Berxwedan, serî rakirin û têkoşîna serxwebûnê

- Lîlyan ÇIYA
763 views

Têkoşîna jinên Efqanistanê ne nû ye. Di her serdemekê de jinên pêşeng ên ku çi bi riya wêje û hunerê be, çi di qada siyasî û civakî debe, karîne bibin deng û rengê têkoşîna serdema têde dijiyan. Gelek caran Efqanistan wisa tê nîşandayîn ku mirov dibêje qey wê jin nû de bi wêje, huner, yan jî jêhatibûna birêve birin û têkoşînê re xwe binase. Bi taybetî jî fikra oryantalîst a rojavayî ku dîroka Rojhelata Navîn a bi têkoşînek her alî a jinê bi barkiriye, ji nedîtî tê: Qaşo her mudaxelaye Rojava a li dijî Efqanistanê û destverdana wî, ji bo xilasiya Efqanistanê û pêşxistina civaka wê ye. Efqanistan ne welateke ku di van deh salên dawî de ji aliyê Emerîqayê ve hatiye avakirin. Jinên Efqanistanê bi sedsalan beriya vê jî ji bo bidest xistina maf û heqê xwe têkoşiyane. 

Dema ku em dîroka Efqanistanê lêdikolin, dibînin ku jinê mohra xwe li her serdemekê xistî ye. Di nav rûpelên nixumandî ên dîroka Efqanistanê de ewçend wechê nepenî ên jinan hene ku ger tu tevahiya vê serdemê bigerî tu nikarî bibînî. Bi taybetî jî ji hêla wêje û hunerê de, cengawerî û rola wê a di birêvebirinê de bê hempa bûye. 

Bê guman wek her carekê, vê carê jî dîroka ku ji aliyê zimanê nêr hatî nivîsîn, ev rastî ji nedîtî hatiye û qet qala vê yekê nake. Ji bo vê jî hema bêje di vê mijarê de pirr kêm agahî hene. Gelek caran em di nav hevokan de rastê navê van jinan tên, hin caran jî di peyvekê de ku heya tu bêjî bi hişmendiyek serdest a tune dihesibîne, hatiye nivîsîn… 

Serdema berê  û piştî Îslamê      

Di vê serdemê de gelek jinên zanyar ku di mekteban de bi ilm û agahiyên cûda ên li ser zanistên cihê mijûl dibûn, dîsan gelek jinên wêjevan, helbestvan ku navê wan heya roja me ya îro hatiye û li pey xwe dîwan hiştine, hene. Helbet jinên cengawer ku di şeran de mil bi milê zilam li meydana cengê şer dikirin jî hebûn.

Sûreya yek ji jinên navdar a helbestvan û axaftvan e ku navê wê heya roja me ya îro hatiye. Xwedî hizr û ramanek mezin, ji aliyê hemwelatiyan ve dihat hezkirin. Dîsan jina bi navê Azer Geşûsb ku bi wêrekî û cengaweriya xwe dihat nasîn: Tê gotin ku beştarî gelek cengan bûye. Her wiha bi her xazginiyên ku ji bo wê dihatin, bi şertê ku bikaribin wê bin pêxin, diket şer û her carekê ew bi ser diket. Gelek helbestvanên bi nav û deng yên wê serdemê qala wêrekî û qehrimaniya wê dikin. 

Sultan Reziye: Ev jin di sedsala 7. hicrî de jiya ye. Li herêmek berfireh a Hîndîstan ê, ji bo çend salan hikumranî kiriye. Ji hila zanist, wêje û mijarên leşkerî de xwedî huner bûye. Tê gotin di 634. hikumraniya wê li tevahiya Hîndîstanê serwer dibe. 

Rabîa Belxî: Helbestvana qerna 14.an e û ligor dîroka mîladî di salên (943-914) de jiya ye. Rabîa Belxî, ewilîn jine ku helbestên mîstîk yên Parsî dinivîse û dixwîne. Ew di dema helbestvanê navdar yê Îranî Rudekî de li Xûrasanê bû. Rabîa ne tenê helbestvaneke dilêr a serdema xwe bû, di heman demê de wênesaz û cengawerek wêrek jî bûye. Hem şûr û hem jî di siwarbûna hesp de jî gelek baş û jîr bûye. Mixabin derveyê pirr kêm ji helbestên Rabîayê zêde tiştek heya roja me a îro nehatiye. Lê, em tiştekê pirr baş dizanin ku her çend di derbarê wê de zêde agahî nînbin û kêm berhemên wê mabin jî Rabîa jinek bi nav û deng bûye, xwedî bandoreke zêde bûye ku di berhemên helbestvanên wek Rûdekî, Ebu Seîd Ebulxîr, Nefhatilnes Camî û Etar Nîşabûrî de behsa wê tê kirin.  

Cîhana wêje û hûnera jinê

Rabîa wek Rudek ê sedsala 14.an tê bi nav kirin, helbestên bi zimanê Farsî û Erebî dixwîne, heşt qezel û çar çarîne, du çarîneyên tam ku bi giştî ji pêncî û pênc çarîneyan pêk tê û her wiha gelek helbestên wê yên evîndariyê jî hebûne ku tê gotin ji aliyê birayê wê ji holê tê rakirin.

Dîsan jina bi navê Zerqûle Kaker ku di sala 784’an de tê dinyayê û şexsiyetek zanist û mîstîk, helbestvan û yek ji wan xetatên mezin yê serdema xwe bûye. 

Gûher Şah: Ev di navbera salên 785-780’an de tê dinyayê. Jineke zana û evîndarê zanist û helbestan bûye, bi avakirina dibistanek mezin ku li Asyayê yek ji navenda herî mezin a zanistê dihat hesibandin, tê nasîn. 

Nazvana: Ew di sala 1061’ê qemerî  de (1643) tê dinyayê. Yek ji wan wêjevan û helbestvanane ku tenê dîwanek wê ji 2000 beytan pêk tê. Lê mixabin di derbarê wê de derveyê vê tu agahî nînin. 

Her wiha Helîme Xûtek ku di sala 1065’an de hatiye dinyayê û yek ji meşhûrtirîn helbestvanan e. 

Ayşe Dêranî jî yek ji wan jinên helbestvane ku dîwana xwe a mezin di sala 1213’an de temam kir. Ew ji 20 salî heya dawiya emrê xwe, bi evîneke mezin helbest dinivîse. 

Mexfî Bedexşî: Ew yek ji zanyar û helbestvana dema xwe bûye. Û di demên zehmet ên jiyana xwe de bi zanistên dînî û wêjeyê re mijûl dibe. Amine Fedoyî jî di sala 1276’an, li Kabûlê tê dinya yê. Ew helbestvan, zanyar û nivîskarek navdar bûye.         

Têkoşîna jinê

Efqanistan welateke ku di her dem û dîrokê de hatiye dagirkirin, bûye cihê şer û pevçûnan. Welatê ku ji aliyê Ereb, Moxol, Îngîlîs, Yekîtiya Sovyetê û herê dawî jî bi dagirkeriya Emerîqayê re rû bi rû ma, ji salên 1990’tî û vir de jî qedera gelekê di nav lepên komên îslamîk ên tundraw de ku ji aliyê hêzên dagirker de dihatin xwedî kirin, hat hîştin. Lê belê bayê azadiyê û daxwaza mafê wekhev a jinan ku li gelek cihên cûda ên cîhanê mezin dibû, li vir jî dihat bihîstin û jinên Efqanistanê jî bi têkoşîna xwe, ji jinên cihê ên cîhanê paş de nediman. 

Di salên 1920’an, li gelemperiya cîhanê pêla têkoşîna jinan ber bi pêşketin û belavbûnê diçû. Bê guman jinên Efqanistanê jî di vê rêyê de direng neman. Yekemîn dibistana keçan a bi navê Mestûrat di sala 1921’an de hat damezirandin. Di sala 1923’an de jinan karîn bi awayek qanûnî mafê biryara di zewacê de bidest bixin. Ji ber ku beriya wê jin piştî ku diketin nav cilan, dihatin zewicandin. Di vê de jî bandora tevgerên jinan û hişyar bûna jinên Efqanistanê hebû. Piştî ku serxwebûna Efqanistanê ji aliyê Rusya û Îngîlîstanê hat nasîn, Emîr Êmamûllah li welat serwer bû. Di reformên ku ji aliyê Êmamûllah ve hatibûn diyar kirin de, bê çadir an jî xwe pêçanê derketina jinan a derve jî hebû. 

Di salên 1963’an de gelek jin di zanîngehên welat de, di beşên bijîşkî û hiqûqî de mezûn bûn. Di salên 1960’an de jinên Efqanistanê di her mijarê de mînak bûn û dikarîn bi beştarbûna xwe a di gelek qadên cihê de rol bilîzin, bi rengê xwe xûyan bikin. Jinan di salên 20. de mafê dengdanê bidest xistin; di destpêka salên 60’an de jî destûra bingehîn wekheviya jinan nas kir. Bê guman ev di encama têkoşîna jinan de hat bidest xistin. 

Mixabin jinan di tu deman de nekarîn mafên xwe bijîn. Her tim bi awayek serasera nêzî mijara jinê û mafên wê hat kirin. Ger guherîn hatibe çêkirin jî serasera bûye, an jî ev guherîn û veguherînên qismî di bin siya zilam de maye. 

Yekemîn rêxistina siyasî a jinên Efqanistanê  

RAWA, (Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efqanistanê) di sala 1977’an de ji aliyê  Mîna Kêşwer ve hat damezirandin. Mîna deh salan rêveberiya vê tevgerê kir. Li Efqanistanê rêxistina jinê a herê kevin ya polîtîk û civakî ye. Armanca wan ya damezirandinê, têkoşîna li dijî her cûre tundrawî û riçikê wan ê derveyê welat bû. Di heman demê de têkoşîna serxwebûn, aştî, azadî, demokrasî, adelate civakî û mafê jinan a di her qadê de didan meşandin. 

Pêla azadiyê a salên 1960’an ku li gelemperiya cîhanê belav dibû, bandora xwe li Efqanistanê jî dikir û gelek rêxistinên dij kapîtalîzmê pêş diketin. RAWA jî yek ji wan rêxistinan bû ku di pêşengtiya jinê de û bi biryardariya wê a di têkoşîna azadiyê de pêş ket. Mîna tevî komeke hevalên xwe, di sala 1977’an de RAWA damezirand. Yekîneyê armanca xwe a damezirandinê wiha rave dikir; “Me dixwest bibin dengê jinên bêpar, xizan û hatibûn bêdeng kirin.” RAWA ku di demeke kin de li gelemperiya erdnîgariya welat bibandor bibû, li gel xebatên ji bo jinê, di mijara rewşa giştî a welat de jî xwedî gotin bû û çalakiyên radîkal lidardixist. 

Mîna û xwîşkên xwe ên mîlîtanên têkoşîna şoreşa jinê, ji bo perwerdehiya zarokan dibistan û ji bo zarokên ku dayîk yan jî bavê xwe ji dest dabûn jî 9 sêwîxaneyan avadikin û bi xwendekarên dildar ên beşa bijîşkî gund bi gund digerin daku pêdiviyên gel ên di vê mijarê de bi cih bînin. 

‘Peyama Zen’

Di sala 1979’an de, dema ku Efqanistan ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve hat dagirkirin û dovre rejîmek bûkoke hat avakirin, Mîna û hevalên xwe li dijî vê rejîmê têkoşîna ‘serxwebûnê’ dan û li zanîngehan beştarî çalakiyên boykotê bûn. Her wiha ew rêxînera çalakiyên ji bo bi dawî hatina dagirkeriyê bû. Ji ber ku xebatên Mîna rejîma heyî tengav dikir, piştî demekê şûnde navê wê xistin nav ‘lîsteya reş’ de, lê tu tiştekê nedikarî li pêşiya xebatên wan bibe asteng û bi awayek weşartî yekemîn kovara jinê a bi navê ‘Peyama Zen’ dest bi weşanê dikir. Mîna û hevalên xwe di rojnameyê de li ser hemû pirsgirêkên jinê radiwestîn, di heman demê de li ser ‘serxwebûna’ welat jî nivîs diweşandin. Ji ber dijberiya xwe diket çav û piştî demekê çapxaneyek ku bikarin kovara xwe tê de biweşînin, nedîtin, mîlîtanên RAWA piştî demekê şûnde hemû nivîsên kovarê bi dest dinivîsin û di nîvê şevê de, mal bi mal digerîn û di bin deriyan de tavêtin mal an.  

Mîna rengê berxwedêriya jinê ye

Mîna di 27’ê Şibata 1957´an de, li paytext Kabûlê tê dinyayê. Di salên xwendekariya wê de, li Kabûl û hin bajarên mezin yên welat tevgerên girseyî û rewşenbîr pêş dikevin, ev yek jî li ser wê bandorek erênî dida avakirin. Di mijara welat de zanebûna wê a siyasî pêş dikeve. Li ser pirsgirêkên welat û gel hîn zêdetir diponije.

Mîna rewş û zextên li ser jinên Efqanistanê pirr baş fêm dikir û ji ber vê jî ew rihê şoreşgerî di giyana wan de ji dil de hîs dikir. Mîna pê bawer bû ku heya têkoşîna xweser a jinê pêş nekeve, wê nekaribin têkoşîneke şoreşgerane a bi bandor bidin meşandin.

Bê guman Mîna ne tenê ji aliyê hêzên dagirker û hikumeta li ser kar, di heman demê de ji aliyê komên radîkal yên fundamentalîst ku ji aliyê Emerîqayê we dihatin xwedî kirin jî rastê kefên kuştinê dihat. Mîna û hemû endamên RAWA weşartî dixebitîn, navên cûda bikartanîn. Di wan salan de Mîna bi nivîsekê ku di rojnameya ‘Peyama Zen’ de diweşîne, bersiv dide kesên ku digotin, “armanca we çiye û hûn alîgirê kê ne?” Û nivîsa xwe bi van gotinan bidawî dikir:  “…Em welatek ku tê de dagirkerî bidawî bibe, serbixwe be û gelê me bikaribe xwe bi xwe biryar bide û welatek azad, sosyalîst a ku jin û zilam tê de wekhev bin, xeyal dikin.”

Di pêvajoyeke wiha de gelek endamên RAWA ji her sê aliyan we hatin dorpêç kirin û bi kuştinên kiryarên wan nediyar, hatin qetil kirin. Gelek jinên mîlîtan hatin girtin. 

Mîna  di 4 Sibata 1987´an de, ji aliyê kesên ku li gor hin derdoran endamên îstixbarata Efqanistanê JAD û li gor hin kesan jî ji aliyê KGB, bê guman hin kes jî didin diyar kirin ku Mîna ji aliyê ajanên Gulbedîn Hîkmetyar we tê qetil kirin. Demeke dirêjin kes ji Mîna Kêşwer agahî nagire. Lê piştre kesek ku di kuştina Mîna de destî wî hebû mikur tê ku wî Mîna qetil kiriye û dibêje; “Me ew kuşt”, lê nabêje ka kê li pişt vê bûyerê weşartiye. 

Bê guman têkoşîna Mîna û hevalên wê nesekinî. Îro bi hezaran jin di riya Mîna û şehîdên têkoşîna şoreşê de, di bin banê RAWA de têdikoşin.