Bijîşka hêviya jiyanê dida jinan Dr. Nemam Gefûrî

- Suna TUNÇ
44 görüntüleme
Jinekê bifikirin, jineke ku 52 salî, li Swêdê mezin bûye, xwendiye,bijîşke, kar û mala wê hebû. Dema zilma li ser gelê xwe dît, jiyan ku gelek kes ji bo wê dikevin ser rêya mirinê, ji bo wê ne girîng bû. Wê xwe li hemberî êşên gelan, gelê xwe û jinan ker û kor nekir. Tenê ne ji bo kurdan, ji bo gelên din jî bi hestên xwe ên mirovane kar kir.

Mîhrîbanî, cesaret û xwebexşî bûn gotinên ku bi kurtasî wê pênase dikin. Bi desmala li ser serê xwe ya rengîn keniya, ji bilî birînên di bedena mirovan de, di heman demê de hewl da birînên kûr ên di derûniya kesan de jî bibîne, derman bike, bikewîne û çareseriyê jê re peyda bike. Jina ku bûbû şahîdê qirkirina gelê xwe, li dijî vê qirkirinê bi hemû defetên xwe tekoşiya. Lê mixabin vîrûsa korona li navnîşanan pirs nake. Rojekê vê şewbê pêxîra wê jî girt û tevî hewldanan jî kete ser rêwîtiya bê dawî. Belê Navê wê Nemam Gefûrî ye. Dibe hinekan bihîstibe û hinekan jî cara yekemîn ji van risteyan bi hebûna wê hesiya bin. Ew jineke kurd bû. Di nav malbateke li dijî zilma Seddam têdekoşe, li navçeya Çinarok a bajarê Koyê yê Başûrê kurdistanê tê dinê. Lê hatine wê ya dinê jî wiha ne asayî ye. Dema malbata wê ji bombebaranên dîktator Saddam direve û ji bo bisitirin dikevin şikeftekê, Nemam di 25’ê Kanûna sala 1965’an silav li jiyanê dike. Paşê ji bo wê salên koçberiyê destpêdike, mîna bi sedehezaran kurdên ku niha jî ji ber dagirkeran cih û warên xwe terk dikin. Malbata wê jî ji bo ji mirinê bireve ji neçarî berê xwe dide bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê. Lê li ser axa welatê xwe jî penaberin. Di destpêka salên 1980’î de malbata wê berê xwe dide welatê Swêd û li wê derê êdî weke penaber dijîn.

Berê xwe dide deverên pêdivî pê heye

Nemam bijîşkiyê dixwîne. Hîna di temenê xwe yê ciwantiyê de êş ê azarên mirovan di dilê xwe de his dike. Piştî birînên mirovan dibîne, biryar dide ku bibe deng û berdevka kesên xizan û pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Êdî li devera pêwîstî pê heye, hebûna Nemam ne sûprîze. Ferq naxe navbera gelan û li Hîndîstan û Etopya alîkariya mirovan dike. Lê di vê navberê de Şoreşa gelan a Sûriyê destpêdike û bi vê re bi hezaran kes koçber dibin. Vê carê berê xwe dide nav kampên koçberan ên li Başûrê kurdistanê. Lewra dibêje, ez eş û azarên koçberiyê ji jiyana xwe dizanim, lewra dizanim çawa alîkariya wan jî bikim. Tenê ne li Başûr, guhê xwe li Rojhilatê Kurdistanê ye jî. Dema li Rojhilatê kurdistanê erdhej çêdibe, alîkariyê kom dike û berê xwe dide devera karesat lê rû daye. Germahiya şoreşa Rojava ya jin jê re pêşengtiyê dikin tînê dide dilê wê jî. Çend caran derman û pêdiviyên tendûristiyê yên kom kiriye, bi xwe digihîne xelkê berxwedêr yê Rojavayê Kurdistanê.

Komeleya alîkariya hevpar a ji bo Kurdistanê (JHK) ava dike

Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtiyek mezin êrîşî ser Şengalê dikin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî direvînin, dikujin, difroşin.Di heman demê de berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê deng vedide. Ji bo baştir bikaribe alîkariyê berhev bike û tora alîkariyê berfireh bike, vê carê saziyek bi navê Komeleya Alîkariya Hevpar a ji bo Kurdistanê (JHK) ava dike. Êdî bi temamî biryar dide ku weke xwebexşekê alîkariya jinên Êzidî û deverên mîna Kobanê bike, hewl bide êşên wan kêm bike, di vê oxirê de ked û xebatê bike, biweste, xwêdanê birjîne. Di nav koma alîkariyê yên destpêkê diçin Şengalê de ew jî heye, alîkariya birîndara dike, demekê li wê derê dimîne, dixwaze hêviyê bide mirovên ji komkujiyan rizgar bûne.

Di aliyê derûnî de jî alîkariya koçberan dikir

Nemam Gefûrî bi rêya rêxistina mirovî ya ava kir, kampanyayên alîkariyê organîze kir û gelek kesên ji Swêdê û Ewrûpa beşdarî xebatên alîkariyê kir. Li nav koçberên Êzidî yên li wargeha Bacid Kendal a li Dihokê navendek tendûristiyê vedike. Tevî çend bijîşkên Êzidî û Başûrê kurdistanê, her wiha beşek ji ciwanên li wargehê alîkariya tendûristiyê ya fizîkî û derûnî dide koçberan. Ji bo kesên li wargehê ne tenê ne bijîşkek, di heman demê de dibe xuşkek, dayikek û hewrêyek. Wê dixwest ku kesên karesat bi serê wan de hatiye werin asteke ku bikaribin xwe bi xwe alîkariya xwe bikin û êdî mûhtacî ti kesên din nebin.  Her wiha hewl dida ku zarok û jinên ji zilma çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne, careke din bawer bikin ku dikarin jiyaneke nû ava bikin. Xebatên wê di nav wargeha Êzidiyan de kêfxweşî çêdikir. Li alîkî din ji bo jinên Êzidî yên li Kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin yek bi yek rizgar bibin jî tevî rêveberiya xweser di nav hewldanan de bû. Di heman demê de di 2018’an de destê alîkariyê dirêjî koçberên Efrînê jî kir. Lewra koça wê ya dawî li Rojava jî deng veda, rayedarên MSD’ê, fermandarê QSD’ê jî li ber ketin, xemgîn bûn û ew weke jineke bi hêz a leheng pênase kirin.

Xebatên ji bo zarokên di encama tecawizê de hatine dinê

Di nav şer de gelek êşên kûr çêdibin û çareserkirina van li hemberî çand, bawerî, desthilatdarî û gelek faktorên din pir zahmet e û xwe nêzîkkirina wan mijaran cesaretê dixwaze. Yek ji mijara ku bijîşka jin Nemam pê re mijûl bû jî zarokên jinên Êzidî yên di encama tecawizê de hatibûn dinê bû. Gelek jinên rizgar bûn, ew zarok nexwestin. Lê hin jinan jî nedixwestin ji zarokan veqetin, lê malbat, civak, carna pîvanên ehlaqî, carna hêzên desthilatdar jî nedixwestin ev zarok li gel jinan bimînin. Digotin, em ê çawa zarokên kujerên xwe xwedî bikin û di nav xwe de mezin bikin. Her çiqasî mijarek ji agir be û destê mirov bişewitîne jî, lê pirsgirêkek cidî ya jiyanê bû û bandor li ser jiyana gelek jinên dîl hatine girtin dikir. Lewra Nemam Gefûrî dest avêt vê mijarê û ji bo jinên naxwazin ji zarokan veqetin bên qebulkirin di nava civaka Êzidî de kete nava hewldanan. Wê didît ku gelek jinên hîna di aliyê derûnî de baş nebûne, dema ji zarokan vediqetin birînên wan kûrtir dibin. Nemam Gefûrî dixwest ku jin biryar bidin bê wê bi kê re û li kuderê bijîn. Ev yek weke mafê seretayî yê mirovan didît. Ji bo astengiyên çandî û qanûnî yên li pêşiya xwe derbas bike, bê rawestan xebitî. Dema şewba vîrûsa korona bi pêxîra wê girt jî li Başûrê kurdistanê bû û kesî bawer nedir ku ev jina xêrxwaz, dilsoz û hûmanîst ber bi koça dawî ve diçe. Malbata wê bi hêviya başbûna wê ew gihandin paytexta Swêd Stokholmê, lê êdî dereng bû. Her çiqas mirin ji bo her kesî heye jî lê carna ji nişka ve bêy xatir xwestinê çûyîna hinekan hezkiriyên wan matmayî dihêlîne û naxwazin bawer bikin.

Xelkê wargehê ew weke çavkaniya çareseriyê didîtin

Niha hezkiriyên wê yên li wargeha Bacid Kendal jî bawer nakin ku ew jina di her pirsgirêkên wan de li gel wan bû, ew ê careke din venegere. Hevkarê wê Salih Hemo li ser sedema vê bêbaweriya koçberan wiha dibêje li ser bijîşka jin: ‘Koçberên li Bacid Kendal ku hêjmara wan 10 hezarî derbas dike, hîna jî bawer nakirin ku doxtor Nemam koça dawî kiriye û careke din venagere. Piştî ji bo Êzidiyan hate kampê li me xwedî derket. Ew bûbû yek ji me. Tenê ne bi pirsgirêkên tendirûstiyê re, bi pirsgirêkên din re jî mijûl dibû. Ji bo pirsgirêkên me çareser bibe li gel rayedaran pevdiçû. Ew sparteka me bû. Xelkê li kampê ew weke çavkaniya çareseriya pirsgirêkan didîtin. Doxtor Nemam mîna ferîştehekê bû. Kî muhtacî alîkariyê bûya, ji peydakirina dermanan heta emeliyatan çareser dikir. Dema tiştekî pêwîst li kampê nebûye digot, Salih çi dibe bila bibe divê em vê peyda bikin, dilê jin û dayikan xweş bikin, alîkariya wan bikin.’    

Jina hêja ya xwebexş 1’ê Nîsanê koça dawî kir

Jina ku hîna di meha Adarê de careke din çûbû şikefta lê ji dayik bûye û gotibû; ‘her cara têm vê derê ji nû ve ji dayik dibim’ di meha Nîsanê de bi nexweşiyê ketibû. Du hefteyan li nexweşxaneyek Stokholmê bi hêviya ku wê baş bibe hate dermankirin. Lê di 1’ê Nîsana 2021’an de çavên xwe li jiyanê girt. Cenazeyê wê di 15’ê Nîsanê de li Stokholmê spartin axê. Keça Xuşka wê Narîn Reşîd li ser navê malbatê got, wê bîranîna xaltîka min her zindî be û em ê li ser rêbaza wê xebatên xêrxwaziyê bi rêxistina ava kiriye bidomînin.