Çîroska şoreşa 19´ê Tîrmehê 

- Şevîn CEMO
790 views

Sedsala ku em tê de ne, wek sedsala bi qeyran a pergala modernîteya kapîtalîst têMANSET binavkirin ku encamên bi xwe re derxistine holê jî dide nîşandan ku bi vê pergala heyî re bihûrandin nepêkane. Ji bo wê jî lêgera gelan a ji bo jiyanek alternatîf, demokratîk, her ku diçe zêdetir pêş dikeve. Di encama van lêgeran de gelên li Rojhelata Navîn meyla xwe a ji bo jiyanek cûda didan diyar kirin û bi vê hêviyê diketin rê.

Tam jî di demekê de ku li gelek cihên cûda yên Rojhelata Navîn gel di nav serî rakirin û raperînê debû, ev çîroska ji van raperînan gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê veguherand şoreşek mezin a mirovahiyê. Şoreşek ku bi felsefe û feraseta pergala modernîteya demokratîk xwe di her şaneyek civakê de birêxistin dikir. Şoreşa ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Serêkaniyê wê bihata destpêkirin û heya roja me ya îro bidoma. Şoreşa ku bi çîroskekê hat destpêkirin, bi berxwedana Kobanê hat tacîdar kirin û îro bi berxwedana serdemê gihişt lûtkeyê.

Heqîqeta dîrokî

Nemaze Şoreşa 19’ȇ Tîrmeh ȇ, di zeman û mekanȇ xwe de karî ku ji bo Kurdan, female-fighters-of-the-kurdish-people-s-protection-units-ypg-carry-their-weapons-as-they-walk-in-the-western-countryside-of-ras-al-aina rast ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya cîhanȇ guhartinek bingehîn bide çêkirin. Şoreşa ku li Rojava hat destpê kirin, karî ku şoreşek di hundirê şoreşekê de bide avakirin, ev yek jî hîşt ku bandora wê ne tenê li Kurdistan, li cihên cûda yên cîhanê jî bê çêkirin û bibe lêgerek ji bo hemû kes an jî tevgerên ku li pey jiyanek nû a alternatîf in. Ev şoreş bibû deng û rengê hemû jin, ciwan, zarok, kal û pîr, hemû kesên ku li pey hilanîna hêviyan li asoyên dûr û dest bûn, bû. Sedema ku li ser van axan şoreşa Rojava ewçend hat pejirandin, tevlîbûn û cih girtina jinan a vê şoreşê bû. Ji xwe sedema xwedî derketina jinan a vê şoreşê jî ji ber taybetmendiya xwe a cihê ya vê şoreşê ye. Mirov vê yekê nikare ji rastiya dîrokî a vê axê cihê bigire dest û binirxîne.

Dîsan li ser van axan di pêşengtiya jinê de gava yekem hatibû avêtin. Şoreşa destpêkê a Hîlala Zêrîn, şoreşa mezin a mirovahiyê, şoreşa neolîtîkê, rastiya şoreşa civakîbûnê ye ku bi destê jinê pêk dihat. Jinê hemû pirsgirêkên ku bi salane desthilatariyê li ser van axan daye avakirin, neçarî û qeyrana aborî, dîsan di bin serweriya xwe de hiştin û têkbirina çand, ziman, hêvî û rengê jiyanê ku di her firsendê de dibin fetisandinêdebû, têk bir û carekedin jiyan pê bexşand. Şoreşa 19’ê Tîrmehê dengvedan û bangawaziyek xort a sedsalê bû. Ji bo tevahiya mirovahiyê sirûşta jiyanek nû bû.

Şoreşê kirasê tirsê çirand. Bêdengî, serîtewandin û bi yek alî de rêvebirin da guhertin. Cihê yek rengiyê, pirr rengî û a herê girîng jî wê ev pergala herê demokratîk ku qalê dikir, bi edaleta jinê, pêşengiya wê bihata birêve birin. Ji pergela dewletê a ku bi çînatî, cihêxwaziyê gel û hemû berjewendiyên wî/wê wek amûrekê ji bo xwe bikar tîne, tolê hildide û pergalekê li ser bingehê pirr rengî û dengiyê, demokratîk û wekhev pêşkêşê gelan dike. Pergalek ku bikaribe bi edalet, wekhevî û bi hev û du re birêve bibe.

Jiyanek ji berxwedaniyê barkirî

SONY DSCŞoreşa 19’ê Tîrmehê bû hêviya jiyanek wiha ku hem bi gotin, hem jî di jiyanî kirina vê pergala ku armanc dikir diyarê gelan bike, pêk tanî. 19’ê Tîrmehê li her çar perçeyên Kurdistan û cîhanê bû çîroskek. Çîroskek ji agir, agirê ku tovên serhildana serdemê pêdixist, çîroskek ku riheke nû di dilê zarokên hîn nehatine dinyayê de vedixist. Ev Şoreş xwedî hêzek wiha bû ku karî di her cih û mekanekê de guhertin bide çêkirin, bibe hêza çareseriya her cûre pirsgirêk ê. Ji ber tîbûna gelê me yê Rojava a ji azadiyê re ji xwe ev hest gihiştin lûtkeya herê jor û ev yek jî bû xalek bingehîn a di Şoreşa Rojava de.

Cih û mekan gelek caran ne girîng e. A girîng feraseta rast a civak û kes pê radibe hîn zêdetir girîng dibe. Ji ber ku dema gelek bi zîhniyetek saxlem, kêrhatî û bi bawer bê perwerde kirin, wê demê tu carî ji bindestiyê re nabêje erê, hay li hebûna xwe heye û ji bo wê têdikoşe. Ji xwe civak û kesên wiha zû bi zû nikarin dest ji axa xwe jî berdin. Hebûn û girêdana ji axê, ji bo wan girîng e û ji ber vê çendê jî şerê herê xort yê hebûnê didin meşandin. Ev rastî jî ji girêdana wan a bi nasname, girêdana ji axê tê û ya din jî ku a herê girîng e, naskirin û feraseta rast a berxwedaniya Apoyî ye. Rastiya ku karî bibe qifla vekirina deriyê vê Şoreşa bi nav û deng. Karî gel ji çerçoveya teng a tê de hatibû xetimandin ber bi vekirinek her alî, gavên hîn mezintir ve bibe. Ev yeka han jî gav avêtinek mezin a sedsalê bû. Gav avêtinek ku dikare qedera hemû gelên li herêm û cîhanê bide guhertin.

Bi şoreşê re jinan hewl da gav bi gav ber bi vê jiyana mezin ve biçin; ji xwe neteweya demokratîk, siyaseta demokratîk, pergala hevserokatiyê, hêza parastina cewherî, komîn, meclîs, gundên xweser yên jinan û avakirina kooperatîfan jî îfadeya herê rast a vê rastiyê bû.

Vê pêngava serdemê ne tenê zîhniyeta gel da guhertin û pêşxistin, di heman demê de guhertinek her alî a mêjî û rih jî bi xwe re da çêkirin; jiyana ku li ser van axan hatibû bê wate kirin, bi wate kir.

Şoreşa hebûnê

Kurdish-Female-Fighters-Newsha-Tavakolian-Huck-2Cûdahiya vê Şoreşê bi gelek şoreşên din yên cîhanê re ev rastî bû. Rastiya ku weke tovek li ser erdek dewlemen ji nû we bipişkive, ev şoreş jî wisa jiyanek ji nû de li ser van erdan pişkivand. Lê, vê carê hinek bi zehmet, bi jan, bi ked, bi berxwedanî û bi xwîna şehîdan hat avdan û bi destê qehremanan hat xwedî kirin ev erd.

Pirr guhertinȇn mezin di aliyȇ siyasî, civakî û jiyanî de hatine çȇkirin. Hişyariya gel li ser nasname, maf, vîn û hebûna xwe hat çêkirin. Êdî ew sîstema yekreng, çînayetî û ezezî ya ku rȇjîmê li ser gel dabû ferzkirin, her wiha hemû qalib û maskeyȇn heyî hatin şikandin. Girîngiya ziman û çandên her neteweyekê danî holê. Ji bo vê çendê jî di gava yekem de pêşxistina zimanê dayîkê girîng hat dîtin. Dîsan siyaseta rast a ku şopdarê heqîqetê ye, derxist pêş. Mafê her kesekê/î a beşdariya di nav siyasetê de nasî. Ji zarokek heft salî heya kesek bi temen mezin, her kes êdî dikarî di mijara çarenosa xwe de xwedî gotin be. Hunera siyaseta jiyanê bi awazên rastiyê hat saz kirin. Jin bi reng û sekna xwe pêşenga her qadek jiyanê bûn. Wan rengê siyasetê bi rengê rast û heqîqeta jinê diguherandin, dibûn cewherê avakirina siyaseta demokratîk. Civak gihandin astekê ku her reng tê de bê xûyan, her reng xwe tê de bibîne û bipeyve. Yanî Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa vejînê bû.

Di van salȇn ku ev şoreş tȇre derbas bûye karî bingehek saxlem ji rȇxistinbûnek xort re ava bike û ji cîhanê re bibe nimuneyek herê bi hêz a rêxistinbûnê. Ji xwe tevlîbûn û beştariya xort û keçan ji her devereke ji cîhanê encax dikare vê rastiyê vebêje. Rastiya ku vê Şoreşê ji hemû Şoreşên din yên cîhanê cûda dike jî ev rastiye. Vê Şoreşê rastiya kes û civakê derxist holê, ji ber vê jî her kesek dikeve pêy vê heqîqeta mezin.

Ji serî tewandinê re got na

Sedama ku modela pergala li Rojava ji aliyê gelan we ewqas asan hat pejirandin û ne tenê jinên Kurd, 22585447913_5578fa0cba_oEreb û jinên ji neteweyên cûda de jî hat erê kirin, ev yek jî ji ber hafizeya kevnar a dîrokî ye ku li ser van axan belav bûye. Bê guman ev çanda kevnar a berxwedêr ya dayîka xwedavend e. Rihê jinên ku li Minbicê çarşevên reş bi ser xwe de diqetandin, vîna jinên YPJ’ê yên ku li Kobanê kolan li çeteyên DAIŞ’ê teng dikirin, dîsan deng û tîlîliyên jinên li Teqa, Dêra Zorê bilind dibû, heman rih û hafizeya kevnar a van axan bû ku ji nû de rih pê diket. Dengê kenê serkeftina dayîka xwedavend bû ku ji bo carekedin xwe li ser wechê van jinan dida xûyan. Dengê ku ji bo heta hetayî xwe li bîbilkên çavên jinên van axan digirt…

Ji bo ku em pêvajoya ku niha Efrîn û herêm têde derbas dibe baş fêm bikin, hewceye em vê rastiya mezin a şoreşê jî baş bizanibin. Xwestin di şexsê Efrînê de şikestina hemû Kurdan, gelên herêmê, di serî de jî pergala herê bi rêk û pêk, demokratîk, pêk bînin. Pergala ku ji bo cara ewil hemû gel li dora heman armancê kom kiribû û bê ku rê bide nakokî, cihêxwazî û şerxwaziya di navbera bîr û baweriyên cûda, çandên cihê, jiyanek pirr reng diyarî civakan dikir. Xwestin hevgirtina di nav civakan de hilweşînin; pergala herê wekhev û demokratîk a navend jin ku zayendperestî, netewperestî û dagirkeriyê re digot na!

Pergala demokratîk a ku jinên Efrînê bi hemû jinên xwedî ol, bawerî û çandên cûda bi zor û zehmetiyan dabûn avakirin, zîhniyeta desthilatdar ya mêr a ku ew di civakek ne wekhev de fetisandibû da guhertin û qalibên hişk yên vê zîhniyetê tar û mar dikir.

Armanc şikandina vîna jinê ye

HESAP PİRSİNA SEDSALE-1Gavên şoreşê û di Efrînê de jî yekem gavên avakirina vê pergala demokratîk bi keda jinê dihat avêtin.  Jinȇ karî vȇ carȇ bi vîn û hebûna xwe, bi hȇza xwe a fikrî, bi îsrara xwe a ji pȇşxistinȇ re, bi tîbûna xwe a ji azadiyȇ re, bi rola xwe a dîrokî rabe û mohra xwe li dîrokê bixe. Ji xwe yek ji sedema bingehîn ya êrîşên hêzên dagirker û çeteyên wan a li ser Efrînê, ev rastiya bi hêz a jina birêxistinkiriye. Armanca van êrîşan şikandina vîn û hêza jinê, dîsa jin xistina bin serweriya xwe ye. Ji bo wê jî bera hemû êrîşên xwe îro dane ser jin ê. Ji xwe planên wan yên li ser Efrînê pirr alî ne; lê, jina Kurd û bi taybetî jî jinên Efrînî karîn ku carekedin li hember pergala desthilatdar a mêr bi çek, pênûs, fikir, vîn û hebûna xwe ravestin. Jinan ji serî tewandinê re got na û bi dengeke berz ji berxwedaniyê re jî gotin erê!

Ew di ferqa rola xwe a dîrokî de bûn. Tu caran xwe li ser şoreşê nekirin bar, berovajî bûn hêza herê xort a Şoreşa Rojava. Erk girtin, bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabûn. Xwe perwerde kirin, li kêleka xwe civak jî perwerde kirin, birêxistin kirin. Karîn hembêza xwe di demên herê bi zehmet de ji zarokên xwe re bikin hêlîn û wan ji agirê koçberiya bi darê zorê biparêzin û vê hembêzê bikin find ji bo jiyanên nû.