Çavkaniya dengbêjiyê jin in

- Dengbêj XALİDE
294 views
Her netew bi ziman, çand, muzîk, govend û taybetîyên herî berbiçav têne naskirin. Tevî hemû astengî, qedexe û asîmîlasyonên li dijî çand û nasnameya Kurd, gelê Kurd li cîhanê di warê çandî de bi van taybetiyên xwe ber bi çav e.

Çand bedena tevahî civakê û nirxên civakê bê jî, em dikarin bêjin ku di heman demê de ew bixwe ruhê civakê ya tevcivîna dîrokî ye. Şewedarê dinyaya manewî ya civakê ye. Watedarê hest û hişmandiyê ye. Ji ber wê jî yê ku mirov bi çandî dike ev taybetmendî ye. Kesê ji vê taybetmendiyê bê par be berê wî/wê ne li civak û dîrokê ye.

Jin afirînera herî mezin e

Di qada çandî de muzîk hîmê herî mezin û bi bandor e. Ji ber ku bandorek gelek bi lezgîn e, li ser hestên mirovan pêk hatiye. Jixwe di bingeha her çandê de girêdanek bi avaniya bibîranînê (an jî têkiliya kevneşopî) nasnameyê û gerdîşê re heye. Ev avanî ji ber ku di esasê xwe de ruhê cerbandina hevpar, hêvî û wateya dinyayek sembolîk e, bi wê hêza xwe di civakê de derfeta yekîtî, xwe spartin û ewlekariyê pêk tîne. Di heman demê de jî ji ber ku ceribandin, gerdîş û kevneşopiya bi teşe û zindî dike, dibe pira di navbera paşeroj û pêşerojê de. Di her civakê de yên ku van pira bi hîm dikin cuda ne. Ji bo Kurda hosteya pirê yê herî serketî jin e. Ji bo muzîkê ev hîn baldar û balkêş e. Ji serdema neolîtîkê heta van salên nêz, jin her dem vê rola xwe bi serketî pêkanîye. Dîrok jî vê eşkere dike ku jin di muzîkê de jî afirînera herî mezin e. Stranên Kurdî yên xwedî ritmê serbest (yên ku Ewrûpî jê re dibêjin parlendo rubarto reçîtatîfe / stranên ku dengbêj li dîwana dibêjin) ji sedî not û pênc berhema jinê ye. Lê mixabin jin van berhemên xwe li civatê nikaribû bêje. Ji ber vê sedemê jî yên ku stranê di civatê de gotiye her tim dengbêjê mêr in.

Dengbêjî dîroka Kurdan gihandiye îro

Li cîhanê bi sedan cûreyên muzîkê hene û li gor her netewî cuda cuda ne. Dema em bala xwe didin muzîka Kurdî, em dikarin berhemên heyî bi rengê sê beşan pênase bikin.

Stranên Serbest: Stranên ku xwedî ritm û pîvanên serbest in. (Herî zêde stranê dengbêjan.)

Stranên Rîtmîk: Yên govendê, kar, şer û olî ne.

Stranên Zemarî: Di rihê xwe de rîtmek resen e, lê di esasê xwe de stranên serbest tên xuyakirin.

Bi sedema ku Kurd di dîrokê de bindest û bê dewlet mane, ji çanda nivîskî zêdetir, çandek devkî pêş ketiye. Di vê çanda devkî de jî muzîk rolekî giring lîstiye. Tevî asîmîlasyona dijwar a mêtîngeran, nixasim dengbêjî weke dîrokeke zindî a bi deng rabûrdiya Kurdan gihandiye heta roja me ya îro. Bi çanda dengbêjiyê dîrok, evîn, coş, hesret, kul û keserên xwe anine ziman û mayinde kirine.

Afirênera stranan jin, yên dibêje mer e

Ev rola girîng di destpêka çandê de bi ked û xebatên jinê hatîye afirandin. Çanda dengbêjiyê hîn ji lorînên dayikan dest pê dike. Jin zarokên xwe bi lorîyan, stran û gotinan mezin dikin. Ne tenê li ber zarokan, bêrî, giya komkirin û hwd. di hemû karên xwe yên jiyanê de jî stranan dibêjin. Bi vê ked, afirînerî û berhemên xwe çanda dengbêjiyê jî weke zarokekê, weke şitla darekê xwedî dikin, mezin dikin, bi hêz dikin û digihînin heta îro. Lê tevî ku jin stranê diafirîne û dibe objeya stranê, mixabin di nava civakê de yên ku van stranan tîne ziman mêr in. Jin afirînerîya xwe ji hestên xwe yê zayendî û bindestîya civakî digre. Dert, kul, êş, evîn, coş û hezkirinê tîne ziman. Hin cara dema hestên xwe tîne ziman, mirov tê de dibîne ku ew jin xwedî kîjan îrade û girêdanê ye. Weke mînak; Binewşa Narîn piştî zewaca bê dil evîna dilê xwe ji bîr nekiriye û navê evîna dilê xwe li kurê xwe kiriye. Dema lawê xwe dilorîne dibêje, “Ez ê Cembelîyê piçûk lorînim, dora serê Cembeliyê mezin bigerînim lorî lorî Cembeliyê min lorî…” Lê jina ku di çandê de hewqas xwedî nirx û bi bandor e, mixabin di nava civaka Kurdan de ku hişmendîya mêr serdest e nebûye xwedî maf. Ji ber vê yekê her çiqas jin ji bo muzîka Kurdî (dengbêjî) stran afirandibe jî, ev bi devê mêran hatiye bilêvkirin. Tevî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd, ev rewşa heyî heta îro jî dewam dike. Her çiqas di salên dawî de dengbêjên jin ji bo vê rewşê biguherînin û di qada dengbêjiyê de rol bilîzin di nav hewldanan de bin jî, ev lewaz e û rewşa heyî neguhertiye. Jin ji rol, ked û giraniya xwe ya di çandê de kêm haydar e. Xwe ji bandora hişmendîya mêr rizgar nekiriye û kevneşopî, zext û bertekên civakî li ser dengbêjen jin bandoreke neyînî ya mezin dike.

Jin êdî stranên xwe dibêjin

Lê tevî van astengiyan, jinên ku îro di dîwana dengbêjan de bi awayekî ji xwe bawer cîh digirin û stranên ku afirandine bi xwe dibêjin jî hene. Dengbêj Mukades yek ji van e. Dengbêj Mukades li gundê Kutîs a navçeya Hîzan a girêdayî Bedlîsê hatîye dinê. Bêbextîya jîyana dengbêj Mukades ew e kû hîn di 12 salîya xwe de bi darê zorê dane mêrekî 60 salî ku berî niha du caran zewicîbû. Rojek ji rojên ku Dengbêj Mukades hîn 12 salî ye û bûye bermalî ji rewşa xwe teng dibe, direve diçe gomekê, derî li ser xwe digre di tarîya gomê de bi dengekî nizim dilorîne û strana “Ez keçikek bûm, bê dil şikestim…” dibêje. Bi vê stranê gav davêje nav çanda dengbêjîyê. Ji wê rojê heta îro bi wan stranan xwe li ser piyan dihêle. Ew hêza xwe ya jiyanê ji dengbêjîya xwe digre. Karê dengbêjîyê bi hezkirinek bê hempa dide meşandin. Dengbêj Mukades di hevpeyvîneke xwe de dengbêjiya jinê bi van gotinan rave dike:

´Jin mamosteyê yekemîn e´

“Jin dema stranek diafirêne her çiqas dinyaya dilê xwe û hestên xwe bi lêv bike jî, di heman demê de weke berdevka civakê êş û hesretên civakê jî xweş didahurîne û pênase dike. Bi lorîka zarokê xwe mezin dike, lê di heman demê de ji bona ziman jî mamosteyê yekemîn e ji zarokê xwe re. Di sitranê jinê de derew tune ye, lê tevahiya pisgirêk û xweşikiya civakê di stranê de li ber çava xuya ye. Jina afirînerê muzîkê dema stranek diafirîne zimanek û şîroveyek gelek edebî bikartîne. Tiştê lê haybûye, devera lê dijî, bûyerên civakî bi hestê dîlê xwe distrîne û bi zimanekî gelek fesîh û hêsan bi civakê re pay dike. Heke îro stranên weke Derwêşê Evdî, Melek Xanimê, Cebelî û hwd. hê li civakê bandor dike, pêwîste em zanibin ku sedem fesîhi, zelalî û xweşikiya zimanê di stranê de hatiye bikaranîn e. Bi vê sedemê mirov kare bêje ku jin ji bo zimanê kurdî stûna herî xurt e.”

Divê em li çanda dengbêjiyê xwedî derkevin

Lê tevî van hewldanên dengbêjên jin, mixabin îro em di muzîka Kurdî de rewşek xirab jî dijîn. Sedema vê jî ew e ku jin êdî weke mêr difikire û ji nasnameya xwe ya afîrîner dûr dikeve. Ji ber vê yeke êdî di civaka kurd de dîwana dengbêjiyê ber bi tunebûnê ve diçe. Ji bo dengbêjên jin li kîjan welatî, bajarî û deverî be bila bibe vê çanda devkî û pêdevîya têgîhiştina wê wenda nekin, divê jin dîroka dengbêjîyê lêkolîn bikin û li ser lêhûrbûnê bikin. Li gorî pêdiviyên demê, bi vê çanda xwe ya herî resen xwe perwerde bikin. Bi taybetî şêwazeke xwe ya perwerdekirina şagirta biafirînin. Ji bo ji jinên cîwan û nivşên din re bibe mînak û herî kêm bibe dengê dengbêja jin; li çanda Kurdî, li çanda dengbêjiyê dengek din a jinan were zêdekirin. Bi vê hewldan û nêzîkbûnê em ê karibin xwedî li nirxên çanda devkî ya dengbêjîyê derbikevin.