AKP ji rastiya jina birêxistî ditirse

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
370 views

Eşkereye bi êrişa dawî ya li Kobanê li dijî jinan pêk hat, her wiha bi polîtîkayên sîstematîk yên destavêtinê li Bakur û Efrînê pîlana êrişa dewleta Tirk li ser jinên Kurd kûrtir bû. Ev êrişên ne nû, lê derbasî qonaxek nû bûye; jixwe bi salaye ev polîtîka li ser çend lingan tê meşandin. Lingê esasî yê êrişê li dijî qada rêxistinî ya jinan pêk tê. Jinên siyasetmedar, rojnamevan û aktîvîst pêl bi pêl tên girtin. Kurd û jinên Kurd di dema AKP’ê de ev şêwazê êrişê ji nêz ve nasîn.

Li dijî faşîzmê parastina hebûn ê

Bi tevgerên qirkirina siyasî her demê hêza çalak ya rêxistinî bû armanc. Ji salên 2000’an ve bi caran rejîma Erdogan ev rêbaz li dijî jinên rêxistî, Kurdê rêxistî pêk anî. Bi hezaran jinên çalak hatin binçavkirin, kuştin û girtin. Bi taybet jî jinên bijartî, parlementer, hevşaredar û hevserok bi vî awayî ji derveyî qada çalak a siyasetê hatin hiştin. Her wiha sazî û dezgehên pergala jinê îfade dikin yek bi yek hatin dagirkirin. Ji pergala hevserokatiyê heta stargeh û saziyên civakî yên jinan hatin girtin. Dewlet bi van êrişên li dijî qada siyaseta demokratîk a jinê hewl dide jinê ji siyasetê ‘bavêje’. Jin li vê qadê bê eman li ber xwe didin, bi kampanyayên cûda li Bakur û Tirkiyê hewl didin qada siyasî ji dewlet-zilam re nehêlin. Berdêlên giran didin, tên girtin, bi rêbazên kirêt îşkenceyê dibînîn, gefan dixwin û rojane êriş li dijî wan pêk tên. Lê tevî her tiştî hebûna xwe ya rêxistî li dijî faşîzmê bi israr diparêzin.

Xeta azadiya jinê dikin hedef

Aliyê din yê qirkirinê jî fîzîkî ye ku dema desthilata AKP’ê ji vî alî ve demeke herî tarî ya şerê qirêj e. Rejîma Erdogan li dijî jinan jî tam li gorî xisletên xwe, di çerçoveya faşîzmê de tevgeriya. Jinên pêşeng di eniya siyasî, ramyarî û îdeolojîk de bûn armanc.

Fikra jina azad, azadiya jinê ne li hundir ne jî li derve nikarîbû tehemmûl bike. Vê hişmendiyê êrîşa herî mezin di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê pêk anî. Pêşenga tevgera azadiya jinên Kurd Sakîne Cansiz tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat qetilkirin. Ev êrişa li ser xeta azadiya jinê li Silopî û Cizîrê bi qetilkirina pêşengên berxwedana xweseriyê, li Qerecoxa Rojava bi êrişa li ser pêşengên hêzên parastina jinê, li Efrînê li dijî hêza civakî ya jinê, Li Serêkaniyê jina pêşenga siyaseta demokratîk, li Kobanê li dijî jinên xebatên sazûmaniya netewa demokratîk dewam kir. Reşkujî, komkujî bi tinekirina jinan di vê beşa pîlanê de xwe dide der. Jin li dijî qirkirina fîzîkî bê guman li ber xwe didin, têdikoşin. Lê diyare ji bo pîlana tinekirinê têk biçe, zêdetir bergirî û tedbîr divê.

Rêbazê şerê taybet xistine meriyetê

Lingê sêyem yê qirkirina jinê xwe disipêre her rêbazê şerê taybet û psîkolojîk. Bi taybet li qada civakî xwe dide der, lê di her qadê de hewl dide encamê bigire. Li ser bingehê zayendparêziya tazî, jin û zarok dîsa bi awayek birêkûpêk dibin armanca polîtîkayên destavêtinê. Ji Efrînê heta Şirnex, Batman, Agirî û Dersim ê, bi tevnek şerê taybet eşkere êrişî jin û zarokên Kurd dikin. Li aliyekê komên çete yên dewletê, li aliyê din leşkerên artêşê, polîs û hêzên ‘taybet’, mîna tîmên destavêtinê li Kurdistanê tevdigerin. Beşek vê polîtîkayê ku ji bo niha ne di rojevê de ye maddeyên hişbir û fuhûş e, ku li Bakur, Başûr û herêmên dibin dagirkeriyê de, ji bo têkbirina civaka Kurd, jihevxistina tevna exlaqî û polîtîk tê pêşxistin.

Civak li hemberî vê polîtîkaya şerê qirêj mixabin ne rêxistî ye. Lewma dewlet li hin herêman nêzî encamgirtinê dibe. Qadek tarî û qirêj e, ku bi hezar û yek rêbazên cuda di şexsê jin û zarokan de li ser civaka Kurt qirkirinê ferz dike. Polîtîkaya têkbirinê ya ku bi salaye pir alî di meriyetê deye, niha bi van aliyên xwe gihişt şaneya esasî ya civak ê; jin ê. Ev tablo bêguman reş e û divê her kesê Kurd ê azadîxwaz, bi taybet jî her jina di vê eniyê de kûr û hûr li ser biponije.

Bersiva çima jin dibin armanca êrişan û plan çiye ev e; dewlet eşkere dixwaze tevgera azadiyê û civaka Kurd ku xwe disipêre jina azad, tine bike. Dixwaze wî damarê azadiyê bibire û pêl xeta sor dike. Bersiva pirsa çima ev êrîş niha ewçend kûr û fireh bûn, di xurtbûn û berfirehbûna têkoşîna azadiyê de veşartiye. Ger ne wisa ba vê dewletê hebûn û pêşeroja xwe nedaba ber vê plana tinekirinê. Û ya herî giring û jiyanî jî ev e ku dê ev pêla êrişê ya stratejîk çawa bê şikandin?. Em jin hemû, li her kêliya têkoşînê divê vê bersivê têr û tijî bi cih bikin.

Kobanê deng, ceng û çalakiya jinê bû

23’ê Hezîrana îsal 4 jinên pêşeng li Kobanê bûn armanca êrişa dewleta Tirk û hatin qetilkirin. Di 19’ê Tîrmeha 2011’an de şoreşa Rojava jî ji Kobanê dest pê kir. Bêguman dinavbera vê êrişê û rastiya şoreşê de peywendiyek heye. Lê ji vê giringtir di pêşengiya jinan de DAIŞ’ê têkçûna mezin li Kobanê jiya. Di encamê de DAIŞ li Kobanê têk çû; dewleta Tirk di pêşengiya jinan de li Kobanê têk çû. Arîn û Zehrayan, Peyman û Viyanan xeta azadiya jinê li Kobanê li dijî zilamtiya hov a rêxistî gihandin serkeftinê. Pir neçû cîhanê rastiya şoreşa jinê dît, fêm kir.

Dijberên pergalê, jinan, ciwanan, jinên Rojava bi vîzyonek berfireh ya şoreşa netewa demokratîk pêşwazî kirin. Jinên Kurd li Rojava bi paradîgmaya Rêber Apo qonax bi qonax şoreşa civakî kirin şêwazê jiyanê. Li Efrînê jiyana xwe dispêre azadiya jinê bi şoreşê re bû yek. Qadên jiyan û têkoşîna jinê her ku vebûn, şoreş zêdetir mezin bû, zêdetir dewleta Tirk nîşaneyên têkçûna xwe dîtin.

Şoreş mezin bû, şoreşa jinê hebûna dewleta faşîst a Tirk tevî planên wî dixe xeteriyê. Lewma hem hewl dide tola têkçûna xwe bistîne, hem jî ji bo serxistina armancên xwe tevgera jinê ku wek astengî dibîne, dixwaze ji holê rake. Lê di encam de jinan bi têkoşîna çend salên dawî rê neda konsepta têkbirinê ya dewleta Tirk.

Êrîş li hemberî vîna siyasî a jinê ye

Sedema êrişa li dijî jinan li Koban ê, dîsan destdirêjiya li Efrîn, herêmên dagirkirî û Bakurê welat  encama van polîtîkayên dewleta Tirk e. Li Bakur û Rojava êrişî vîna siyasî ya jinan dikin. Êdî dewlet ji  her demê baştir dizane ku dînamîka şoreşa Kurdistanê têkoşîna jinê ye. Jin ne di eniya civakî, ne siyasî û ne jî parastinê de rê nadin polîtîkayên qirkirinê bi ser bikevin. Dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan lewma di tengavekê de ye, ku mîmarên wê tengavbûnê jin in. Tekoşîna bi pêşengiya jinan destûr nade ev dewlet polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan, pêkanîna hegemonya herêmî bibe serî. Ev dewleta ku hemû hebûna xwe ji bo pêkanîna vê planê seferber kiriye, çi û kê asteng dibîne hewl dide tine bike. Êrişa li ser vîna jinê ya siyasî, êrişa li ser bedena jinê û civakbûna wê vê rastiyê nîşan dide. Şerê mezin dinavbera jinan û kevneşopiya dewletê ya dijminê jinan de ye. Dewleta dijminê jinan, gelan, xweza û her şaneya civakê dixwaze tolê hilde. Tola têkçûna Kobanê, Şengalê, Mexmûr û Rojava ji jinan hilde. Tola şoreşê dixwaze bi van êrişan hilde. Lewma jin çi dikin bila bikin, divê hêza xwe ya rêxistî biparêzin. Ji ber her kes dizane ya ku jin li Kobanê serxistin pergala rêxistî ya jinê bû, li Şengalê, li Mexmûr, Şirnex û Silopî jinan xwe wisa parast. Îro li dijî qirkirina siyasî, fizîkî û civakî ya li ser şaneya hebûnê ya civakê pêk tê dê bi heman helwesta jina rêxistî û polîtîk were pûçkirin. Tabloya reş, tirsa têkçûnê ya dewleta dijminê civaka jinê îfade dike.