-Bûyîn an jî nebûn-

- Rojbîn PERİŞAN
1.5K views

Tespîta Rêber Ocelan a “Dîrok di destpêkê de veşartiye…” bi gelemperî em hewl didin ku li ser dîroka mirovahiyê fêm bikin. Xwendina me a dîrokê, her wiha lêgerîna me a ji rêgeha destpêkê ya veşartî ku ger dirêjî newalên Rîf ên Efrîqayê bibin jî, lê belê mirov dikare bibêje  ku dişibe zivirîna li dora çemberek ji mirov ku di encama hewldana me de pêk hatiye. Dibe ku ji bo şikandina çemberê mirov biçe destpêk ê, ango bizivire cewhera ewil. Ji destpêka   hebûna jiyan an jî zindî bûnê. Heya hîna paştir. Kêliya herê biçûk a mîkro ku saniye bi hezar qatên tirîlyon biçûk, dem hîn nehatî qebarîn (genleşmediği) û hişê mirov hîna têra nedikir ku fêm bike. Wisa ku kêliya bikaranîna hafizeyê a ji hêla mirov ên ji rêzê têra nedikir û demê hîn serketinek pîroz nedikir; û hebûnê bi tunebûnê, ronahiyê bi tarîtiyê, madeyê bi antî-madeyê, enerjiya pak bi enerjiya tarî re têdikoşî lê, kêliya ku hîna her tişt hevgirtî û di nav sirûştê de hîn biyanîbûyîn pêş neketî. Û dûv re… Dualî ya hebûn-nebûn ê ku di roja me ya îro de, hîna di her qada jiyanê de xwe dide hîs kirin, her wiha çavkaniya rewşên bi şer û bê eman in…   

Hebûn!

Di her kêliyeke dîrokê de, bi navên cûda, tişta ku bi rêya pênaseya vê dualî yê hate zelal kirin û kevinbûna wê a bi qasî serpêhatiya mirovahiyê, tê fim kirin. Gelo hemû têkoşînên ku bi awayên xweza-mirov, jin-zilam, serdest-bindest, etnîsîte-netew, ne di dualî ya li ser hebûn-nebûnê şêwe digirin? 

Hebûn-nebûn, afirandin, tune kirin, hebûn nayê wateya tune bûnê… Her wekî di çîrokên ku berhemên zanistiya gelan in,  “Yek hebû, yek tunebû…” yan jî bi biwêja Shakespeare: “Hebûn yan jî nebûn, vaye hemû pirsgirêk ev e…”     

Şoreş awayê herê diyar yê vê dualî yê ye. Ji gumanek a îdîaya bêgunehiya pêşveçûna diyalektîk û hevgirtî dike re firsendê pêşkêş dike. Di lêkolîna dîrokê de em behsa şoreşa neolotîkê dikin. Û vê qonaxê wek şoreşa jinê pênase dikin. 

Şoreşa biyolojîk û çandî 

Di wateyekê de peresandina jinê a ji hêla kîmyewî, biyolojîk û çandî, bi şoreşek civakî re bidawî dibe. Yanî şoreş bi hebûnê bi ser dikeve. Û şoreş hîn bi awayê xwe yê xwerû, bi wechê xwe ê ku hîn desthilatdarî nenasiye, şoreşger e. Muzîk, helbest û keyxweşiya ku rê li hilberînê vedike û ji ber ku berdewamiya vê yekê îspat dike, şoreşger e. Ev yek jî ji ber ku hebûn hîn nehatiye perçe kirin, ji xwe nehatiye biyanî kirin e. Ji ber parastina yek parçebûna xwe ye, yanî jî ji ber ku di nava nepeniya ewil a gerdûnê de xubara stêrkan hildigire. Ji ber ku derveyê siya bîranînên diyar, nediyar ên tuneyî û tarîtiya tunebûnê, tiştekedin nizane.

Em behsa qonaxa ku hîn cîhan, xweza û mirov, di tebeqeya birçîbûnê a civakê de, di parzûna cemidî de nehatiye derbas kirin, dikin. Şoreş di wateya rastîn de şoreşger e. Aliyê wê yê ku hîn hay ji zilamê xasûk û zordariyê nîne, bi halê xwe yê bi êş û bêtecrûbe ku bi cewherê şoreşê re girêdayî dimîne, hewceye bê pesnandin. Çawan be jî di nav pergala ku avakiriye de ji tiştên ku wê biçewisînin, bi lîstokên cihê rastiyê serûbinî bikin, hêza wê a xwezayî sînordar bikin û li ser esasê tedbîr girtinê, ji pêşxistina zordariyê, bê par e. Û hîn neketiye wê rewşê  ku ji zilam fêr bibe.       

Demokrasiya xwezayî 

Avahiyên ku di encama piştevanî û parvekirinê de pêk tên, bi hêza demokrasiya xwezayî şêwe bi pêdiviyên civakî didin û li derdora rêgezên etîk tên gel hev, ji xwe bûna mijara sirûşta şoreşê a vê rastiyê ne badilheva ye. Ev avahiyeke ku ked û berhem tê de pîroz tê dîtin.   Û pîroztiya jiyan ê… Demokrasiya xwezayî di encama pîrozbûna vê jiyanê de û ji ber encama wê a hebûn ê, bi wê re yekpare ye. Ji ber vê çendê, hêza avaker a şoreşa neolotîkê jin û demokrasî ye. Her wekî ku Rêbertî jî îşare pê dike, niha jî kirdeyên damezrînerên şoreşa me jin û demokrasî ye. Lê belê wek şoreşgerên vê şoreş ê, em wek dayîkên xwe yên neolotîkê hîna ji nêrandineke yekpare bi dûr in.   

Têkoşîna hebûnê a li dijî tunebûnê

Di çerçoveya kirdeyên bingehîn ên şoreşê de, hîna pratîka me a jiyana rojane ya stratejîk-polîtîk rê li sîstembûnê, bê desthilatdariyê nade. Li dijî têkiliyên desthilatdar ên xwe bera her kêliyek ji jiyanê dane, di wateya peyva herî rastîn de hîna em ji rê û rêbaza tevgera jinê a ku şoreşgeriyê datîne holê, dûr in. Û ev yek jî xuya ye.  

Ji avahiyekê ku li gor pêdiviyên civakê diguhere û diguherîne, dînamîk, zindî û bêdesthilatdariyê dike armanc zêdetir, em rastê rastiyekê ku hîna nikare elîtbûnê derbas bike, destnîşankirinên bîrdozî-stratejîk bes dibîne, têkiliyên xwe ên rojane, pratîk ên jiyanê hûr lê nanêre re rû bi rû tên. Şoreşeke jinê a ku xwe ji hest û têkiliyên desthilatî û xwedaniyê saf nekiribe, mirov nikare behsa şoreşgerbûna wê bike. Bi kurtasî armanca me a sereke divê ev be ku em berê hertiştekê şoreşa jinê ber bi pêvajoyeke şoreşgerane de bibin. Têkoşîna hebûnê a li dijî tunebûnê encax wê demê dikare bi çêbûnek rastîn û bi azadkirinê re bi encam bibe.