Cengawera efsanewî ku li asoyan diçiroskî: Ranî Rudrama Devî

- Berjin TEKOŞER
341 views
Dem û çaxên cuda de, li çar aliyên cîhanê jinên pêşeng derketine ku ji civak an jî qewmên xwe re pêşengtî kirine. Pirê caran cengawer bûne, hin caran jî di qadên zanist û felsefeyê de bi jêhatîbûna xwe derketine pêş. Mirov dikare navên bê hejmar ên jinên wiha pêşeng rêz bike…

Lê belê em ê îro tenê qala jinek ciwan ku di temenê xwe yê 14 salî de birêve biriye û şeran re pêşengtî kiriye, bikin. Ev jina ciwan a 14 salî Rudrama Devî ye ku wê li Hîndîstanê bê dinyayê û navê wê li çar aliyên cîhanê bê belav kirin. Wê cengawera efsanewî navê xwe bi tîpên zêrîn li nav rûpelên dîrokê de da xîz kirin.

Jiyana Ranî Rudrama Devî

Ranî Rudrama Devî, yan jî Rûdramadevî ku piranî di nivîsan de wek Rudradeva Maharaja tê nivîsîn; ew di 14 saliya xwe de tê ser desthilatdariyê û li şûna bavê xwe taca Kakatiyayê devir digire. Ew ji sala 1263’an heya mirina xwe hikûmraniya Kakatiyayê dike. Ew li Hîndîstanê yek ji hikûmdarên jin bû ku gelek arîstokrat û xanedanan ev ê ew ji ber zayenda wê nepejirandibana û ji ber vê jî, Rudrama Devî wê li dijî wan têbikoşaya û şer bikira. Helbet wê demê li Hîndîstanê hikûmdarî di dest rêveberiya zilam de bû. Lê belê vê îstîsnayekê ev rastî û rewş xira bikira; li Andhrayê wê hikûmrana împaratoriya Kakatiyayê êdî Ranî Rudrama Devî bikira. Ganpathideva heya sala 1269’an jiyan kir, lê di sala 1262’an de biryar da ku împaratoriyê devrê keça xwe ya 14 salî Rudrama Devî bike. Bêguman Rudrama Devî encax piştî mirina bavê xwe karî merasima devir girtina tacê pîroz bike.

 Ranî Rudrama Devî wekî Şahbanû

Ranî Rudrama Devî dema tê dinyayê, navê zarokê kur lê dikin. Bavê wê Ganapatî Deva wê wek prensekê perwerde dike û her wiha dihêle ku her cure hunera şer jî fêr bibe. Rudrama Devî di 14 saliya xwe de bi bavê xwe re li ser navê Rudredeva textê împaratoriyê parvekir û ev jî tê payîn ji ber jêhatîbûn û xweyqabiliyet bûna wê bû. Ew fêrbû ka çawa hikûmdariyê bike û ji bo hîn baştir êş û kelemên gelê xwe bizanibe jî tevlî civînên gel dibe. Xwe ji nav gel qut nake, cihê nake. Tê gotin ku ji ber şert û mercên wê demê ku zêde hebûna jin di karê biryar û birêvebirinê de nedihat pejirandin, ew neçar dimîne bi li xwe kirina cilên zilaman tevlî van civînan bibe. Ji ber ku di wan deman de li hikûmdariya zilam serwer bûye, zilam herî zêde di mekanîzmayên axaftin, biryar girtin û birêvebirinê de xwedî gotin bûne. Hebûna Rudrama Devî ya li şûna bavê wê vê ji aliyê hin kes û hikûmdarên biçûk û esilzadeyan ve neyê pejirandin û li dijî wê derbikevin. Helbet ev nêzikatî jî ji ber jin bûna wê ye; hebûna Ranî Rudrama Devî wek jin di kar û barên siyasî, rêveberin û şer de kêr karê wan nayê, ji bo ku pêşî li wê bigrin her karekê dikin.

Bi awayekî herî baş birêve dibe

Hikûmdar û esîlzadeyên ku li dijî birêvebirina vê jina wêrek û cengewar in, naxwazin di bin otoriteya jinan de bimînin, ji vê yekê bi hirs in. Ji ber van nêrînên dij jinê wê bi yek caran bera êrîşên xwe bidin ser qiraliyeta wan û wan dorpêç bikin. Di rewşeke wiha bi aloz de wê Rudrama Devî, vê rewşê bi wêrekî bigire dest û hêzên dijmin bi awayekî tund têk bibe. Bi vê wêrekî û şerkeriya xwe, her wiha hêza pêşxistina taktîkan karî wek Şahbanû bê ser text. Bi vî rengî wê xwe, hêjahiya dewlemendiya xwe ya şahbanûtiyê îsbat kir. Jixwe bi vê yekê jî bandora xwe wek Şahbanû danî holê. Di dema serweriya wê de, Yadavas ên Davagirî û Cholas ên hêzdar êrîş dikin daku Padişahiya Kakatiyayê bi dest xwe bixin, lê ji ber biryardariya xurt a Rudrama Devî hewldanên wan têk diçûn. Ranî Rudrama Devî di dema birêveberiya xwe de, bi rêveberiyek baş, hezkirina edaletê, wekheviya di nav gel û rêveberan de û bi belavkirina aşitiyê jiyan kir û da jiyan kirin. A herî girîng jî aştî bi awayek xurt serwer bû. Ji ber vê yekê jî gelek dîrokzan dema serweriya vê jina cengawer a di dîroka Andhra de wek dema zêrîn bi nav dikin. Rudrama Devî her wiha keleha Orugallû ava dike. Hin dîrokzan di vê baweriyê dene ku avakirina keleha Golkondayê jî ji hêla wê ve hatiye destpê kirin.

 

Ne tenê birêve dibir, xwedî bandorek ber bi çav bû

Berovajî selefên Kakatiya, wê tercîh kir ku wekî şervan gelek kesên ku ne arîstokrat bûn, bigre û di berdêla piştgiriya wan de hin mafên wan dinase; bi taybetî mafên li ser dahata baca axê dide wan û ev yek jî bandorek mezin dide avakirin. Ev guherînek mezin bû ku dovre jî di dema împaratoriya Vijayanagara de jî vê ev kevneşopî bihata şopandin. Rudrama Devî piştî destpêkirina serweriya xwe bi demekê, rastê dijwarî û dijberiya xanedanên Rojhilatê Ganga û Yadavas ê tê. Di dawiya salên 1270’an de wê karî bû hêzên yekem ku li pişt çemê Godavarî paşde vekişiya bûn, paşde bikşîne û Yadavas jî têk bir; ku neçar ma erdên rojavayê Andhra bihêle. Lê, di sala 1273’an de piştî ku derbasî xeta serî bû şûnde, li dijî dijberiya navxweyî ya serokê Kayastha Ambadeva ku têdikoşî bi serketî nebû. Ambadeva li dijî vê yekê bû ku peyrewê Ambadevayê be û başûr rojavayê Andhra û beşek mezin a Guntûr ê dixe bin kontrola xwe.

Lehenga jin a efsanewî

Di derbarê Rudrama Devî de agahiyên pir bi sînor hene, lê bi gelemperî behsa wêrekî, rol û bandora wê ya li ser kes û civak ê tê kirin; her wiha di şer de jî xwedî sekneke bi bandor bûye, zaniye ka çawa baş birêve bibe. Ger nehatibe piştrastkirin û nêrînek gelemperî nebe jî, tê gotin ku Rudrama Devî di sala 1240’an de, bi Virabhadra ku endamê baskek biçûk a xanedana Chalukya ye re zewiciye. Her wiha tê payîn ku ev zewacek siyasî bûye ku ji aliyê bavê wê ve pir mêj de hatiye plan kirin. Lê belê tê diyarkirin ku di mijara Vîrabhadra hema bêje tu belge nehatine tomarkirin; yan jî di mijara rola wî ya di rêveberiyê de zêde agahiyek nîne. Di mijara dîroka mirina Rudrama Devî de jî agahiyên bi nakok tên dayîn. Li gor hin agahiyan Rudrama Devî di sala 1289’an de, dema ku bi Ambadeva re şer dike jiyana xwe ji dest dide, lê hin çavkanî jî didin diyarkirin ku ew heya salên 1295’an jiyan kiriye.