Çarikên ji wechê jinê diqetin

- Berjin TEKOŞER
591 views

MANSETJina bi nav û deng Rexşende a bi nas nav Pervîn Êtisamî di sala 1906´an de li Tebrîzê tê dinya yê. Pervîn tevî malbata xwe, di temenê xwe yê biçûk de tê Tehranê û li wir dest bi jiyanê dike. Bavê wê ku kesek bi nav û deng e, di jiyana wê de xwedî ciheke girîng digire; dema ku pêdihese keça wî di hêla helbestan de xwedî qebîliyetek mezin e, perwerdeya wê a di vê mijarê de ber bi çav nake û girîngî pê dide.

Bavê wê, Yusuf Êtisamî ku wek Îtîsamul-Mulk dihat nasîn, yek ji kesê zanyar û nivîskarê serdema xwe bû. Ewilîn kese ku li Tebrîzê çapxaneyê avadike. Her wiha Yusuf ku xwedî kovara bi navê “Bihar” bû, yekemîn helbesta Pervîn di vê kovarê de çap dike.

Pervîn Êtisamî kêye?

Pervîn hîn di temenê xwe yê biçûk de, ser wêjeya Fars û Ereb nasîna wê çêdibe, bi gelek nivîskar û zanyarên wê demê yên bi nav û deng, yên wek Ebas Îkbal Aştiyanî, Melîkuş-Şûara Behar, Nasrûllah Tagevî, Seîd Nefîsî ku hatin çûna mala wan dikirin re nasîna wê çêdibe, gelek tiştan ji wan fêr dibe. Di van civatên wêjeyî de Pervîn jî cih digire û gelek tiştan ji wan helbestvanan fêr dibe. Di van civatan de Pervîn helbestên xwe dixwîne û helbestên wê ji aliyê van kesan we pirr tê ecibandin. Dema digihe temenê xwe yê 15 salî êdî dîvana helbestvanên mezin yên Fars pirr baş dizane. Pervîn bi awayek herê baş helbest û berhemên helbestvanên wek Hafiz-i Şîrazî, Sedî, Nasir Hûsrev, Ferdewsî, Menûçehrî, Ferrûhî, lêkolaye û di vê mijarê de xwe kûr kiriye.

Pervîn biştî perwerdeya xwe a seretayî şûnde di sala 1924´an de, li Koleja keçan a Emerîqayê a li Tehran ê, bi awayek serkeftî perwerdeya xwe diqedîne. Tê gotin ku piştî perwerdeya xwe diqedîne, li heman dibistanê du salan wek mamosteya zimanê Îngilîzî dixebite. Di sala 1934´an de, Pervîn bi lawê apê xwe re dizewice û li Kirmanşahê bi cih dibe. Lê, piştî rojên dûr ji wêje û helbest nivîsiyê bi demeke kin şûnde, Pervîn nikare vê zewacê bidomîne û ji hevserê xwe vediqete.

Di sala 1936´an de, Pervîn bi alikariya bavê xwe, yekemîn dîvana xwe a helbestan çap dike.  Tê gotin ku Yusif Êtisamî ji ber şert û merc, çanda heyî a wê demê, her wiha ji ber ku keça wî hîn nûciwane, di destpêkê de rê nade ku helbestên wê bên çap kirin, vê yekê rast nabîne. Lê, piştî zewac û ji hev veqetîna Pervîn ji hevserê wê, rê dide vî karî û êdî astengiyekê ji bo çapên helbestên wê nabîne.

Cîhana wêjeyê a Îranê bi awayek herê xûrt vê dîvanê dipesîne. Pervîn, di van salan de, li pirtûkxaneya wêzareta perwerdehiyê a Tehranê dixebite. Pervîn di nav malbatekê de ku ji hêla wêje û zanistê de heşir û neşirin, mezin dibe.

Kesayet û feraseta wê

PERVIN ETISAMI-7Pervîn ku di sala 1924´an de, di dema merasima mezûn bûna xwe de, axaftinekê dike û di mijara li Îranê mafê jinê, gelek tiştên girîng tîne ziman. Ev axaftina wê di dîroka nûjen a Îranê de xwedî ciheke girîng e. Di beşek vê axaftina xwe a bi ser navê “Jin û Dîrok” de, wiha dibêje: “Dermanê birînên kevin yên Rojhelat, perwerde û hîn bûn e; perwerdeyek bi jin û zilam re. Hewceye ji lewaztiyên heyî mirov xwe biparêze û bi awayek herê bi lez ji vê nexweşiyê dûr bûn bê çêkirin. Her wiha her pêdivî bi perwerdeyek rastîn a ku hemû çîn bikaribin jê feyde bibînin, heye.”

Kesên ku helbestên wê dixwînin, bawer nakin yan jî naxwazin bawer bikin ku ev helbest ji aliyê jinekê we hatine nivîsîn. Gelek mamosteyên (ostadên) mezin yên wek Dêhxûda û Alame Qezwînî di derbarê pirtûka wê de nivîs dinivîsin û pesnê wê didin.

Pervîn ji aliyê rêveberên wê demê de hêjayê xelata wêjeyê tê dîtin, lêbelê ji ber ku kirinên hikûmetê protesto dikir, xelat vernegirt û heta Şah Riza Pehlevî wê vedixwîne qesrê da ku dersên taybet bide Şahzadeyan lê, ew vê yeka han jî napejirîne. Gelek helbestên wê yên ku rexne li rêveberên wê demê verdigire jî hene.

Jiyanek natemem

Mezin û giregirên zanist û wêjeya Farsî, jina zana Pervîn Êtisamî wek “şahbanûya helbestên Îranê” bi nav dikin û vê êdî ew wisan bê bi nav kirin. Helbestên helbestvan, jina zanyar Pervîn Êtisamî ji PERVIN ETISAMI-6hêla form û qalib de “aîdê dûh” û ji hêla raman de jî helbestên “îroyîn” in.

Helbestên wê, xitap, kesayet, hizrandina wê a felsefîk û exlaqî ji helbestên gelekên din cûda dibe. Helbestên wê, ne tenê bi yek dem, an jî yek bûyer û yek kesî re girêdayî ne. Helbestên wê, xwedî wateyek ronak a exlaqî, perwerdehiyê ne. A ku di helbestên wê de derdikeve pêş û mirov ber bi xwe ve dikşîne, hewldana di helbestên wê de tê xûyan, ew ahenga dil nizm e.

Tê destnîşan kirin ku di helbest û wêjeya Farsî de ku 12 qernan mohra zilam lê hatibû dayîn, di sedsala dawîn de bi du jinên helbestvan tê hilweşandin. Yek ji wan jî Pervîn Êtisamî û ya din jî Fûrûx e. Van her du şêre jinan zincîrên ji qeyd û bendê dişkênin û di oqyanûsa jiyanê de dest bi rêwîtiyê dikin. Dîvana Pervîn ji 6500 beytan pêk tê û bi dehan caran li Îranê tê çap kirin. Di çapa ewil de ku ji aliyê kovara “Behar” tê çap kirin, dîvan bi giştî ji 150 perçeyan pêk dihat. Dîvana helbestan a Pervîn ku di 65 perçeyên wê de helbestên ji nîqaş- diyalogê pêk tên û ev helbestane xwedî şîretin û balê dikşînên ser pirsgirêkên civakî û di vê mijarê de jî hînker in. Pervîn di serdema ku di nav de dijiya û di dîroka wêjeya modern a Îranê de, nûnertiya herê mezin a helbest nivîsîna bi vî rengî dikir.

Di nav rêzikên helbestên Pervîn de, yek ji tişta herê zêde ber bi çav e, heta nikare ji xwe re jî bîne ziman, hal û hevayê mirovek veşartî ye. Ev yek jî hîn zêdetir di helbestên wê yên piştî zewacê de derdikeve pêş û tê hîs kirin. Ev yek jî dibe êş û kederên jiyanekê, ango jiyanek ku qet nehat jîn a 4 mehên ku zewicî mabû, bû. Mirov dikare bibêje ku ev jiyan ji bo Pervîn pirr zehmet û bi êş tê, ewqas bi êş ku rihê wê bandor dike û hin caran helbestên xwe bi vî rihê şikestî xîz dike.

Ev bûyera ku di jiyana Pervîn de nîşanên kûr û bi êş hêlaye, di çend peytên wê de wiha hatiye ziman:

Ey gul!

Te ji civata Golzaran çi dît

Derveyê tewanbarî û tadeya stiriyan te çi dît

Ey dilê ku bi hemû ronahiya xwe xweşik

Ka bêje te çi dît di vê bazarî de

Tu ber bi bax û bostanan we vebûyî

Nesîbê te bû xefik û qefes

Ey balindeya dîl girtî!

Ma te derveyê qefesê çi dît

Pervîn li Tehranê, di rojên dawî yên kin lê, bi hercûmerc yê jiyana xwe de, tûşê nexweşiya sorikê dibe û piştî çardeh rojan şûnde êdî laşê wê bê taqet dibe û di temenê xwe yê 34 salî de jiyana xwe ji dest dide.