Dadgeha Hewlêrê zilamên tecawizkar parast

- Berîtan ZAGROS
24 görüntüleme

Li Başûrê Kurdistanê di van salên dawî de hinek mijarên ku heya niha zêde ne hatine bihîstin, ne hatine dîtin û yan jî kêm çêbûne rû didin. Helbet, berê jî bûyerên wisa nadîr rû didan, lê ji aliyê civakê ve rastî cezayên herî giran dihatin û xetên sor bûn. Lê ev xetên sor êdî dibin ji rêzê, refleksên civakê lawaz dibin, ji ber vê jî di exlaqê civakî de jî ketineke bilez a metirsîdar pêş dikeve.

Em tenê aliyê dagirkeriya leşkerî yan jî ya aborî ya Tirkiye li Başûrê Kurdistanê dinirxînin. Lê aliyeke wê ya herî dijwar jî pêşxistina çanda tecawizê li Başûrê Kurdistanê ye. Ev çanda tecawizê ya di asta cîhanê de li dijî jin, zarokan pêş dikeve pareke wê ya girîng torên medyaya mecazî û înternet be jî, lê beşeke wê ya girîngtir jî bi rêya film û rêze filmên dûblajkirî yên Tirkan ên derbasî nava Başûrê Kurdistanê dibin pêş dikeve. Di filman de şîdet, destdirêjî, bêexlaqî, biçûkxistin, dijûn, fesadî, fitne weke tiştên ji rêzê tên nîşandan. Civakê jî bi rêya vê çandê bêhiş dikin, ji rehên wê yên sereke qut dikin û biyanîbûnê pêş dixin. Piştî rêze filmên Tirkî û çanda Tirkiyeyê bi rêya kanalên televîzyonî û Înternetê wergerandin zaravayên soranî û Kurmancî, ev xetên sor ên civaka Kurd jî hêdî hêdî ji holê rabûn. Vê yekê destpêkê refleksên civakê kuşt in, paşê normal kir. Piştî civakê bi çaveke asayî li her tiştî nêrî, êdî normale ku di rêjeya şîdet û destdirêjiyê de jî zêdebûn çêbe.

Yek ji sedema esasî ya pêşketina çanda destdirêjiyê li dijî zarokan, em dikarin mîna rêze filmên Tirkî û filmên biyanî yên werdigerînin zaravayên Soranî û Kurmancî nîşan bidin. Ev wisa dike hem destdirêjiya li zarokan zêde bibe, hem jî refleksên civakê bimirin. Nimûneya vê ya herî berçav jî bûyera sosret a li Hewlerê rûda ye.

Berpirsekî PDK’ê tecawizkaran diparêze

Li gorî giliya ku bavê (L.L) Loqman Îsmaîl di 4’ê Adara 2019’an de kiriye, 2 zilaman destavêtine zaroka wî ya 8 salî. Li gorî bav îfade daye û ji ragihandinê re eşkere kiriye, ji derveyî 2 zilamên ku destdirêjî li zarokê kirine, 2 jinên ku yek ji wan hevjîna wî ye jî alîkarî dane tecawizkaran. Piştî gilîkirinê û rojeva bi rêya ragihandinê çêbûyî, dadgehê biryar da ku kesên tohmetbar bên binçavkirin. Lê piştî du mehan bi bahaneya nebûna belgeyan dadgehê tohmetbar serbest berdan. Paşê careke din malbatê nerazîbûn nîşan da û ji ber di ragihandinê de bû rojev, ew kes hatin binçavkirin. Di vê navberê de diviyabû Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê lêpirsîna pêwîst bikira û li gorî wê ceza li tohmetbaran birîba. Lê ev yek nekir. Berî niha demekê malbata (L.L) yê ragihand ku kesên tohmetbar serbest hatine berdan û îtîraza biryarê kir.

Li gorî agahiyên ku malbatê daye dezgehên ragihandinê, dadgeha Hewlêrê dibin bandora berpirsên PDK’ê de biryar daye. Lewma biryareke dadwerane derbarê doza (L.L) de nedaye. Diyar dibe, ji ber berpirsekî PDK’ê ku naxwaze navê wî eşkere bibe, li pişt kesên tecawizkar e û wan diparêze. Yanî dadgeha Hewlêrê ji bo berjewendiyên berpirsekî PDK’ê kesên tecawizê zarokekê kirine diparêze û bi vî awayî dixwaze malbatê bêdeng bike.

Malbatê doz veguhest Silêmaniyê

Niha keç û bav ku hem gef li wan tê xwarin, hem ji cihê xwe bûne û derûniya wan têk çûye, ji bo bidestxistina edaletê berê xwe dane bajarê Silêmaniyê. Dixwazin dozê vegûhêzin dadgeha Silêmaniyê. Gelo malbat wê dibin vê dorpêça eqliyeta eşîrtî, malbatî û hizbî ya dij demokratîk û dij jin de, bi tena serê xwe bikare hesabê ji tecawizkaran bixwaze, ew jî mijareke cudaye û zehmet e.

Herçend bûyer pir berfireh nebe jî di beşeke ragihandina Başûrê Kurdistanê de hatibe dîtin jî, heya niha piştgiriyeke xurt a rêxistinên mafên mirovan, rêxistina mafê zarokan û rêxistinên jinan li gorî tê xwestin, li gel malbatê çûnebûye. Jixwe ji ber nebûna refleks û hewlesteke xurt a van rêxistinan û raya giştî, dadgehê biryara serbestberdana tecawizkaran da.

Her çiqas malbatê berê xwe dabe dadgeha Silêmaniyê jî, eger hiqûqnas, rêxistinên mafên jinan, zarokan û mirovan li gel malbatê nesekinin û hesabê nexwazin, wê serê vê bûyerê jî bê girtin û derî li sedan bûyerên din ên wekî vê were vekirin.

Li dijî destavêtinê têkoşîna hevpar şert e

Li Başûrê Kurdistanê hate dîtin eger bûyerek bibe rojev, raya giştî nerazîbûnê nîşan bide û di asteke giştî de nerazîbûn li gel xwe bîne, doz encam digire û hişyariyek di civakê de dide çêkirin. Heya têkoşîna azadiya jinê li Başûrê Kurdistanê neyê geşkirin, bi awayeke wêrek hesab ji kujer, tecawizkaran neyê xwestin, wê her roja paştir bûyerên sosrettir rû bidin. Yanî em dikarin bêjin, rewşeke xeternak ji bo jin û zarokan li Başûrê Kurdistanê heye. Helbet vê mijarê ji rêxistinên jin ên Başûr tenê re hiştin jî pirsgirêkeke cuda ye. Di mijara çareserkirina pirsgirêka jin û têkoşîna bi şîdetê re têkoşîneke jinan a netewî pêwîst dike. Jinên Kurd li dijî çanda tecawizkar, desthilatdar û êrişkar a zilam ya li Başûrê Kurdistanê desthilat e, dikarin bi xebatên hevpar bersiv bidin û ezmûnên beşên din ên Kurdistanê ji bo Başûr ragihînin. Eger wisa nebe, ev tabloya reş a li Başûr wê bêhêvîbûn û bêbaweriyeke mezin bi xwe re bîne. Ji bo vê divê tevgerên jin ên Kurd yên beşên din jî li dijî vê çanda desthilatdar a li Başûr li jinê dixe, bikevin tevgerê.