Çend jinên ku di nav nepenîtiya dîrokê de diçiroskin

- Berjin TEKOŞER
299 views
Li nav rûpelên pirtûkan, hin caran jî di nav rûpelên belgeyên di nav toz û xubarê de mayî rastê navekê tên. Hin caran ser girtî, gelek caran jî nixûmandî û wek her carekê jî beriya behsa wê hatibe kirin, yan jî xwestibin navê wê derbas bikin, ewilî behsa qehremaniya bav û bapîrên wê hatiye kirin.

Lê yek tiştî nehiştiye navê wan bi gelemperî tune be, ew jî bandora wan a mezin bûye ku mohra xwe li pêşeroj û serdemekê dane. Yanî tu siyekê hêza nixumandina rastiya van şêre jinan di xwe de nedîtiye. Ger car bi car navê wan zelal neyê xûyan jî, lê bi awayekê dengê wan xwe tevî dengê her jinekê kiriye û di her serdemekê de bi awayeke bi hêz ber bi pêşerojê ve herikîne. Niha kêm û nebes be jî, em ê jî zime zima ku li van dengan destpêkiriye bigriin û vî deng û rûyên nepenî bigihînin sibe rojên xwe…

Yûtab:
Ev nav bixwe tê wateya birîqîn û bêhemta bûn ê. Ew xwîşka Aryo Berzen, yek ji fermandeyên bi nav û deng e. Yûtab bixwe jî berpirsa beşek ji artêşa birayê xwe digirt ser milê xwe, her wiha li çiyayan rê li ber Îskender digire û nahêle gavekê jî bi pêşde biçin. Ew dema ku artêşa Îskender êrîşê herêma wan dike, tevî birayê xwe, artêşê digirin û ji bo li dijî artêşa Îskender şer bikin, dikevin ser rê. Tê gotin; ji ber kêmbûn û nebûna hejmarek zêde ew têk diçin û ji aliyê artêşa Îskender ve tên kuştin. Ger kêm tişt di derbarê wê de bê zanîn jî, lê behsa fermanderî û şerkeriya wê tê kirin ku ev yek jî nîşana bi hêz bûna wê raber dike.

 

Dewlet Xatûn:
Di sala 850’î yê hîcrî qemerî, li gundeke biçûk a bi navê Şocaoldîn Xorşîdî, ji tayîfa Lor a biçûk dixe bin serweriya xwe û di keleha Mostehkem a Manrod, yek ji kelehên Mohstehkem a Loristanê bi cih dibe. Piştî silsile emrayê Lor a biçûk, heya orta qerna dehê hîcrî, yanî heya dema desthilatdariya Şah Tehmasb ê ewil ê Sefewî dimîn in. Û kesê herî dawî ji wan ku bi  navê Şah Rûstem Bin Cehangîr e ku wek Rûstem Xan jî tê nasîn, her wiha tê gotin ku zawayê Şah Tehmasb bûye û di dema Sefewiyan de hikumranê Loristan bûye. Dewlet Xatûn jî, hevjîna Ezaldîn Mohemmed, etabekê Lor bûye ku piştî mirina hevjînê xwe, bixwe tê ser desthilatdariyê û bi salan etabeka Lor a biçûk bûye. Hikûmeta vê şêre jinê ew çend bi nav û deng bûye ku sînor derbas kirine û dengvedaye. Desthilatdariya vê jina Lor ji Bexdayê heta Çemê Sezar wek sînorê Atabakê Lorê Mezin û Atabakê Lorê Biçûk bû. Her wiha berfirehiya hikûmeta vê jina dilêr hîştiye ku ev jina ji êla Lor li her devereke din bê nasîn û pejirandin. Jixwe piştî vê şêre jinê, birayê wê Ezaleddîn Husîn dibe Etabekê Lor a biçûk.

Meryem Bîgem, dayîka Kerîmxanê Zend:
Meryem Bîgem dayîka Kerîmxanê Zend e, her wiha avakera rêze Padişahiya Zendiyê ye. Ew di heman demê de silsileya Padişahiya êla Lor e. Ew bixwe jineke dilêr û wêrek e, wisa tê nasîn. Meryem Bîgem di bûyera keleha Perî ku ji aliyê Azad Xan û paşdekêşana Kerîm Xanê Zend, tevî gelê din ê li wir dîl tê girtin, hîn zêdetir tê nasîn. Wê dibin Urmiyê û di çadirekê de bi cih dikin. Helbet wê tenê di çadirê de nadeynin, her wiha dest û pêyên wê jî girê didin. Meryem Bîgem ku di wê rewşê deye; ji pasevan re dibêje û jê dixwaze ku dest û pêyên wê vebikin û dide diyarkirin ku ew pîrejineke bê taqet e… Ew jî vê yekê dipejirînin, lê di heman kêliyê de ku dest û pêyên wê vedikin, ew dest tavêje xencera ku di bin cilên xwe de veşartiye û pasevanan dikuje. Bêguman Meryem Bîgen ne tenê di derdê xwe deye, ew heçî zarok û jin in azad dike, dovre bera xwe dide cihê ku mêr lê tên girtin û wan jî rizgar dike. Çawan ku hemûyan azad dike, yekser bera xwe didin çiyayan. Tenê ji ber wêrekî û dilêriya wê şêre jinê bû ku hemû jinên Lor rizgar dibin û dîsan vedigerin welatê xwe. Ev jî nimûneyek ji wêrekiya jinên Lor û dilêriya wan e ku ne tenê bi jêhatîbûna xwe ya leşkerî, her wiha taktîkên şer jî dijminê xwe bin dixînin û di nav civaka xwe de bi rolên girîng radibin.

Atûsa:
Ew di dema Daryûş, Împaratoriya mezin jiyaye. Di Heredotê de ew wek Şahbanoya Daryoşê mezin tê bibîranîn. Atûsa di her ceng û leşkerkêşiya Daryoş de, li cem wî cih girtiye û her wiha ji hêla fikrî û ruhî de jî li cem bûye. Her wiha li gor Heredotê de hatiye gotin, di çend leşkerkêşiyên girîng ên dîrokê de jî cih digire, heya ev yek di bin fermandariya meleke Atûsa de pêk tê.

Arta Dext:
Ew wek wezîra xezanedarî û kar û barê malî yê dewletê di dema Şahenşahiya Erdewanê çaremîn ê Eşkanî tê nasîn. Li gor pirtûka Eşkaniyan, berhama Diyakonûf ê Rûsî yê rojhelatnasê mezin, wê di karê malî de serkeftinek mezin bidest xistiye û di birêvebirina karê malî de neket tu şaşiyan. Her wiha aboriya Împaratoriyê bi pêşdixîne.

Azermî Dext:
Azermî Dext di sala 631’an a mîladî Şahenşaha jin a Îranê bûye. Ew keça Xosro Perwîz bû ku piştî Goştasb Bend ê, li ser çendîn welatên Asyayî Padişahiyê dike. Azermî Dext 32’min Padişaha Sasanî bû. Wateya vî navî jî yanî “qet pîr nebûyîn û her tim ciwan mayîn” e.

Azer Anahîd:
Ew melekeya Împaratoriya Îranê ye, di dema Şahenşahiya Şaporê yekem û avakerê silsileya Sasanî ye. Navê vê melekeya mezin û karê wê yê dewletê, di gelek cihan de tê û her wiha navê wê bi caran di pirtûkên li  Kabeya Zerduşt a li parêzgeha Fars de hatiye û pesnê wê hatiye dayîn.

Zerbanû:
Ew serdar û jineke cengewar bû. Keça Rûstem û xwîşka Banû Geşseb bû. Zerbanû di hesb siwariyê de hêja bû ku di gelek meydanên cengê de jî ev dilaweriya xwe pêşan kiriye. Jixwe dîrok navê wê wek cengawera ku Zal azad kiriye, di nase û wisa bibîr tîne.

Gêraferîn:
Ew yek ji şêre jin û cengawera jin tê nasîn. Dîrok wê wek keça Gejdehom bi nav dike ku bi cilên cengê bi Sohrab re hêzê dipiyve, şer dike. Her wiha Fêrdosiyê mezin wê wek jineke cengawer û dilêr a vî axa pak bi nav dike û wisa bi bîr tîne.

Gerdiyê:
Gerdiyê jî yek ji wan jinên cengawer ê vê axê ye. Ew xwîşka Behram Çobînê ye. Fêrdosiyê mezin wê wek hevjîna Xosro Perwîz bibîr tîne ku di çend pevçûnan li cem Şahenşah cih digre, bi dilawerî şer dike. (Sasanî 348- Şahnameya Fêrdosî 274)

Helalê:
Ew Padişaha jin a Îranê bûye ku li gor hin pirtûkên dînî û dîrokî ew li ser textê Şahenşahiya Îranê dirûnê. Ew wek heftemîn Padişaha Kiyanî tê bibîranîn ku wek “Hemayçehr Azad” jî tê nasîn. Ew dayîka Darab bû û piştî “Wehomen Sependatan” li ser textê Şahenşahiya Îranê dirûnê. Ew bi awayek herî xweşik sî salan Padişahiya Îranê dike û dîrok di vî milî de û her wiha di mijara deshilatariya wê de tu tişteke neyînî nenivîsiye.

 

Banû Geşnesb:
Banû Geşnesb yek ji keçên din ên Rustem in. Her wiha xwîşka Zer Banûya dilêr e. Bêguman ew jî wek jineke dilêr û cengawer tê bibîranîn. Jixwe yek ji meşhurtirîn çîroka wê jî neberda wê ya sê kesî ya bi navê “Feramez, Rûstem û Banû Geşnesb” ye. Her wiha tê gotin helbestek ku ya wê bixwe ye jî heye, ku nusxeyek jê niha li pirtûkxaneya Neteweyî ya Parîsê û li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Brîtanyayê ye.