Jinek ku emrê xwe di tîmarxaneyê de bihurand

- Lîlyan ÇIYA
222 görüntüleme

3 Hûnermenda grafîk û peykersaz Camîlle Claudel a bi eslê xwe Fransiz di 8’ê Kanûna 1864’an de tê dinyayê. Piştî bi hev re bûneke bi êş a bi Auguste Rodîn, heya dimire li tîmarxaneyê girtî dimîne.

Camîlle Claudel li herêma Aîsne a Fransayê hat dinya yê. Zarokê ewil yê malbatê bû û rewşa malbatê ji hêla maddî de jî baş bû. Bavê wê Louîs Prosper li bank ê erkdar e, dayîka wê Athanaise Cecile Cerveaux jî ji malbateke Katolîk a dewlemed e. Camîlle dema hîn biçûk e, balbata wê li Vîlleneuve-sur-Fere yê bi cih dibe. Birayê wê yê biçûk Paul Claudel di sala 1866’an de li wir tê dinya yê. Di zaroktiya xwe de meraqa wê a lîstoka bi kevir û heriyê pirr zêde bû, ev yek jî dida nîşandayîn ku peykersaza pêşerojê a bi qabiliyet, Camîlle Claudel e. Her çend dayîka wê tu caran evîna wê a di mijara hûnerê de baş pêşvazî nekiribe jî bavê Camîlle ji hêla maddî û manevî de her tim bû arîkarê herê mezin ji bo keça xwe. Ji bo ku perwerdeya peykersaziyî bibîne di sala 1881’an de diçin Parîsê û li wir bi cih dibin; li Academîe Colarossî, li gel peykersaz Alfred Boucher dest bi perwerdeyê dike. Di wan salan de qedexe bû ku jin li akademiyên mezin yê hûnerê de perwerde bibînin, ji bo vê jî xwendekarên keç li gel hûnermendên bi nav û deng di atolyeyên wan de perwerdeya taybet didîtin. Nasîna wê a bi Rodîn re jî wiha pêk hat. Komeke keçên ciwan tevî hûnermend di atolye ya Rodîn de dest bi perwerdeya peykeran dikin. (1884) Qabiliyeta bê hempa a Camîlle û kesayeta wê a bibandor, wê ji xwendekarên din cûda dike û dibe berdila Rodîn; ev jina ciwan piştî demekê dibe evîndar û yek ji reqîba herê mezin a Rodîn.

Camîlle di bin siya Rodîn de difetise

Dema ku têkiliya Camîlle û Rodîn destpêkir, Rodîn bi Rose Beuret re bîst sal bû zewicî bûn. Lê di navbera wan de pirsgirêk hebûn û jiyana wan baş nediçû. Nêzikatiya wî a bi Camîlle ê re ji bo her du yan jî bû xala werçerxê a herê dawî. Bi hev re îmze avêtin bin gelek kar û xebatan. Rodîn di vê dîrokê de berhema xwe a herê mezin “Deriyê Cehenemê” çêkir. Li ser berhema heyî bi awayeke pirr zelal şopên Camîlle yê tên dîtin û tê gotin ku piraniya vê berhemê jî ya Camîlle yê ye. Helbet ne tenê berhema “Deriyên Cehenemê” ewilîn berhema Camîlle ê ye ku Rodîn xwedî lê derdikeve û dike malê xwe, herwiha Rodîn gelek berhemên vê jina hûnermed xwedî derdikeve û dike malê xwe. Di tevahiya vê demê de Camîlle di her hêlê de ji Rodîn baştir û xwedî qabiliyet e, lê rexmê vê jî hertim di bin siya Rodîn de dimîne û ji vê têkiliya weşartî ducanî dibe.

Di encama qezayekê de zaroka wê li ber diçe û tê gotin ku pişt re jî ji aliyê derûnî de rewşa wê nebaş dibe. Ji ber ku di wan deman de ji aliyê gel de têkiliyeke wiha pirr baş nedihat pêşvazî kirin, dayîka Camîlle wê red dike û Camîlle neçar dibe ku malê biterikîne. Ligor hin der û doran sedema depresyona Camîlle bi awayên cûda tê şîrove kirin,  lê hin kes jî didin diyar kirin ku Camîlle rewşa wê baş bûye û bi awayek zanebûn ji hêla evîndar, bira û pergala desthilatdar a zilam we weke ku ew ji hêla derûnî de nebaş bûye hatiye nîşandayîn. A rast jî mirov dikare bi vî rengî şîrove bike. Ji ber ku gelemperiya nêrînên di vî alî de rastiya heyî pişrast dikin. Camîlle ku bi Rodîn re dest bi jiyankirinê dike, heya sala 1898’an bi Rodîn re evîneke bifirtûne û jiyanek tije hûner didomîne. Ji bo Camîlle ev evîn bi qasî ku azwer bû, ewçend jî bi êş bû.

‘Hunera wê mirov heyirî dihêle’

Ji ber nêzakatiya tûnd a Rodîn ya li dijî jinê û qayîşkêşana wî a bi Camîlle re, rê li şereke dijwar vedikir. Ji ber ku Rodîn baş dizanî ku Camîlle ji wî gelek pêştir e û ev yeka han jî ew dihesidand. Camîlle ku herê dawî biryara jiyaneke bi tenê dide û Rodîn berdide. Di vê pêvajoyê de Camîle berhemên xwe yên bi navê “Vals”, “Clotho”, “Serdema Gihîştinê”, “Xwedayê wenda”, “Jinên lewce”, “Sakuntala” di destpêka sala 1903’an de li salona d’Automne pêşkêş dike.

Ligor rexnegirê navdar yê hûnerê Octave Mîrbeau dide diyar kirin û dibêje: ‘Ew jin bê hempa bû. Berhemên wê yên hûnerî mirov heyirî dihêle û heyrantiyeke mezin kom dike.’ Piştî ku Camîlle ji Rodîn vediqede û şûnde ji peykerên klasîk dûr dikeve, hîn zêdetir nêzî Art Nouveau dibe. Di berhema xwe a bi navê “Serdema Gihîştinê” de veqetîna xwe a bi Rodîn re bi hemû êşê radixe berçavan û herwiha hûnermeda jin yekemîn kese ku materyala onîks a di peykeran de bikar tîne.

Mirov dikare wê hesta xûrt a ku di peykerên ku çêkirine de tê dîtin, bibîne. Ev jî bêhempa bûna wê dide xûyakirin. Rodîn, ji bo Camîlle ku wek kesa ruh dide peykeran tê nasîn, rexmê hesûdiya xwe jî wiha dibêje: “Min ji wê re got ka vê li kuderê zêr bibîne. Lê zêra ku Camîlle dît di hûndirê wê de bû.”

2Kamîlle tê heps kirin û nahêlin peykeran çêke 

Camîlle piştî salên 1898’an şûnde, hem wek jinekê û hem jî wek hûnermedeke bi nav û deng a sedsala ku di nav de dijiya, di gelek aliyan de tenê ma. Yek ji alîkarê wê yê herê mezin bavê wê bû ku jiyana xwe ji dest dide. Birayê Camîlle ku heyranê wê bû, ji ber ku dîplomat bû diçe Çînê û li wir bi cih dibe. Tê gotin ku Camîlle ji ber van pirsgirêk, zor û zehmetî û pirsgirêkên maddî rewşa wê a derûnî xira dibe; ev yek çiqas reaste û çima jina bi nav û deng a hûnermend wiha tê nirxandin, nayê zanîn. Dîsan tê îdîa kirin ku Camîlle di sala 1906’an de şevekê qirîz derbas dike û di encam de hemû berhemên xwe dişkêne. Qaşo piştî demekê rewşa wê xiravtir dibe, tûşê nexweşiya derûnî dibe û ji hêla malbat û Rodîn we li nexweşxaneya dînan tê bicih kirin. Lê, ligor hin gotegotan Camîlle ku Rodîn bi dizîna raman û berhemên xwe sûçdar dikir, ji bo ku ji wî derbas neke ku êdî baş dizanî Camîlle ji wî baştir e û nikare pêşiya wê bigire, wê li nexweşxana dînan heps dike. Bi vê yekê jî namîne û nayê hîştin ku Camîlle li nexweşxaneyê jî peykeran çêbike. Herwiha tê destnîşan kirin ku gelek berhemên bi nav û deng yên Camîlle bi navê birayê wê, an jî bi navê Rodîn tê pêşandan. Lêbelê wê carekê dabû diyarkirin ku haya mirinê dixwaze peykeran çêbike.

‘Ev îstîsmara li ser jin e’

Di nameyeke xwe a ku ji bo birayê xwe Paul nivîsî bû, di mijara mandina xwe a li nexweşxaneyê de wiha dinivîse;

“Tîmarxane! Xwedî li cihekê ku jê re bêjim mala min jî nîne! Rewş û karê min ligor dilê wan maye! Ev îstîsmara li ser jin e, heya dawî pelixandina hûnerê ye… Bi zanebûn ez revandim, ji bo ku li cihê lê hatime girtin ji ramanên min feyde bigirin, ji ber ku baş dizanin ka zanebûna wan çiqas bi sînor e. Ez niha wek kelema ku kurm dikiritîne me, her peleke min ku nû şîn dibe, wek xuretiyekê tavêje made…

1Dizanim, ev çend sal çêbûn ku ez li vir heps kirime; berhemên ku min di tevahiya jiyana xwe de çêkiribûn, xwedî lê derketin û pişt re jî jiyana girtîgehê ku wan heq kiribû, niha bi min didin jiyan kirin.

Ev hemû tişt di bin serê Rodîn ê şeytan de derdikevin, di serê wî de tenê fikrek hebû ev jî piştî ku ew mir û şûnde ez bibim hûnermend û wî derbas bikim, ji bo vê yekê jî asteng bike, dixwest hem dema jiyan dike û piştî ku mir jî ez tu caran şa nebim. Waye di her hêlê de bi ser ket!

Ez êdî ji vê esaretê gelek aciz bûm… Qey ezê tu caran venegerim malê, Paul?”

‘Gelo ji bo ku bi tenê bimînim ma min çi kiribû?’

Doxtorê Camîlle di sala 1920’an de ji malbatê re nameyekê ji bo ku keça xwe bibin malê dinivîse. Lêbelê dayîk û xwîşkên wê vê pêşniyarê qebûl nakin û bersiv nadin nameya doxtor. Birayê wê Paul jî di her pênc sal carekê de li nexweşxaneyê diçû serdana xwîşka xwe.
Camîlle Claudel di 19 Cotmeha 1943’an de, piştî ku 30 sal li tîmarxaneyê ma û şûn de mir. Ev jin xwedî Qabiliyeteke bê hempa ye, lê di mijara civak û malbata xwe de ewçend bi şans nebû. Weke ku xwe jî tîne ziman û dibêje; “Ev qabiliyeta ku ji aliyê kurman ve tê kiritandin, berê ku fêkiya xwe a gihiştî bide, hat tune kirin.

Ji bo ku evqas bi tenê bimînim gelo ma min çikiriye?”

 

Çavkanî: Dünyalılar

Werger: Lilyan Çiya