Çerxa Îmraliyê 

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
499 views

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan di encama hevkariyek navdewletî  li paytexta Kenyayê Naîrobî hat girtin û radestî Tirkiyê kirin. Di bîra Kurdan a dîrokî de ne bûyerek nû bû, lê vê carê cûda bû, lewma gotin di cî de be ji bo Kurdan dinya serûbin bû. Çerxa felekê ters geriya bû. Ji ber kesê dîl ketî bi Rêbertiya xwe di demek kurt de ji bo Kurdan bûbû hêvî. Kurdan baş dizanî bi heman Rêbertiyê derfetek mezin û dîrokî ji bo azadiyê bi dest xistine. Lewma dîlketina Rêber Ocalan dibin vê wateyê de li ser Kurdan giraniyek mezin çêkir. Kurdan ji kêliya pêşî nîşan dan ku ji bo wan ev mesele ya hebûn û azadiyê ye. Ev helwesta kêliya pêşî xwe di asta herî jor de raber kirî, 21 salan bênavber bi çalakî û tevgerên cûda dewam kir. Lê berxwedan û tekoşîna li dijî pergala li Îmraliyê di meriyetê de esas Rêber Apo meşand. Em yên li derve jî bi demê re tevlî vê eniya berxwedanê ya Rêber Apo bûn.  

21 sale Kurdan herî zêde gotina Rêber Ocalan û Îmralî qêriyan. Beşek mezin ji berxwedan û tekoşîna vê demê bi armanca vekirina deriyên gravê bû. Kurdan dinya hemû pê hesand ku li wê gravê Rêbertiya wan dîl tê girtin. Lê belê tekoşînê têrê nekir ku pergala komployê têk biçe. Belê vê tekoşînê hişt ku ev grava bi dîlgirtina Rêbertiya me ket bîra me a civakî, nav û deng vede. Mirov dema dêna xwe dide dîroka gravê jî dibîne ku ji bîra deryayê re maye. Wisa dûr, dorpêçkirî û bê-mirov. Dîrokzan dibêjin navê berê yê giravê Kalolîmnos e. Heta sedsala 14’an ku Osmanî tên herêmê, grav di kontrola Bîzansan de ye. Nîştecihên wê jî Rûm in. Piştî ku Osmaniyan bi pêşengiya Emîr Alî grav ji Bîzansan wergirt, navê wê jî guherî û bû Emîr Alî. Li gorî heman rîvayetê navê Emîr Alî bi demê re bû Îmralî.  Tê gotin di serdema komarê de û piştî peymana Lozanê, di çerçoveya guherîna nîştecihan de, Rûm neçar man ji herêmê derkevin. Piştre bi salan grav vale ma. Di 1935’an de dêrekî li giravê veguherandin girtîgehê. Bi vî awayî weke girtîgeha yekem a servekirî li Tirkiyê tê bikaranîn. Di salên 1960’an de Tirkiyê lîderên partiya demokrat Adnan Menderes û hevalên wî darizand û piştre jî ji bo înfaza seza ew şandin gravê. Ji wê şûnde jî grav weke girtîgeha servekirî ma. Di Sibata 1999’an de statûya girtîgehê ji binî de guherî, girtiyên lê diman veguhestin. Girtîgeh bi statûyek taybet, bo yek kesî ji nû ve hat dîzaynkirin. Kurt û kurmancî ji wê rojê ve Îmralî jiyana me tevan diyar kir. 

Bifikirin hûn li qadek teng 21 salan tenê bimînin, hûnê çi bikin? Bi me zor e, bo çend xulek jî be em xwe bêxin şûna yên li wir. Belkî gelek ji me dikarin di oxira armancê de bê dudilî xwe feda bikin, lê bê dem pergalekî îşkenceyê, ew mijarek din a zor e. Bêy muqayese, bêy mubalaxa di vê mijarê de Rêber Ocalan rastiyek pir dijwar bi şêwazê xwe pêşwazî kir û çerxa komployê veguherand çerxa Îmraliyê a azad dike. Ji bo vê 21 salan bê navber stratejî afirand, fikir afirand û şoreşa xwe berdewam pêk anî. Ji bo vê a herî giring bê gûman di kêliya destpêkê de têgehiştina komployê bû. Ew kêlî belavî demê bû, komploya  ku weke jehra dizê xwe her kêliyê nû dike, bi sekin û tekoşîna Rêbertiyê hat pûçkirin. Lê hîn jî ev çerx dewam dike. Înkar û mirin xwe sîstematîk bi bîr dixe û ferz dike. Lê jiyan û azadî ji mirin û înkara hebûna azad bihêztirine di vê çerxê de. Lewma li hûndir û derve, bi berxwedan û tekoşîna li hemberî hemû hêzên cîhanê yên mezin û biçûk, ev 21 sale  çerxa şoreşan digere. Her kêlî, her bêhn bi tekoşînek bê eman jiyan û azadî qezenc dike. 

Li vir a giring me çiqas karî em vê çerxê fêm bikin. Li milekê çerxa komplogeran, li milê din çerxa Şoreş û azadiyê geriya. Ya rast dema tê gotin famkirina vê heqîqetê nirxandina Rêbertî ‘ komplo encama hevaltiya kêm û dostaniya qelb bû’ tê bîra min. Bi bandore ev tespît, pir giring e, heta piraniya heqîqetê îfşa dike. Îfşa dike, lê bi xwe kêm tê fêmkirin. Ji ber wê jî hîn em nikarin çerxa komployê bi temamî bişkînin. Ev jî girêdayî têgehiştina wê heqîqetê ye, ku li dijî vê dinyaya zalim û zordest rêya xwe vedike. Di her şert û mercî de li Îmraliyê du modernîte, du pergal li ber hev didin. Şer û cenga mezin li gravê dimeşe. Lê serkeftina vî şerî bi dengvedana me a cîhanê ve eleqeder e. Em jî li derve li her qadê çerxa xwe a azadiyê bigerînin; ji ber ku serkeftin di vê çaxê de pêkan e.