Jineke din a Êzidî ku roj bi wê hiltê

- Berjin TEKOŞER
634 views

“Li ser axa me destpêkê jin hişyar dibin. Pişt re roj hiltê. Ji ber ku a rojê hiltîne jin in.” 

(Gotina pêşiyên Êzidiyan)

BEGELi vê erdnîgariyê, li gundên derdorê ku nîv Mislilman û nîv Êzîdî bi salan di nav hev de jiyan e, çîrokek hatiye belav kirin. Ev çîrok hema bêje li tevahiya herêma Urfayê belav dibe. Lê, dem dirêj nayê zanîn ka birastî jî ev çîrok ku hatiye mîtolojîk kirin rast e an jî na. Ji ber vê çendê jî girîng tê dîtin ku pêvajoya destpêkê a çîrok kirina wê bê lêkolîn kirin. Ji ber baş tê zanîn ku gelek bûyerên dîrokî an jî serpêhatiyên Kurd an bi rêya van çîrok an jî mîtosan heya roja me a îro hatiye. Çîroka Azize Begê jî wek mîtosekê li herêmê di nav gel de dihat vegutin; ji xwe ma çîrok jî vegutinên ku bi awayek hostane anîna ziman û bilêv kirin nîne.

Begê jineke Êzidiye ku gelê herêmê bi serê wê sond dixwin û wisa pê bawerin ku gora wê bi ronahiyê hatiye şoştin. Begê jineke dilêr e ku dema ji ber baweriya xwe ji aliyê herkesekê we bi beran êrîş li ser tê çêkirin jî dest ji baweriya xwe bernade; ji ber ku nezewiciye wek jineke bê guneh tê dîtin û ji ber vê yekê jî ji aliyê herkesekê û ji hêla misilmanan jî bi serê wê sond tê xwarin.

Qirkirin û asîmîlasyon

Êzîdiyên ji eşîra Dina ku li navçeya Urfa Surûç ê û gundên li derdorê cih û war bûne, bi sed salan in ku bi polîtîkayên misilman kirinê re rû bi rû dibin. Ev polîtîkayên çewisandin û misilman kirina Kurd ên Êzidî di sed sala 20.an de hîn dijwartir dibe. Di encama van polîtîkayan de gelek caran Êzidî rastê qirkirinê hatine, yên nehatine qetil kirin jî di destê hêzên desthilatdar de wek koleyan êsîr hatine girtin. Pişt re, bitaybetî berê şerê cîhanê yê yekemîn ev rewş digihije asteke herê jor û Kurd ên Êzîdî êşên mezin dijîn. Di pêvajoya ku gelek kêm netewên di bin serweriya Osmaniyan de diman pêwajoya netewbûnê dijiyan, Ebdulhemîdê duyemîn jî di vê qonaxê de Kurd an wek xeteriyekê mezin ji bo xwe dibîne. Ji bo vê jî dest bi ji holê rakirina gelek mîrîtiyên Kurd ên feodal dike, li ser vê bingehê polîtîkayan pêş dixîne.

Qehremana çîroka me Begê jî ji eşîra girêdayî Federasyona Kurd a Berazan e ku yek ser dibe hedefa polîtîkayên têk birina desthilatarên Osmaniyan. Di pêvajoya bidawî anîna yekitiya Kurd a di sala 1840. an de û di navbera salên 1890-1974. an de bi rêya alayên Hamîdiye Êzîdiyên di nav Federasyona Berazan de bi awayek girseyî dibin misilman. Di vê erdnîgariyê de gelek Kurd ên Êzîdî neçar dimînin ku bibin misilman. Begê, rexmê van hemû pêşketin û bûyerên tê jîn, cisareta serî rakirina li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê dike. Lê, ev serî rakirina Begê tenê vê bi wê re bi sînor bimîne.

Mishacerk gundeke Êzidiyan e. Navê Mishacerkê ji pirtûka pîroz a Êzidiyan Mîshefa reş tê. Navê vî gundî di sala 1960´an de wek Golen tê guhertin. Begê, rexmê zextên heyî jî nabe misilman.

Di serdema dawî a Osmaniyan de  û pişt re, di encama zext û zoriyan de gelemperiya Êzidiyan neçar dimînin ku bibin misilman. Neyar û dijminê wan dest didanên ser mal û milkên wan, wan di nav şert û mercên zehmet de dihêlin. Tu kes tiştekê ji wan nakire û dewarên wan tên telef kirin. Di encama van zextan de mirov û malbata Begê jî misilmaniyê dipejirînin. Herçend li herêmê Begê tenane Êzidî nebe jî lê, li herêmê wek yekane jina Êzidî tê dîtin û li hemberê kesayeta wê gelek nêzikatiyên der mirovî tên kirin. Rexmê her tiştekê ne dibe misilman û ne jî bi misilmanekê re dizewice. Wek ewliyayekê dijî, zilm dibîne û di bin dareke hêjîr de jiyana xwe ji dest dide.

Di derbarê Begê de gelek lêkolîn tên kirin, lê pirr kêm agahî bidest dikevin. Li gor lêkolînên ku heya niha hatine bidest xistin; Begê di sala 1894´an de hatiye dinyayê û navê diya wê Siltan, navê bavê wê jî Mamo ye.

Begê xwe ji çîroskên rojê dixuliqand

 

Li ser rastiya Begê ku li herêmê êdî wek çîrokekê tê vegutin, Yaşar Batman dest bi lêkolînê dike û ev yek jî dihêle ku em îro vê jina wêrek û dilêr nas bikin. A seyr ev e ku rexmê gelek Kurd ên Êzîdî yên li herêmê dibin misilman jî dîsan serîhildana jineke Kurd a Êzîdî ku li hemberê polîtîkayên asîmîlekirinê disekine tê çîrok kirin û vegutin. Çîroka Begê ji bo wan wek tîrêja rojê a kêlî bi kêlî hêviyan di hondirê wan de dihone, dimîne. Ligor Kurd ên Êzîdî û Sunî her çarşem û rojên înê tîrêjên rojê xwe ber dide nav gora Begê. Ji ber wê jî ji bo nexweşan Kurd ên Êzîdî û sunî axa ser gora Begê kom dikin û dibin, di nav avê de dihelinîn û didin nexweşan ku baş bibin. Ew wisa pê bawer dikin ku Begê dikare her kesekê ji nexweşiyên wan yên heyî paqij bike. Dema kesek gotinekê dibêje û kes pê bawer neke, wê demê bi serê gora Begê sond tê xwendin û dibêjin; ´bi serê tirba Beg ê be. Ez rast dibêjim.´

Begê her çend bi tena serê xwe li dijî qirkirin û asîmîlasoyanê sekinî jî îro hema bêje herkes xwe di nav vê serîhildanê de dibîne û xwe perçeyek ji vê rastiyê dihesibîne. Dibe ji ber vê be ku îro di şexsê wê de ewliyayek avakirine ku navê hemû heqîqetan e. Belku jî ji ber vê be ku îro çîroka Begê a serî rakirinê wek mîtosekê dane jîn û dixwazin bi vî rengî xwe bîr nebin û nedin ji bîr kirin. Çîroka ku nîv rast û nîv mîtolojîk ku bisalan di şevên bêdeng de ji zarok an re dihat vegutin. Weke ku ji wan re bibêjin, ´me nejîn, Begê bijîn ku rast bijîn.´

Ligor baweriya gelê li herêmê ku dibêjin; “çendîn sal çêbûn ku Begê jiyana xwe jidest daye. Car bi car bi rojan li ser gora wê ronahiyek şewqa xwe berdide xarê.” Begê digot; ´Ez nimêj nakim, nabim misilman jî lê, hûn hemû bûn misilman. Ezê herim Wêranşarê cem Êzidiyên wêderê.´ Zarokên gond henekên xwe pê dikin. Zarokên ku Begê ji bo ku ew tucaran xwe ji bîr nebin, temenê xwe didanî holê. Zarokên ku Begê wê temenek ji wan re feda bikira û ew di keserên xwe de mezin bikirana!

Di encam de tê jê derxistin ku birastî jî jinek bi navê Begê jiya ye. Kesek ji gundê ku Begê lê dima wiha qala wê dike û dibêje: “Begê jinek paqij û xwezayî bû. Dema ku rojekê birayê min Şemsî Elif-Bê anîbû malê û Begê jî bi hêrs jê re got ku ma ne ji wan re gotiye ku berhemên Îslamî neyînin mal ê..! Li ser vê yekê birayê min yê din bi kevira êrîşê Begê kir û lê xist. Dema ku em zarok bûn, rewşa me a madî nebaş bû, em hejar bûn. Ne xwarin û vexwarin, ne jî cil û bergên me hebûn. Ji ber vê rewşa nebaş a malbatê û têr kirina endamên malbatê ku ji 20 kesan pêk dihat, Begê parsektî dikir. Bi parsektiyê hewl dida 20 kesan têr bike. Ard û nan kom dikir.”

Ligor kesê bi navê Hansî Bînîcî jî; Begê, berê vê çûye Wêranşarê gundê Oglakçiyê û bûye mêvanê wan. Tê gotin ku Begê berê mirina xwe pê hesiyaye ku wê bimire û roja ku wê bimire radibe ser xwe û dibêje ezê îro bimirim. Pişt re diçe hemamê û kirasê xwe yê sipî û renga rengî ku kirasê wê a herê xweşik bû dişo, amade dike û li xwe dike. Pişt re diçe ser cihê xwe û xwe dirêj dike û dikeve xewê, dema ku di xew deye dimire. Her wiha wek gelek kesan Hansî jî qala tîrêjên rojê ku her çarşem xwe ber didin ser gora Begê dike. Gora ku îdî ne tirsê, belku bûye cihê bawerî û hêviyê ji gelê wêderê re.

Bêdengî her ku diçû ew difetisand

Sabrî Bîlgîn jî dibêje: “Dema ku ez 11 salî bûm min Begê dît. Nêzikî 40-45 salîbû. Ji bikaranîna peyva “şeytan” pirr aciz dibû. Ev yek wek heqaret didît. Di salên 1954-1955. an de Begê ji Mishacerkê çû…

Dema Menderes bû, di wê demê de qursên quranê zêde bibûn. Hema bêje li her derê tije Şêx bibûn. Gel jî pirr saf bû û tu tişt tênedigihişt.

Bejna wê 1.70, porê wê reş û nêzî 70 kîlo bû. Gelek caran kofî didanî ser serê xwe. Dema nêzî çûna wê bû, zarokan derdora wê girt û bikeviran êrîş birin ser û ev yek ew pirr hêrs kiribû. Ji ber vê nêzikatiyan jî ji zarokan gelek ditirsiya. Herê zêde jî ji kiryarên kirêt yên zarokan bandor dibû û têşa. Bi demê re her ku çû Begê ji civakê hat dûr xistin û bi giştî ji civakê hat der kirin. A herê bi êş jî ev bû ku rexmê kêm û zêde bi zarokên apê xwe re di nav danûstandinê debû, êdî bi wan re jî nedikarî têkiliyê deyne an jî sihbet bike. Ji ber ku ew jî êdî bibûn misilman.

Di wan deman de ji xwe televîzyon nînbû, her şev hemû gundî dihatin cem hev, sihbet dikirin û çîrok dihatin gotin ji tenêtiya şevan re. Di wan civatan de tenê Begê bû ku mafê wê yê axaftinê nînbû. Qey berê wisan bû…(!) Êdî a ji destê wê dihat tenê ew bû ku guhdar bike. Kê çi bibêje bila bêje, a ji wê re dima guhdar kirin bû. Lê, pirr xweşa Begê diçû dema ku di van civatan de qala Êzdayetiyê dikir, an jî dihat kirin. Pirr dixwest ku behsa ûrf û adetên Kurdayetiyê ji gundiyan re bike. Lêbelê êdî kesekê guh nedida wê, deng û tiştên Begê bibêje jî têra tirsa wan dikir, têra ku xwe di bêdengiya wê de bifetisînin. Êdî tikiliyên wê yên civakî hema bêje qet nînbû. Ji xwe rê ji vê yekê re jî nedihat dayîn.

Perîxan Ercan jî wiha qala Begê dike û dibêje; ” Ez 7-8 salî bûm. Havîn bû. Rexmê ku hîn nû roj çûbû ava, heva pirr girtî bû, ji ber vê jî hema bêje tavahiya rojê em ji mal derneketin û me qet lîstok nediliyîst. Min di pencereyê de dît ku Begê ji gundê Êzîdiyan gundê Zekî ku hertim ji bo parsekiyê diçû wê derê, vedigere. Di wê kêliyê de bi qêrîn û hawarê me bazda û em çûn cem Begê. Kêfa me pirr ji Begê dihat. Destê me li jor, me li dora wê dest bi reqsê dikir. Di bera jî me digot ha ho werin Begê hatiye. Ji xwe Begê kêf û şahiya me bû. Dema ku me wisa digot jî ew pê şanaz û keyxweş dibû. A rast hinek jî me henekê xwe lê dikirin. Rexmê vê jî bi dilgermî ev şahiya me pêşwazî dikir.

Rexmê bi tenê ma, rastê zilmê hat, dihat riswa kirin û biçûk xistin jî ji ber ku heya dawiyê xwedî li baweriya xwe a Êzdayetiyê derket, ji aliyê civakê de, herçend weşartî be jî jê re rêz dihat raber kirin. Ev rêz û hurmet ewçend zêde bû ku êdî wek çîrokekê di nav kom û civatan de digeriya. Ev çîrok bibû germahiya civat û baweriya rojên bê.

Di wicdanê hemû gundiyan de Begê bê guneh û paqij bû. Lê, rexmê vê jî rastê neheqiyê hatibû. Civakê nekarîbû di derbarê Begê de biryareke adil bide an jî bistîne. A ji vir û şûnde bê kirin ew e ku di rêya wê de, li ser esasê baweriya wê meşeke heq bû.