Avakera tabûrên Amazon: Theroigne de Mericourt

- Berjin TEKOŞER
713 views

Jina ku di vê nivîsê de em ê qalê bikin, Theroigne de Mericourte ye ku di 14 Tîrmeha 1789’an de, bê ku guh bide xeteriyan, li ser pira Bastille tevî hemû kesên wêrek yên wêderê, bi şûra xwe, ji xwe re rê vedike û êrîşê kelehê dike. Ew avakera Tabûrên Amazon bû. Wiha bi wêrekî şer dikir û girseyek mezin bi dov xwe re dida meşandin. Wek tê zanîn di derbarê her yek ji van jinên wêrek ku di nav dîrokê de rol lîstine, bûne xwedî hêz û rastiya dîrokî, gelek tişt nayên zanîn û em gelek caran neçar dimînin ku bi agahiyên kêm, lê bi hişmendî û baldariyek mezin cih bidin heqîqet û rastiya ku wan jinan heq kiriye.

Jiyana wê

Theroigne de Mericourt; keça gundiyek xwedî erd bû. Di sala 1756’an de, li gundek biçûk ê bi navê Marcourt ku li Belçîkayê ye, tê dinyayê. Li dijî monarşiyê bû. Di destpêka salên şoreşê de li cem Jokobena cih digire, lê piştî serketina li dijî monarşiyê şûnde derbazî aliyê Jirondena dibe. Mericourt wekheviya jin û zilam ne tenê wek diruşma şoreşê, belku di polîtîkaya xwe a rojane, zanist û di kar de jî diparast.

Mericourt zaroktiyeke bi zor û zehmet derbas dike. Ji bo wê, li gelek cihê cûda dimîne û dixebite. Zû pêş dikeve, zana ye û dizane çi dixwaze. Piştî ku çend salan li Londrayê dimîne şûnde, dîsa vedigere Parîs ê, cihê ku bi temamî nakokiyên wê hatin vebirîn. Bi nîşaneyên şoreşê hesîbû, ji bo wê jî nedikarî hema wisa bisekine. Ji zaroktiya xwe de ji bîr nekiribû ku ka axayê erd çawa perçeyek nan jî ji wan re zêde didît. Theroigne de Mericout tu caran ji gund û malbata xwe qut nebû, rastiya xwe tucaran ji nedîtî nedihat.

   

Meşa ber bi Versailles ê

14 Tîrmeha 1789’an de, Theroigne de Mericout bê ku xeterî di xema wê de bin, li ser pira Bastilleyê di nav girseyek qelebalix te, şûr di dest de, ber bi pêş dimeşî, ji aliyekê ji xwe re rê vedike û hêdî hêdî, lê vê carê bi gavên kêmek bi lez êrîşê kelehê dike. Girse bi heyranî lê temaşê dikir û jê re çepik lêdidan.

Piştî çend mehan bi şûnde Theroigne, di dest de çek, li ser jî cil û bergên şer, di stûyê wê de destmala wê li ber ba diwezî; ew jinek bû ku li ser pişta hesp ber bi Versailles diçû daku ji qiral bersiva daxwazên xwe bigire.

Artêşek di bin baranek dijwar de ber bi Versaillesê dikete rê. Jinên di bin rêveberiya Theroigneyê de bangî zilaman dikirin. Di 6 Cotmeha 1789’an de, serhildana birçiyan yekemîn peyama bi tehlûke a ji bo Louisê XVI. an rêdikirin. Axaftinên Theroigneyê ên bi coş, dîsan baweriya ku bi wê dihat, dihîşt ku serhildêr ji bo êrîşê amade bin.

Di sibeha 5 Cohmeha 1789’an de, bi gotina “kengê wê nanê me çêbibe?” ji hezaran jinî ku ber bi qesra Versaillesê ve ketibûn rê re pêşengtî kir. Ji rika zilamên alîgirê şoreşê ku digotin “Ne pêkane jin bibin şervan”, Theroigne di nav wan jinan de bû ku li ser pişta hespan êrîşê Meclîsa Netewî dikirin. Piştî ku wêneyê wê yê li ser pişta hesp ji aliyê wênesazên alîgirê şoreşê we tê resimandin, rastê heqaretên cînsiyetparêz ên rojnameyên arîstokratan tê û bi ser manşetên ‘Jina hejar’ hedef tê nîşandayîn.                 

‘Jiyanî kirina wekheviya jin û zilam’

Li gor Theroigneyê wekheviya jin û zilam gerek ne tenê di gotinê de maba, belku jiyanî kirina wê gelek girîng bû. Ji bo wê, wekheviya jin û zilam ne tenê wek dirûşma şoreşê, belku hewce bû di jiyana polîtîk a rojane de, di zanist û kar de bihata pêkanîn, ev yek ji bo wê girîng bû, ji ber vê çendê jî diparast û pê bawer dikir. Ji ber vê, ji bo ku jin hîn aktîf tevlî şoreşê bibin, Theroigne li her derê, li her taxekê dest bi xebatê kir, ji bo avakirina tabûrên jinan dest bi kar kir.

Di wê demê de Mericourt ji aliyê dijberên xwe wek ‘Jina hejar’ dihat bibîranîn, ji bo vê jî jinê ne tenê li hemberê vê zîhniyetê, belku di qada siyasî de têkoşîna hebûnê dida. Avakirina pergalek siyasî heq û berpirsyariyek mezin dixe ser milê jin û zilam, hemû hemwelatiyan. Mericourtê jî ev heq û berpirsyartî di hemû axaftinên xwe de tanî ziman, ew ne tenê nûnera têkoşîna çînî bû, di heman demê de şervanek a parastina mafê jin bû.

‘Tabûrên Amazon’ avadike

Pêngava avakirina tabûrên Amazon dide destpêkirin. Dema ku vê pêngavê bi jinên berbajar yên Saint Antoine re parve dike, wiha dibêje: “Hewceye em ji bîr nekin ku em xwe fedayê welatê xwe dikin. Em ê biçek bin: Xweza jî vî mafî dide me. Em ê nîşanê zilam bidin ku em ne kêmê wan egît û ne jî kêmê wan wêrek in; em ê nîşanê Ewrûpayê bidin ku jinên Fransî di ferqa mafên xwe dene. Jinên Firensî! Erka me mezine; dem hatiye ku em zincîrên ev bi salane jin di rewşeke nezan û kole de hiştiye, bişkênin. Em bi bîra xwe bînin, di dema dayîkên me de, jinên Galli û şanaz yên Elman beştarî civînên gel dibin û dema dijmin tê têkbirin jî tevî zilaman beştarî şer dibin. Xwîşk û birayên min ên dil nizm, hemû baş guhdarî min bikin; ji bo ku em êrîş bikin, lazime em xwe bi çek bikin. Ez lîstek amazonên Firensî amade dikim, yên ku ji welatê xwe hez dikin, bila bi dilxwazî navên xwe bidin nivîsîn…” 

Di sala 1792’an de, di pêşengtiya Theroigneyê de li cihên cûda yên welat dest bi avakirina ‘Tabûrên Amazon’ hat kirin. Qadên vala, bax û bexçe, gelek cihên bi vî rengî ji bo perwerdeya jinan a çekdarî, dîsan bi karanîna şûr, mizraq û kêr ê hatin veqetandin.

Theroigne bi encama bixwîn hesî

Theroigne ku di ferqê debû piştî şoreşê nakokiyên Jakoben-Jirondena wê bi xwînê biencam bin, di bihara sala 1793’an de, piştî dardekirina Jirondena û berê wê derxînin dervê Meclîsa Netewî, ji tevahiya seksiyonên Parîs ê, ji bo mayînde kirina aştiya navxweyî banga mudexelaya lezgîn a ji hêla jinan dike.

Li her herêmekê wê şeş hemwelatiyan destmalên li ser “dostanî û biratî” hatî nivîsîn hildana û beştarî civînan biban. Lê mixabin pêşniyara wê nehat pejirandin. Wek rêbazek polîtîk ji bo pêşketina şoreşê a bi awayek erênî; ji ber ku aştiya navxweyî pêşniyar kiribû, hema berê ku rêberên Jîrondena ji Meclîsê bên qewitandin, ji aliyê Jakobenan ve rastê êrîşê hat. Theroigne ku rastê êrîşên Jakobenan tê, rexmê ku tevî nêrînên wê yên polîtîk nedibûn jî; wisa difikirî ku Jîronden rastê neheqiyê hatine û ji bo vê jî ji refên Jakobenan vekişî û beştarî Jîrondena bû.       

Şerê navxweyî belav dibû: “Li çend herêman pevçûnên kolanan destpê kiribû jî. Ev jî nîşaneya şerê navxweyî bû; em neçarin bi aramî û baldarî, pê derxînin ka kê ev provakator derxistin û pê bizanibin, lêkolîn bikin ka kê dijminê meye. Hemwelatî raweste û bifikire, nexwe em ê tune bibin… Ji bo başiya civak ê, dem hatiye ku em dest ji azwerî û kerba xwe berdin û bibin yek.”

Lêbelê rexmê vê jî pêşniyara Theroigneyê a ji bo aştiyê nehat jiyanî kirin. Rêxistin bê feyde bûn. Şerê Jîronden û çiyayiyan bi xwînê bi encam bû.     

Birêxistin kirina jinan

Theroigne bi nêzikatiya xwe a ji bo birêxistin kirina jinan û nîqaşên ku di taximên jinan de di her firsendê de dihatin kirin, her carekê bi gotinên “wekhevî û azadî ne tenê ji bo zilaman, ji bo tevahiya civak ê” di bîra her kesekê de mabû. Pêvajoya bixwîn a piştî şoreşê pêşbînî kiribû û dema dijiya jî ev yek nepejirand. Bi gotina; “ez di nav vê bihev ketinê de nebûm” ji polîtîkayê xwe dide alî û di qada mafê jinê de, li derdora taxan xebatên xwe domandin. 

Ji wê rojê pêve li gel arîstokratan, Theroigne ji aliyê komên din yên polîtîk jî rastê biçûk xistin û heqaretê tê, piştî ku tûşî nexweşiya rihî dibe şûnde, di sala 1817’an de, li nêzî Parîsê di nexweşxaneyekê de jiyana xwe ji dest dide.     

Ji ber ku jin û dijberek bi hêz bû…

Theroigne ji hêla dijberên xwe yên siyasî wek dijberek ku hewceye jê bê tirsîn dihat dîtin, ji bo vê jî rastê heqaretan dihat, ne tenê ji ber ku ew wek dijberek siyasî dihat dîtin, di heman demê de ji ber ku wek jin di her qadekê de têkoşîna hebûnê dida meşandin rastê van heqaretan dihat.

Theroigne li hemberî tişta heyî di nav serhildanê debû û bi berpirsyariya têkoşîna ku ji bo jiyaneke nû dida meşandin, di axaftinên ku dikir de û di çalakiyên xwe de ne tenê têkoşîna çînî di heman demê de kesek bû ku ji bo mafê nasnameya xwe a zayendî jî rêya berxwedanê hildibijart.

Ji ber vê çendê, di dîrokê de cihê xwe bi sekna xwe a çînayetî re her wiha wek “Fermandara jinên dorbajarî”, “ Fermandara tabûrên amazon” û “ Şervana mafê jinê” girt.