Çima jin di komkujîyan de dibin hedef?

- Site varsayılanı
243 görüntüleme

Di dîroka miroahiyê de d itevahiya şeran de, qanûnên şer, qanûnên mirovî û iqûqaşer tên binpêkirin.

Hin ji wan şerên ku bi awayek pilankirî tên kirin, armanca wan a bingehîn heye. Yek ji armanca wan jî bi rengêkî sistematîk kuştin û qetilkirin û tunekirina kom û pêkhateyên cuda ye. Mînak êrîşên Enfalê li Başurê Kurdistanê ku di sala 1987-88’an de ji aliyê rejîma Seddam Hûsên ve hatin kirin, armanca wan jiholê rakirin  tunekirina kurdan bû.

Bi watayeke din jenosîd ango komkujî: Ji aliyê fizîkî ve ji aliyê dewlet an partiyeke desthilatdar ve revandin, tunekirin, destavêtin û firotina wan.

Dibe kû cûdahîyên olî, etnîkî û siyasî weke hincet werin nîşandan lê ev kirin hemû jî bi rêbazên nijadperestane têne pêkanîn. Weke tinekirina Ermenîyan ji alî Împiratorya Osamanîyan ve, holokosta cihûyan ji aliye Hitler ve, an komkujî û bikaranîna çekên Kîmiyewî li Helepçe û komkujiya Enfalê ji aliyê Rejîma Baas a Îraqê ve. Ev giş li gor qanûnên navnetewî dikevin çarçoweya komkujî ango jenosîdê. Li gor daneyên hatine bidestxistin di êrîşan de hedefa yekem jin û zarok in. Mînak di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengal û derdora   wê  412 jê zarok, bi giştî 5000 – 7000 hezar hatine revandin. (Ev tenê li gor texmînan e û ji ber nebûna statîstîkên kûr hejmara rastîn nayê zanîn)

Em dipirsin gelo di vê komkujiyê de çima jin bûn hedef?

Di bersiva vê pirsê de bi rengekî giştî bi tabyetî di nav civakên paşketî de wiha dibêjin:

Yekemîn: Jin weke figureke lawaz û bêhêz tê dîtin û kesayetîya jinê bi têgînên namûsê ve tê girêdan, bi destavêtina jinê malbet, eşîret û heta netew jî tê biçûk xistin. Ev di dersînorkirin û kuştina Feylîyan de, di komkujiya Enfal ,komkujîyên Ruwanda, Bosna û herî dawî jî li Şengalê hat dîtin. Di komkujiya Enfalê de sazîyên qaşo Ewlekariyê yên desthilatdariya Baasê ji bo şikandina heybet û şikoya zilaman, kirasên jinan li ser têlên zindanê daliqadin.

Li Rûwanda di sala 1994’an de zilamên ji eşîreta Hoto destavêtin bi sed hezaran  jinên ji eşîreta Tutsî. Weşandina dîmenên firotina jinên Şengalê mînakêke din a vê biçûkxistinê û şikandinê ye.

Duyem: Jin weke destkefteke şer tê hesabkirin, ji bo wê jî hêza dagîrker an êrîşkar piştî ku mal û hebûna yên din desteser dikin, li jinê jî mîna mulk dinêrin û destavêtinê rewa dikin.

Sêyemîn: Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ye, bi tunekirina jinê, tê xwestin hebûna gel an neteweyê were tunekirin û kêmkirin, ji bo wê jî dijmin bi zanebûn jinê dike armanc û hedef û eger nikirbin ji aliyê fizikî ve tune bikin ji aliyê ruhî û derûnî ve bi hilweşînê rû bi rû dihêlin.

Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de armancên siyasî û stratejîk hene. Hat xwestin ku gelê êzdî ji aliyê etnik ango nijadî ve were tunekirin. Yên Rizgar bûne ji kirstîyaniyê derkevin ji ber ku pirtûka wan a semawî bû, lê piraniya êzdiyan ji ber ku ola wan li gor DAIŞ’ê wek kafir tê hasibandin bi komkujîyê re rû bi rû man. Li gorî belgeyên di medyaya civakî de ji bo avakirina etmosfereke tirsê hatin weşandin, piştî kuştina mêran, jin û keçên ciwan ji bo her yekê buhayek hate danîn û di bazaran de hatin firotin. Pişt re jî ji bo şikandina wan dîmenên wan belav kirin.

Xalên kume li jor qala wan kir li ser jinên Şengalê hatin pêkanîn. Jin weke xenîmeta şer hatin dîtin, ew di nav xwe de parve kirin û dest avêtin wan. Li gorî gotinên jinên ji zindanên DAIŞ’ê reviyane an ên ku bi esîrên wan hatine guhartin, jinên pîr ango temenmezin hatine kuştin û yên ciwan jî bi dorê tecawizî wan kirine ji bo wê jî ew birine cihên ne diyar.

Noxteyên me li jor anîn ziman dikevin beşa komkujiya fizikî. Lêkolînan nîşan dane ku komkujiyên derûnî-piskolojik ji komkujiyên fizîkî ne kêmtir in, berovajî li kesên di komkujiyê re derbas bûne, bandora derûnî û rûhî dikin. Ji ber bandora sîstematîk civaknasan jî nekarîne li ser vê şêwaza komkujiyê lêkolînên hûr bikin û çareser bikin. Di rewşa Şengalê de ev bandora neyînî  ya li ser civakê  bi taybet li ser jinan, dibe ku ji ber rewşa koçberî, ewlekariya şêlo û nebûna cih û warên jiyaneke asayî, veşartî bimîne û di demên bê de tesîrên wê xwe bidin der. Lê mirov dikare bêje li sir jîyan û danûstandinên her ferdekî wan wê ev  bandor were dîtin.

Di ser komkujiya Enfalê re 27 sal jî derbas bû lê hê jî badora wê ya neyînî dewam dike.

Li gorî belge û raporên hevdîtinên bi kesên bi taybetî xizmên wan ên jin di destê DAIŞ’ê de ne, mirov bandora xerap li ser hemû endamên malbatan bi hêsanî dibîne. Bi taybetî da nav civakeke girtî mîna civaka Şengalê de ku jin wekî şeref û namûsa malbatê tên hesibandin. Heta kuştin an xwekuştina jinên ji destê DAIŞ’ê reviyane ne dûrî rastiyê ye. Eger nehatin kuştin jî demên pêş wê bi nexweşiyên giran ên derûnî re rû bi rû bimînin ; mînak xwe redkirin û xwe kêmdîtin û hwd.

Encam :

Bandora hilweşîna malbatê ji bo hilweşîna civakê destpêkeke bi talûke ye. Di malbatê de hebûna jinê  û hêza kesayetîya wê wek endameke bingehîn bandorê li ser perwerdeya nifşa nû dike. Di rewxa berovajî de, şikestina kesayetiya jinê pêşeroja civakê dixe bin talûkeyê, ji bo wê jî xebata guhartina nêrîna civakê li ser jine, piratîkkirina azadiya jinê û bi zagon û destûra bingehîn misogerkirina wê wê bike ku jin we di ewlehiyê di hîs bikin, bi xwe bawer bin û baweriya civakê jî bi wan were. Bi tevlîbûna nav jîyana siyasî û aborî û avakirinê, nêrîn û teorîya kilasîk a civakê û nênîrên olî ku jinê bêhêz û wak çîna duyemîn dibînin, ya wê tenê wekî namûs pênase dikin bi dawî dibe. Bê bi vê yekê derî li ber jinan vebe ku ji aliyê civakî, siyasî û aborî ve rola xwe ya bi bandor û esasî bibîne û pêk bîne.

Li ser jinên  di komkujîya Şengalê de rizgar bûne, divê weke qonaxa piştî komkujîya Enfalê j ibo wa neyê kirin. Divê ew li cihekî bi aram werin bicihkirin, alîkariya psîkolojîk were dayîn, divê rastî ji devê wan werin guhdarîkirin û li gorî wê çaraserî werin dîtin.

Li vir ez bang li Neteweyên Yekbûyî dikim  û dibêjim ‘Di sedala 21’em de ku wekî sedsala modern tê zanîn,  şerm e ku jin wekî kole li bazaran tên firotin û ew nikarin tiştekî bikin û bêdeng dimînin. Ev bêdengiya we hemû hiqûq û îdeayên we yên li ser azadî û mafê mirovan dixe bin şik û guman û pirsiyariyê.