Asiya DIJEBAR: Dengê serhildêriya jinê 

- Berjin TEKOŞER
1.5K views

Fatma Zohra Imalayendî di 30 Hezîrana 1936’an de, li Cezayir ê û di nav malbatek Berberî a qebîleya ji Dahranê ya Berkaniyê tê dinyayê. Bi navê xwe yê din, Asiya Dijebar tê nasîn.

Di navbera salên 1937-1946’an de, li bajarek biçûk a peravê ku bavê wê jî li wêderê mamostetiya zimanê Fransî dike, diçe dibistanê. Dovre diçe dibistanek şevê a quran ê; ji xwe wê pistî bi salan di biyografiya xwe de daba diyarkirin ku ew di nava zarokên kur de yek ji wan du keçên li vê dibistanê bûye. Ew dema ku dest ji dibistana quranê ber dide û diçe dibistana navîn a paytext Cezayîr ê, ji xwe yegane xwendekara jin a Misilman bû.  

Di berhemên xwe de balê dikşîne ser rewşa jinê

Jina Cezayirî ku di sala 1936’an de li bajarê Şerşel ê tê dinyayê û di 78 saliya xwe de, di 6 Sibata 2015’an de jiyana xwe ji dest dide, roman nivîs, nivîskar û profesor bû. Perwerdeya xwe li Fransa bajarê Parîs ê, li dibistana bi prestîj a  “Ecole Normale Superieure” diqedîne. 

Dijebar, li dijî her astengiyê têdikoşe û bi sekna xwe a femînîst dihat nasîn. Bi taybetî di berhemên xwe de li ser rewşa jinê disekine û nivîs, çîrokên xwe li dora jinê dihone. Ew xwedî sekneke li dijî dagirkeriyê bû û bi vî nêzikatiya xwe derdiket pêş. 

Her wekî tê zanîn dagirkeriya Şahenşahiya Fransayê a di sedsala XVII. de destpê dike û heya salên 1960’an dom dike, di sala 1830’an de dikeve Cezayirê û li wir 132 salan desthilatiya xwe serwer dike. Dagirkeriya Fransayê ku salên dûr û dirêj dom dike, bê guman ji hêla siyasî û aborî de Cezayirê dixe bin bandora xwe, gelê herêmê û bi taybetî jî jin ku di nav cîhana xwe a weşartî de dijîn, ji vê rewşê bandor dibin. Ji bo wê jî Dijebar di her xebatek xwe de, li dora jinên Cezayirê dest bi honandina ristekê dike û pêde diçe. A rast ew bi her çîrokek xwe dibe reng û dengê jinên Cezayir ê. 

Ew rûpûşa li ser wechê jinê dide alî

Di pêvajoya destpêkê de, dema ku Fransî li Cezayirê cîwar dibin, jinên Cezayirê jixwe ji hêla zilamên welatê xwe ve kêm tên dîtin û rewşa wan a heyî xirabtir dibe. Ji ber ku mêtingerên Fransî bi her derfet û rewşa heyî re wan biçûk dibîne û wisa nêz dibe, wan tu caran wek ferd an jî mirov nabîne. Jinên ku ji welatê xwe biyanî dibin, bi wan re bi awayek hovane nêzikatî tê kirin. Jin rastê gelek zor û zehmetiyan tên, pirê caran jî jin rastê destavêtinê tên… Ev yek jî bandorek neyini li ser derûniya jinên Cezayirê çêdike.    

Bê guman bi demê re derfeta xwendin û çûna dibistanê a zarokên keç ên Cezayirê jî pêk tê. “Ka bifikirin! Dayîka min di sala 1930’an de, di 13 saliya xwe de karî ku destûrnameya xwe ya dibistana seretayî verbigire! Li derdor ew ewilîn jina misilman bû ku destûrnameya dibistanê girtibû…” (Dijebar, 2013)

Asiya Dijebar, di romana xwe a bi navê “Jina ku gora wê nîne” û di şexsê jina partîzan Sûleyhayê de, balê dikşîne ser têkoşîn û wêrekiya jinên Cezayir ê. Li dora Sûleyhayê ev xeleq bi têkoşina jinê a li dijî mêtingehiyê û têkoşina serxwebûnê mezin dibe. Sûleyha mil bi milê hevalên xwe yên zilam wê di nav berxwedanê de cih bigire. Ev berxwedan, berxwedana serxwebûnê a li dijî mêtingeriyê ye. 

Têgihiştina di derbarê jinê de têk dibe

Jinên Cezayirê ku li dijî Fransiyan yekbûna xwe ava dikin, têkiliya di navberê wan û zilaman de jî tê guhertin. Mînak berê jin nedikarîn li cem zilaman rûnên, lê di dema berxwedanê de li cem bav an jî birayên xwe dirûniştin û di derbarê pêşeroja welatê xwe de nîqaş dikirin. Tevî zilamên li çiyê ku çi binasın yan jî nenasin, li ser heman sifreyê dirûniştin û xwarin dixwarin. Êdî ne pêwîst bû ku bi serpoşkê wechê xwe weşêrin. Jinên ku beştarî têkoşîna serxwebûnê dibûn, di gelek mijarên bi vî rengî de dibûn xwedî gotin, ku Asiya Dijebar yek ji wan kesan bû ku ev pêşketin û têkoşîna jinên Cezayirê herê baş radixist ber çav an.  

Asiya Dijebar ku di berhemên xwe de bi gelemperî mafê axaftinê dida jin ê, di fîlma xwe a bi navê “La Nouba des Femmes du Mont Chenoua” yê de, ji aliyekê balê dikşîne ser yekbûna jinê û dide diyarkirin ku lazime ew dengê xwe bidin bihîstin, ji aliyê din de balê dikşîne ser jina hemdem a Cezayir ê. Ji xwe fîlm bi rêya muzîk û stranan ji temaşevanan re tê veguhêstin. “Di sala 1974’an de ez dîsan vegeriyabûm Fransa yê, min ne dizanî ka ez ê çi bikim. (…) Ez çûm Cem hin servîsên televîzyonan ku dixwestin bi min re peymanekê îmze bikin. Min ji wan re got, qet min eleqedar nake ku romanên min biqolibînin fîlman. Min ji wan, ji bo ku biçim çiyayê zaroktiya xwe û bi jinên li wir re biaxivim, erebeyek û endezyarek xwest. Şofêr dan min. (…) Şofêr û teknîsyen dema xwe bi zilamên din re dibohirandin, lê ez bi jinan re diaxivîm.” 

Ew dengê qehremanên bê nav bû

Dijebar, piştî du mehan ku li herêma “Chenoua” yê bi jinan re hevdîtin dike, dengê wan, hawar, stran, pistepist û xeyalên wan di sala 1978’an de ji temaşevan re radigihîne. Ew balê dikşîne ser girîngiya guh dayîna çîrokên qehremanên bê nav, bi taybetî jî jinên qehreman ên bê nav û bi xebatên xwe balê dikşîne ser van xalan. 

Dijebar di 11 Cotmeha 2000’an de, dema ku bi wesileya girtina xelata aştiyê axaftinê dike, li ser têkiliya xwe û ziman radiweste û wiha dibêje: “Ez bi Fransî dinivîsim, ku ev ziman ne bi awayekê ye ku tu li hember bisekinî ramanên te dixe dest xwe, zimaneke kevn û mêtinger e. Lê ez bi zimanê xwe ê dayîkê Erebî hez dikim, êş dikşînim û dua dikim. Bingeha zimanê min dem dirêj li dijî emperyalîzma Romayê berxwe dide; zimanê Berberî, zimanê şahbanû Touregs ê ye ku demeke dirêj dayîksalarî lê serdest bû. (…) Ziman nayê lêvegerandin; kok û dîsan bi kok bûyîn, bi gotineke din xwesteka reh û rîçal ê. Ger ez Kelt, Bask, yan jî Kurd bama, wê ji bo min di hin pêvajoyên pêwîst ên hewce yên wî zimanî de, ziman dê wek “na” bihata fêm kirin… Di bûyerên ber bi çav ên di encama zextên desthilatdariya dewlet û ol de derdikeve holê ku ji bo mirov tevahiya vanan paqij bike, bibêje “na”, zimanê destpêkê ku mirov di serê xwe de, di bêdengiya xwe de, di red kirina xweferzkirinên civakî de bi kar tîne, zimanê me yê dayîkê ye. (…) Bi kinahî ev “na”, di we de pirê caran beriya hizrên we derdikeve û ev berxwedaneke ku nayê piştrast kirin.”  

Jiyaneke bi zehmet

Asiya Dijebar nivîskarek femînîst a Cezayirê ye ku gelek çîrok, nivîsên kin, ceribandin û helbest nivîsîne. Her wiha lîstokên şanoyê dinivîsand û derhêneriya wê jî dikir. Demeke kin dest ji nivîsandinê ber dide û derhêneriya du filmin dike. Di yek ji berhema xwe a herê bi nav û denk de jî balê dikşîne ser newekheviya ku jiyana jinên Cezayir û Rojhelata Navîn bi zehmet dike.  

Ji ber şerê serxwebûnê yê Cezayirê neçar dimîne ku naber bide perwerdeya xwe a zanîngehê û li Tûnus ê perwerdeya xwe didomîne. Di zanîngehên Rabat û Cezayir de ders dide. 

Di sala 2005’an de ji bo akademiya wêjeyê ya Fransayê tê pejirandin. Dijebar, bi taybetî ji bo jinan di qada zêde bûna parastina mafan de, di cîhana Ereb de ji bo îslamê bû dengê reform ê. 

Assia Djebar copyright Giovannetti/effigie

Ez panzdeh salî bûm

Êşên min ên sedsalan hebûn

Min nedikarî bipeyvim

Min ji xwe re wiha digot:

Mirov biçe ciheke din

Biçe aliyê din ê av ê

Ez panzdeh salî bûm

Êşên min ên sedsalan hebûn

A ku pistepist dike, niha ye

Yan jî paşeroj e?

****

Berhemên wê bi vî rengî ne; 

Gelevzî kirin, (1957)

Bêsebirbûn, (1958)

Zarokên cîhana nû, (1962)

Les alouettes naïves, (1967)

Ji bo Cezayireke bextewar helbest, (1969)

Berbanga sor

Evîn

Siwarê Cezayirî, (1985)

Siltan Ombre, (1987)
Ji Medîneyê dûr

Giryîgeha mezin, (1995)

Spiya Cezayir ê, (1996)

Oran, zimanê mirî, (1997)

Şevên Strasbourg ê, (1997)
Dema ku jinên Cezayirê li mala xwe bûn

Jina bê gor, (2002)
Di mala bavê min de tu tişt nîne, (2008)