Çandek ji civaka xwezayî: YARSANÎ

- Armanc SARYA
465 views
Li erdnîgariya Rojilatê Kurdistanê gelek çand û baweriyên cûda di zik hev de hebûna xwe didomîn in. Ji xwe ev danehev û cewazî parçeyek ji çanda dewlemend a Rojhilata navîn e. Ev erdnîgarî bi hezaran salan bûye çavkaniya vedîtinên yekemîn. Ji van erdan bawerî û çandên herî bi hêz ên cîhanê belav bûne. Ji ber vê yekê Rojhilata Navîn tim bûye çavkanî û Rojhilatê kurdistanê jî bûye yek ji wan deverên ku ev çandên bi kok hebûna xwe lê biparêzin.

Li Rojhilatê kurdistanê yek ji çand, bawerî û felsedeya herî qedîm jî Yarsanîye. Civaka Yarsan hîna jî hin taybetmendiyên civaka xwezayî di nav xwe de dihewîne û li ser lingan maye. Bêguman di encama êrîşên pergala serdest de hin aliyên wê ji cewherê xwe dûr ketine. Lê mirov dikare bêje ku îro jî felsefeya Yarsan xwe ji qirîjiya Modernîteya kapîtalîst parastiye. Bi vî aliyê xwe ferq û cewaziyên wê hene.

Rêgez, manewiyat Can e!

Li gorî salnameya Mîladî Yarsanî şêwazekî baweriyê ye û di sala 1300’an de ji aliyê Sultan Sehaq Berzencî ve bingehê wê hatiye danîn. Sultan Sehaq ji herêma Şehrezor e. Ev herêm hîna di nav sînorê Başûrê kurdistanê de cih digre. Sehaq li ser felsefeya olî rawestiyaye, bûye alim û xwediyê hêza şîroveyêye. Ti carî nezewiciye. Li hemberî jinê bi rêz û xwedî têgîştinek azadîxwaz e. Di ciwantiya xwe de li pirtûkxaneya Şamê li ser olê, Zerdûştiyê, felsefeya Yewnan û gelek mijarên din lêkolîn kiriye. Di encama lêkolîn û ponijandina bi salên dirêj felsefe û şêwazê baweriya Yarsan pêşxistiye. Yarsanî ji aliyê jiyanê yê madî zêdetir girîngiyê dide  manewiyatê û ji mal zêdetir bi can re mijûl dibe,girîngiyê didê.

Cewher berî her tiştî tê

Ji bo Sultan Sehaq cewher berî her tiştî tê. Divê bawerî ji dil û can bê pejirandin. Heqîqet jî ji bo wî bi çavê dil meyzekirina li cîhan û jiyanê ye. Lewra şêwazên mîna limêj, girtina rojiyê ya di Îslamê de weke xwe nîşandanê dibîne û diyar dike ku tişta girîng fêmkirina cewher û di hûndir de bawerkirin, her wiha bi xwe pêkanîna baweriya xwe ye. Dibêje ‘Divê bawerî ne ji bo nîşanî hinekên din bikin bê kirin, divê were pêkanîn’.

Bêguman nêrînên wî yên radîkal ên di derbarê olê de rê li ber nerehetî û nerazîbûnan vedike. Ev nerazîbûn di nav birayên wî yên girêdayî îslamê ne jî xwe dide der.Ji bo kuştina Sultan Sehaq li hev dikin û biryar didin ku dema têkeve xewê wî bikujin. Dayika wan ji vê biryarê agahdar dibe û kurê xwe Sehaq hişyar dike. Li ser vê yekê jî Sultan Sehaq diçe herêma Hewreman û li bajarê Pawe bi cih dibe. Bi qasî dijminên wî, mirovên felsefeya wî dipejirînin û ji qirêjiya cîhanê, her wiha ji derewan hez nakin jî hene. Kesên felsefeya wî dipejirînin xwe weke ‘Yâr’ bi nav dikin. Di Yarsaniyê de têgeha ‘Yar’ tenê nayê wateyekê. Ji bo dost, heval, rêheval, rêz û hezkirin, mirovê giranbûha jî tê bikaranîn. Herkes nikare bibe ‘Yar’. Taybetî û rêgezên ‘Yar’an hene û pîroz in. Yên ‘Yar’ bin nikare ezperest be. Jin an jî mêr ferq nake, bi çavên xerab nikarin li dostên xwe meyze bikin. Her dem alîkariya hevalên xwe dikin, fedakar û komûnal in. Di roja îro de taybetmendiyên ji bo mirovên sosyalîst tên pênasekirin, ji xwe divê kesên ‎Yarsanî pejirandibin jî xwedî heman taybetmendiyan bin.

Felsefe û baweriyek ji Zagrosan derketiye.

Carna ji Yarsaniyê re dibêjin ‘Yarexor’ û ‘xor’ tê wateya Rojê. Roj jî di baweriya qedîm ya Mîtraîzmê de pîroz e. Di erebî de ji bo Yarsanî dibêjin ‘Ehl-î heq’ û ji Zagrosan derketiye, li wê derê bi kok bûye…
Yarsanî çanda Civaka Xwezayîye û piştî Îslamê jî ev bawerî li ser lingan maye. Di cewherê wê de nirxên civaka xwezayî ya demokratîk û jiyana komûnal hene. Li hember jinê bi rêz e, mirovperwer e û xwezaparêz e. Yarsan ji xwe pirsa ‘ Em ji dayik bûn û bûn parçeyek jiyan ê. Wê demê divê bibim xwedî jiyanek çawa’ dikin. Li ser mijarên xwe gîhandina jiyanek qenç û rast, mirovê baş û cewherî disekinin. Lewra nasnameyek xwe ya taybet heye.

Zimanê Yarsanî Helbestîye.

Yarsanî xwe bi helbestan îfade dike. Piranî helbest bi zaraveyê Hewramî hatine nivîsandin. Yek ji pirtûka helbestan a herî girîng a Sultan Sehaq ya bi nave ‘Serencam’e. Bi rêya helbestan fikr, rexne û perspektîfên xwe vegotiye. Çawa mîtolojî bi rêya helbestê xwe îfade dike, an jî di Elewîtiyê de helbest vediguhere gotinê, di Yarsanî de jî hest, her nêrîn, bergeh veduguhere helbestê. Di Yarsanî de bandora Anîmîzmê zêde ye. Di baweriya wan de her tişt zindî ye û zindî bi mirinê tine nabin. Mîna di fikra Anîmîzmê de, dema yek jiyana xwe ji dest dide, bawer dikin ku derbasî konaxek din a jiyanê bûye. Di roja me de ev rewş mîna Reenkarnasyon tê pênase kirin. Ev şêwazê nêrînê ji dualîteya jiyanê bingehê xwe digre. Her tişt zîndî ye, tûne nabe û bi awayekî din hebûna xwe didomîne. Ev nêrîn di Budîzm, Manîzmê, Sîhîzm û Brahmanîzmê de jî heye.

Yarsanî ji Kurdistanê ber bi Hîndîstanê ve belav dibe.

Li Kurdistanê ji Hewreman ber bi Şehrezor, ji Hûrremabad heta Loristanê belav dibe ku ev herêm wê demê weke Hikûmeta Hewreman tên binavkirin. Bawerî û felsefeya Yaresanî tevî ji Zagrosan derketiye jî lê bi Kurdistanê re sînordar nemaye. Piştî Sultan Sehaq jî ji Kurdistanê ber bi Efganîstan, Pakîstan, Ezerbaycan, Sûriyê, Lûbnan, Hindîstan û Tacîkîstanê belav dibe.
Di roja me ya îro de jî Yaresanî li Kirmaşan, Kozaran, li hin herêmên Tebrîzê û Tehranê, Hemedan û beşekî Başûrê Kurdistanê hebûna xwe didomîne. Beşekî wan jî li Bakurê Efganîstanê mane û li van herêman bandora îslama desthilatdar kêm e.

Yarsanî çanda Jinan e.

Di çanda Yarsanî de jin xwedî cihekî girîng e û bi çavekî asta duyemîn li jinê nanêrin. Yarsanî di cewherê xwe de çandek jinê ye. Jin be an jî mêr be ve di navbera ‘Yar’an de ferq û cûdahî nine, jin û mêr wekhevin. Wekhev nêzîkî zarokên keç û kur dibin. Zewaca di temenê biçûk de nayê qebûlkirin û hîna jî di nav Yarsanan de zewcandina zarokan xerab û kiryarek li derveyî ehlaq tê dîtin. Bêguman di roja me de ji ber bandore çanda îslama desthilatdar û dewletê ji hin aliyan ve derb xwariye. Lê di cewherê xwe de alîgirê azadiya jin û mêr e. Sultan Sehaq di helbestên xwe de qala ‘rêzgirtin û hezkirina’ li hemberî jinê dike. Her dem dibêje,’ Yên jin û mêr wekhev nebînin, bêrêz nêzîk bibin nikarin bibin ‘Yar’. Bandora dayika wî jî li ser wî gelekî zêde ye. Dayika Sultan Sehaq, Hatûn Rezba ye. Jineke zana ye û li derdora xwe tê hezkirin û rêz jê re tê girtin. Gelek kes derbarê gelek mijaran de pê dişêwirin û ew jî rê nîşanî wan dide, di nav civakê de pirsgirêkan çareser dike. Wê jî di gelek konaxên Yarsaniyê de cih girtiye û di belavbûna vê felsefê de rol leystiye. Hatûn Rezba di heman demê de helbestvanek mezin bûye û kurê xwe ji metirsiyên heyî parastiye, bi hişyariya xwe komployên

derheqê kurê xwe de vala derxistiye.

Li hemberî gotina jinê rêz tê girtin.

Di nav Yarsanan de gelek jinên Hozan, nivîskar, zana hene. Celalê Xanima Loristanî, Rihan Xanima Loristanî, Lîza Xanim, Xatun Dayrakî Razbar, Xatûn Zerbanûya Derzyanî tenê çend ji van jinan e. Îro jî li Rojhilatê kurdistanê û Îranê li deverên Yarsan lê hene, asta xwendina jinan bilind e. Di vê baweriyê de dengê jinê her dem xweş hatiye dîtin.Ji ber vê jî dengbêjên jin gelek in û jin di qadên çand û hûnerê de pêşketî ne. Dîsa rola jinan a di çareseriya pirsgirêkên civakî de jî zêde ye. Gelek caran jin di pevçûn û lihevnekirinên di nava civakê de de dibin hêza çareseriyê. Jinên zana dema dikevin navbera aliyên di navbera wan de dubendî heye, rêz ji wan re tê girtin û gotina wan tê gohdarîkirin. Di rastiya Rojhilata Navîn a roja me ya îro de civaka herî zêde nirxên xwe yên cewherî parastiye û li ser têgihîştina heqîqetê meşiyan e, civaka Yarsan in. Ji ber vê jî pergala serdest tim êrişê dibe ser wan. Bi çavekî kêm li wan dinêre û teşhîr dike. Bi zanebûn li ser ciwanan jiyanek marjînal ferz dike. Yaresan di nav Kurdan de hêmanek girîng ya zehniyeta Netewa Demokratîk in. Lewra divê çanda Yarsan li hemberî hemû xeteriyan bê parastin.