Çavkaniya wêjeya nivîskî, Wêjeya devkî

- Bêrî BİHAR
1.8K views

Gelê Kurd weke welatên cihanê derfet ne bûye ku bi zimanê xwe dibistan hebe û çand û hûnera xwe bi aliyê Kurdewariyê ve bihone. Ji dagirkeriyê, talan û jenosîdan hema bêje dem nebûye ku ew çand û hûnera xwe bi zimanê xwe saz bikin û pêşve bibin. Cihê ku ji wan re maye nava mala wan e. Di nava malê de jî jin û zarok hene. Ji sedemên nexwendî û nenivîsandinê wêjeya Kurdî herî zede bi awayê devkî bi pêşve çûye. Di şevbêrkên civakê de gelek bûyêr têne gilî kirin. Her yek ji gundekî tê, li hev û du dicivin. Bi vî awayî nûçeyên der û dorên xwe jî weke agahî gûhdarî dikin. Hemû bûyerên ku di van şevan de têne gilî kirin, ji guh radigihînin guh. Êş û xemên vê civakê, ken û giriyê wan, xeyal, hêvî û daxwaziyen wan weke heyranok, tiştanok, stran, çirok, zûgotinok û hwd. tê ziman. Hema hema çiroka her bûyereke rojane heye. Carna xweş, carnan jî ne xweş. Stran û çirokên bêriyê, dotina çêlekan, paleyî û hwd. ji dev gihîştine dev û li nava gel belav bûne. Her yek ji van jî ji wêjeya Kurdî re bûye hîmekî dewlemendiyê.

Her çîrokekê lehengeke xwe hebû

Çîrokên ku me ji dê û dapîrên xwe gûhdarî dikirin, hîn jî di guhên me de olan didin. Kê dizane, belkî ew çîrok yên wan bixwe bûn! Gelek caran nayê zanîn ka tiştên ku dayikên me weke çîrok digotin, çîrok bûn an jî rastiyên wan bixwe bûn. Belkî lehengên çîrokên wan ew bixwe bûn. Ya evîndar, ya serî hildida, ya berxwe dida, yan jî li pey jiyaneke wekhev û azad digeriya. Dibe ku dixwestin weke lehengeka çîrok ê, di jiyana xwe ya rastîn de vê yekê bijîn. Dibe ku ev qîrîna wan ya jêr jî ji bo vê yekê bû:

Kes tune bû binivîse, 

binivîse pirtûka me.
Em bi tevahiya jiyana xwe,
li benda destekî bûn
ku porên me miz de. 

Di bin lihêfekê de
deh pê û pênc serî.
Tiştê me germ dikir,
xuşk û biratiya me.

Li benda çîrokekê man,
di heman jiyana xwe de,
kesî ne got ji me re,
em nebirin xewnên rengîn.

Tune bû kes
ku pirtûka me binivise.

Me kaxizek nebû,
fêrdarî nebûn em,
nivîsandina pêş û paşiyên xwe.

Tev daxwaziyên jinan,
bi peşkên baranan ve zîz bûn.
Darikan ne zarok da wan,

ne yarên mêrên wan li ber çavan reşkir,

 hêviyên me wek paçên kevnar,
bi darikên ziyaretan ve petiyan.
Me tû caran,

bê mirad koç bûn,

her ku me dîroka xwe, 

ji gûh radigihande gûh,

pirtûk,
şanoyên xwedî Nobel
û
pê dineqişand jiyana xwe.
Me ji bîr kir xwe, 

wê demê
dihate çirandin,
hûrik hûrik,
wek kaxizan jiyanên me…

Civak bi zimanê xwe zindî ye

Kes tûne bû binivîse pirtûka wan. Lê wana dîwanên xwe, di hişê zarokên xwe de dinivîsand in.  Ji ber vê yekê dayîk bûne parastvanên ziman an. Heya zimanê gelekî zindî be, ew gel zû bi zû namire. Ji ber vê yekê, gelê Kurd li hember hemû qirkirin û talanan, nemir û tune nebû. Dayîkên me ne tenê zimanek parastin, her wiha pêre, çand, hûner û hebûna gelekî jî parastin. 

Kesek ji me tuneye ku bi lorikên dayîka xwe di xew re ne çû be. Gelek ji me bi çîrokên dê û dapîrên xwe di şevên havîna germ û dirêj de, li ser xaniyan, di binê esmanê miştstêrk de di xew re çûne. Gelek caran ew çîrokên wan ketine xewnên me û di awabûna rewiştiyê de jî cihê xwe girtine. Bûne weke bîranînen ku em di hemû jiyana xwe de jibîr nekin. Bi vî awayî em jî qala wan ji zarokên xwe re bikin. Heya ku ji nîfşekê bigihêje nifşeke din daku tu caran winda nebin.

Di çîrok û destanên devkî de çend sembolên sewalan hene ku zêde cîh digirin. Ji wan yek gur e. Gur sembola xirabi û xayintiyê ye. Hesp nîşaneya egîtî û lehengiyê ye. Kew, ku zêde tê bikarhanîn; carna sembola xweşikbûn û nazik bûnê ye, carnan jî ya xayintiyê ye. Di wêjeya devkî de cîhê herî girîng çiya digire. Hema bêje di hemû çîrok û destanande cîhê çiya taybet e. Ji çîroka Siyabendê Silîvî, Cembeliyê Hekarî bigirin, heya lorikan, hemû bingeha xwe disipêrin çiya. Taybetmendiya çiya di jiyana Kurdan de gelek fireh e. Çiya di hemû rojên teng de singa xwe ji Kurdan re vekiriye û ew li hember qirkirinan parastine. Kurdan jî wan weke dayikên dilovan dîtine, bi dilrihetî pala xwe dane wan.

Berovajî kirina rola jin ê

Her çiqas jin di wêjeyê de cîheke xwe a taybet hebe jî ev mafê wê her tim hatîyê asteng kirin. 

Yek ji sedema vê jî rola jinatiyê a ku di nav civakê de bi jinê hatiye dayîn e û ji aliyê olî ve bûye sembol, eyb, guneh û mijara namûs ê. Vê yekê di her qada jiyanê de ji jinê kêm kiriyê, tepisandiyê, lipaş hiştiye. Bi her serîrakirinekê re xwezaya jinê rastî qirkirinekê hatiye. Her çiqas jin ne tenê di nava mala xwe de, li derve de jî li pişta zilam bûye, lê zilam her tim ew kêm û bi tenê hiştiye. Zilamek dikare bi hêsanî li ser nebûyekê  jina xwe berde, an jî bikûje. Xwe xwediyê hiş, laş û mêjiyê jin ê dibîne. Zilamek bi serê xwe nexûyaye ka çi ye. Dema jinek a hîzarkirî li dû bimeş e, an jî jinek modern li kêleka wî bimeşe, ew car fikr û zikrê wî diyar dibe. 

Weke Dengbêjiyê; tê gotin ku dengbêjî di destpêkê de karê jinan bûye. Dema şîngeran, dawetan, an jî şevbêrkan jinan dengbêjî dikir. Di dawiyê de ev kar ji jinan re bûye mijara fedî kirinê, lê ji mêran re bûye kar. Ji xwe dema ku karek ji jinan re dibû eyb û guneh, êdî ew jê dûr diketin. Ew berê hekîm bûn û bi komkirina gul û giyayê ji xwezayê, nexweşiyên kesan sax dikirin. Bi fesadiyekê jî eyb û gûneh çê dibûn û rê li wan dihate girtin. Cûdahiya di nava keç û lawan de jî hûner û serfiraziya jinê seqet kiriye.  Mêr herdem “şêr”, “jêhatî”, “bikêrhatî” bûye, jin jî “sûxrekar”, “kêm û sembola rûreşiyê û carnan jî rûsipîtiyê bûye.” Jina li gor eyb û arên civakê bijî rûsipîye, ya ku li hember wan rabe jî rû reş e. Dibe “qûçê lenet ê”, “êdî ew ji bo jinên din mînakeke herî bextreş e.” Carna jî “dibe ciheke reş ku hemû xirabî pêde diherikin.” Dîmenên bi vî rengî jî bi gelemperî dawiyeke trajîk bi xwe re tîne.

Diya me yek e,

bavê me yek e,

pêşî zûrzûra dîkan tariya berdestî sibê diqetîne,

dû re pihînek li balîvê min dikeve û xewnên min diterqîne.

Asaniya wî çênabe xira bibe.

Ew mafdarê heya û heya bixwaze razê ye.

Heman kar û barê me heya şiyar bûna wî divêt bidawî bi be,

ew katjimarê me ye,  

dema wî ya taştê, ya me ya nîvro ye.

Em kar dikin heya tariya êvarê,

dema ew li nava gund vala digere.

Bi yek awayekî em hatine dine,

weke xwişk û bira,

ji dêbûne û wurde veqetiyaye rewşa me,

ez dêleke beredayî  û suxrekarî wî me,

ew Şêrekî bikêrhatî û xwediyê min e.

Jin pêşeroja gelan e

Mixabin gelek keçên Kurd ku têra xwe jîr û jêhatîne derfetê wan yê xwendinê nînbûye. Ger wekhevî hebûya ez di vê baweriyê deme wê niha di wêjeya Kurdî de ji nîvî zêdetir nîvîskarên jin hebûna. Heger ne ji zext û zagonên genî yên olî, civakî û rêvebirî bûya, niha jin di her qadeke jiyanê de xwedî cihek girîng bûn. Sed mixabin, roj derbas nabe ku jinek di bin navê namûsê de nêyê kuştin. Roj derbas nabe ku jinek bi sedemên ku jiyan lê teng û tarî bûye jiyana xwe bi destê xwe bidawî neke. Kuştina jinê ne tenê tunekirina çand û zimanekî ye, her wiha kuştina jiyanê ye. Kuştina zar û zimanê pêşerojê ye. Jin pêşeroja gelan e. Kuştina jinê her wiha tunekirina xwezayê ye. Ji ber ku jin, hebûneke ku bi xwezayê re ya herî baş lihev tê û li hev dike ye. Mirov dikare bi vî çavî binêre ku şaristanî, çand, zanist û wêje ne tenê li ser milê mêran e. Di vî warî de jinan jî gav avêtine û li hember hemû zordariyan hebûna xwe nîşan dane. Bê guman jinên weke Meryemxan, Êyşe Şan di dema xwe de û îro ekolên mûzîka Kurdî ne. Jinên Kurd îro di siyasetê û di têkoşînê de jî cihekî dîrokî girtine.

Wêjeya nivîskî  çavkaniya  xeyalên civak ê, hest û ramanên civak ê, dewlemendî û bikaranîna zimanekî nîşan dide. Lê wêjeya devkî bixwe nasnameya civakekê ye. Bi dehan destanên Kurdî ên nivîskî û devkî hene ku jin têde roleke girîng dilîze. Di destanên devkî ên weke, Zîna Zedan, Siyabend û Xecê, Binevşa Narin û Cembeliyê Mîrê Hekariyan, Mem û Eyşê, Zembîlfiroş, Seva Hecî, Fatîma Salih Axa û hwd. jin serkêşîya berpirsyariyê dikin, li dijî neheqî û bêdadiyê radiwestin.

Li ser babeta evîndariyê ku gelek caran di çîrok û destanande bi trajediyekê bidawî dibin, jin xwedî soz û qirarê xwe ye. Keça evindar xayintî li evîndarê xwe nake û malbat reaksiyonek çawa raber bike jî keç li du evîndariya xwe de dimeş e. Ev meş piranî bi mirinê bi encam dibe. Jiyaneke bêdil, bi serê xwe mirin an jî jiyaneke bi eziyet e.

Jin parastvana wêjeya Kurdî ye

Her wiha babeta evîndariyê di stranên Kurdî de jî wateya herî xurt e. Di klam û heyranokan de evînên herî  balkêş têne ziman. Mînak wekî strana Kirîvê, Lawikê Metînî.

Di çîroka Kurdî de dîsa jin roleke erjeng dilîze. Ne tenê ji hêla gotinê ve, di heman demê de ji hêla nivîskî ve jî ew bixwe di nava çirokê de ye.

Li gel hemû astengiyan jî balkêşe ku êdî li pirtûkxaneyan berhemên Kurdî yên nivîskarên jin ji ber çav narevin. Jin êdî ne tenê parastvana wêjeya devkî ye, her wiha ya nivîskiye jî. 

Wêjeya devkî her tim wêjeya nivîskî bandor kiriye. Di van demên dawî de ev bandor lewaz bûye. Êdî wêjeya Kurdî zêde nivîskî ye. Gelek berhemên dîrokî, civakî, helbest û her wiha pirtûkên zarokan hene û roj bi roj zêde dibin. Di vê hêlê de dîsa barê herî giran li ser milê dayîkan e. Dayik an jî bav divê şevekê tenê jî zarokên xwe bê çirok nekin xew. Çîrokên devkî divê bêne nivîsandin da ku nifşên nû bi xwendinê wê binasin û bigihînin pêşerojê. Lekolînên li ser çirok û destanên devkî divê zêdetir û xurttir bibin. Nivîskar li gel çîrokên gelêrî divê yên nû jî binivîsin.

Werger zimanan dewlemend dike. Ji bo wê jî wergerandina her çîrokekê hîn zêdetir zimanê Kurdî dewlemen dike. Lewra ya girîngtir ew e ku me çirokên li ser jiyan û çanda Kurdewariyê hebin. Ew êdî ne tenê bi rêya dengbêjiyê her wiha bi rêya wêjeya nivîskî jî bigihêje nifşên nû. Dema çîrokek derheqê jiyana zaroktiyê li gundan, bi çira û find, bi kanî û bexçe, razana ser text li ser ban, bênder, paleyi, şevbihêrkan hebe, wê nifşên nû çêtir fêrî bibin ku dê û bavên wan zaroktiyeke çawa derbas kirine û çawa jiyan kirine. Ango çirokên zarokên Kurd ger bi navê biyaniyan bin wê ew xwe di nava vê çirokê de nekaribin bibînin. Helbet ji aliyê hişmendî ve jî pêşketineke xurt di jiyana zarokan de çê nabe. Zarok, rewişt û hişmendiyeke pêşketî piranî ji çand û zimanê dayika xwe digire. Ji bo wê, serê her şevê xwendina çîrokeke Kurdî mafê herî girîng yê zarokên me ye.