Ala têkoşîna li hemberî zilm Manîfestoya berxwedanê 

- Berjin TEKOŞER
585 views

JİNA PARTİZAN ZOYA-2Zoya, partîzana ku di 18 saliya xwe de li hemberî dagirkirina Naziyan manîfestoya berxwedanê dinivîse. Ew di 18 saliya xwe de bû biriqînek cîhanî a berxwedanê ku ziraviyên ‘jiyan’ê di hişê mirovan de dineqişand. Ew partîzanek bû ku di rojên herê bi zehmet de dema ku
Elmanyaya Nazî Yekitiya Sovyetê dagir dikir, li dijî dagirkeriyê şer dikir.

Zoya jineke ciwane ku rexmê şikenceya giran tenê yek peyv jî ji devê wê dernakeve û agahiyan nade leşkerên Nazî; tê dardekirin, bi vê yekê re jî namîne şikencê li cinaseyê wê dikin.

Îro, rexmê salên dûr û dirêj bihorîne jî ew hîn di hişê gelan de wek jina wêrek a berxwedêr ya ku li dijî dagirkeriyê rawestiya û ji bo sosyalîzmê têkoşiya ye, tê dîtin.

Zoya Kosmodemyanskaya di 13 Îlona 1923’an de li başûrê Rusyayê Gavrîlovskyê tê dinya yê. Tê gotin ku nav rewiştê mirovan derdixîne holê, a rast ev gotin ji bo Zoya welê rast bû ku…

Rastiya jiyanê

JİNA PARTİZAN ZOYA-5Zoya tê wateya ‘jiyan’ ê. Zoya jî rastî û bêhnvedana jiyanê bû. Her kêliya jiyana xwe a kin bi wate û hîs kirinek mezin jiya. A herê girîng jî ew bû ku di rêya dimeşî de tucaran dudilî nejiya.

Babê wê xwediyê pirtûkxaneyê, diya wê jî mamoste bû, dema ku hîn 6 salî ye tevî malbata xwe diçe Sibîrya yê. Malbat piştî demekê ku li Sibîryayê dimîne, di sala 1930’an de vedigere Moskova yê. Zoya dema hîn 10 salî ye, babê wê jiyana xwe ji dest dide, bi diyîk û birayê xwe Aleksandr re jiyan dike.

Zoya hîn di temenê xwe yê biçûk de bi muzîk û wêjeyê re elaqeder dibû, li dibistanê jî dersên dîrok û wêjeyê hez dikir.

Dema hîn xwendevanek biçûk bû xeyalên çûna zanîngeha St. Petersbûrg ê (navê wê yê wê demê Lenîngard) dikir. Berhemên Tolstoy, Dîckens, Shakespeare, Goethe û Puşkîn wek avê dixwend, Çaykovskî û Beethoven guhdarî kir.

Bîrdoziya Zoya hîn di temenê wê yê biçûk de şikil girt, di sala 1938’an de bû endama baskê ciwanan a Partiya Komînîst a Yekitiya Sovyet ê.

Serpêhatiya Zoya ango ‘Tanya’ yê

JİNA PARTİZAN ZOYA-1Zoya di sala 1941’an de, dema hîn xwendekara pêla navîn e, ji bo beştariya yekîneyek partîzanan bibe, dibe dildar. Zoya ku di nav rêxistinê de navê ‘Tanya’ lê tê kirin, piştî perwerdeyek dem kin şûnde dişînin herêma Volokolamsk a Moskova yê û li wir tevî rêhevalên xwe hin çalakiyan pêk tînin.

Pişt re Stalîn, ji bo ku pêşî li dagirkeriya artêşa Elman a gund û bajarokan bigire, fermanekê derdixîne û yekîneyan dişîne van cihan. Zoya giranî bi çalakiyên xwe dide û di ferqa her cûre tehlûkeyan deye, ji ber vê jî amadeye: Gotibû; “ger em bikevin jî em ê wek qehremanan bikevin”.

Li nêzî Naro-Fomînsk, ji gundê Obukhovo yê tevî partîzanên din derbazî bera şer dibe û dikevin axa ku ji aliyê Elmanan we hatibû dagirkirin.

Di encama erkekê de, bi hinceta ku zilam wê karê hîn tehlûketir encam bidin, tê xwestin ji komê bê qot kirin. Lê, Zoya jî bi gotina, “hewceye zor û zehmetî wekhev bên parve kirin” li dijî vê cihêtiyê derdikeve. Bi vî rengî di 27 Mijdarê de Zoya li Petrîchevoyê dişînin gundekê ku ji aliyê Elmanan we hatibû dagirkirin. Zoya ku di koma di bin fermandariya Borîs Kraynev de bû, li gundê Vasily Klubkov êrîşê malekê ku leşkerên Elman têde bûn, dike. Pişt re Kraynev çû cihê ku berê de ji bo çûnê hatibû erê kirin, lêbelê bê ku li benda rêhevalên xwe bimîne, ji wê derê vediqete û diçe.

Klubkov ji aliyê Naziyan êsîr tê girtin û Zoya ku bi tena serê xwe dimîne vedigere Petrîshchevo yê û çalakiyên xwe yên dij gundên ji aliyê Naziyan we hatine dagirkirin, didomîne. Leşkerên Elman li her şûnekê gundiyên Rus ku bi wan re tevdigerîn, bi cih kiribûn. Ji wan pasewanan kesek Zoyayê dibîne û wê îxbar dike. Nazî, kesê ku Zoya dabû dest bi şîşeyek votqayê ‘xelat’ dikin. Leşkerên Elman Zoyayê dîl digirin. Wê dibin cihekê ku wek navenda fermandariyê bikar tanîn.

Şikence û vînek ji pola

JİNA PARTİZAN ZOYA-4Fermandar li ser jina ku li mal e qîr dike û wê dişîne aşxaneyê, dovre ew bi xwe Zoyayê lêpirsîn dike. Di 27 Çileya 1942’an de, rojnamegerê Sovyetê Pyotr Lîdov, rapora ku ji axaftinên hin şahidan ku qala rewş û tiştên bi serê Zoyayê de hatibû dikir, nûçeyek amade kir û di rojnameya Sovyetê Pravda (Rastî) de weşand.

Ji Zoyayê ne navê wê, ne jî razek karîn bigirin. Dema ku navê wê jê dipirsin, bersiva ‘Tanya’ dide. Pişt re çawişek Ruz ku li girtîgehê dimîne dibêje, Zoya ku wek ‘qehremana Rus’ tê nasîn tenê yek peyvê jî nayîne ziman û wiha qala kêliya bûyerê dike:

Wê îxanet li hevalên xwe nedikir. Ji ber sermayê rengê wê veguherîbû ser rengê şîn, ji birînên wê xwîn dihat, lê dîsan jî tu tişt negot… Lêvên wê bi xwîn û verimîbûn. Ligor vegotinan li ser Zoya tenê cilên wê yên binî û kirasê wê hebû, di tevahiya şevê de û li ber seqemê wiha dihat hîştin, ew bi şikenceyek wiha re rû bi rû dihat hîştin.

Dîsan ligor gotina şahidan piştî ku Zoya dîl hat girtin û şûnde, pêvajoya lêpirsînê wiha didome:

Albay dipirse, “Tu kêyî?”

– Ez nabêjim!

– Kesa ku agir bi axurê xist tu bû?

– Raste!

– Armanca te çiye?

– Tune kirina we!

… Bêdengî…

– Te kengê bera pêş a şer derbas kir?

– Roja înê.

– Tu pirr bi lez hatî vir!

– Çima dem vala bê derbas kirin?

Nazî ji Zoyayê pirs dikin ku ka kê ew şandiye û li cem wê kê hebûne.

Bersiva Zoya ji xwe pirr zelal bû:

“Na! Nizanim, ji xwe ger ez bizanibim jî ezê nebêjim.”

Li ser vê gotinê çar hêla xanî bi dengê şikenceyê hat pêçan, Naziyan çermê li ser pişta Zoyayê birîbûn.

MANSETFaşîstan jî xwe li ber vê şikenceyê ranegirt

Piştî çend deqîqeyan şûnde çawişê ciwan ji odeyê bezî aşxane yê, serê xwe xist nav du destên xwe û heya dawî li lêpirsînê hat ji cihê xwe ranebû, çav û guhên xwe girtin. Gundiyê ku şahidî ji  vê bûyerê re kiribû digot, ‘Faşîstan jî xwe li ber vê şikenceyê ranegirt’, ev tiştek wiha metirs bû.

Di vê navberê de, di hundir de dengê kena leşkerên din yê şikencekar bilind dibû. Ligor xwediyê malê, Zoya dused caran hat qemçî kirin. Di vê navberê de ew bêdeng ma, bêdeng ma û dîsan jî bêdeng ma. Ji bo carekedin dengê wê hat bihîstin; herçend dengê wê kêm jî derdiket: ‘Na, Ezê nebêjim!’

Zoya ku di dema lêpirsînê de, di derbarê ne rêxistin û ne jî hevalên xwe de tu agahî nedan, wê rojê di sir û seqemê de, bi lingên xas, li ser berfê dan meşandin. Û destên wê li pişt girêdayî dibirin maleke din. Xwediyê vê male bi rehetî karî bûn birînên li ser wechê Zoyayê ku veguherîbûn rengê şîn û reş, şopên şikenceya giran a li ser bedenê wê li ber çîroskên kêm yên lambeyê bibînin.

‘Hûn nikarin me hemûyan dardebikin’

Faşîst dema ku tenê peyvekê nikarin ji devê Zoyayê derxînin, di derheqê wê de biryara mirinê didin. Piştî biryarê şûnde Zoya ber bi qada lê bê dardekirin dibin. Dema ku Zoya di qirikê de ben, ber bi qada dardekirinê ve dibin, JİNA PARTİZAN ZOYA-6dizivire û bang li gundiyan dike û dibêje; “ Hevalno! Çima hûn wiha bêhnteng in. Ez ji mirinê natirsim! Ez ji mirinek ku di rêya gelê min de be şanaz im!”

Dovre Zoya dizivire leşkerên Elman û dibêje, “Hûn niha min dardedikin lêbelê bizanin ku ez ne bi tenê me. Em dused mîlyon insan in. Hûn nikarin me hemûyan dardebikin. Berê ku direng bibe, xwe radest bikin. Serkeftin ya me ye.”

Bedenê mirî yê Zoya du mehan daliqandî ma. Kesên ku nekarîn baweriya Zoyayê bixin dest, îşkence bi cenazeyê wê kirin. Her leşkerek Nazî ku li ber laşê bê rih yê Zoyayê de diçû, bi qontaxa çeka xwe lê didan, didan ber pêhnan, herê dawî jî her bê rêzî li hemberî laşê wê kirin. Pişt re, ji bo ku fermandar li ser kiryarên xwe bigire, biryar da yek ser bê veşartin.

Piştî ku partîzanên Sovyetê axa hatibû dagirkirin paş de girtin bi demeke kin, Zoya li heman gundî sipartin axê. Pişt re jî birin goristana Novodevichye a li Moskova yê. Hevkarê Naziyan ku Zoya da dest jî piştî dawî hatina dagirkeriyê şûnde, ji aliyê dadgeha Sovyetê we hat darizandin. Zoya ku navê wê welat bi welat belav bû, bû ala têkoşîna li hemberî zilm û dagirkeriyê. Di derbarê wê de gelek stran, helbest hatin nivîsîn. Yek ji van helbestan jî helbesta Nazim Hîkmet a bi navê ‘Tanya’ ye.