Berxwedana jinê a serdemê

- Rumet HEVAL
653 views

Li MANSETwelatê me berxwedaneke mezin heye. Berxwedana destanî, berxwedana dîrokî, berxwedana jin, xort, kal, pîr, zêc û zarokan heye! Em ji wan berxwedanvanên ku qehremanê dema xwe ne, yên ku jiyana xwe ji dest dane soza serkeftina vê serdemê didin. Ji bo keçên nû ciwan ku hîn di eniyê şer de kêlî bi kêlî têdikoşên û dibin perçeyek ji dîroka binirx, xortên leheng, bi hest û bi hêza camêrî ku li kêleka hevala xwe ya jiyanê li berxwe didin, em soza hevalbendiyê didin. Ji bo zaroka yek salî ku hîn xeta jiyana azad û xeta dagiriyê nas nekiriye lê, di nava êrîşên bêrehm de ji lingê xwe, ji serê xwe, ji çavê xwe birîndar bûye, em bi hevre soza tolhildanê bidin da ku em bibin dest, ling, çavên wan zarokên bêsûc û pêşerojên wan. Em hestên wan dayikên ku zarokên xwe bi destê xwe şandine eniya şer û bedenên ciwan bi destê xwe, bi tilîlî, bi welatparêzî, bi girêdana ji jiyana azad dispêrin axê ne.

Ked û girêdana ji axê

Em di dema dirêj ya dîroka civakî de dijîn. Di mekanê avakirina vê dema dirêj de, di rojhilata navîn de dijîn. Em rastî hevdîtina dema ku Rêber APO tê de ye, hatine. Ne di dîroka derbasbûyî de, ne jî di dîroka pêşiya me de dibe ku kes bi qasî me bişens be, ji ber em di dema Rêberê xwe de, bi hiş û ramanên Rêberê xwe re jiyan dikin. Hiş û tema jiyana azad, bi hevjiyana azad, welatparêzî, girêdana bi xwezayê, girêdana bi keda li ser axê, ya çandiniyê, şînahiyê, ronahiyê pêkane. Her wiha debara jiyanek li ser bingehê aboriyek ekolojîk, bi naskirina xwe û xwezanînê, naskirina gerdûnê, fezayê, xwezayê û heya libika bedena xwe ya jêr atomê bi rêbazên cûr be cûr em di vê demê de, bi Ramanên Rêberê xwe nas dikin. Ji ber vê em bi şansin ku niha dikarin vana bibêjin.

Gelê Kurd, jina Kurd, netewên sosyalist û azadîxwaz li ser van nirxan dijîn. Ferqa jiyana xwe û êrîş-bomberdûmana pergala kapîtalîst, faşist, hegemonîk wiha eşkere dikin. Ev ferq di kesayeta jina Kurd  û hemû jinên azadîxwaz de ji berê û heya niha her hebû. Ji ber vê, hertim bi êrîş, dagirî, qirkirin, tinekirinê re rû bi rû tê. Berjewendiyên dewletî vîna jin, hest û ramanên jin nasnake, ji ber ku vê sekna lêgera azadiyê ji bo xwe tehlûke dibîne. Çawa ku rastiya Rêbertiya me ji bo xwe tehlûke dît û ev 19 salin ku Rêberê me di nava pençê xwe de radigire.

Rêbazên ji bo jiyana azad

YPJ-1Jinên Rojhelata Navîn, jina Kurd,  ji dema ku xwe nas kirî û heya pêvajoya hebûna xwe ava kirinê, li hember vê dagiriyê li berxwedaye û hertim rêbazên berxwedana xwe dewlemend kiriye. Di rastiyê de tu mirov bi qasî jinê vê demê û hestên berxwedanê dibe ku nas nake. Ji ber ku jin bi zilam re jiyan dike. Zilam bi navê heskirin, hevjînê ku bi jinê re dijî hemû êrîş, gef û tundiya bi zîhniyeta dewletê, serdestî, bêmafiyê li ser jinê daye meşandin. Ji ber vê, jin hertim di nava berxwedanê de bû. Her jina ku bi zilam re jiyan kiriye dizane ku çiqas li berxwe daye û zehmetiyên jiyana yek alî heya şaneyên hestiyê xwe jiyan kiriye. Hemû jinên cîhanê vê rastiyê pirr baş dizanin û berxwedana jinan a li hemberî rêbazên jiyana zilam hertim hebû.

Jin li hemberî zehmetiyên aborî, debara malê, xwedîkirina zarokan hertim li berxwe daye, rexmî ku ji hemû qadên aboriyê hatine dûr xistin, tê zanîn ku xwezaya jinan nêzî xwezaya şînahî û gunda ye. Lêbelê jin di nava çar dîwaran de hatin hepis kirin. Li hemberî vê bi hezaran salaye jinan li berxwe daye.

Jin bi navê xweşikbûnê bi boyax û rengên cûr be cûr hatin xemilandin. Ev rengên çêkirî û yên bi destê zilaman bûn ku bi rastî jî li jinê nedihat û ew ji estetîka wê dihat dûr xistin. Jin ji zanîna xemlê dûrxistin. Mînak jin dema dibe bûk destê wê tên hine kirin. Lê, di heyamê berê de jin dema du canî dibû, an jî dikete dema heyvokê (regl) destê xwe û bedena xwe sor dikir, ji bo ku zilam qet nêzî wê nebe û têkiliyekê çêneke. Niha jina ku lêvê wê, dev, çav, bijank, birû, porê wê ne rengkirî be wek jina nexweş û bê moral tê dîtin. Ev çewt kirina zanîn û zemanê jinê ye. Ji ber vê jinan hertim li berxwe daye û ev weke berxwedaneke bêdeng û di hemdê xwe de hertim berdewam kiriye.

Rastiya berxwedêr a jinê

Em niha di demekê de ne ku êdî berxwedanên bêdeng têra nakin. Êrîşên topyekûn li ser tevahiya xwezayê û civakê berdewam dike. Ne zarok, ne jin, kal, pîr, şînahî, ne jî xweza û ajal nayên dîtin. Hemû li ber bayê êrîşên dagirkeran, faşîstan dikevin. Her pela darekê ku li erYPJ-ROJAVA 3dê dikeve ji bo zîhniyeta dagirker dibe sedem ku êrîşî darê û xwediyên van daran bikin. Ji ber vê navê dara zeytûnê li vê êrîşê kirine. Dara zeytûnê bi qasî dîroka mirovan kevne. Axa vê darê bi qasî dîroka mirovahiyê ya Kurdan û hemû netewan e. Bi hezaran salan netewan li ser axa dara zeytûnan jiyan kir, ev yek jî bê hevûdu kuştin ê, bê dijminahiyê pêk anîn. Lê, em dizanin ku zîhniyeta êrîşker çiqasî ji mirovbûnê dûr dikeve ewqas van hestên civakî yên komûnal û hevpar jî ji bo xwe tehlûke û dijîtî dibîne. Yekîtiya netewên ku li dora dara zeytûnê kom bûne, bûye sedema êrîşên dijmirovahiyê.

Di her demên êrîşan de berxwedanên bêhempa jî derdikevin. Tê zanîn di avakirina komara Tirkiyê de hemû netew di bin navê yek al, yek ol û yek zimanî de rastî qirkirinê tên. Di wan deman de êrîş li ser gund û bajaran hatin kirin, bi hezaran jin û zarok wek dijmin hatin dîtin û hatin qetilkirin. Qetla jinên Kurd, Xiristiyan, Asûrî, Ermenîyan çêbû. Mînaka herî baldar ku li hemberî van qetliaman derket û bedena xwe kir mertal Rindêxan û dayika xwe bû. Xwe ji pira Malabadê avêt ava Miradê da kû nekeve destê dijmin. Heman mînak di kesayeta rêheval Bêrîtan li leylikanê hat jîn, li Cizîrê, Şirnexê, Nisêbînê, Amedê em rastî berxwedaniyên wiha hatin. Di kesayeta Sêvê, Fatmayan de ev eşkere bû. Di berxwedana serdemê ya Rojava de, di kesayeta arînan, avestayan, biharînan de mînakên berxwedanê berdewam dikin. Lê, ev jinên cangorî û pêşengên civaka xwe bûn. Di dema niha de her jina ku li ser vê xakê dijî ketiye nava pêşengiyek wiha bêhempa. Jina ku bi hezaran salan li hemberî hemû neheqiyan li berxwe daye, îro li hember tang, top, balafir û çekên wek zîhniyeta zilam yên qirêj û jehr kirî li berxwe dide.

Şêweyê xwe parastinê

Di berxwedanê de jin rêya xwe dizanin. Rêbazên xwe hene. Destpêkê xwezaya cîhanê, piştre zarokên xwe û xwe diparêzin. Navê vê hestên jinê yên komûnal û xwezayî, ekolojîk e. Di dema niha de bi hezaran mirov ji ber êrîş û talana sedsala 21.an ya zîhniyeta dagirker, faşist û hovane ya Tirk, Erdoxan û sîxurên wan birîndar bûn, bê cih û bê war man. Di berxwedana Kobanê de, di berxwedana Cizîr û Şirnexê de jî heman êrîş pêk hatin. Pergala faşist ya dewleta Tirk îro jî bi sîxur, terorîst, çeteyên xwe biser Efrînê de êrîşan pêk tîne. Bi van êrîş û qirkirinan rastiya demografî tê guhertin û li gor pergala dewletî demografiya jî tê amadekirin. Di hundirê Tirkiyê de li hemberî êrîş û bomberdûmana li ser Efrînê deng dernakev e, bêdengî server bûye. Tenê saziyeke ekolojik daye zanîn ku navê operasyonê divê ne dara zeytûnê be, ji ber zeytûn aştiyê temsîl dike. Yanî rastiya gelê li Tirkiyê ev e, ewqas ji xwe hatiye dûr xistin û dijberî xwe ketiye ku însan tên qetil kirin lê, ew etîmolojiya şaxa zeytûnê bîbir tînin.

Di rastiyê de ne artêş û ne jî leşkerên Tirk yên ji bo Tirkan şer bikin mane. Cerdevan, qopik, çeteyên Erdoxan DAIŞ van êrîşan pêk tîne. Ev êrîş bi salane berdewam dikin. Her ku  tecrîda li ser Rêber Apo giran dibe, êrîşa li ser gelê Kurd jî gran dikin. Da ku gel-jin ji bo Rêbertî nekevin tevger ê. Her ku rastiya artêşa Tirk ya dagirker eşkere dibe, êrîşeke din dikeve devrê da ku emrê komara faşist dirêj bibe.

Tê zanîn li Kobanê dîroka berxwedanê bi navê jinan û xortên nû gîhayî ji nû ve hat nivîsandin. Vê berxwedanê rê, pêşeng û qehremanên xwe amade kir.

Tola sedsalê

58e259c2c36188003b8b46a4Niha jî ev dîroka berxwedanê li Efrînê ji nû de tê jîn. Di vê kêliya ku ez vê nivîsê dinivîsînim gund dibin bomberaranan de ne, jin di eniya şerde ne, dayik di parastina zarokên xwe de ne, kal û pîr di kêleka şervanên xwe de ne. Li herêma Dêrsimê dayîkan ji şervanên xwe re digotin berxên me. Niha mezinên me li kêleka berxên xwe ne. Efrîn tenê ji bo xwe li berxwe nade, tola Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Amed, Şengal û ew jinên Êzîdî ku li bazara dagirkeran bi saxî hatin şewitandin radike. Efrîn heyfa zaroka 7 mehî ku lingê wê di êrîşa balafirên şer de jêbûye radike. Tola dayikên bi temen ku nikarin ji malê xwe derkevin û dibin dîwarê mala xwe de can dane radike. Tola wan malbatên ji ber êrîşan xwe sipartibûn axa Efrînê ku bi bomberdûmana terorîstên Tirk hatine qetilkirin radike. Ji ber vê berxwedana Efrînê ya tevahiya gela ye, tevahî neteweyane. Tola tevahî dîroka dirêj e.

Li deverên ku êrîşên giran nebin qehremanî jî nabin. Îro her roj bi dehan qehreman û cangorî çêdibin. Efrîn tola van cangoriyan radike. Navê EFRÎN navê mê ye. Îro ev qerektera mê xwe li ser xaka xwe ispat kiriye ku wê bi berxwedana jinê ev serdem biser bikeve. Efrîn hestên netewî, sosyalist, azadîxwaz, xwezaparêz, mirovhez, etîk-estetîk ewqasî bilind kir ku li hemû aliyên cîhanê navê xwe da bihîstin. Ji her gel û netewan di kolanan de navê efrîn wek berxwedana jin, berxwedana serdemê, berxwedana dîroka tevahî netewan tê bihîstin û bang kirin. Kesên ku di van rojan de dengê xwe bilind nekin, ev hestên Efrînî ya jina Kurd  wê di dema pêş de li hemberî wan jî li ber xwe bide. Her wiha bi mehaye netewên cûda di nava zehmetiyên herî mezin de bi berxwedana Afrînê re girêdayî man û helwestên xwe raber kirin. Ez wan gelên azadîxwaz û sosyalist silav dikim û rêzdarim.

Di Rojava de bawerî bi piranî li gor felsefeya ronahiyê ne. Di hemû baweriyên rengîn yên herêmê de ronahî, roj û dilopa enerjiyê çavkaniya bingehîn ya civaka ye. Ji tîrêjên rojê heya perçikên jêr atomê feraseta ronahiya herêmê gelek kûr e. Ji xwe ol û baweriyên cûr be cûr li dora vê ronahiyê tên gel hev, felsefeya vê pêk tînin. Di dema niha de jî felsefeya jiyana azad felsefeya ronahiyê ye. Navê herêmê ROJAVA ye. Navê rojên di heftê de hemû ev navîn. Yekşems, duşems, sêşems… Li welatê rojê berxwedan û serhildan e. Heya ku roj hilê û biçe ava wê hertim di pêşengiya jin de ev cirûskên rojê û ronahiyê biteyîse û netefe. Ji ber em zarokên rojê, neviyên stêrka Îştarê ne.