Bi Teatra Sarya Baran şanoya jinê

- Newaya Jin
513 views

Li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya şoreşê de jinan di qada civakî, leşkerî, siyasî, çandî û aborî de xwe jinûve rêxistin kirin. Di qada hunerê de jî li Rojava jin mohra xwe li xebatên nû didin. Teatra Sarya Baran a dibin banê Kevana Zêrîn de bi ciyawazî û sekna xwe ya hunerê ya bi rengê jinê balê dikişîne. Derhêner û mamosteya şanoyêSarya Golan tevî Berra Hesen, Şevîn Xelîl, Zelal Mûsa, Nejbîr Sarûxan dixebite. Dibin banê Teatra Sarya Baran de şanoya zarokan jî heye . Derhêner Sarya Golan pirsên derbarê pêvajoya avabûnê û xebatên komê de bersivand. 

Destpêkê ji ber ku we daxwaza hevpeyvînê pejirand, binavê Newaya Jin em dilxweş in û spas dikin. Koma Şanoyê ya jinan Sarya Baran kengê, bi kîjan armancê hat damezrandin?

Me wek teatra Sarya Baran,  6’ê Gulana 2018’an li bajarê Qamişlo, di navenda Kevana Zêrin de bi çar hevalan dest bi karê xwe kir.  Çawa ku jinên Kurd di şoreşa Rojava de pêşengî kirin û xwe gihandin hemû cîhanê, bûn hêvî û sembola jin û gelan; di aliyê çand û hunerê de Teatra Sarya Baran jî li Rojava pêşengiya şanoya Kurdî dike û hewl dide xwe bigihîne her sê parçeyên din yên Kurdistanê.  Armanc ew e li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî pêşengiya şanoya jinê bike. Em li Rojavayê Kurdistanê  û di şanoya  Kurdî de yekemîn koma xweser in. 

We çima navê Sarya Baran li koma Şanoyê kir?

Sarya û Baran, du jinên  şanoger û şoreşger ên Kurd in. Dema NÇM ya Stenbolê  tê avakirin, di nava koma Teatra Jiyana Nû de cihê xwe digirin. Demekî dirêj di komê de kar dikin.  Her ku rastiya bindestiya gelê xwe nas dikin, hîn baştir rastiya xwe ya dîrokî nas dikin. Êdî tenê karê şanogeriyê têra wan nake û bi naskirina Tevgera Azadiyê re biryar didin tevlî refên gerîlla dibin.  Herdû heval, dev ji hezkirin û rêwîtiya  xwe ya hunerê bernadin û li çiyayên Kurdistanê jî dewam dikin.  Piştre di demên cuda de herdû heval jî şehît dikevin.  Me xwest em navê xwe, ji herdû jinên dilsoz û dilwêrek bigirin.  Ji ber ku em di nava şoreşekê de cihê xwe  digirin û ev şoreş jî bi şoreşa jinê tê pênasekirin. Ew ji bo me lêgerên heqîqetê ne. Me jî xwest em, li ser rêça wan rêwîtiya wan ya hunerî jî berdewam bikin.

Xebata xweser bandorek çawa li naveroka şanoya we dike?

Milên erênî û neyînî di nava xwe de digire. Mînak; hêzekê di nava jinê de ava dike. Jin dikare bi tena serê xwe;  komekê ava bike, biafrîne û bi rêve bibe, ev pir baş e. Hêz, vîn û mêzandina exlaqî û xweşik(etîk-estetîk) bi rêka fikir û xeyalên jinan derbasî jiyanê dibe. Milên neyînî jî pir in. Ez dikarim hîn mînakan lê zêde bikim.  Mêr/zilam dixwazin li her derê tenê bin, an jî tenê ew her tiştî bi rêve bibin.  Ev nêzîkatî di hunerê de jî derdikeve pêşiya me.  Derhênera jin, lîstikvana jin pir nayê qabûlkirin. Mijar û naverok girêdayê jinê be, nayê hezkirin. Çawa tê hezkirin?  Ger ku kontrol di dest mêr/zilam de be, wê demê dikare wê lîstikê çêbike.

Wekî din di peydakirina  lîstikên  jinan de ( çîrok ) em zahmetiyê dikişînin. Ne ku tine, hene lê pewîste werin wergerandin. Lîstikên ku bi zimanê me hatine nivîsandin an jî civaka Rojava digire dest, mixabin tine ye.  Em kêmasî û êşa vê dikişînin.  Pewîste em, rewşenbîr û wêjevanên Kurd bi awayekî  lez vê kêmasiyê derbas bikin. 

We çend lîstik lîstin, Xebatên we ji aliyê civakê û bi taybet jinan ve çawa tên pêşwazîkirin?

Me çar lîstik lîstin.  ‘Diziya Baxçe’, ‘Jina Bi Tenê’, ‘Aştî Di Baskên Çûkê De Ye’ û ‘Diqîrim’.  Di nav van  lîstikan de dû yên  zarokan in. Lîstikên me wek hîlmekî nû tên pênasekirin. Jin, dema ku çîrok û tiştên jiyaye li ser dikê dibînînin, pir kêfxweş dibin. Bi kelecanek mezin tên me pîroz dikin.  Em bi wan lîstikên xwe tevlî festîvalan bûn.  Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî li Kanton û bajaran geriyan.  Pêşwazî û tevlîbûnekî baş çêbû. Hin rexne çêbûn, lê piranî tê hezkirin. Ji xwe şanogerî jî rexnegiriye.

Di warê dîrokî û civakî de hûn xwe disipêrin kîjan kevneşopiyê? Gelo li cîhanê nimûneyên wekî we hene?

Em xwe dispêrin  têgehiştina netewa demokratîk, ekolojîk û hevjiyana azad.  Em di lîstikên xwe de  dixwazin zimanekî nû  ava bikin. Bi gelan, xwezayê û wekheviya zayendan re di nava hevsengiyekê de nêzikatiyeke jiyanê ava bikin. Ji ber xwezaya civakbûnê ew e.  Em li pey vî zimanî digerin. Ev demekî kurte me dest pê kiriye.  Ji ber vê yekê; lêgerîn, ceribandinên me berdewamin. Helbet dê lîstikên me civakî û çandî bin. Heman demê emê lîstikên klasîk jî bilîzin.  Em hewil didin kû bibin zimanê jinê. Bi rastî jî li cîhanê çend komên xweser hene nizanim.  Lê li Tirkiyê Tiyatro Boyalı Kuş heye.  Lîstikên Femînîst dilîzin û xwe  bi şanoya femînîst pênase dikin û tên naskirin.

Di bijartina senaryoyan de pîvan ji bo we çiye? Lîstikên we yên pêşî kîjan bûn?

Bi astekî profesyonel me bi lîstika Jina Bi Tenê dest pê kir. Pîvan ji bo me tekoşîn û hebûna jinê ye.  Lîstikên ku, paşverûtiyên civakê rexne dike,  bal dikşîne, lêpirsînê pêşdixe, dixwaze civakê  biguharîne û tekoşîna jinê bilind bike, em wan tekstan  ji xwere esas digirin, li ser kar dikin. Di destê me de, Lîstikên Franca Rame û Dario  Fo hebûn. ‘Jina Bi Tenê’ li gorî hêjmara me bû.  Mijar jî mijara jinê bû. Ji ber ku şîddeta li ser jinê di her milî de berdewame.  Û naveroka lîstikê germahiya xwe diparast.  Wisa me biryara xwe da û em derketin pêşperî temaşevanan.

Ji bo we ferqa şanoyê ji hunera sînema, mûzîk, wênesazî û beşên din çiye?

Bingeha hemû beşên hûnerê wêje ye.  Çavkaniya hunerê;  wêje, çand û dîrok e.  Di navbera hemî dîsîplînên hunerê de têkiliyek xurt heye, ji hev sûdê digirin.  Li gorî min şano zêdetir zindiye. Hestên xwe germ û xwezayî ye. Bandora xwe li ser temaşevanan hîn zêdetire.  Şano jiyan bi xwe ye.

Teatra Sarya Baran rewşa şanoya Kurdî çawa dinirxîne?

Li çar beşên Kurdistanê  şano ne di heman astî de dimeşe. Li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê şanoya Kurdî hîn xurt û pêşketiye.  Li Bakurê Kurdistanê şanoya Kurdî dikeve 30 saliya xwe.  Li Başûr di zanîngehan de perwerde tên dayîn,  şano tên çêkirin û di festîvalan de xwe digihîne gel. Şanoya Kurd li Rojava bi şoreşê re  ket jiyana me. Berî şoreşê bi awayekî veşartî wek skêçan dihat çêkirin.  Tenê di Newrozan de hebûna xwe dida diyarkirin.  Rojava; di dorpeçkirina siyasî û leşkerî de ye.  Kengê ev dorpêç hat şikandin wê demê wê şano hîn zû û xurtir pêş bikeve.  Ji ber kû ev dorpêç nahêle şanoger xwe bigihînin parçeyên din.  Sanogerên Bakur, Rojhilat û  Başûr dikarin werin cem hev, lê nikarin werin Rojavayê Kurdistanê.  Ev jî bi xwe re qelsbûnê tîne. Şanogerên Rojava li derdora xwe dizivirin.  Ne dikare komên Ereb bibîne, ne jî dikare komên Kurd.  Ji ber vê yekê jî têkilî qels dimîne, tecrûbe çênabe û rastiya xwe nabîne. Ev bi xwe re dûbareyê tîne û xeteriyekî mezine.

Bi taybet şano û bi giştî huner di pêvajoyên guhertîna civakî û şoreşan de bi rolek çawa radibin?

Rola xwe mezin û bi bandore. Di  dema şer û şoreşan de bi awayekî propaganda kar dike.  Piştî ku şer bi dawî dibe , şoreş pêk tê,  êdî guhertin û veguhertin dest pê dike. Bi ziravî û pîvanên hunerê bingeh tê avakirin, perwerde  tên dayîn û berhemên xwe dide.

Şanoya Sarya Baran di rêwîtiya xwe de li kî derê ye? 

Em di destpêka rêwîtiya xwe de ne.  Lêgerîn û ceribandinên me berdewamin. Li Rojavayê Kurdistanê; Teatra Sarya Baran, bi zimanekî nû pêşengiya şanoya Kurdî dike.

Projeyên we yên dema pêş çine?

Di beşên lîstikvanî, derhênerî, dekor, cil û berg, diramatûrjî de em dixwazin salekê perwerdeyê bibînin. Piştî perwerdeyê, em dixwazin li ser lîstika ‘’Çûka Mê’ ku senaryo ya komê bi xwe ye kar bikin. Her wiha mûzîkalek ji bo sê jinên têkoşer, Berîtan, Viyan Soran û Zîlan dê were çêkirin