Armanca dorpêça Mexmûrê têkbirin e

- Leyla ARZÛ ÎLHAN
463 views

Wek tê zanîn ev zêdeyî panzdeh mehî ye, wargeha me dibin dorpêçek girankirî ya PDK’ê de ye. Lê ev ne cara yekeme wargeh ji aliyê PDK’ê ve dibe armanc. Her ji destpêka avabûna wargehê heya îro di her firsendê de dewleta Tirk a faşîst bi rêya PDK’ê, bi awayên cur be cur êrişî wargeha me dike. Wekî gelê wargeha Ş. Rûstem Cûdî ji ber me teslîmiyet û cehşîtiya dewleta Tirk a dagirker ne pejirand, em koçber bûn. Lê ji destpêka koçberiya me heya niha, dewleta Tirk bi rêya hevkarên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, ket nava hewildana teslîmgirtin û bê îradekirina gelê wargehê. Ji bo bikarin têkoşîn û meşa  me ya azadiyê têk bibin, her carê ji bo êrişên xwe hincetek dîtin û dibînin. Ji ber ku pergala ji destpêka wargehê ve hatî avakirin, ji bo desthilatdariya xwe xeter dibînin. Ji ber vê jî her tim di nava hewildana lawazkirin û tinekirina pergala demokratîk ya li wargehê de ne.

Gelê wargehê bi salane xwe li ser bingehê paradîgmaya netewa demokratîk û civaka demokratik bi rêve dibe.  Ev pergala jiyanê helbet alternatîfê pergala desthilatdar ya PDK’ê û dewleta Tirk ya dagirker e. Ji bo ku ev pergal pêk neyê û mayînde nebe, ev hêz bi her awayî û bi her cureyê lîstikan dikevin tevgerê. Dixwazin pergala civakî ya wargehê ya xwe disipêre paradîgmaya Rêber Apo têk bibin. Kurt û kurmancî sedema bingehîn ya hewildanên têkbirinê  û tirsa PDK’ê ya ji wargehê, pergala xweser ya wergehê ye.

Mexmûrê li diji DAIŞ’ê Başûr parast

PDK dixwaze me bi birçîbûnê terbiye bike. Lê civaka wargeha Ş. Rûstem Cûdî bi sala ye bi sekna xwe ya li hemberî dagirkerî, bêmafî û hevkarên dagirker û xayînên di nava Kurdan de, berxwedanek bê hempa raber dike. Civaka wargehê  li ser hîmên bingehîn yên kesayeta azad û civaka azad xwe rêxistin dike.  Gelê wargehê di heman demê de ji bo gelê herêmê û gelê Kurd bûye nimûneya civaka bi îrade, ku bêy desthilatdariya dewletê dikare xwe bi rêve bibe. Ji avabûna wê heya îro, sekna civaka wargehê ya bi îrade û hestiyarbûna vê civakê ya ji bo azadiya gelê Kurd, bûye emsalekî diyar ya gelê têkoşer. Ji ber wek gelê wargehê me ji tinebûnê hebûn çêkir. Nimûneya vê ya herî berbiçav jî ew e, tevî hemû êriş û lîstikên dewleta Tirk û hevkarên wê, ev civak teslîm nebû û li ber xwe da. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê, me gelek bedelên giran dan û gelek war guhertin.  Lê li her wargeha em lê bicih bûn, me careke din pergala xwe ya jiyanê ava kir. Civaka wargehê li ser fikir û ramanên Rêber APO pergala xwe saz dike ku, civaka Kurd bi vê paradîgmayê dikare xwe bi rêve bibe û pergala xwe ya jiyana azad ava bike. Gelê wargehê li her warê lê bi cih bûyî, li ser bingehê vê felsefe û ferasetê, pergala xwe ya jiyanê ava kiriye û roj bi roj xurttir bûye. Sekna civaka wargehê ji bo dilsozên azadiya gelê Kurd bûye çavkaniya xweragiriya li hemberî hemû zorî û zehmetiyan. Ji ber vê xweragiriyê ye,  wargeha me hertim di hedefa êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê de ye. Di bîra me de ye, dema ku çeteyên DAİŞ’ê êrişî herêmê kirin, leşkerên Iraqê, hêzên pêşmerge yên ser bi PDK’ê ve, bêy ku li paş xwe binêrin, hemû herêm berdan û bi vî rengî radestî çeteyên xwînmij ên DAİŞ’ê kirin. Lê civaka wargehê bi derfetên xwe yên herî kêm karî li hemberî van çeteyên xwinmij ên dijminê mirovahiyê li ber xwe bide.  Ew çeteyên tirs û xof dixistin zikê wan hêzên ‘mezin’,  ew çeteyên ku ew hêzên ‘mezin’ ji ber tirsa wan direviyan; gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, li gel hêzên HPG-YJA Starê ew çete têk birin. DAIŞ’ê têkçûna xwe ya yekem li Mexmûrê jiya. Ma ne ji ber vê sekna gel ya bi îrade û berxwedêr bû, serokê demê yê herêma Kurdistanê bi xwe hat Mexmûrê. Mesûd Barzanî li pêş çavên cîhanê spasiya gelê wargehê û gerîlayên HPG-YJA Starê kir. Lê îro ev yek hatiye ji bîrkirin. Niha jî, ji bo dewleta Tirk a dagirker û PDK bikarin destkeftiyên Başûrê Kurdistanê têk bibin,  pêşerojek azad ji bo gelê Kurd çênebe, ev dorpêç û êriş li ser wargehê pêk tên. Ji ber ku PDK jî dizane civaka Başûr ji hevkariya wê ya bi dewleta Tirk bêzar e. Lê naxwazin nerazîbûna gel ya li dijî hevkariya bi dewleta Tirk re bibînin. Dijberî wê, êrişî civaka wargehê ya xwedî îrade, sekin û pergala demokratîk dikin. Tevî ku berî her tiştî sucek miroviye jî, wargehê dorpêç dikin.

2014’an dema çeteyên DAÎŞ’ê êriş kirin û gel ji neçarî koçber bû, gelê niştecihê herêmê digot, ‘eger gelê wargehê li herêmê nemîne, em venagerin ser cih û warên xwe’. Piştî êriş têk çûn û gelê wargehê vegeriya, gelê herêmê jî ji vê yekê cesaret girt û vegeriya malên xwe. Ji ber van taybetmendiyên xwe wargeha me her tim bû hedefa êrişên dewleta Tirk û PDK’ê. Her wiha PDK bi van êrişên xwe û bi danîna ambargoya li ser wargehê, dixwaze peyamê bide gelê Başûr yê ku li hemberî bêmafî û hevkariya PDK’ê ya  bi dewleta Tirk re radibe. Dixwaze bêje gel, hûn nikarin li hemberî min serî rakin, ger hûn serî rakin ezê bi hêza dagirkeran we têk bibim. Ya ku niha li Başûr pêk tê ev e. Em rojane dibînin kesên li hemberî siyaseta PDK’ê xwedî helwest, ji aliyê PDK’ê û asayîşa wê ve tên girtin û windakirin.

Heya niha jî dema em dipirsin çima ev ambargo li ser civaka me pêk tê, ew dibejîn; “biryar a jor e.” Wisa diyar e ev jor jî dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta faşîst ya AKP-MHP’ê ye.

Ambargo herî zêde jin û zarokan bandor dike

Di nava pêvajoya ambargoya li ser civaka me de, bê guman herî zêde jin û zarok neyînî bandor bûn. Her wiha pîr û kalên wargehê yên bi nexweşiyên kronîk hene. Di encama dorpêçê de derfeta karkirina li derveyî wargehê nema. Ji ber qedexeya çûyîn û hatinê, bi hezaran kes êdî nikarin debara malbata xwe bikin. Ji ber gel nikare biçe derve kar bike, rewşa krîzek aborî rû da. Rewş li holê ye, derfet neman e. Lewma gel nikare pêwistiyên xwe yên jiyanî pêşwazî bike. Bêderfetî bandorê li tevahiya civakê dike, tengasiyên mezin hene. Tê zanîn, debara gelê wargehê li ser karkeriya li herêmin din e. Ji bilî heqdestê vî karî, ti dahatek din ya gelê wargehê tineye. Ji ber dorpêçê zêdeyî 2500 kes ji kar hatin derxistin. Bi hezaran mirovên wisa bê derfet hene ku, nikarin debara jiyanê bikin. Di nava karkerên bê kar mayî de zêdeyî 700 jinî hene. Van jinan bi keda destên xwe û bi karkeriyê debara malbata xwe dikirin. Lê ji ber dorpêça li ser wargehê, rewşa van jinan a aborî dijwartir bûye.

Li aliyekê dorpêça PDK’ê li aliyê din Corona

Li aliyê din dorpêça li ser wargehê rastî dema şewba Corona hat. Şewba Corona rewşa heyî hîn xetertir kiriye. Ji ber tekoşîna herî baş ya li hemberî vê nexweşiyê paqijî ye. Lê ji ber krîza aborî ya encama doprêçê ye, gelek malbat nikarin pêdiviyên paqijiyê pêşwazî bikin û ji derfetên paqijiyê bê par in.  Her wiha zêdeyî 1200 kesên xwedî nexweşiyên kronîk in,  ji ber rêgiriya asayîşa PDK’ê zêdeyî salekê ye nikarin biçin kontrolên xwe yên bijîşkan. Bi vî rengî nexweşiyên wan kesan girantir dibe. Her wek agahiya raya giştî jî jê heye, di pêvajoya ambargoyê de ji ber rêgiriya asayîşa PDK’ê zarokên 4 dayîkên ducanî mirin. Çawa di her şerî de êş û azarên herî giran dibe para jinan, di pêvajoya ambargoyê de jî êş, azar û bedelên herî giran dibe para jinan.

NY ji rewşê agahdar e, lê ti helwest raber nake

Ji destpêka dorpêça li ser wargehê heya îro, ji rewş û bûyeran neteweyên yekbûyî hatiye agahdar kirin.  Lê em vê ji bîr nekin, çiqas neteweyên yekbûyî wekî parêzvanê mafê mirovan tê dîtin jî, lê di encamê de ew jî saziyek ya pergala netew-dewletê ye. Li hemberî kiryar û êrişên pergala netew dewletê gelek caran wek tê xwestin bertekên pêwist nîşan nade. Tevî bi dehan caran bangewazî lê hat kirin, ku li  erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkeve jî, lê heya niha tiştek ji aliyê wan ve nehatiye kirin. Hem ji bo rewşa ambargoyê, hem ji bo êrişên dewleta Tirk yên hewayî her carê me NY agahdar kiriye û bi rêya raporan me rewşa heyî pêşkêşî wan kiriye.  Di dawiya her hevdîtina bi NY re rayedar dibêjin ‘em rewşa heyî dişopînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan em di xebitin’. Lê wek min gotî, di encamê de ew jî li gorî biryarên desthilatdaran tevdigerin. Lewre heta niha ti tiştek ji aliyê wan ve nehatiye kirin.

Dorpêçkirina wargehê hevkariya bi Tirkiyê re ye

Dorpêç biryarek siyasiye û encama hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye. Her wiha xweranegirtina dewleta Tirk ya li hemberî destkeftiyên gelê Kurd e. Aliyek din yê dorpêçê jî digehe pîlana têkbirina destkeftiyên gelê Kurd. Wekî gelê wargehê em xwediyê statuya penaberiya siyasî ne, bi erêkirina dewleta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê, dibin sîwana NY de, em li wargeha Mexmûrê bi cih bûne. Li gorî îqameya ku ji bo me tê dayîn,  ku bi erêkirina NY, wezareta navxweyî ya Iraqê û wezareta koç û koçberan e, li hemû herêmên Iraqê em xwediyê mafê gerê, karkirin û xwendinê ne . Lê, li ser bingehê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk ya dagirker re, niha ev mafên me hemû tên binpêkirin. Her çendî PDK bi helwestek siyasî wargeha me dorpêç kiriye jî, lê para partiyên di hikûmeta herêma Kurdistanê de û para saziyên civakî jî di vê biryara dij mirovî de heye. Ji ber bêdengiya wan, yan jî kêm dengiya wan cesaret dide PDK’ê ku vê biryara xwe didomîne. Bi awayek eşkere diyare, ev helwesta PDK’ê ne di berjewendiyên gelê Kurd de ye. Berevajî, ev biryara wan di xizmeta dewleta Tirk ya dagirker de ye.

Ji destpêka dorpêçê heya îro mirov dikare bêje, hema rojane balafirên bê mirov yên keşfê li ser wargehê digerin. Ji destpêka dorpêçê heya îro, wargeha me sê caran bûye armanca bombeyên balafirên dewleta Tirk. Di encama êrişên balafiran de me bedel dan. Lê ne ji aliyê dewleta Iraqê, ne jî ji aliyê NY ve helwestek tund nehatiye raberkirin. Ji xwe em ji PDK’ê hêvî nakin bertek nîşan bide li hemberî van êrişên dewleta Tirk. Ji ber dewleta Tirk ji helwesta PDK’ê cesaretê digire û êrişî wargeha me dike. Dorpêç û ambargoya ji aliyê PDK’ê ve li ser civaka me pêk tê, rêya êrişan li ber dewlata Tirk vedike. Ma eger hevkariya PDK’ê nebûya dewleta Tirk dikarî evqas êrişî Başûrê Kurdistanê bike?. PDK ji bo dewleta Tirk rê çêdike, serçete Erdogan jî li ser vê rêya PDK’ê vekirî, êrişî Mexmûr, Şengal û Başûrê Kurdistanê dike.

Divê Kurdistanî û dost, me bi tenê nehêlin

Di dawiyê de dixwazim bêjim, cîhan niha li dijî şewba Corona têdikoşe, lê wek gelê wargehê em bi çar vîrosan re têdikoşin. Dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê, li dijî wargeha me êrişên dewleta Tirk yên rojane, metirsiya çeteyên DAİŞ’ê ya li herêmê û bi taybet li ser wargeha me û ya dawiyê jî xeteriya vîrosa Corona bi xwe. Em wek civaka wargehê bi derfetên xwe yên kêm di van şert û mercên zor de têdikoşin. Lê em dibînin, derfet û hêza me li hemberî van êrişên dijwar û piralî têrê nake. Ev rewş dest nade em bikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin. Ji bo vê, ez bang li gelê Kurd ê xwedî wijdan û parêzvanên mafê mirovan dikim, di vê têkoşîna giran de me bi tenê nehêlin. Ji bo em bikarin li pêşiya êrişên mezintir rawestin, pêwistiya me bi hevkarî û piştgiriya we heye. Bi têkoşîna hevpar ya li dijî dagirkerî û bêmafiyê, em ê bikarin pîlanên dagirkeran yên li ser wargeha Mexmûrê û tevahiya Kurdistanê têk bibin.  Gelê Kurd û dostên Kurdan yên li Ewrûpayê, dikarin bi piştgirî û çalakiyên xwe zextê li navenda NY û saziyên civakî yên mafên mirovan bikin, ku li hemberî êrişên li ser wargeha me û hemû Kurdistanê bibin xwedî helwest. Bi rêya çalakiyên piştgiriyê em ê bikarin zextê li hikûmeta Iraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê û NY bikin ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.

*Berdevka Komîteya Dîplomasî ya Jinên Mexmûrê