Civak li ser esasê hêmanên bingehîn pêş diket

- Adar GULAN
581 views

Di civakên xwezayî de zagonên xwezayî hebûn. Civak bi awayek xwezayî tevdigerî û ne girêdayî qaliban dijiya. Di civaka xwzayî de mêjîyê mirovan û nerîna civakê hîn nehatibû sînordarkirin, ango ne di qaliban de bû. Hizir heyanî  dawî azad bû. Civak  hertim di nava hewhildanên  mezinbûn û guhertinê de dibohirand; jixwe hişê hevpar ê civakî ji guhertin û veguhertinê re vekirî bû. Ji ber vê, ji bo famkirina xwezayê di nava legerînê de bû. Wate dida bûyerên ku di xwezayê de diqewimîn. Bûyerên bi xof û bi tirs yên xwezayî  dibûn  sedem ku  hişmendîya xweparastinê pêşbikeve. Nemaze wate bi tevahî  bedewbûnên zindiyan dihat barkirin. Ew wek parçeyek ji xwezayê  didîtin. Wek kevir, dar, gul, ax, av û  hemû cûreyên nebat û  heywanan.  

Zagon û rêgezên xwezayî

Kes an jî  civak xwe di nava zagonên xwezayî yên axlaqî de di nav ewlehîyê de  didît û  azad tev digerî. Rêgezên civaka xwezayî, rêgezên parastina civakê bûn. Hêza xweparastinê ji hêla jinê ve dihat rêxistinkirin. Yanî jin û civak bihevre xwe birêve dibir û rexistindikir. Jin di ferqa berpirsyariya xwe a li hember xweza û civakê bû. Ji ber ku berpirsa civak ê, civak bixwe bû. Ramana bi xwezayê re jiyankirin li pêş bû. Xweza famkirin, naskirin, hezkirin û hîskirin girîng bû. Jin pêşenga  xweparastina jiyan û civakê bû. Ew, vê hêza parêzvanî an jî parastinê ji çanda “xwebûnê” digre. Jin parêzvana pergala serdema civaka xwewzayî û şoreşa neolîtîkê bû. Parastina nirxên çanda xwezayî û xwedavendîye weke rêgezek civaka ahlaqî û politîk bû. Di dîrokê de mêtingeriya yekem li ser pergala jinê tê pêşxistin. Pergala çanda xwedavendî ji hêla zilamê xasûk û hîlebaz ve hat hedef girtin. Armanc belavkirina civakîbûna ku li dora jinê hatibû pêşxistin û mêtingerî bû.

Têkoşîna jinê xwedî dîrokek gelekî kevne. Bi avakirina şaristaniya dewletbûnê re destpê dike. Zîhniyeta dewletê bi şaristaniya Sumeran ve hat pêşxistin ku bingehê vê desthilatdariyê li ser esasê kolekirina jinê hat avêtin. Civaka li dora jinê dihat belav kirin, bê parastin dihat hîştin. Ev pergala zilam a li ser vir û direwan, diziyê hatî avakirin, pergala dij jinê bû ku hemû nirxên bingehîn ên civaka xwezayî desteser dikir. Wekî qanûnên şaristaniya demokratîk “104 keşif û dahênanên” jinê bi destê xwedayê xasûk Enkî ve dihatin dizîn. Lêbelê bi têkoşîna  bêhempa a Înanna a paşde girtina nirxên hatine desteser kirin û berxwedana xweparastinê a li dijî êrîşên pergala heyî, girîng e.      

Têkoşîna li dijî xwedayan

Jin di serdema Sumeran de hîn bi hêz bû, tam hêza xwe winda nekiribû. Ji xwe mirov rastiya şerê di navbera Înanna û Enkî de jî hîn baştir fêm dike. Jin hêja di meşandina civakê de xwedî bandor e. Lê belê em vê yekê nikarin ji bo mîtolojiya Babîlan bibêjin. Ji ber ku şer, koletî û bindestiya jinê di xwerakêşan û şerê Tîamat û Mardûk de rengeke din bi xwe digre. Di vî şerî de bedenê Tiamat ji aliyê kurê Mardûk ve tê perçekirin; “Me ji bedena Tîamatê erd û esiman avakir, me gerdûn ji ‘pîrhevokê’ rizgar kir”. Ev tê wê wateyê ku di encama şerê di navbera Tîamat û  Mardûk te jin di dirokê de cara yekem winda dike û  binkeftinek mezin  jiyan dike. Windakirina xwedavend Tîamat dibe windakirina çanda xwedavend dayîk ê. Di dîrokê de cara ewil rêxistina jinê bi parcekirina bedenê Tîamatê tê hilweşandin. Ev di heman demê de şikestina yêkem a jinê ye. Jin bi vê şikestinê hêza xwe ya rêxistinkirina civakî û rêvebirinê winda dike. Zilam bi direwan pergala li ser koletiya jinê ava dike. Ev pergala desthilatdar heya roja me ya îro bi derewan tê meşandin.   

Şikestina duyemîn; di serdema olên yek xwedayî de xwe bi saz dike. Di bin navê “jin ji parsûye Adem çêbûye” zîhniyetek nû tê rêsandin, hemû pîroziyên jinê tên berovajî kirin. Jin ji asta mirovî hat xistin. Her tişt li ser jinê di bin navê “qedera xwedê ye, em nikarin vê qederê biguherînin” tê meşandin. Jin ji hêla zîhniyeta zilam ve weke dareke şikestî  hat pênase kirin. Lêpirsîn, hesap pirsîn û xweparastina jinê ji her cûre êrîşên pergala kole û mêginger, ji bo jinê guneh hat dîtin. Têkoşîna jinê ji vê demê şûnde wek civakî, komî an jî kolektîf zêdetir, di  asta kesan de hat meşandin.       

Civak bê parastin tê hîştin

Pergala patrîarkal li ser canda derew, dizî, xasûkî û koletiya  jinê hat avakirin. Bi vê derewê  jin û civak tê parçekirin û bêhêzkirin. Bi vê derewê jin û civak giha astekê ku nekare  xwe biparêze û  bê parastin  bimîne. Civak di ware bîrdozî, ramyarî, siyasî, leşkerî, fîzîkî û aborî de hatîya  astekê wisa ku êdî nekare xwe biparêze. Hemû amûrên  xweparastinê ji dest hatin standin. Ev yek jî di bin navê derewa ku tê gotin; “tenê dewlet dikare civakê biparêze û dewlet bi hêz e” tê pêşxistin. Pêwîste were zanîn ku dewlet hêzekî tundî,  talankirin, qirkirin û tecawizê ye. Lewra pewîste were zanîn ku bi derketina dewletbûyînê re hêza xweparastina cewherî a jin û civakê jê hat girtin. Ew civaka ku xwe bi xwe, xwe birêve dibir, tê belavkirin. Civaka bê rêxistinkirî bê parastin e. Rêxistin bi hêza parastinê pêşdikeve.

Di rastiya pergala dewletê de eqlê jinê, zîhniyet, mêjî, ziman û sekna wê “Xwebûna” wê nayê pejirandin. Ziman û siyaseta dewletê zimanekî nêr e, ne mê ye. Û jê desthilatdarî, zilm, zilamtî, qirkirin, kîn, nijatperestî û olperestî dibare.

Di serdema modernîteya kapîtalîst de, bi şikestina sêyemîn a zayendî tê xwestin ku ji pergala mêtinger encam bê girtin; ev yek li ser tune hesibandina nasnameya jin tê pêşxistin. Eşq û jiyan tê qetilkirin, keda jinê tune tê hesibandin. Jin di hemû qadên xebatê de xwedî ked e, lê mixabin ev ked ji nedîtî tê dîtin. Keda jinê ji hêla modernîteya kapîtalîst ve tê mêtinger kirin. Jin weke obje tê pênase kirin. Li ser bedena wê bazartî tê kirin.

Jin wek kirde nayê dîtin

Jin êdî ne kirde, belku wek heyber tê dîtin. Di serdema modernîteya kapîtalîst de êdî jina difikire wek jina xetere tê dîtin. Pergal, jineke “ker”, “lal” û “kor” dixwaze. Naxwaze jin bi vîn, çalak û bibîryar be. Lê rexmê van êrîşan jî têkoşîna jinê ranaweste, wek aveke herikbar her didome. Bi pêşketina têkoşîna jinê re jin dîsa wek kirde xûyanî dibe.  

Jinên Kurd jî perçeyek ji vê têkoşînê, bi erka xwe a pîroz radibe û gava ewil di xweparastina xwe de tavêje. Di erka xweparastinê de bawerî nade hêza zilam û xwe birêxistin dike. Hêza xwe dispêre çanda dayîka xwedavend û li gor wê gavên bingehîn tavêje. Ji bo wê jî jinê li ku winda kir, li wêderê dest tavêje pirsgirêka jin ê. Xwe xweser birêxistin dike. Jina Kurd di hemû xebatên xwe yên şoreşa Kurdistanê de girîngî bi vê yekê dide. Ji ber vê çendê wek gava destpêk xwe di hemû saziyên perwerdehî, aborî, siyasî, leşkerî, dîplomatîk û hwd. de xweser birêxistin dike. Ev yek ji bo jin şoreşa xwe pêk bîne tiştek wisane ku nabe dest jê bê berdan.   Têkoşîna jina Kurd, rêbazek nû, nêrînek nû, têkoşînek nû, gotinek nû, jiyanek nû, zîhniyetek  nû û paradîgmayek nû avadike. Ev yek jî bala jinên cîhanê gelek dikşîne.

Çareser kirina pirsgirêka azadiya jinê

Jinên Kurd di sedsala 21. de pêşenktiya şoreşa jinên Rojhelata Navîn û cîhanê dikin. Di vê sedsalê de pirsgirêk û nakokiya sereke mijara pirsgirêka azadiya jinê ye. Jin xwe ji nû ve birêxistin dike û li ser pirsgirêka civakê bi perspektîfa bîrdoziya rizgariya jinê nêz dibe. Bîrdoziya rizgariya jinê, bîrdoziya azad kirina civakê ye.

Ji bo parastina vê bîrdozî û nirxan, girîngiya xweparastina jinê carekedin derdikeve pêş. Hêza parastina rewa pewîstiyek, heqîqetek  gerdûniye. Her zindiyek di gerdûnê de dijî, xwedî hêza parastinê ye. Jinên kurd bi xeta  parastina  rewa ji pergala koledar a hezarî  sala tolê hiltîne. Li ser van axan şer û talan, dagirkerî hîn didome. Li gel vî êrîşên mêtinger ên hêzên desthilatdar yên li ser Kurdistan û gelên herêmê, yên herî zêde ji van êrîşan derb dibînin, jin in. Ji bo wê, pirsgirêka jinê a azadiyê ji her demê zêdetir girîng û hewceyî bi têkoşînê divê. Civak ji çand, dîrok, ziman, heqîqet, hebûn, civak, welat û hêza xwe a parastinê hatiye  qutkirin. Lê em baş dizanin ku civaka hatî parçekirin, civaka herî ji xwe biyanî, bê parastin hatî hiştin û bi qirkirinê re rû bi rû ye. Gelê Kurd di sedsala 20. de di  gelek  komkujiyan re derbas bû. Bi her  serîrakirinê re hat çewisandin û bi komî hatin qetilkirin. Îro jî ev komkujî xwe dubare dikin. Lê mixabin cihan li hember van komkujiyan rola ker, lal û  koran dilîze.    

Xwedî derketina ji destkeftiyan girîng e

Li Rojavayê Kurdistanê şoreş bi têkoşîn û heza jina Kurd pêşdikeve. Jin hêza guhertin û veguhertina civakê ne. Jin xwe di ber hemû xwebatan de berbirsyar dibîne û dimeşîne. Tevahî karên şoreşê weke karê xwe yê sereke dibîne. Jina Kurd kirdeya şoreşa Rojava ye. Ji bo parastina destkeftiyên xwe jî pergala xwe a xweparastinê bi hêz kiriye. Ji bo wê, pêwîste ji herkesî zêdetir em jin xwedî li şoreşa Rojava derbikevin. Ji bo wê jî pêdivî bi têkoşînek hevbeş heye. Di pêvajoyek wiha ku êrîş li ser destkeftiyên jinê, bedenê jinê zêde bûne, ji her demê zêdetir îro hewceyî bi bilind kirina têkoşînê heye.

Nokerên hêzên desthilatdar ên wek çeteyên DAIŞ’ê, di şexsê jinên Rojava de hemû destkeftiyên jinan dikin hedef. DAIŞ temsîla zîhniyeta kujer a zilamê serdest, dewleta faşîst dike. Ev zîhniyeta kujer îro êrîşê jin û zarokan dike, qetil û talan dike.

Ji bo wê, jinên Kurd bi tecrubeyên têkoşîna bi salan karîn hêza xwe a cewherî birêxistin bikin. Ev ne tenê têkoşîna jina Kurd e, têkoşîna jinên herêm û cîhanê ye. Wê demê hewceyî bi xwedî derketinek her alî ji vê têkoşîna gerdûnî re girîng e.