8’ê Adarê çavdêriya çanda serîhildanê ye

- Roza METÎNA
447 views
8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ya ji aliyê Clara Zetkin ve hat pêşniyarkirin û ji aliyê N8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ya ji aliyê Clara Zetkin ve hat pêşniyarkirin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî hat erêkirin, ji bo pêşxistina hişmendiya civakî û siyasî ya jinan a li ser bingeha mafê mirovan û ji bo pîrozkirina serkeftinên civakî, siyasî û aborî hatiye veqetandin.

Lê îro dema em li her aliyên cîhanê dinêrin mixabin ji wateya vê rojê dûr şerekî li dijî paradîgmaya çareseriyê ya pirsgirêka tundiya li ser jinê tê meşandin. Jin jî li dijî pirsgirêkên bingehîn û ji bo jiyaneke  bi ewle li berxwe didin û her sal di 8’ê Adarê de peyama têkoşîneke hevpar a li hember zêhniyeta dijminê jinê didin.

Wateya hevsengiya wekhevî û aramiyê

Di 8’ê Adara 1857’an de li Bajarê New Yorkê yê ABD’ê 40.000 karker bi daxwaza şertûmercên baştir ên kar li fabrîkaya tekstîlê dest bi greva birçîbûnê dikin. Lê polîs êrişî karkeran dikin û karker di fabrîkayê de asê tên hiştin. Piştî vê yekê agir bi

fabrîkayê dikeve û karker nikarin ji ber barîkatên li pêş fabrîkayê birevin. Loma 129 karker jiyana xwe ji dest didin. Dora 10.000 kes beşdarî merasîma cenazeyên karkerên jiyana xwe ji dest dan dibin. Loma 8’ê Adarê wekî Roja Jinê ya Cîhanê tê pejirandin. 8’ê Adarê cara yekem di 19’ê Adara 1911’an de li Elmanya û Swisreyê hat bîranîn. Ev roj tê wateya hevsengiya wekhevî û aramiyê. Tê wateya bingeha hebûna têkoşîn û hunera jinê. Jina ku di vê rojê de jî bi tundiya şerê îdeolojîk ê li dijî maf û ewlehiya jiyanê rûbirû tên hiştin her serî hildide ku 8’ê Adarê li gor wateya xwe bê pîrozkirin û bêtir bê famkirin.

Gefxwarina li jin û civaka rêxistinkirî

Di 8’ê Adarê de her qad bi reng û dirûşmên jinên dixwazin jiyaneke azad bijîn, dixemilin. Li van qadên ku tên xwestin ji hestiyariya jinê bên qutkirin têkoşîneke mezin a li gor wateya 8’ê Adarê pêş dikeve, Lê çiqasî têkoşîn zêde dibe êrişên li dijî destkeftiyên jinan jî zêde dibin. Zêhniyeta parastina berjewendiyên takekesî ku dibe sedema qeyrana civakî, bi hemû alavên zextê êriş dike. Gefxwarina li jin û civaka rêxistinkirî xwe dîsa nîşan dide. Ji ber dînamîzma têkoşîneke hevpar ji aliyê hêzên desthildar û emperyal ve weke gefeke mezin tê xuyakirin nîşana serkeftin û têkoşîna li qadên 8’ê Adarê ji aliyê hêzên desthildar û emperyal ve wekî şûrekî tûj ê mirina wan tê dîtin. Peyama hevjiyana azad a puxteya li dijî mêtingeriya kedê ye di vê rojê de dîsa li ser dilê vê zêhniyeta ezezok rûdinê. Jinên her dem ji bo derfetên çareseriyên demokratîk û wekhev li qadan dengê xwe bilind dikin 8’ê Adarê ji bo wan çavdêriya çanda serîhildanê ye. Jinên pêşengiya serîhildana civakî kirine li hember travmayên civakî analîza li ser bingeheke zexm esas digirin û têkoşîna di 8’ê Adarê de ji xwe re wekî stargehekê dibînin. Rehê vê serîhildanê danehev û tecrubeyên hatine bidestxistin e.  Jixwebawerî çanda serîhildanê pêş dixe. Loma îsal dîsa jin ê bi vê baweriyê dakevin qadan û têkoşîna îradeya jixwebawer bidin. Li ser bingeha rêxistinbûyina civakê parastina qada hebûna xwe bikin û bi wêrekî nêzî pirsgirêkên li dijî jinê wekî mertal tê bikaranînin bibin. Ji hinek pêşniyarên hatine jiberkirin dûr dînamîkên hebûn û xweparastinê zindî bikin.

Hêvî û daxwaza jinan a 8’ê Adarê

Dema li welatekî jin di warê siyasî, parastina mafên mirovahiyê, aborî, perwerde, çand û hunerê de pêşketî be li wî welatî demokrasî, zanist, azadî, empatî, hiqûq, parastina mafên mirovan û ji warê mirovatiyê ve jî pêşketiye. Girîngiya rol û mîsyona jinê ya di jiyana

civakî de çarenûsa welatekî diyar dike. Jinên xwe ji nava çar dîwaran rizgar kirine û beşdarî qadên jiyana civakî dibin di heman demê de jî dibin sedema ronîkirina rêya nifşên siberojê. Dema li welatekî mafê jinê neyê parastin û jin di nava çar dîwaran de bi zextê bê asêkirin wê demê li wî welatî demokrasî, hiqûq, aramî, aştî, teknolojî jî pêş nakeve û rêya nifşên siberojê jî her dê tarî bê hiştin. Hêvî û daxwaza jinan ew e ku 8’ê Adarê bibe wesîleya hilweşandina zihniyeta dijmininê jinê û jin di her qadê de bi awayekî azad bikaribe pêş bikeve.

Clara Zetkin a desthilatdariya mêr qebûl nekiriye, di têkoşîna ji bo pîrozkirin, di wateya 8’ê Adarê de xwedî roleke girîng e dibêje “Sosyalîzm û têkoşîna jinê ya azadiyê ji hev ne qut in. Cihê ku jiyan lê hebe dixwazim li wir şer bikim” her xwedî li destkeftiyên 8’ê Adarê derketiye. Di vê serdemê de pêdiviya hemû jinan bêtir bi têkoşîna parastina destkeftiyên 8’ê Adarê heye. Ger îro Clara Zetkîn sax bûya ew ê daxwaza wê jî ew bûya ku 8’ê Adarê bibe wesîleya hilweşandina zêhniyeta dijminên jinê û jin di her qadê bi awayekî azad bikaribe pêş bikeve.