Berxwedanê bi hunerê dihunin

- Newaya Jin
374 views
Di vê jimara Newaya jin de em ê bikevin pey şopa xebatên lîstikvan, derhêner û mamosteya şanoyê ya ji Efrînê Rûmet Beko. Rûmet Beko 2016’an li Efrînê peymangeha şanoyê bi dawî kir. Rûmetê piştre jî xebatên şanoyê domandin ta ku bihara 2019’an dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Tevî bi deh hezaran Efrînî, Rûmet jî koçberî herêma Şehbayê bû. Ji bo her mirovê Efrînî koçberî dijwar bû, veqetîna ji axa dayîk, av û hewaya vî warê kevnar qiyamet bû…

Diviyabû Rûmet û hemû Efrîniyên koçber ji bo vegera li Efrînê xebatê bikin, hêviyê mezin bikin, vegerê nêzîk bikin. Tam li wê kêliya niyaza hêviyê huner giha hewara wan. Hunera şanoyê, muzîk, helbest, sînema, govend û wênesaziyê bû awêneya êşê, êş di vê awêneya heqîqetê de veguherî hêviyê, hêvî veguherî vîn û berxwedanê. Stran, govend, wêne û dîmenî xwe afirand di rûyê wêrekiya jinên Efrînê de. Ji van jinan derhêner û mamosteya şanoyê, di heman demê de hevseroka Tev-Çand’a Efrînê Rûmet Beko ji şanoyê bigirin heta sînema, wênesazî, govend, muzîk û peykersaziyê derbarê xebatên hunerî yên li Şehbayê de bersiv dan pirsên rojnameya me Newaya Jin.

Em dikarin we nas bikin?

Navê min Rûmet Beko ye. Ez hevseroka Tev-Çand’ê ya Efrînê me. Sala 2016’an min li Efrînê peymangeha şanoyê bi dawî kir. Ez wekî şanoger, derhêner û di heman demê de hevseroka Tev-Çand’ê ya Efrînê xebatan dimeşînim. Piştî dewleta Tirk ya dagirker Efrîn dagir kir, em ji neçarî derketin û li herêma Şehbayê bi cîh bûn. Ji wê demê ve jî em li vir, di şertên koçberiyê de xebatên hunerê dimeşînin.

Li Şehbayê çerçeveya xebatên we yên hunerî çiye?. Şertên penaberiyê bandorek çawa li xebatan dike?

Piştî em ji Efrînê koçî Şehbayê bûn, me dît pêdiviya me herî zêde bi xebatên hunerî heye. Dîsa gel êşek giran jiya, zorî û zehmetiyên ciddî hebûn. Nimûne pêdiviyên sereke yên jiyanê tine bûn. Xaniyek, avahiyek ku mirov têde bisitirin tine bû. Yanî tiştek tine bû. Di vir de me wekî xebatkarên Tev-Çand’ê rola xwe ferq kir. Me dît pêdiviya gel bi moralê heye, me dît pêwîste em tiştekê bikin, pêwîste em li gel miletê xwe bin. Ji bo vê jî me dest bi hin xebatên hunerî kir. Şano jî yek ji van xebatan ya pêşî bû. Me xwest şanogerên Efrînî yên li Şehbayê li hev bicivînin. Armanca me ew bû em şanoyekê bilîzin, pêşkêşî gel bikin, pêşkêşî zarokan bikin. Ev hewldan ket pratîkê, bû yek ji xebatên pêşî ya hunerî li wargehên Şehbayê. Ji xwe piştî wê xebatên muzîkê, govendê, wênesaziyê û wênekêşiyê jî dest pê kirin. Bi demê re xebatên hunerî yên baş pêk hatin. Ev ji bo gel bo moralek mezin. Ew êş bi saya xebatên hunerî veguherî hêz û moralê.

Sînema, şano, muzîk, wêne, peykersazî û xebatên din yên hunerê di şertên koçberiyê de çawa dikarin serkeftî bin?

Di şert û mercên pir çetin û dijwar de me ev xebatên hunerî meşandin. Ji ber gel ji warê xwe koçberî deverek din dibe. Li wê wargeha nû ti pêdiviyên jiyanê tine ne. Îcar divê tu bi xwe biafirînî, divê ji binî de tu her tişekê biafirînî. Di şert û mercên wiha zor û dijwar de, di nava tinehiyê de me dest bi xebatên hunerê kir. Destpêkê ji bo em şanoyê pêşkêş bikin dika şanoyê tine bû, ji bo em xebatên amadekariyê bimeşînin cihê me tine bû. Dîsa jî me xwe xebatên xwe pêk anîn. Mesela wargeha Serdem ya koçberên ji Efrînê heye. Me xwest em şanoya xwe li wargeha Serdem pêşkêş bikin. Lê me dît dika şanoyê tine ye. Me bi taybet dixwest li wargeha Serdemê em şanoya xwe pêşkêş bikin. Ji bo vê em fikirîn, em dikarin çi bikin. Em rabûn, me bi xwe dikeke biçûk ya şanoyê çêkir, me çadirek biçûk danî, li şûna kursiyan jî kevir me bi cih kirin. Wisa me şanoya xwe pêşkêş kir. Bi kurtî şert û merc çiqas zor bûn jî dîsa ew zorî nebûn bend li hemberî me. Eger şano be, stran be, helbest an govend be, li ku dibe bila bibe, kêm an zêde me got emê bigehînin gel. Mesela cil û bergên me yên Kurdî li Efrînê man, me nekarî em wan bînin. Me got, eger cil û bergên Kurdî jî tine be, emê bê wan cilan govendê bigerînin. Yanî bi rastî şert û mercên me pir dijwar bûn. Lê dîsa jî gav bi gav me ew zorî derbas kirin. Hêdî hêdî şert û merc hinekê baştir bûn. Bê guman dîsa rewşa koçberiyê didome. Ji bo xebatên hîn baştir, berî hertiştî divê em vegerin ser warê xwe, li Efrînê bikarin hunera xwe çêkin.

Hun şanogerin, bi taybetî Xebatên Şanoyê çawa dimeşin?

Me bi 8 kesî dest bi xebata şanoyê kir, em tenê ew çend bûn. Xebata me ya destpêkê şanoyeke zarokan bû bi navê ‘Gunehê hespî’ bû. Me ew şano bi taybetî ji bo zarokan pêşkêş kir. Piştî wê me dest bi perwerdeya şanoyê kir. Ji ber ji koma 8 kesî me çar pênc kesî peymangeha şanoyê xwendibû. Em wekî mamosteyên şanoyê ketin tevgerê ku komên şanoyê ava bikin. Bê guman rêya vê jî di perwerdeyê re derbas dibû. Me xwest li her navçeya Şehbayê, li her deverê komên şanoyê ava bibin.

Festîvala şanoyê ya Mîtan li Şeybayê jî dewam dike, hûn dikarin hinek behsa xebatên festîvalê bikin?

Berî koçberiyê, dema em li Efrînê bûn festîvalek mezin û bi heybet ya şanoyê bi navê Mîtan pêk dihat. Yekem festîvala Mîtan 2014’an pêk hat, heta festîvala 3. jî li ser axa Efrînê dewam kir. Me dixwest em vê kevneşopiyê li Şehbayê jî bidomînin. Xewna me, daxwaza me ew bû em festîvala 4. ya Mîtan li Şehbayê pêk bînin. Derfetên pir mezin ji vê re pêwîst bûn. Nimûne wekî derfetên maddî, hebûna şanoger, derhêner û her wekî din. Lê dîsa jî bi derfetên heyî me karî em festîvala Mîtan ya çaran li Şehbayê çêkin.

Ferqa festîvala 4. ya Mîtan ji sê festîvalên din yên berê çi bû?

Festîvala Mîtan ya îsal pir taybet bû. Bi rastî di warê naverokê de pir dewlemend bû festîval. Ji ber pêdiviya bi nîşandana rastiya civakê hebû. Di vê festîvalê de jî hemû rengên şanoyê xwe dan der. Îsal taybetmendiyek din ya festîvalê jî ew bû, me pile nedan ti koman. Yanî ne pile, ne jî xelat hebû. Tenê ji bo pêşkêşkirina şanoyê, wekî festîvaleke tevgerî me rêxistin kir. Ji herêmên wekî Helebê û Cizîrê jî komên şanoyê beşdarî festîvalê bûn. Koma şanoyê ya Helebê bi derhêneriya jinê şanoyek pêşkêş kir. Her wiha ji herêma Cizîrê jî koma şanoyê ya Sarya Baran bi lîstikeke jinan tevlî festîvalê bû. Vê jî morale cuda çêkir. Niha jî xebatên ji bo festîvala pêncan ya Mîtan dest pê dikin.

Tevlîbûna jinan ya xebatên şanoyê li Şehbayê di çi astî de ye?

Îsal xebata jinê ya şanoyê pir baş bû. Mesela çar lîstikên şanoyê bi derhêneriya jinê hatin lîstin. Nimûne lîstika ‘Odeya bê çivîk’, ‘Tenê henek’ û ‘Tu bi xêr hatî Xoce Nusreddîn’ bi derhêneriya jinê bûn. Lîstika ‘Olumpiyat’ jî bi derhêneriya min derket ser dikê. Bê guman van xebatên jinê ferqek ciddî di naverokê de çêkir. Niha jî xebatên jinê yên şanoyê dewam dikin. Vê demê lîstikeke şanoyê ya derbarê tundiya li ser jinê de tê pêşandan. Ev xebatên wiha bi pêşengiya Kevana Zêrîn tên meşandin. Di lîstikan de mijarên wekî koçberî, tundiya li dijî jinê, lîstikên ji bo zarokan bi taybetî derdikevin pêş.

Di navbera xebatên li Efrîn û Şehbayê de ferqek çawa derket holê di afirîneriya hûnerî de?

Di warê derfetan de bê guman ferqek ciddî hebû. Mesela ji bo xebatên muzîkê demek dirêj lazim bû ku em bikarin studyoyekê ava bikin. Nimûne stranek hat amadekirin, ji Şehbayê heta derveyî welat hunermend beşdarî vê projeyê bûn. Ev gelek giring bû. Di nava vê demê de me xebatên xwe yên hunerî domandin û gihandin astekê. Mesela komîna sînemayê îsal di roja aştiyê ya cîhanê 1’ê Îlonê de festîvalek filman bi navê Lêlûn li dar xist. Ji bo vê festîvalê xebatek pir mezin hat meşandin. Li deverek weke Şehbayê rêxistina festîvalek wiha ya filman pir hêja bû. Me salekê xebat jê re meşand. Wisa jî me karî em festîvalê serkeftî rêve bibin. Li gel pêşandana filmên Kurdî, sê çar filmên li Şehbayê hatine kişandin jî di festîvalê de hatin pêşandan. Her wiha festîvala govendê jî li Şehbayê hat lidarxistin. Festîvala Sema ya govendê jî Cotmeha îsal pêk hat. Ev jî xebatek gelek baş bû, moralek mezin da gel. Gel eleqeyek mezin nîşanî festîvalê da. Dîsa xebatên wêne di van şertên zor de meşiyan. Niha pêşangehek wêneyan tê vekirin, ku 58 rojên berxwedana Efrînê bi wêneyan vedibêje.

Efrîna dagirkirî û vegera li Efrînê wekî mijareke gelek giring û jiyanî, di her xebatê de derdikeve pêş. Ev heqîqeta dijwar bandorek çawa li xebatên we yên hunerê dike?. Ji bo we jinan Efrîn çi îfade dike, di xebatên we de çawa tê desgirtin?.

Di hemû xebatên me yên hunerî de armanca me ya sereke vegera Efrînê ye. Di şano, sînema, govend, wêne, muzîk û her xebata hunerî de çerçeveya xebatê vegera Efrînê ye. Heta niha wisa bû, ji niha şûnde jî dê ev rastî wisa be. Ji bo vegera Efrînê em ê her roj kar bikin. Em ê bi xebatên çand û hunerê ji hemû dinyayê re bêjin; va ye em hene, gelê ji Efrînê derketî hîn heye, li ber xwe dide, ji bo vegere bajarê xwe dixebite. Ev hewldan û xebat dê her tim hebe.

Li Efrîna dagirkirî herî zêde jin zilm û zorê dibînin. Hûn mîna jinek hunermend ya ji Efrînê vê mijarê çawa dinirxînin.

Li Efrîna dagirkirî li ser jinan tundiyek mezin pêk tê. Ev ji bo min êşek pir mezin e. Lewra di hemû xebatên hunerî de em dixwazin rewşa jinên li Efrînê dijîn bidin pêş. Ji xwe armanca sereke ya êrişa li ser Efrînê ew bû çanda me bidin jibîrkirin. Dewleta Tirk xwest li Efrînê çanda jinê qir bike. Ji ber vê em ê li dijî vê êrişa dagirker kar bikin, têbikoşin, bixwînin, binivîsin. Em ê xwe bi her awayî biparêzin, bi hunerê, bi xwendinê, bi kar û têkoşînê.

Em gelek spas dikin ji bo we dem ji me re veqetand.

Berxwedanê bi hunerê dihunin

Ez jî spas dikim, rojnameya we xebatên hunerê li wargehên Efrîniyên li Şehbayê şopand. Dubare spas.