê yekê Tevgera Jina Kurd li gor rêhevala xwe Sara, bi bîryardarî dengê xwe li sînorên Kurdistan û Rojhelata Navîn derbas kir, ev deng veguherandin têkoşîna hevbeş a jinên navnetewî. Ev deng bû sedem ku bi sedhezaran  mirov, jin bên gel hev. Pêkhatina bûyerek bi vî rengî li navenda hêzên hegemon ku bi hezarî salane di perçe kirina Kurdan de rol lîstine, ne bûyerek rasthatî ye û ne jî komkujiya ewil e. Li navenda aktorên sereke yên  ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê pêk tînin û pêş têxînin, ev komkujî pêk hat. Di pêvajoyekê de ku Rêber Apo di nav hewldanên çareser kirina pirsgirêka Kurd de bû, Faşîst AKP-Erdogan û bi destê hevkarên xwe, li dijî kadroyên pêşeng ên tevgerê tîmên suîqestê derxistin derveyê sînorên xwe û bi vê yekê dan nîşandayîn ku qetlîama li dijî gelê Kurd û polîtîkayên komkujiyê di meriyetê deye. Weke ku di plana vê komkujiyê de jî diyar dibe, ev komkujiyeke ku hatiye erê kirin. Rexmê ku evqas dem di ser de bihuriye jî ne zelal kirina vê bûyerê hevkariya di sûc de radixe ber çav an. Berovajî, ger endamê îstixbarata welatekê mirovên ku di bin temînata welateke din dene qetil bike, wê ev yek rê li qirîzeke ciddî a di navbeta dewletan de vebikira. Eşkereye ku hevkariyek mijara gotinê ye. Ji holê rakirina sûcdaran jî senaryoyek bû ji bo ku nehêlin rûyê rast ê bûyerê zelal bibe.                      

Gelê Kurd sûçdaran nas dike

Gelê Kurd û jinên Kurd bi salane ji bo ku edalet pêk bê, havîn-zivistanan li kolanan bûn û bangî saziyên pêwendîdar kirin. Herçed xwestibin ku li ser bûyerê bigrin û di vê mijarê de daxûyanî nehatibe dayîn jî lê gelê Kurd sûçdar nas dikirin. Ev yek jî li rûyê kesên ku di nav hevkariyê de bûn didan. Rêber Apo komkujiya ku hat jîn di asta komkujiya Dêrsimê de girt dest û nirxand. A ku li Dêrsimê hat kirin komkujî bû. Bi hezaran jin, zarok, pîr û kal di şûrê de tên derbas kirin, di şikeftande bi jehr kirinê tên qetilkirin, yên ku li pey man jî li ser axa xwe hatin sirgûn kirin û ji rastiya xwe hatin dûr xistin. Rêheval Sara hevpişta Zarîfe û Besêyan bû ku li Dêrsimê berxwe dabûn, Sara cengawera tolhildana polîtîkayên komkujiya Dêrsimê bû. Ew bîr û pêşenga têkoşîna azadiya jina Kurd bû. Ew dengê jina Kurd a ku ji dîrokê dihat, berxwe dida, bes nedikir û şopdarê çanda dayîka xwedavend bû. Wê têkoşîna azadiya jina Kurd li çiya, zîndanê, bi ruhê xwe ê berxwedêr da nîşandayîn ka wê têkoşîneke çawa bê şopandin û modela wê jî di şexsê xwe de dabû avakirin. Di nav têkoşînê de sekna wê ya xwe bawer a ku li dijî jina tê xwestin bê kole kirin, bê vîn bê hîştin û li hemberî qirkirina jinê bi înat, bi zanebûn tevgerîn, bi sekna xwe a dayîka xwedavend bersivek bû, êrîşek ruhî a bi hêz bû ku li dijî paşverûtiyê raber dikir, pîvana ji nû de avakirina pêşerojê bû. Ew sembola girêdana ji gel, têkoşîn û axa xwe bû. Xwedavenda evîn û hezkirinê bû. Bi kinahî hevgirtina nirxên Tevgera Jinên Kurd di şexsê xwe de gihandibû hev û pêşenga avakirina xeta tevgera jinê bû ku di roja me ya îro de bi rezaran jin li ser van pîvanan dimeşin.    

Pêla faşîzmê

Faşîzma Erdogan komkujiyek wek komkujiya Parîsê li ser axa Kurdistan ê, li Silopiyê, di şexsê Sêvê, Pakîze û Fatmayan de ku daxwaza azadiyê dikirin, pêk anîn. Li Cizîrê Mehmet Tunç, Aysel Yuksel û bi dehan ciwanên Kurd, wek faşîzma Hitler ku bi serê Yahudiyan de anîbû, di sedsala 21.an de jî li pêş çavê cîhanê di jêr zemînan de Kurd hatin şewitandin. Dayîka Taybet ku ji aliyê hêzên faşîst yên Komara Tirkiyê hat qetilkirin û 7 rojên sax cenazeyê wê li kolanê ma, dîsan qetilkirina Cemîleya ciwan ku bi rojan cenazeyê wê di yexçalê de hat weşartin wek şerma mirovahiyê di nav dîrokê de cihê xwe girt.   

Îro DYE’yê jî wek Erdogan sûcê navnetewî dike, dixwaze plana komkujiyek bi vî rengî bixe meriyetê û ji bo vê jî di derbarê sê kadroyên pêşeng ên tevgerê de biryar girtiye. Hedef nîşandayîna kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê dide diyar kirin ku li dijî gelê Kurd konsepta îmhayê a dem dirêj ketiye meriyetê û dixwazin vê yekê bixin pratîk ê. Ê ku temsîla Kurdê azad dike, kê dibe bila bibe, teqez tê hedef girtin. Ev yekên han jî ew navendên ku di komploya li dijî Rêber Apo de xwedî rol bûn. Rêber Apo ku bi hişmendiya rastiya Kurdê azad radibû, rastiya dîrokî û lîstûkên heyî derxist zanebûnê, ji aliyê heman navendan dîl hat girtin. Îro ji faşîzma Hîtler jî berfirehtir ku hema bêje li tevahiya cîhanê ji devê kesekê nakeve, faşîzmek bi rêxistinkirî û belavbûyî tê jîn. Ev faşîzm li her devereke cîhanê, li gor xwe rê û rêbazan çêdike. Bandorê li feraset, hiş û wijdan dike, birêve dibe.    

 Rûyê dîroka tarî a Ewrûpayê

SONY DSC

Dîroka tarî a Ewrûpayê ji bo carekedin rûyê xwe di sedsala 21.an de li Parîsê bi qetilkirina 3 jinan nîşanda. Dema ku Bruno bi saxî hat şewitandin; bi sed hezaran jin û zilam di encama nîçîra pîrebokan de hatin şewitandin, li Efrîqayê cihê ku ji mirovahiyê re bibû dergûş bi mîlyonan keç û kurên wî li ser axa xwe,  ji çanda xwe hatin dûr xistin û li Ewrûpa, Emerîqayê wek kole hatin firotin, di bin îşkenceyan de hatin qetilkirin, dema ku dengê Olympe de Gouges û Madam Rolland ku azadî dixwestin bi giyotînê hat bêdeng kirin, li cîhanê ji her miletekê dema ku bi hezaran şoreşger dişandin girtîgeh û li ber darê îdamê, heqîqeta civakî her tim û bi awayekî kûr hat perçe kirin, biyanî kirin.  

Hemû operasyonên zîhnî û giyanî ên ku ji bo perçe kirina feraseta heqîqetê tên birêve birin; li hemberê tune kirin û tune hesibandina jinê a bi hezarê sala, şoreş wek tercîhek bîrdozî a eqlê zilamê serdest û  tune hesibandina wê didome. Li hemberî zilamên zana jî ku dema lêgera wî a heqîqetê tê çêkirin, têkiliya vê yekê a bi jinê re, feraseta jinê û dîsan polîtîkaya jinê radestê aqilê zilamê serdest nake, bê navber operasyonên bi vî rengî tê çêkirin. Hem ji heqîqeta civakî xerîb ketin, hem jî berxwedana li dijî vê xerîb ketinê û ezmûnên ji vê rastiyê hatî girtin her yek dikare bi kûrahî qalê bê kirin, biqasî ku hûr û kûr bên dest girtin û analîz kirin, dewlemend in. Ji dema hilweşandina baweriya dayîka xwedavend, destpêkirina serdestiya xwedavend zilam yanî pêvajoya dewletparêziyê û şûnde miro dikare ji pratîkên bi vî rengî re bê hejmar mînakên wiha bide. Ûtopyayên azadî-wekheviyê ên dîroka mirovahiyê û ji ber ku bê navber ji bo van têkoşîn hat dayîn, rexmê operasyonên winda kirin, perçe bûn û ji xwe xerîb ketinê, hîna jî em dikarin behsa hebûn û wateya wê, heqîqetên civakî ên hay ji azadiya wan heye bikin. Bi xêra vê yekê em derdixînin zanebûnê ku ew biqasî ku mirov ji bo wan têbikoşe bi nix û bi wate ne.    

Dîroka berxwedanê

Helbet dîrok ne tenê ji van qirkirinan pêk tê. Li gel van hemû kole kirin û serî tewandinan, bi hemû heybeta xwe dîrokek ji serî rakirin û berxwedanê jî heye. Afirîneriya mirovahiyê a ji aliyê dayîka xwedavend, rih ewqas bi hêz û berxwedêr e ku her kêlî di hişê mirovahiyê de dimîne; di pêvajoyên herê tarî ên dîrokê de jî xwe birêxistin dike û li dijî pergalên kole kirinê dikare berxwe bide. Her çend nehatibe nivîsîn jî lê dîrokek bi vî rengî a mirovahiyê heye. Desthilatdar pergala xwe weke ku bê dawî be didin nîşandayîn û ji bo ku berxwedanê tune bihesibînin, bê wate bikin, vê berxwedana bê hempa, serî rakirinan weşêrin a ji destê wan tê dikin. Lê belê hewceye neyê ji bîr kirin, xwedî li nirxên mirovatiyê ku tê xwestin tune bikin, derketin, têkoşîna herê bi rûmet e. Mirovên ku xwedî ûtopyayên bi hêz in, wê her tim têkoşîn û serkeftina wan jî bi hêz û mayînde be. Keç û xurtên ku mîrateya Sara, Rojbîn, Leyla, Sêvê, Pakîze, Aysel Yuksel, Mehmet Tunç, Cemîle û dayîka Taybet rakirin, îro hîn bi rûmet têdikoşin. Serkeftin wê bibe a gel û jinên berxwedêr.